Ji Gelê me Yê Welatparêz û Raya Giştî re

Em dîsa Roja Navnetewî ya Zimanê Zikmakî pîroz dikin. Ziman diyardeya herî şênber ya hebûn û xwebûna gelan e. Civak an gelên ku nikaribin ziman û çanda xwe biparêzin, nûjenbikin û pêşbixin dibin amûra bişavtin û dagirkeriya desthilatdaran. Di dîrokê de li ser gelek zimanên gelan êrîş çebûn û çêdibin. Dîroka gelê Kurd wek mînaka pir biêş a vê rastiyê tîne ziman e. Dîrok zindî ye û di roja me de dijî. Li EFRÎN’ê îro dîsa dagirkerî dixwaze xwe nûjen bike. Dîroka nijadperestî û dagirkeriya Komara Tirk, Îran, rejima Beas a Sûriyê û ya Iraqê di heman demê de dîroka qirkirina fizîkî, çandî û zîmanê zikmakî ye.

Rejimên dagirker qirkirina çandî heta roja me jî bi siyaseta înkar û îmhayê didin meşandin.Têkoşîna PKK’ê û Rêber APO rê li ber siyaseta înkar û îmhayê,qirkirina fîzîkî û çandî girt. Heta derketina PKK’ê ziman û çanda Kurdî û Kurdistanî hatibû ber tunebûnê. Di serî de bi têkoşîna Rêber APO û bi ked û xwîna deh-hezaran pakrewanan xwebûn, azadî û li cewherê xwe veger pêkan bû. Rê li ber vejîn, nûjenî û pêşketina ziman û çanda Kurd û Kurdistanî vebû. Ger ku îro em cejna zimanê zikmakî pîroz dikin, ev yek bi hêsanî pê knehat. Ev yek bi keda hezaran şoreşgeran gihîşte ve rojê. Divê di serî de mamoste û xwendekar, nifşên nû jî vê rastiyê bizanin û li gorî vê rastiyê li zimanên zikmakî xwedî derkevîn. Ev erk û wezîfeyek dîrokî, exlaqî û wijdanî ye.

Pîrozkirina Roja Navnetewî ya Zimanê Zikmakî bi têkoşîn û serkeftina li dijî hemû cûreyên dagirkeriyê ku li ser mejî tê meşandin, li dijî hemû cûreyên bişavtin û qirkirina çandî ve pêkan e! Pêkanîna her mal, kolan, bax û baxçe ya weke dibistanan, pîrozbahiya herî bi wate ye.

Cejna Roja Navnetewî ya Zimanê Zikmakî li mamosteyê mamosteyan Rêber APO, kedkar û xebatkarên perwerdê, li hemû xwendekaran,gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz be!

21. 02. 2018 KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KCK