PNDK çi ye

SÎSTEMA PERWERDEYA NETEWA DEMOKRATÎK ÇÎ YE, LI SER KÎJAN HÎMAN PÊŞ DIKEVE?

Şaristaniya dewletdar bi rêya perwerdeyê feraset, hiş û heqîqeta di civakê de berevajî dike û zêhniyeta xwe di nava civakê de bicih dike. Dewleta ku li ser civakê serdestî pêkanî, hîn di destpêkê de qada perwerdeyê ya civakê desteser kiriye; zarok, ciwan û jinên desteserkirî kişandiye perestgehan, bi vî awayî bi rêya sîstema xwe ya perwerdeyê jî bêcewherkirin, kolekirin û ajankirin timî kiriye. Navendên zêhniyetê yên ku civaka dayîkî ya xwezayî pêşxistî, rêbazên perwerdeya civaka xwezayî belav kiriye, berevajî kiriye û li ser vî bingehî jî zêhniyeta xwe ya desthilatdar û hiyerarşîk weke yekane rastî li ser civakê daye ferzkirin û bi vî awayî heya roja me ya îro aniye.

Dewleta koledar a ku şêweyê destpêkê yê şaristaniya dewletdare, di cewherê xwe de xwestiye civaka dayîksalarî û bi civaka dayîksalarî ve girêdayî xwestiye civaka exlaqî-polîtîk bigire bin kontrola xwe, xwestiye hiş û zêhniyeta civakê berevajî bike, xwestiye bi rêbazên zorê yên vekirî zêhniyeta civakê berevajî bike, çanda madî-manewî ya civakê desteser bike û li ser civakê xwe bi vî awayî daye ferzkirin. Di vê çarçoveyê de armanca perwerdeyê jî, bêdengkirina civakê, ji artêş, dewlet û malbatên serdest re xizmetkar dabîn kirine. Di sîstema şaristaniya dewletdar de, di rastiyê de perwerde xwe dispêre, înşaya îdeolojîk, berevajîkirina heqîqetê, tirsandin, jiber û tundiya vekirî.

Di sîstema dewletdar de perwerde di perestgeh, mabed, qesr û biryargehên artêşan de dihat pêkanîn. Bi darê zorê zarokên tendurist, jin û mêrên ciwan, kesên ku kêrhatinên wan ên girîng heyî dihatin desteserkirin, dihatin girtina perestgeh, yekineyên koleyan û hinek jî digirtin qesran. Piraniya wan di bin şert û mercên herî giran de heya mirinê weke kole hatine xebitandin. Zilamên ciwan û bi tendurist dihatin girtina yekineyên koleyan û li hemberî civakê didan şerkirin, di pêşbirkên gladyatoran de, di bêdengkirin, xapandina gel de û di şahiyên serdestan de bi awayekî hovane hev û din qir dikirin. Beşek yê jin û zarokan jî di perwerdeyekî pir dijwar a perestgeh û qesran re dihatin derbazkirin û dihatin bêcewherkirin, beşek yê wan jî di malên serdestan de dikirin xizmetkarên kole. Mirovên ku kêrhatinên wan heyî û zû fêmdikirin, di perestgeh û qesran de di perwerdeyên taybet re dihatin derbazkirin, bi vî awayî ew dikirin karmendê dewletê, leşker û cariye û bi vî awayî ew bêcewher dikirin. Ji vê re mînaka herî baş a bê dayîn; bi sîstema perwerdeyê ya di perestgehên Sumeran re civak dihat bêcewherkirin û rastê înşaya îdeolojîk dihat hiştin û bi vî awayî dianîn rewşa bibe dijberê xwe.

Diyardeya perwerdeyê; bûyera ku rewşa agahî girtin, fêrbûn, têgihiştin, pêkanîn û dayîna pêkanînê ya di nava tevahîtiyekê de girtina dest û hevtemamkirinê ye. Li ser vî esasî bernameya perwerdeya demokratîk; pêşxistina hest, kêrhatin û fikir a her mirovê ku beşdar dibe, bi awayekî azad xwe îfadekirin, kesayet û feraset qezenckirin, bi awayekî azad fikirîn, ji bo parvekirina tecrube û agahiyan pêwîstî bi nîvengên demokratîk, komînal û wekhevîxwaz heye.

Perwerde wekî cewherîkirina rastî, başî û xweşikiyê, ewqasê jî kesayet, hest, hizir, bergeh, feraset, nêzîkatî, biryardarî, hiş, bawerî, rê û rêbazên derbazî jiyanê kirinê jî divê bide qezenckirin.

