TÊKÎLIYA PERWERDE BI FELSEFÊ RE

Komîteya Perwerdê ya KCK'ê

Yek jê qada bingehîn a ku perwerde pê re di nav têkîliyê de ye, qada felsefê ye. Felsefe, xebata perwerdehiyê di bingeha hêmanên wek rê û rêbaz, hebûn, nirx, armanc, amûr, zanyarî û çawanî de lêdipirse. Her wisa felsefe di pêşxistina polîtîkayên bingehîn ên ji bo perwerdehiyê de, xwedî ristekî diyarkere. Qadên perwerdehî û felsefe di aliyê têgeh, teorî, dorfirehî û armancê de jî têkildarî hevdû ne.

Têkiliya perwerdehî û felsefeyê di aliyê zanistên perwerdehî (nêzîkatiya pedegojîk) û felsefeya perwerdehiyê de tê bi destgirtin, wê ji bo fêmkirina babetê bi sûd be. Her wisa wê bi sûd be ku em girêdayê têkîliya perwerde û felsefeyê bikaribin balê bikşînin ser hin xalên girîng ên felsefeya zanistê. Di vê bingehê de girêdayê hin xalan emê hewilbidin bi ser felsefeya perwerdê û hin disîplînên din re, zêdetirê xwe nêzîkatiya derdorên zanistê a li hember felsefeyê, helwestên wan ê bi zanebûn û nerênî ên li ser felsefeyê daynin holê. Li hêla din ji ber di xweza û civakê de rê ji texrîbatên giran vedike û li ser mirovê serdema modern û pergala perwerdehiyê bandorekî diyarker çêdike, lewra emê di hin xalan de paradîgmaya ronakbûnê jî bidest bigrin. Herî dawî jî emê di bingeha felsefîk de lêpirsîna pergala perwerdehiya heyî bikin û hewilbidin ji pirsa perwerdehiyek çawa re bibin bersiv.

Wek tê zanîn qada ku xebatên perwerdehiyê di hêla felsefîk de lêdikole, felsefeya perwerdê ye. Têkîliya navbera perwerde û felsefe jî di çarçoweya felsefeya perwerdê de tê bidestgirtin. Di gel hebûna nêzîkatiyên ku felsefeya perwerdehiyê wek qad ango şaxekî felsefeya giştî dibîne, nêzîkatiyekî dorfireh a ku girêdayê hebûna qadên wek felsefeya hiqûq, zanist, perwerdehî û hwd hewildide felsefe wek disîplînekî, ji wê zêdetir wek zanistekî bê bidestgirtin jî heye. Nêzîkatiya dûwem ku bi şêweyekî nehînî an jî vekirî pêşdikeve, çêkera bingehîn a rêbaza felsefî û çawaniyên wê lewaz dike. Nêzîkatiya mijara gotinê felsefeyê ji xislet û îşlevên wê yên bingehîn dûrdixe. Di bingeh de jî zirarê dide wê nêzîkatiya ku felsefê dike felsefe, ji wê jî zêdetir zirarê dide meyzandina yekpare a ku felsefê ji zanistê cihê dike. Nêzîkatiyên wisa hewildide çêkera felsefê a ku lêpirsîna hebûn, pergal û tekîliya civakî dike, wate hildiberîne û ji wê jî zêdetir bi ser wateyên ku xwe gihandî jiyanî plansaz dike, ji holê rabike.

