Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Ya Demokratîk Re

     Her destpêk,bi xwe re jiyaneke nû dide destpêkirin. Bi boneya destpêkirina sala perwerdeyê ya 2017-2018’an, em di kesayeta şehîdên qehreman ên perwerdeyê heval Mehmet Karasûngûr, Salîh Kendal, Ferzad Kemanger û Viyan Amara de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîrtînin. Weke pêkanîna xeyalên wan, em soza avakirina pergala perwerdeya civaka demokratîk û azad didin.

     Sala nû ya perwerdeyê; li mîmarê paradigmayê û mamosteyê mezin Rêber Apo, li hemû gelên Kurdistanê, li hemû kedkar, mamoste û xwendekaran pîroz dikin. Em hemû têkoşîn û xebatên ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, li hemberî bişavtin û qirkirinên çandî dimeşînin, destek dikin û di kar û xebatên wan ên avakirin û pêşxistina pergala perwerdeya neteweya demokratîk de serkeftinê dixwazin.

     Li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal, Rojavayê Kurdistan û herêma Bakurê Sûriyeyê bi fikr û ramanên azad û bi zîmanê dayîke pêvajoya perwerdeyê ya 2017-2018’an destpê dike. Li van qadên azad,em serdema nû ya perwerdeyê li hemû gelan, zarok û ciwanan, mamoste û kedkarên perwerdeyê pîroz dikin.

     Dewletên dagirker ên faşîst Tirkiye û Îran, bi kûrkirin û berfirehkirina qirkirina çandî û fîzîkî ve dest bi sala nû ya perwerdeyê dikin. Di pergal û rejîma înkar û îmhaya ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin de dibistanan weke çeperekî pêş ê qirkirina çandî û aşê bişavtinê bikar tînin. Îro jî ev dibistan li Kurdîstane weke aşê bişavtinê tên bikaranîn. Ango qirkirina fîzîkî û çandî di heman cihî de bûne yek û rûyê veşartî yê dagirkerên faşîst aşkere bûye.

     Bi hevalbendiya faşîzma reş, spî û kesk re dijminatiya li hemberî gelê Kurd û hezên demokrasîxwaz derxistine asta herî jor. Di xizmeta pergalê de be jî, xwe li nasnameya Kurd û demokrasîxwazan ranagirin. Pergala Tirk a dagirker, ji bo ku bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm bigire, bi deh hezaran mamoste û kedkarên perwerdeyê ji kar dûrxistine.

     Li hemberî desthilatdariya dagirker û faşîst ên dev bi xwîn; ji bo gelê Kurd, hêzên demokrasîxwaz, şoreşger û sosyalîst, ji derveyî bilindkirina têkoşîn û berxwedaneke giştî û bêhempa, ti rê û rêbazek din nemaye. Ji bo avakirina neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk, divê em van êrîşên dagirkeran, weke şensekî binirxînin û xwe ji pergala perwerdeyê ya qirkirina çandî û fîzîkî qut bikin. Bi hemû hêz û jiyana xwe, pergala perwerdeya demokratîk pêş bixin. Em her mal û deverê veguherînin warê perwerdeyê. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê; mafekî xwezayî, civakî û weke şîrê dayîkê helal û rewa ye.

     Dîsa gelê me yê ku li derveyî welat dijî di bin ronahî û rihê ezmûna perwerdeya Mexmûr, Rojava û Şengal de pêwîst e hîn zêdetir li zimanê dayîkê û perwerda wê xwedî derkeve. Li her welatê ku lê dijî, têkoşîna bidestxistina mafê hiquqî û demokratîk ê perwerda zimanê dayikê bilind bikin.

     Banga me, ji hemû mamoste û kedkarên perwerdeyê yên welatparêz, şoreşger û demokrat re ewe ku em zarok û ciwanên xwe li her cihê destdayî bi ziman, feraset û mufredatê xwe perwerde bikin. Mafê perwerdekirina zarok û ciwanan, bi qasî ku radestî ti hêzên din neyê kirin, jiyanî û pîroz e. Em mafê perwerdeya zarokên xwe, bixwe pêk bînin. Li hemberî qirkirina çandî ya pergala faşîst a Tirkiye û Îranê, her wiha pergala wan a perwerdeya bişavtinê, divê hemû gelê me li qadan bi meş, mîtîng û çalakiyên girseyî red û şermezar bikin. Divê em pergala bişavtinê protesto bikin û bi ti şêweyî qebûl nekin.

BI BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA PERGALA PERWERDEYA NETEWA DEMOKRATÎK VE XWESERIYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN!

Silav û Rêzên Şoreşgerî

10.09.2017

KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KCK’ê