Di civaka demokratîk de, perwerde û hîndekarî xebata înşakirina jiyana azad û civakîbûyîna demokratîk e.  Perwerde weke amûra kolekirina civakê, talankirina xwezayê, serwerî pêkanîn, îstîsmar, mêtîngerî û zextê nayê bikaranîn. Her mirovekî ku beşdarî bernameya perwerdeya demokratîk dibe bi qasî fêrbûna rastiyê, ji bo tiştên ku fêrbûne pêkbîne lêhûrbûn dike; divê di destpêkê de ji xwe destpê bike û bibe ferdê ku ji nû de înşakirina civakê armanc dike.

Ji bo di her qadê de rêxistinkirin û pêşxistina sîstema perwerdeya netewa demokratîk hewldaneke mezin tê xwestin. Di qadên civakê yên ku me bi temamî azadkirî de, teqez divê em sîstema perwerdeya netewa demokratîk pêş bixin û ser bixin. Pêşxisina civak, ferd û jiyana azad bi sîstema perwerdeya netewa demokratîk re wê gengaz bibe. Di vî alî de perwerde jiyanî ye û divê civak di nava tevahîtiyekê de sîstema xwe ya perwerdeya civakî pêş bixe. Divê civak zêhniyeta xwe ya civakî ji feraseta serdest paqij bike, biguherîne û çandekî nû pêş bixe, li ser vî bingehî şêwedayîna civakê nebe nabeya sîstema perwerdeya demokratîk e. Di vî alî de sîstema perwerdeya netewa demokratîk ti sîstemeke perwerdeyê yên cîhanê ji xwe re bingeh nagire. Dibe ku em hinek tecrube û rêbazên heyî ji xwe re mînak bigirin û jê sûd bigirin, lê divê em li hemberî sîstema heyî ji xwe re sîstemeke alternatîf pêş bixin.

Kesên ku dixwazin sîstema perwerdeya netewa demokratîk pêş bixin, neçarin ku sîstemên xwe yên perwerdeya alternatîf, sîstema aborî, sîstema tenduristî û parastinê pêş bixin. Weke din wê nekaribin sîstemeke alternatîf pêş bixin, her çiqas di hizir de bibêjin em li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst in jî, di pratîkê de wê nekarin xwe ji av kişandina aşê wê bidin paş. Bi zanîna vê re bi taybet divê li gorî paradîgmaya Rêber APO sîstema perwerdeyê bê pêşxistin, pêl bi pêl derbazî hemû qadên jiyanê bê kirin, bi awayekî lez û bez, pêşxistina kadro, mufredat, bername û rêbazên perwerdeya vê dibe derman.

Pêvajoyên fêrbûnê tim herikbar û dînamîkin. Bi zeman û mekanekî diyar re sînordar nayê girtin. Hemû qadên jiyanê, di heman demê de divê weke pêvajoya perwerdeyê bê destgirtin. Pêwîste bernameya perwerdeyê; bi jiyanê re di zikhev de be, ji pêwîstiyên civakê re bibe bersiv, ji pirsgirêkên wê re çareseriyan bibîne, jiyanê hîn hêsantir bike û ji bo fêmbartir, watekirin û xweşikirinê be.

Agahî bi hemû hûrguliyên wê pêşkêşkirinê zêdetir, hîn zêdetir giranî dayîna rê û rêbazên xwe gihandina agahiyê ruhê perwerdeya demokratîk pêk tine. Ne rêbaza agahiyên heyî, jiberkirin-dayîna jiberkirinê ye, rêbaza lêkolîn, lêgerîn, têgihişti û fêmkirinê ya esasî ye.

Bi hişmendiya jiyan wê bi perwerdeyê înşa bibe, di hemû qadên jiyanê yên civakê û hemû mekanên civakî de divê xebatên perwerdeyê weke xebatekî înşaya zêhniyetê ya destpêk û pêşekî bê destgirtin.

Ji hemû derdorên civakê re pêşkêşkirina derfetên perwerdeya demokratîk, azadîxwaz têrker û di aliyê madî de bê beramber, li ser hîmê demokratîk a komînal ji nû de pêkanîna bîra civakî xebata herî bingehîn û jêneger a sîstema perwerdeya netewa demokratîk e. Ciwan û zarokên ku wê dîsan beşdarî civakê bibin li ser vî esasî amadekirin, divê ferd jî van derferan bi şêweyê ku civakê diyarkiriye binirxîne û bi hişmendiya wezîfe û mafê tevlîbûna civakê re bê gihandin. Pêwîste ev yek berpirsyarî û wezîfeya bingehîn a perwerdeya civakî be.

