Ferhat Kurtay

Image

Ferhat Kurtay

WEKE MÎLÎTANEKE ŞOREŞGER, MAMOSTE Û PÊŞENGEK FERHAT KURTAY

Ferhat Kurtay,di sala 1949’an de li gundê Xursê yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê ji dayîk dibe. Malbata wî, bi qasî ku welatparêz, ew qas jî malbateke ku li derdor tê naskirin û hezkirine. Heya temenê xwe yê dibistana seretayî, ji bapîr û apê xwe yên ku melayên welatparêzin, derbarê mijarên Kurd û Kurdistanê de agahiyan fêr dibe. Ji ber ku Ferhat Kurtay dereng dest bi dibistana seretayî dike, li dibistaneke Qoserê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, diçe gund cem apê xwe û li wir dest bi xwendina xwe ya seretayî dike. Ji ber ku xwendekarek jîre, piştre mamosteyê wî, wî vediguhêze dibistaneke Qoserê.
Ferhat Kurtay, dibistana xwe ya seretayî û navîn li Qoserê dixwîne. Xwendina xwe ya bilind jî, li Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê di beşa Endezyariya Elektrîkê de dixwîne. Li herêma Mêrdînê weke taybetmendiyeke diyar, Kurdî baş tê zanîn û axaftin. Ferhat jî, li ser zimanê Kurdî serwer e. Ji mijarên derbarê Kurd û Kurdistanê re têkildar û vekirî ye. Ji bo rêxistinên çepgir, sempatiya wî heye. Lê ta sala 1977’an di nava ti rêxistinan de cih nagire. Di vê navberê de di temenê ciwantiyê de bi xizmeke wî re tê zewicandin û zarokek wan çêdibe.
Tevgera Apoyî nas dike û jê bandor dibe. Wê demê, Rêber Abdulah Ocalan û Mazlûm Dogan li herêma Mêrdînê dimînin û tevgerê bi wî didin nasîn. Ji beriya ku Tevgera Apoyî nas bike û piştî naskirinê jî, karê xwe yê endezyariyê dike. Ji ber vê yekê, peywendiya wî ya bi gel re pir başe. Ji ber baweriya bi kesayeta hevalê Ferhat tê anîn û taybetmendiyên wî yên gelparêz, di demeke kurt a Tevgera Apoyî de rêxistinbûneke pir mezin çêdike. Di serî de malbat û derdora wî, her wiha gundên derdorê jî di nav de herêmê birêxistin dike û tevlî tevgera Apoyî dike.
Bi taybetî, bi awayekî bandor bikaranîna Kurdî û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan bi zimanê gel ji gel re digot, di nava gel de rêxistinbûneke mezin çêkir. Li hemberî gel dilnizm bû, di demeke kurt de bi gel re têkilî danîn, bi rêhevalên xwe re li ser esasê hevbeş xebitîn, daneheveke li ser cewherê kedê û welatparêziyê, taybetmendiyên diyar ên kesayeta hevalê Ferhat in. Bi vî awayî, li navenda Mêrdîn, Qoser, Dêrika Çiyayê Mazî û hemû gundên wan digere û ji gel re qala rêxistinê dike, bi wan dide nasîn û li ser vê bingehê wan perwerde dike. Ji vî alî ve li gel kesayeta wî ya şoreşgerek rast, bi aliyê xwe yê serweriya li ser çand û zimanê Kurdî re jî, weke mamoste û perwerdekarekî taybetmendiyên kadroyek pêşeng bicih tîne û li ser vî bingehî tevger dike.
Hevalê Ferhat, tevlî kongreya damezirandinê ya PKK’ê nebibû, lê navê PKK’êyê bi Tirkî “Kürdistan İşçi Partisi” bi awayê “Partiya Karkerên Kurdistan” sererast dike. Di pirtûka xwe ya bi navê “Güneşin Sarı Saçları (Porên Zer ên Rojê)” de pêşeroja şoreşê di zarokan de dibîne. Ev yek jî, girîngî û hezkirina ku dide zarokan, nîşan dide.
