Jiyana Rêbertî

Abdullah Öcalan

Kurte Çîroka Jiyana Rêbertî

Amara gundekî kevn ê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê ye. Li qadeke tehtîn, yekpare, hinekî meyldar a ku diçe Xirbeyên Hemûrkesan û geliyê diçe gundê Tirkmenan Aynoyê hatiye avakirin. Hinekan malên xwe ji kerpîçên ax, hinekan jî ji kevirên xwezayî, yên rewşa wan baş jî odeyên xwe yên mêvanan ji kevirên spî yên li Rihayê hatiye birîn ên ku jêre “hewar” têne gotin çêkirine. Yên piştre hatine çêkirin jî, ji betonê hatine çêkirin. Di demên berê de karkeriya keviran, hostayên Ermenî dikirin. Di hewşên fireh ên her malê de darên tû, gûz, hinar, hêjir û gulan hene. Serê banan bi dîrekên mezin ên spîndarên stûr ve hatine nixumandin, ji bo ku giraniya wê rake, qurmên mezin û xwegir ên jêre “stûn” tê gotin xistine binê wan. Xaniyên ku bi kerpîçên ax û kevir, li tenişta hev, di zikhev de xwar û mar bi şêweyekî bazinî fireh dibin û gundê Amara pêk tînin.

Kalkê Dayîka Rêber Abdullah Ocalan Uveyşê, “Eliyê Dêrika Hemko” di şert û mercên şerê cîhanê yê yekem de ji bajarê Dêrika Hemko yê Rojava koçber dikin, bi bicihbûna li cihên cuda yên dem kin re di dawiyê de tên li gundê Amara bicih dibin. Dema ku kurê Elî Hemîd mezin dibe, bi Hewayê re dizewice. Dayîka Hewayê, Leyla ye. Leyla, keça Ehmedê Keya ye. Ehmed, Tirkmeneke li gundê Ereh rûdine. Ji ber ku muxtarî dikir, pêşnavê “Keya” wergirtiye. Du malên wî hene. Yek ji jinên wî Ermenî, yek jî Kurd e. Dayîka Leylayê, Ermenî ye. Li herêmê zewacên Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermeniyan ketiye nav hev û bûne yek. Hemûyan keç dane hev û bûne dost û xizmên hev.

Leyla, keçeke ku bedewiya wê bi nav û denge. Leyla, bi Kurdekî bi navê Hecî Elî yê li gundê Amara rûdine re dizewice. Ji Elî û Leylayê, xwedê Hewayê dide. Bedewiya Hewayê, bi qasî dayîka wê Leylayê bi nav û denge. Hewa, bi Hamidê ku ji bajarê Dêrika Hemko hatiye û bi şerkeriya xwe ve tê naskirin re dizewice. Ji Hewa û Hamit, xwedê Uveyşê dide. Bedewiya Hewa û Leyla, derbazî Uveyşê bûye.

Emer zewaca xwe ya destpêkê kiriye û jê cuda bûye. Heşt zarokên kur ên pey hev ji dayîk bûne, mirine, zaroka nehê ya xwedê daye jî keçe. Navê wê jî dikin “Gulsum” a ku tê wateya “êdî bila bikene”. Gulsum, berevajiyê birayên xwe bi çar lepan ve xwe bi jiyanê digire û dijî.

Uveyşê zewaca xwe ya destpêkê kiriye, piştî mehekê di encama qezayeke ku diqewime de hevjînê wê dikeve zindanê û piştî demeke kurt dimire.

Sal 1939!

Ji beriya ku şerê cîhanê yê yekem destpê bike, Emer û Uveyş bi zewaceke mantiq a rêûresmî dizewicin û jiyana xwe dikin yek. Di navbera wan de bi qasî 20 salan ferqa temen heye. Emer, weke mêvanê xwedê saf û bawermend e. Bi salane binemala malbata baviksalarî li ser yek zarokî dimeşe. Ji bo zarokek kur, bi sebra Hz. Eyûb ve xwe spartiye Xwedê. Piştî ku bavê wî Ebdulahê Cendirme pîr dibe, tenê dimîne. Ji bo tenêbûna xwe derbaz bike, diçe cihên bilind qîr dike, bang dike û bi vî awayî hêrsa xwe vala dike.