Ev nêzîkatiya zanistperest a serwer wer bawere ku gihiştina bi zanyariyê rast tenê bi riya zanistê pêkane, bi tenê xwe dispêre zanyariya mûtlaq ango mîsogeriyê. Ger gotin li cih be, bi riya çêkera xwe a zanyarî û helwesta xwe a zangonî, mîna ku di civaka îro de olekî modern û xwedatî avakiriye. Ev baweriya modern a serdest, xwe ji giştî zêdetir dispêre tekîl, ji çawanî zêdetir dispêre çendanî, ji wate zêdetir xwe dispêre zanyarî û ji têgihiştina û zanebûna yekpare zêdetir xwe dispêre zanînên pir perçeyî û qadên pisporî ên bê hejmar. Ev nêzîkatiya zanistperest ku pirî caran wek dijberê ol tê nîşandan, lê di rastiyê de ji ol zêdetir ji nakokî, ji wê jî zêdetir ji ramana felsefî a yekpare ditirse, ku lêpirsînê esas digre. Bi gotinekî din, baweriya zanistê a ku wek olekî modern lê hatiye, her ramanekî felsefî, zanistî û hûnerî ku bi wê re nakoke, jê gûman dike, lêdipirse û şîrove dike ango dikare serdestiya wê bihejîne, li hember hebûna xwe wek metirsiyekî mezin dibîne. Nêzîkatiya mijara gotinê ne dijberê ol e, berovajî wê bi riya pergala xwe a zanyarî û nêzîkatiya xwe a zagonî, ew bi xwe cihê ol girtiye. Ji xwe ol jî, bi zanista kû wek felsefê wate hilneberîne, di derbarê jiyan û tekîliyên civakî de xwedî pêşbîniya perspektîfê nebe, bi tenê ji bo hêz û desthilatdariyê zanyarî hilberîne û asta amûrbûnê derbas neke re, xwedî ti nakokî û dijberiyekî kûr nîne. Nakokiya sereke a olê ne bi zanistê re, bi felsefê re ye ku di derbarê jiyana civakî de xwedî perspektîfe û wate hildiberîne. Rêbaza fikirandinê ku, rêbaza olî û ya zanistî yên bi zanyariyên mîsoger tevdigerin, rêbaza felsefiye ku li hember tişta mîsoger gûmanê, nakokî û lêpirsînê derdixe pêş. Ji xwe ji dîrokê heya îro him pergala desthilatî-dewletdar, him jî pergalên ramana serdest a xizmetê li wan dike, timî xwe bi zanyariya mîsoger spartine. Şêwazên zanyarî û zanînên mîsoger-negûher teqabûlê domdariyê dikin. Gûman çawa ku dikare şêweyên zanyarî û zanînên serdest ên mîsoger hilweşîne, her wisa dikare domdariya desthiltdariyên kû xwe dispêrin wan jî bi dawî bike. Ku ev rewş ji bo desthilatdariyên zanistperest û olperest jî derbasdare. Bi navê ol û zanistê, di bingeha dijmintiya wan a li hemberî ramana bi gûman-lêpirsîner û rêbaza felsefî de ev rastî radize. Hinek zanyar û feylesof rista gûman û ramana gûmanî dişibînin êrîşên hilweşînêr ê civakên ne bajarî ya li hember civakên şaristaniya dewletdar ango bajarî. Di gel ku xwecihêbûn tê wateya mîsogerî û domdarî, ku tişta desthilat jî dixwazin ev bi xwe ye, gûman û nakokî jî li hember serdest û domdar tê wateya qûtbûn, hilweşînerî û gûhertinê. Lewma, him xwediyê baweriyên olperest, him jî yên zanistperest gûmanê hertim wek çalakî û rêderketinekî şeytanî binavkirine û kirine ku wek karekî dijmintî bê dîtin. Lewra di çavê pergala dewletdar ê baviksalar de jin, şeytan û gûman wek cêwîkên xwedî behreya rêderketinê ne. Ji ber vê çendê zanist û zanyarên ku wek amûra bîrdozî a pergala modernîteya kapîtalîst kar dikin, bi qasê ku bi zanistê re li hevbike, bişibe û xizmet bike cih didin felsefê. Feraseta zanistperest ango pozîtîvîst ku felsefeyê li hember hebûna mîsoger û zagonî a zanistê wek metirsiyekî dibîne, bi riya van nêzîkatiyên xwe dixwaze ramana felsefî bê bandor bike, ji çav bixîne ango wek zanistekî alîkar lê bike û bixe bin serdestiya xwe. Lê di serdema me de ku tê xwestin hertişt bikeve warê zanistê, zanist jî bi ser disîplîn û qadên pisporiyê ên bê hejmar, li hember civak û xwezayê wek amûrekî bîrdozî a dijber lê hatiye kirin de girînge ku ne felsefe, divê zanist vegere felsefeyê. Her wisa pêwîste ku mirov û saziyên zanistê xwe ji hêz û amûrbûna bîrdozî derbixin ku di xizmeta pergala dewletdar a kapîtalîst de zanyarî û desthilatdariyê hildibere û bikaribin li hember xweza û civakê bigihêjin nêzîkatiyekî zanyarî, hûnerî û felsefîk a bi wate.

Tekîliyê navbera zanist-felsefe û nakokiyên wan weke li hemû qadên jiyanê, di nêzîkatiya perwerdê de jî xwe nîşan dide. Dema em di aliyê nêzîkatiyên felsefî û zanistî a ku perwerdehiyê dikin babetê xwe de nêzî mijarê bibin, wê demê ev rastî hîn bi şênberî derdikeve holê. Di demekî de ku nêzîkatiya felsefî mijara perwerdehiyê bi riya felsefeya perwerdê bi destdigre, rêbaza zanistê perwerdehiyê bi ser nêzîkatiya pedegojîk bi destdigre. Di hêla xebata perwerdehiyê de dema em van nêzîkatiyên mijara gotinê girêdayê hin beramberîkirinên bingehîn daynin holê, wê demê emê bikaribin rewşê hîn bi zelalî vebêjin.