Sîstema perwerdeya netewa demokratîk, ji holê rakirina astengên li pêşiya hebûna xwe dayîna berdewamkirin û xwe îfadekirinê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Pêwîste hiş û zêhniyeta civakî xwe li ser esasên civaka demokratîk rojane bike, bi şêweyê ku hemû qadên jiyanê bigire nava xwe, xwerêxistin bike û bi vî awayî di şêweyê modernîteya demokratîk de xwe înşa bike. Perwerdeya demokratîk kesayet derdixe holê, eztiya azad pêk tine, pêkhatina proje û rêxistinbûna civakî dabîn dike û di derbazî jiyanê kirinê de pêşengiyê dike. Modela perwerdeya netewa demokratîk, xebatên weke agahî hilberandina perwerdeya civakî, zanist hilberandin û pêşxistina wê, hişmendî avakirin, perwerde-hîndekarî yê hemûyan di nav hev de digire dest.

Di modernîteya demokratîk de, xebatên zanist-hîndekarî-perwerdeyê bi pêvajoya ji nû de înşakirina civakê re di zikhev de tê meşandin û pêşxistin.

Paradîgmaya netewa demokratîk, ji pirsên civak û ferdên wê ji bo çi û çawa bijîn re encaman pêş dixe û bisazî dike. Di rehenda polîtîk de jî di rasteka ji nû de înşakirina modernîteya demokratîk de mirov çawa dikare civaka demokratîk, netewa demokratîk û jiyana azad înşa bike, divê çi bê kirin û ji kû derê bê destpêkirin, rê-rêbazên wê avakirin û meşandina xebatên wê yên pratîk, sazkirina saziyên wê yên civakî, çalakkirin û berbelavkirina van digire nava xwe. Saziyên zanist-hîndekarî û perwerdeya civakî di vê çarçoveyê de têne rêxistinkirin.

Sîstema perwerdeya netewa demokratîk, girêdayî ferasetên wekî yên di netew-dewletê, ji destekê tenê bê meşandin, navendî, burokratîk, tek-tîpkirin, bê îradeker nikare bê înşakirin.  Bêyî armanc û hedefên civakî yên giştî, bêyî bergehên felsefîk-îdeolojîk-paradîgmatîk, bi saziyên ji hev û din qut, ne di nava tevahîtiyekê de, teng, biçûk, bandor û dorhêla wan bi sînor re nayê pêkanîn. Bi vê re bêyî ti rêxistinbûn, bisazîbûn û bername hebe, feraseteke perwerdeya civakî ya xwe bi xwe dimeşe jî têker nabîne.

Sîstema perwerdeya netewa demokratîk, weke tevgereke civakî xwe rêxistin dike û rêve dibe. Tenê tevgereke perwerdeyê ya bi vî awayî dikare ji hemû derdor, kom û qadên civakê re bibe bersiv. Sîstema perwerdeya civakparêz, neçare ku bibe perspektîfa tevlîbûna xebatên înşaya netewa demokratîk de. Ev nêzîkatî tenê bi feraset, rêxistinbûn û terzeke konfederal, xweser, komînal û demokratîk dikare bê pêkanîn be.

Di modernîteya demokratîk de rêxistin û saziyên ku di qada perwerde-hîndekarî û zanistê de ne; ligorî rastiya civak çêkereke ji piratî û yekatî, ji cudahî û wekhevî, ji xweserî û tevahî, ji xwecihî û gerdûnî, ji çandan û komikên civakî yên hîn cudatir pêk tê ye tê avakirin, biçalakkirin û pêşxistin.

Sîstema perwerdeyê neçare ku di her alî de demokratîk û komînal be. Ji ber vê sedemê wekî di her qadên din ên civakê de heyî, di xebat û jinûde înşaya qada zanist-perwerdeyê de jî hemû endam û pêkhateyên civakê berpirsyarin. Komîn, komik û ferd rasterast li ser bingehê demokrasiya radîkal û kûr tevlî sîstema perwerdeyê dibin. Civak sîstema xwe ya perwerdeyê di bin sêwana lebatên xwerêveberiya demokratîk de înşa dike. Li ser vî bingehî weke tevahiyekê rêxistinbûn û xebatên zanist û perwerdeyê; li gorî rêgezên demokrasiya rasterast-radîkal-komînal  û di bin sêwana xwerêveberiya demokratîk a civakê de pêk tê.