Çar zarokên destpêkê yên Emer û Uveyş ên xwedê dane, keçin. Du ji wan dimirin, Hewa û Eynê jiyan dikin.

Şeveke biharê ya bi bereket û birûsk, bi şeqîna ewran, bi firtûne û bi baran 4’ê Nîsana 1949’an li mala kevir a du çavik, Uveyş di nava êşan de dipelpite. Pêncemîn zarokê Uveyşê yê xwedê dide, kur e. Ber bi sibehê ve firtûne dişkê, rojeke biharê ya bi rewnaq a ku xakê germ dike, dikeve ser axa Amarayê. Emer, weke soz dabû xwedê, ji bo zarokê xwe yê kur, qurbanekê serjê dike. Bi demançeya bavê xwe ya begtiyê ve ber bi bêdawîtiya ezmanê şîn ve sê guleyan ber dide. Sê caran, li ber guhê zarokê ku xwedê daye, pistînî dikin. Navê “ABDULLAH” ku tê wateya evdê xwedê yê dilsoz, lê dikin.

Bavê Emer, piştî ku xwedê Abdullah dide, fermana xwe ya destpêkê, ji endamên malê re dide. Dibêje, “Wê pişta Abdullah nekeve ser axê”. Ev gotin, dihat du wateyan. Ya yekem; Bavê Emer siberoja binemala xwe di Abdullah de dibîne, ji ber vê yekê zarok li ser destan girtin. Ya duyem jî; Emerê ku tenêbûn û bêhêzbûnê jiyan dike, kureke xurt ku pişta wî nayê erdê daxwaz dike.

Abdullah, heya 8 saliya xwe li gund bi hemsalên xwe re jiyan dike. Gundî, navê wî dikin; “Dînê Çolê”. Abdullah zarokên gund dide pey xwe, weke mînaka Dîonysos derdikevin çolwaran. Fêkiyên çolê kom dike û bi hevalên xwe re parve dike. Marê ku weke lawireke ziyandar dibîne, dikuje. Her roj, zarokan dide pey xwe û wan dikişîne nava lîstokan. Wan dibe Kaniya Ayno û li wir xwe li avê didin.

Hîn dest bi dibistanê nekiriye, mereqa fêrbûnê wî digire. Komeke zarok dide derdora xwe û li cem melayê mizgeftê Muslim perwerdê dibînin. Muslim, ji wan re pirtûkên şer ên Hz. Elî dixwîne û şîrove dike. Cuzên Quranê bi wan dide jiberkirin. Hîn heft-heşt salîbû, 33 cuzan jiber dike. Ji zarokan re melatiyê dike, li cem mela li ser mînderê rûdine. Mela, ji wî re dibêje; “Tu wisa biçî, tu yê bifirî”. Abdullah, li zevî û bostanan dixebite, alîkariya Emer dike û di temenê xwe yê zarokatiyê de kedê nas dike. Ji bo xwedî li keda xwe derketinê, bi birayê xwe re dikeve nava şerekî dijwar. Dema ku birayê wî, xwe dispêre bavê xwe, li hemberî wî helwest digire û serhildana xwe ya destpêkê, dide destpêkirin. Ji cuzdana bavê xwe, deh lîrayan derdixe û gund diterikîne. Diçe cem xwişka xwe ya li Belkîs (Nîzîp)’ê. Li wir bi yewmiyeya pênc lîrayan re du rojan diçe dirûtina nîskan. Piştre vedigere malê û pereyê ku girtiye, dîsa datîne cihê wî.

Sal 1958!

