Salih Kandal

Image

Salih Kandal

DEMA PÊWÎST BIKE MAMOSTEYEKE, DEMA PÊWÎST BIKE JÎ MILÎTANEKE ŞOREŞGER;
SALIH KANDAL

Salih Kandal di sala 1956’an de li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê jidayîk dibe. Weke zarokê malbateke kedkar mezin dibe. Dibistana seretayî û navendî li Curnê Reş diqedîne. Piştî amadeyî dibe mamoste. Cihê wezîfeya wî ya destpêkê bajarê Agirî bû. Di dema xwendekariyê de li hemberî nêrînên çepgir sempatiya wî hebû. Di dema ku li Agirî mamostetî dikir bi Tevgera Apoyî re peywendiyên wî çêdibe. Li herêma Agirî di bûyîna hêzeke rêxistinkirî ya Apoyiyan de roleke aktîf lîst. Wekî ku xebatên ajîtasyon û propaganda yên demê meşandiye, xebatên wî yên leşkerî-çalakîtiyê jî çêbûn.
Dema ku li Curnê Reş têkoşîna leşkerî destpê kir, Salih Kandal dev ji mamostetiyê berdaye, biryara bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bûyînê girtiye û hemû wextê xwe daye têkoşînê. Di Gulana 1978’an de cihê di nava pêşengên berxwedanê de girtiye.
Koma çete ya eşîrêya bi navê Suleymanan a ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê beralîkirin û rêvebirin, di 18’ê Gulana 1978’an de berpirsê Apoyiyan ê Curnê Reş Halîl Çavgûn qetil kirin. Rêber Abdullah Ocalan biryara destpêkirina têkoşîna çekdarî û belavkirina vê çeteyê dabû. Kemal Pîr, Cûma Tak, Salih Kandal, Mehmet Karasûngûr û hin kadroyên din ên Apoyî yên li gel wan weke pêşengên vê têkoşînê çalakiya çekdarî ya destpêkê pêk anîn. Derba destpêkê li eşîra ku Halîl Çavgûn qetilkirine xistibûn. Salih Kandal di vê çalakiyê de bi awayeke bi çalak cih girtibû. Di mehên piştre de li pey hev derbên mezin li vê hêza eşîretê tê xistin, eşîrê xwe radestê Apoyiyan bûn qebûl kiribû.
Di dema ku Salih Kandal mamostetî dikir de ramanên Apoyî ji zarokên di serdema xwe ya zarokatiyê heya ciwan û kalan re, ji derdorên fireh re digihîne. Zimanê Kurdî xweşik û bi bandor diaxivî. Ev jî dibû sedem ku gel hîn zêdetir û hîn leztir pêve bê girêdan. Ji ber ku ew bi zimanê gelê xwe diaxivî. Bi vekirîbûn, zelalbûn û sadebûna ku gel fêm bike diaxivî. Xwe ji gel mezintir ne didît. Çawa ku zimanê diaxivî sade bû, jiyar û têkiliyên wî jî ew qasî sade û li gorî rastiya gel bû. Wî demî pêşengtîkirin di bingehê ji gel re xizmetkirinê de digirt dest.
Di wan salan de asîmîlasyon pir hatibû kûrkirin. Derdorên fireh ên gelê Kurd ji zimanê Tirkî dûr disekinîn. Her çiqas zimanê xwe yê dayîkê bi wayekî têr ne diaxivîn jî, Kurdî di jiyan û têkiliyên rojane de bi awayeke berbelav dihat bikaranîn. Salih ev yek baş dinirxand. Bi Kurdiya wî ya bibandor û herikbar re di dilê gel de bi cih bibû.
Salih ne tenê di ajîtasyon û propagandayê de bi bandor bû. Ne tenê digot ezê bibêjim û behsbikim û her kesê ji min fêm bike. Hewl dida ku ji pirsgirêkên her tebeqeyên gel re çareseriyan bibîne. Ji bo gel fêm bike destpêkê guhdarî wan dikir. Guhdar dike, pirsgirêkên wan fêm dike û li gorî wê jî çareserî û bersiv didîtin.