Li gorî ku menên bingehîn ên civaka modernîteya demokratîk komînin, qada zanist û perwerdeyê jî li ser zemînê demokratîk-komînal tê înşakirin. Ango çanda jiyana komînal û xebat û bisazîbûna zanist-perwerdeyê bi şêwazekî hev û din temambikin tê destgirtin.  Rêgeza “Çiqas rêxistinbûn û çanda jiyana demokratîk-komînal, ew qasê xebatên perwerde-zanista civakî; çiqasê xebatên zanist-perwerdeya civakî; ew qasê jî rêxistinbûn û çandan jiyana komînal-demokratîk”  esas tê girtin.

Avana zêhnî ya nerm, çareserker û encamgir a civaka demokratk, di sîstema perwerdeyê de tê nîşandan. Xebatên perwerdeyê bi zeman, mekan, amûr û rêbazan diyarkirî re sînordar nayê girtin. Her kêliyê jiyanê, her mekanê ku civak û mirov lê heyî, her rêbaz û amûrên ku sûd ji pêşxistina pêwîstiyên civakî, çareserkirina pirsgirêkan, rohnîkirin û hişmendiya zanist-agahiya civakî re pêşkêş dike, her xebateke di nava jiyana civakî de di çarçoveya sîstema perwerdeyê de tê destgirtin.

Sîstema perwerdeya civaka demokratîk bi bernameyên xebatê yên biplane, periyodîk, rêkûpêk û akademîk re bi şert û merc, derfet, potansiyel û pêwîstiyên civakê yên demdirêj û rojane ve girêdayî rêbazên perwerdeyê yên pir dewlemend jî dinirxîne. Li ser vî bingehî kampanyayên pêwîstiyên rojane û bi armanca çareserkirina pirsgirêkê ne. bernameyên perwerdeyê û qursên dewreyî yên perwerdeyê yên demkurt, navîn û demdirêjin. Civînên bi armanca perwerdeyê ne. çalakiyên perwerdeyên gerê yên demî û timî ne. Bernameyên perwerdeyê yên bi rêya TV, Radyo û amûrên nivîskî yên têkiliyê derbazî jiyanê bêne kirin û mirov dikare gelek rêbazên din ên perwerdeyê derbazî jiyanê bike.

Çengên xebat û pîşeyan jî di nava sîstema perwerdeyê de dikarin bêne destgirtin. Lê nêzîkatiya modernîteya demokratîk a di vê mijarê de ji ya modernîteya kapîtalîst bi temamî cuda ye. Ji ber ku sererastkirin, diyarkirin û pênasekirina çengên xebatê û pîşeyan wê ji aliyê civakê ve bê pêkanîn, wê ne ji endustriyalîzmê re karker û endam gihandinê bike armanc, wê dabînkirina pêwîstiyên civakê ji xwe re bike armanc. Di vê çarçoveyê de, bernaeyên perwerdeya pîşeyî wê hem di nava sîstema perwerdeya civakî ya giştî de cih bigire, hem jî bi şêweyê dibistanan tê sererastkirin. Her wiha di sîstemên dibistanên normal de jî li ser bingehê çengên pîşeyî ji bernameyên perwerdeya bingehîn re cih tê dayîn.

Di feraseta perwerdeya netewa demokratîk de, wekî ku dikare bernameyên perwerdeyê li gorî ku ji çandên cuda, komên temenan, derdorên civakî, çengên hilberînê, qadên jiyanê, xweserî û pêwîstiyên xwecihan ên civakî re bibe bersiv û li ser vî bingehî dikare bernameyên pperwerdeyê bêne pêşxistin. Her wiha dikare bernameyên perwerdeyê yên giştî, berbelav û tevlihev giranî didin ser aliyên hevbeş, şert û pêwîstiyên gel û komikên herêmê jî bêne pêşxistin. Li ser vî esasî bi qasî ku perwerdeya civaka demokratîk cûrbicûrî, cihêrengiyan dibîne, ew qasê jî tevahîtiya civakî jî dibîne û di peywendiya parçe-tevahiyê de hevsengiya optimal pêk tine.

Harûn ŞIKAKÎ