Cibîn, gundeke kevn ê Ermeniyane û pênc kîlometre dikeve başûrê Amarayê. Bi qirkirina 1915’an re hemû xelkê wê hatine qetilkirin û cenazeyê wan avêtine Çemê Firatê. Di gund de sî û pênc keçên ku dabûn malbatên Misilman, ji komkujiyê rizgar dibin. Ev keçên Ermenî tên bişavtin û wan dikin Misilman, li heman gundî tên mezinkirin û zewicandin. Ji gundê Ermeniyan, ev keçin ku ji qirkirinê mane. Dêran vediguherînin mizgeftan. Yekane gundê ku li herêmê dibistana seretayî lê heye ye. Li ser daxwaza Abdullah, bavê wî Emer di sala 1958’an de destê wî digire û bi hevalek xwe re diçin gundê Cibînê û qeyda wî li dibistana seretayî çêdikin. Li Amarayê, zarokê destpêkê yê ku bi hevalê xwe re diçin dibistanê ye. Li vir di temenê zarokatiyê de rastî bermahiyên komkujiya Ermeniyan tê. Sarinc, xanî, hewzên ji tehtan hatine qewartin, dêrên hatine veguherandina mizgeftan ên ku ji aliyê hostayên Ermenî ve hatine çêkirin, hîn li ser piyan in.

Bi qasî pênc salan, bêyî ku guhdarî zivistan, berf, firtûne û baranê bike, bi hevalên xwe re di bin şert û mercên giran de diçe dibistana seretayî ya gundê Cibînê, ya ku pênc kîlometreyan dûrî wan e. Sala duyem, hin xwendekarên din tevlî wan dibin. Êdî weke komekê diçin dibistanê û tên. Li malê, hem alîkariya bavê xwe Emer dike, hem jî diçe dibistanê. Li ber ronahiya çirayê, li ser waneyên xwe dixebite. Dema ku di refa sê ya seretayî de bû, mamosteyê wî bi rêzê ve ji hemû xwendekaran pirsa; “dema ku tu mezin bibî, tu yê bibî çi?” dike. Abdullah, yekser ji cihê xwe rabû û bersiva; “ezê bibim pîlot” dide. Dibistana seretayî, bi awayekî serkeftî diqedîne.

Sala1963!

Dibistana seretayî diqedîne. Li gundên derdorê, dibistana navîn a ku bikare biçiyê tune ye. Malbat, di nava xwe de nîqaş dike, rewşê dinirxînin û digihêjin biryarekê. Diçe Belkîsê cem xwişka xwe û li wir dixwîne. Bi hevalê xwe yê ku bi hev re dest bi dibistana seretayî kiriye re sê salan li Belkîsê dibistana navîn dixwîne. Di betlaneya Havînê de li gund di zeviyan de alîkariya Bavê Emer dike. Du salan bi malbatê re diçe Edeneyê, ji bo komkirina pembû. Piştre dibistana navîn diqedîne. Bûyîna pîlot, xistiye serê xwe. Ji bo çûyîna dibistana leşkerî, dikeve ezmûnê. Ezmûnê qezenc dike, lê belê ji ber sedema mezinbûna temen, ji bo dibistanê nayê qebûlkirin.

Sala 1966 Dibistana Tapû Kadastro

Rewşa aborî ya malbatê, ne başe. Ji bo ku li ser malê nebe bar, difikire ku di riya kurt re bikeve nava jiyanê. Bi hevalê xwe yê ku bi hev re dest bi dibistana seretayî kiriye û bi hev re dibistana navîn xwendiye re Dibistana Tapû Kadastro ya Enqereyê qezenc dike. Vê demê, di nava lêgerekê de ye. Êdî li paytexta siyaseta mêtîngere. Dema ku cara destpêkê peykerê Ataturk ê li ser hespê li Meydana Ûlûsê dibîne, ji kûr ve diperpite. Li wir cara destpêkê bi siyasetê, bi rastiya Kurd re eleqedar dibe û dibîne. Meyla wî, ji ol re xurtire. Tevlî panel û semînerên Necîp Fazil Kisakurek dibe. Lê belê sosyalîzm jî, weke vebijêrkekê li pêşiya wî disekine. Piştî ku pirtûka bi navê; “Alfabeya Sosyalîzmê” dixwîne, dibêje; “Mihemed winda kir, Marks qezenc kir.”