Pêwîstiyên kadroyên demê yên milîtan-kadroyên Apoyî bicih dianî. Dema ku mamostetî dikir, ji bo propaganda û rêxistinkirinê jî wext vediqetand. Dema pêwîst dikir çek digirt destê xwe û çalakiya leşkerî jî dikir. Xwe tenê bi qadeke xebatê re sînordar nedikir. Ji bo pêşketina tevgera Apoyî fêmkiribû ku xebateke ji rêzê têrê nake. Ji bo wê yekê xwe baş amade kiribû û taybetmendiyên xwe bihêz kiribû. Dema pêwîst dikir ew rêxistinker bû, dema pêwîst dikir, çalakvanek bû, dema pêwîst dikir jî fermandarek bû.
Di demeke kurt ji aliyê gel ve destek dîtina berxwedana Curnê Reş û girseyîbûna wê  de hewldan, ked û pêşengiya pratîka mezin Salih Kandal roleke diyarker lîst. Berxwedana Curnê Reş û girsebûyîn di partîbûna tevgera Apoyî de bû werçerxeke girîng. Di şêwegirtina PKK’ê de cih, hewldan û kedeke girîng a Salih Kandal heye.
Salih Kandal di tevahiya berxwedana Curnê Reş de weke berpirseke siyasî xizmet kir. Bi meşandina xebatên rêxistinî re ji gel re tevgera Apoyî da nasandin. Di rêxistinkirina li dehan gundan de kedeke girîng pêşkêş kir. Di gelek çalakiyên leşkerî de cih girt. Bi Kurdiya xwe ya pêşketî û kêrhatina xwe ya ajîtasyonê re di dilê gel de cih girt û weke rêbereke gel rolê xwe lîst.
Salih Kandal weke naveke sembol ê milîtantiyê di dîroka têkoşîna me de cihê girt. Di gihiştina serketinê ya berxwedana Curnê Reş de bi pêşengtiya xwe ya îdeolojîk, siyasî, rêxistinî û dema pêwîst kir jî weke şervan û çalakgerekê pêk anî.
Bi berpirsyarî û peywirên ku di gelbûna PKK’ê de girtî ser milê xwe re û bê sînor xwe tevlîkirinê re bû şehîdeke bê mirin. Rêheval Salih Kandal milîtaneke ku li ser Kurdî hakîm tê naskirin. Di dîroka PKK û Kurdistanê de yekem kesên ku xebata propagandaya Kurdî meşandiye ye. Şoreşgereke ku di nava gel de bi Kurdî daxivî û gel teşwîqê Kurdî axaftinê dikir bû. Li Agirî devoka Agirî, li Rihayê devoka Rihayê, li Curnê Reş devoka Curnê Reş, li Mêrdînê devoka Mêrdînê û li Amedê jî devoka Amedê daxivî. Salih Kandal tam milîtaneke pêşeng û şoreşger bû. Di naskirina gel a PKK’ê de roleke pêşeng girt ser milê xwe. Di sala 1978’an de li Rihayê girseyîbûneke mezin qezenckirina PKK’ê û destpêkirina berxwedanê de para rêheval Salih Kandal mezin e û nayê nîqaşkirin. Weke şoreşgereke ku PKK zû naskir û ev ji gel re gotî hat naskirin.
Hevaleke fermandar ê pêşengê ku bi çand, ziman û dîroka Kurdan ve girêdayî bû. Tim li dijî nokeriya faşîst û paşketî derket û qebul nekir, di vê oxirê de heya nefesa xwe ya dawiyê têkoşîn kir. Salih Kandal di 30’ê Tîrmehê 1979’an de di çalakiyeke ji bo ragihandina PKK’ê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya ku Salih Kandal têde jiyana xwe ji dest dayî jî, bû çlakiya fermî ya ragihandina PKK’ê. Wî di çalakiya çekdarî  ya ji bo ragihandina PKK’ê li hemberî çeteyên Bûcak hatî kirin de pêşengtî kir û wî guleya destpêkê berda serçeteyê Bûcakan. Di çalakiya ku li gundê Kirbaşî yê Curnê Reş ê li hemberî serçete M. Celal Bûcak hatî kirin di heman demê de bû, starta têkoşîna Sêwiregê jî. Di pevçûna ku li vê çalakiyê qewimî de tevlî karwanên bêmirin bû û bû stêrkek li ezmanên Kuridstanê.