Heya sala 1979’an weke kadroyek herêmî xebat dimeşand. Piştî vê dîrokê, weke kadroyek pêşeng û navendî rist dilîze. Ji beriya vê demê, Mêrdîn û derdora wê piranî di bin serweriya partî û rêxistinên din de bû. Di encama xebat û hewldana jidil û berhemdar a hevalê Ferhat Kurtay de ev rewş berevajî bû û di demeke kurt de piraniya Mêrdînê Tevgera Apoyî nas kirin û hembêz kirin. KUK, ev tabloya ku berevajî bûye, hezimnekirû birayê Ferhat Kurtay Mela Dawud qetil kir.
Piştî ku hevalê Mehmet Xeyrî Dûrmûş di dawiya sala 1979’an de tê Mêrdînê, her du bi hev re dixebitin. Her du bi qasî du mehan, weke kordîneya herêmê kar dikin. Di Mijdara 1979’an di encama serdegirtina mala ku lê diman de tên girtin û di bin çavan de tevî êşkenceyên giran ên ku bi qasî mehekê didome, li ber xwe didin. Piştre wan dişînin Zindana Leşkerî ya Amedê. Di mehên dawî yên sala 1980’yî de wan dibin “Zindana Leşkerî ya Jimara 5 a Amedê”.
Dema ku Ferhat Kurtay di zindana Amedê de bû, vala nasekine û karê ku li derve dikir, di hundir de jî dimeşîne. Di dema ku li koxûşa 33. dimîne de weke abîdeyeke berxwedanê, moral û kêfxweşiyê dide rêhevalên xwe. Li hemberî polîtîkayên rêveberiya zindanê yên ku dixwest li ser girtiyan bimeşîne, bi xwezanî tevdigere û di encama vê yekê de jî koxûşa 33. vediguherîne keleheke berxwedanê. Rêveberiya zindanê nikare ji koxûşê îtîrafkar, îspiyonvan û hwd. derxe. Eger derxistibe jî, di encama hewldana Ferhat Kurtay de pir kurt dewam kiriye. Ferhat Kurtay, di koxûşê de kesayeteke ku gotina wî tê guhdarkirin, bihevrebûnê çêdike, ruhê komînê zindî dihêle, li hemberî rewşan bi awayê aqilêselîm tevdigere û biryaran digire, her tim bûye milîtanek mînak ê PKK’ê yê zindanê.
Piştî ku Ferhat Kurtay dizanî Mazlûm Dogan di roja 21’ê Adarê de li hemberî zulmê serî rakiriye û çalakiyeke fedayî pêk aniye, ji hevalên xwe yê koxûşê re dibêje; “Pêwîste em fermandarê xwe bişopînin”. Ji bo ku agirê çalakiya Mazlûm Dogan netemire û geştir bibe, dest bi çalakiyeke bi vî awayî dike. Ferhat Kurtay, bi Necmî Oner, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik re bûn neferên çalakiyeke bi vî awayî û berxwedêriya zindanê ya ku bi Mazmûm Dogan re destpêkiribû, didomînin.
Di 18’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner bi hev re agir berdidin bedena xwe. Li hemberî polîtîkayên tunekirina siyasî, xeta berxwedanê ya PKK’ê domandin. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi vê çalakiya xwe ve têkoşîna azadiyê ya PKK’ê ku cûntaya faşîst dixwest di şexsê girtiyan de biqedîne, bi bedenên xwe yên pêl bi pêl dişewitin re xurtir kirin. Van her çar egîd û lehengên berxwedêr, navên xwe weke “ÇARAN” di dîroka mirovahî û Kurdistanê de nivîsandin. Li hemberî bîranîna wan, bejna xwe ditewînin û soza şopandina riya wan didin.