Dibistanê, bi awayekî serkeftî diqedîne. Weke karmend, vesaziya wî ji bo Amedê çêdibe. Paytexta Kurdan Amed, di jiyana wî de ji aliyê naskirina rastiya Kurd ve xwedî girîngiyeke diyarkere. Êdî li vir, li ser rastiya Kurd û Kurdistanê diponije. Bi xwendekarên Kurd ên ku di dibistana Mamosteyan a Erxenîyê de dixwînin re dikeve nava diyalogê. Tim piştgiriyê dide wan. Êdî weke navendeke dilkêşiya siyasî ye. Dema ku karmendiya Tapû Kadastroyê dikir, ji axayekî hinek pere weke bertîl digire. Destê xwe nade vî pereyî. Ji rêxistina ku di serê xwe de çêkiriye û wê piştre ava bike re vedişêre. Rastiya Kurd û Kurdistanê, di serê wî de her ku diçe vediguhere pêşnûmeyekê.

Piştî ku salekê karmendiyê dike, tevlî ezmûnên zanîngehê dibe. Di sala 1971’ê de Fakulteye Hiqûqê ya Stenbolê qezenc dike, qeyda xwe çêdike. Lê belê lêgera wî dewam dike. Di sala xwendinê ya 1972’yan de derbazî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê dibe. Li wir, ji çalakiyên milîtanî û darvekirina Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bandor dibe. Xebatên xwe yên siyasî kûrtir dike. Pêşengtî ji çalakiyên protestokirina îdaman re dike. Heman salê tê girtin û li girtîgeha Mamakê tê bicihkirin. Neh mehan girtî dimîne. Dema ku derdikeve derve, cihekî wî yê ku biçiyê û lê bimîne, tune ye. Li ser pêşniyar û daxwaza hevalekî xwe yê di girtîgehê de diçe li mala Kemal Pîr û Hakî Karer ê du zarokên egîd ên Deryaya Reş ku wê demê li Enqereyê dixwendin, bicih dibe. Hevaltiya malê ya ku li vir destpêkiriye, di demeke kurt de vediguhere fikrên hevbeş ên siyasî û bihevrebûna rêxistinê. Di şexsê zarokên Mezopotamya û Anatolyayê de hîmê bihevrebûna şoreşger a gelan tê avêtin.

Di sala 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê, di binê darekê de ji bo avakirina rêxistineke Kurd, yekem civîna xwe pêk tînin. Lê mixabin, ceribandina avakirina komê pir biserkeftî nabe. Ji derveyî Alî Haydar Kaytan, kesên din ên ku tevlî civînê bûne, hîn di destpêka rê de ji komê dûr dikevin.

Rêber Abdulah Ocalan, di sala 1974’an de bi komeke xwendekar re “Komeleya Xwendekarên Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYÖD)”ava dikin. Demekê serokatiya wê dike. Lê belê di encama gelek nîqaşên ku hatine kirin de meylên cuda derdikevin holê û komeleya ku weke sîwana hemû ciwanên çepgir bû, parçe dibe.

Ev dem, demeke lêkolîn û lêgerîneke bîrdoziyê ye. Rêber Abdulah Ocalan dibêje; “Dema ku min destpêkê qala têgiha mêtingeh kir, ji ser hişê xwe ve çûm.” Dewlet, wî dişopîne, lê zêde nizane, wê çi bike. Ji ber vê yekê, Pîlot Necatî yê îstixbarat rêdike nava komê. Di sala 1976’an de bi koma nû re civîna Dîkmen a Enqereyê li dardixe. Bernameya siyasî ya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş daye nivîsandin, derdikeve holê. Di komê de hevalên wî yên rê, yên weke; Hakî Karer, Kemal Pîr, Cemîl Bayik, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan, Duran Kalkan, Alî Haydar Kaytan hene.

Piştî nîqaşên tên meşandin, biryara “Vegera Welat” tê girtin. Li gorî şert û mercên wê demê, ev biryareke pir mezin û dîrokî ye. Bi vî awayî, endamên koma ku xwe li Enqereyê bi rêxistin kiriye, dest ji dibistanên xwe berdidin, bi navê “Şoreşgerên Kurdistanê” ji bo “Şoreşa Kurdistanê” dest bi xebatan dikin. Kom, weke komên çepgir ên nû derdikevin; bi kovar an jî komeleyekê dernakeve. Komeke îlegale, lê belê karê wê bi çekê jî nabe. Li seranserê welat, di nava ciwanan de xwe birêxistin dike. Li gelek bajaran, avaniya ciwanan a dendik pêk tînin.

Di Nîsana 1977’an de Rêber Abdulah Ocalan, rêze civînên ku weke “Sefera Kurdistanê” binav dike, dide destpêkirin. Civîn, ji Bazîda Serhedê destpê dike û di 12’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê bi dawî dibe. Civîna Dîlokê, bi pir beşdarî û berfireh derbaz dibe. Hakî Karer, li wir xebat dimeşand. Rêber Abdulah Ocalan, piştî ku “Sefera Kurdistanê” temam dike, vedigere Enqereyê.

Dewlet, dikeve dewreyê. Rêxistina provakator a ajan a bi navê “Stêrka Sor” dixe dewreyê. Alaattîn Kapan ê endamê MÎT’ê û Mudûrê Emniyeta Edeneyê yê ku bi awayeke veşartî ketiye nava rêxistinên çepgir de bi hinceta nîqaşê, Hakî di qehwexaneyekê de dikişîne nava nîqaşekê û li wir wî di encama komployekê de qetil dike.

Rêber Abdulah Ocalan dibêje; “Ez li Enqereyê bûm. Dema ku agahiya şehadbûna Heqî dan, min çay vedixwar. Destên min recifîn û min çay bi ser xwe de rijand.” Xwîn rijiyabû û rêbereke herî girîng ê komê hatibû qetilkirin. Rêber Abdulah Ocalan dibeje; “Hakî ruhê min ê veşartî bû, dema ku hat qetilkirin, min nîvê xwe winda kir.”

Bi lez û bez ji Enqereyê derbazî Dîlokê dibe. Cenazeyê Hakî, li Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê dihat ragirtin. Ji ber ku cenaze nehatibû dayîn, di serî de Kemal Pîr gelek endamên komê, kombibûn û ji bo revandina cenaze amadekarî dikirin. Rêber Abdulah Ocalan, destlêwerdana vê yekê dike. Bang li birayê Hakî dike û cenaze ji nexweşxaneyê dide wergirtin. Li navçeya Ûlûbey a Ordûyê bi merasîmeke bi heybet a bi tevlîbûna deh hezar kesî ve Hakî dispêrin axê. Rêber Abdulah Ocalan dibêje; “Eger cenaze hatibûya revandin, wê kom hatibûya tunekirin, min destlêwerdana vê yekê kir.”

Destpêkê Alaattîn Kapan ê ku Hakî qetilkiriye, tê cezakirin. Piştre, ji bo bîranîna Hakî, biryara damezirandina partiyê tê standin û bi vî awayî ji cihê ku Hakî hiştiye, têkoşîn zêdetir tê mezinkirin û berdewamkirin.

Di 18’ê Gulana 1978’an a salvegera şehîdbûna Hakî de li tevahiya welat bîranîn û afîşkirin tênçêkirin. Li navçeya herî feqîr a Kurdistanê, Curnê Reş (Hîlwanê), bi qasî 20 ciwanî di bin pêşengiya Halîl Çavgûn de piştî ku afîşên Hakî Karer çêdikin, li Dibistana Seretayî ya Mustafa Kemal a ku ji derveyî bajêr e, kom dibin û nirxandinan dikin. Şev saet li derdora 24.00’an polîs û çeteyên noker ên Suleymanan, bi ser civînê de digirin. Di pevçûna qewimiye de Halîl Çavgûn bi dirûşmeya “Bimire mêtingerî, bijî Kurdistana serbixwe” re nefesa xwe ya dawiyê dide. Li ser vê yekê, kom li hemberî çeteyên feodal û noker ên li Kurdistanê, biryara têkoşîna çekdarî distîne. Li Curnê Reş, derbên giran li çeteyên feodal ên Suleymanan, li Sêwiregê li Bûcakan, li Êlihê li Ramanan, li Wêranşarê li Oztopan dixin.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya bajarê Amedê, di encama nîqaşên têr û tijî yên li mala Alaattîn Zogûrlû de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) tê damezradin.

Li welat, CHP li ser desthilatdariyê ye. Piştî bûyerên Sêwaz û Çorûmê, di 24’ê Kanûnê de Komkujiya Mereşê pêş dikeve. CHP, vê dike hincet û li gelek cihan rêveberiya şidayî radigihîne.

Di Gulana 1979’an de endamê KRN-PKK’ê Şahîn Donmez tê girtin û di lêpirsîna polîsan de li xwe mukir tê. Cihê Rêber Abdulah Ocalan, ji polîsan re dibêje. Rêber Abdulah Ocalan ji operasyona ku polîsan kiriye rizgat dibe, weke tedbîr di 2’yê Tîrmeha 1979’an de li ser xeta Pirsûs Rihayê, bi rêya qaçaxçiyan re di rênîşanderiya Ethem AKÇAM de bi awayeke veşartî derbasî nava axa Sûriyeyê Kobanê dibe. Li wir, bi tevgera Filîstînî re dikeve nava têkiliyan, amadekariyan dike, peywendiyên dîplomatîk pêş dixe û ji bo xebatan qadeke nû vedike.

Têkoşîna li hemberî çeteyên feodal û noker, her ku diçe berbelavtir dibe û berdewam dike. Bi armanca ragihandina damezirandina partiyê û ji dinyayê re dayîna nîşandanê di 30’ê Tîrmeha 1979’an di bin berpirsiyariya Mehmet Karasûngûr de li hemberî endamê parlamenterê TC’yê û serokê eşîreta Bûcakê Mehmet Celal Bûcak ê li gundê Kirbaşi yê Curnê Reş, çalakiyeke serdegirtinê ya ku bi awayekî serneketî encamdar bûye, tê lidarxistin. Di vê çalakiyê de şoreşgerê qehreman Salîh Kandal digihêje şehadetê.

Bi rêveberiya şidayî re di sala 1979’an de windahî û girtinên pir mezin, tên jiyankirin. Dema ku dewletê propagandaya “min xelas kir” pêş dixist, PKK’ê ji aliyekî ve di bin navê; “Hefteya Nîsana Sor” de ji her alî ve li hemberî polîsên êşkencekar çalakiyan dide destpêkirin. Di nava hefteyekê de bi dehan polîsên êşkencekar tên cezakirin. PKK’ê di sala 1979’an de ji ber sedema windahiyên zêde, bi awayekî taktîkî biryara paşde vekişandina hêzên xwe distîne. Rêber Abdulah Ocalan, ji bo ku kadroyan di perwerdeya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî re derbaz bike, koma destpêkê ya di bin pêşengiya Kemal Pîr de dikişîne qada Filîstînê, wan li wir perwerde dike û dîsa dişîne welat.

Di encama zext û operasyonên dijwar ên dewletê, di serî de kadroyên pêşeng ên weke; Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Ferhat Kûrtay bi hezaran kadro, alîgir û sempatîzanên PKK’ê tên binçavkirin û girtin.

Piştî vê, di 12’ê Îlonê de cûntaya generalên faşîst a di bin venêrîna Kenan Evren de darbeyê dikin. Rêber Abdulah Ocalan, bi darbeya faşîst a 12’ê Îlonê re hemû kadroyên partiyê dikişîne qada Filîstînê.

Ya mayî jî, şerê azadî û heqîqetê yê bênavber heya roja me ya îro tê ye…