Felsefe ango felsefeya perwerdê, perwerdehiyê zêdetirê xwe di çarçoweya qadên weke rêbaz, armanc, amûr, zanyarî, nirx, çawanî, exlaq û estetîk de lêdikole. Perwerdehiyê di bingeha felsefî de lêdipirse. Li hemberî vê zanistên perwerdehiyê jî, diyardeya perwerdê zêdetirê xwe girêdayê esasên pedegojîk lêdikolin. Nêzîkatiya felsefî di perwerdehiyê de zêdetir li ser mijarên rêbaz, zanyarî, çawanî, armanc û wate kûr dibe, nêzîkatiya pedegojîk ango zanistperest jî zêdetirê xwe li ser mijarên bikaranîna zanyarî, pîvan, nirxandin û bernamesazî radiweste. Wek tê dîtin, di gel ku felsefe bi ser esas re nêzî perwerdehiyê dibe, lê nêzîkatiya pedegojîk li ser şêweya dayîna perwerdê, usûl û teknîkên perwerdehiyê kûr dibe. Di gel ku di nêzîkatiya felsefî de nêzîkatiyên wek wate, armanc, nirx û hwd esas tê girtin, di nêzîkatiya pedegojîk de jî usûl, teknîk, encam û sûdê pratîkî esas tê girtin. Nêzîkatiyên zanist û felsefê ên derbarê perwerdê, ne tenê bi xebata perwerdehiyê re sînordar e. Ev rewş xisletên bingehîn a rêbazên mijara gotinê, nêzîkatiyên wan a li hember bûyer û diyardeyan jî datîne holê.

Balkişandina li ser hin nêzîkatiyên bi pirsgirêk ên derbarê felsefeya perwerdê, wê bibe sedem ku em ê tekîliya perwerdê û felsefê hîn baş û rastir destnîşan bikin.

Felsefeya perwerdê wek disîplîn, perwerdehiyê bi giranî bi ser hin nêrînên sereke ên felsefî û bîrdozî re bi destdigre.

Lêpirsîna felsefî jî bi ser heman ramanan pêşdixe. Felsefeya perwerdê bi vê nêzîkatiya xwe  ji felsefê zêdetir, dişibe disîplînekî zanistî ê hatî destnîşankirin, sabît û tasnîfkar. Lê belê felsefe ne tenê ji zanyariyên diyar û nêrînên felsefî ên mîsoger pêk tê. Felsefe wek rêbaz, hûnerekî ramana azad û şîrovekariye ku xwe dispêre lêpirsînekî domdar û kêlî bi kêlî wate hildiberîne. Ji ber vê xisletê bi giştî felsefe û bi taybetî jî felsefeya perwerdê ku yek jê şaxê bingehîn a felsefê ye, ne vegûhestina nêrînên negûherbar û zanyariyên mirî; wek me behskirî di hêla dîrokî û rojaneyî de her kêlî bi rengekî rast pêkhatina vê hûnera ramanî a rexnegir û lêpirsîner e. Ji vê jî zêdetir felsefe bi riya wateyên di derbarê xweza û mirov de xwe gihandî, bi armanca gihiştina herî baş, rast û bedew, ji nû ve plansazkirina jiyana civakî ye. Aliyê herî diyarker ê ku felsefê ji zanistê cûda dike, vê xisletê felsefê a girêdayê nêrîna yekpare, wate û kurgu ye. Zanista heyî a rêbazî dikare zanyariyê hilberîne, zanyarî bide me, lê nikare wateyê hilberîne. Dibe ku me bigîhîne zanyariyê, lê li ser pirsa jiyanekî çawa bersivekî bi wate ango perspektîfekî pêşkeşî me nake. Di gel vê felsefe di derbarê a herî rast, baş û bedew de wate û zanebûnê hildiberîne. Di vê bingehê de jî perspektîfa jiyanekî hîn baştir, rastir, bedewtir û dadperwer pêşkeşî me dike. Ji ber vê çendê karîgeriya felsefîk nikare bi hin ramanên felsefîk ên diyar bê sînordarkirin. Bi şêweyekî domdar ji bo lêpirsîna fêmkirin û ramanên jiyana civakî û hebûna mirov, me digîhîne zanyarî û wateyên nû. Dema felsefe van xisletên xwe wenda bike, wê demê wê esasên xwe ên felsefîk jî wenda bike. Di rewşekî wiha de felsefe dikare bikeve jêr serdestiya zanistperestî û bikeve rewşekî ku bi tenê bi hin qalibên ramanî tevbigere û bigîhîje astekî bê berhem û dogmatîk. Di vê bingehê de gelek girînge bê zanîn ku nêzîkatiyên felsefî ên bi hin dîsîplînên diyar ji hev veqetiyayî, bi metirsiya qûtbûna ji nêzîkatiya yekpare û lêpirsîner re rû bi rû ye. Di gel vana teva, gelek girînge ku him perwerde û him jî hemû qadên me ên jiyanê di her rewşê de ji lêpirsîna felsefî a yekpare derbas bibe, bê derbaskirin. Ti rêyekî din a derbaskirina çêkera hilweşîner a zanista rêbazî yê heyî nîne, ku ji nîtelîkên  wate, armanc û nirx a ku mirov dike mirov qûtbuye û bi tenê zanyarî esas digre. Riya dermankirina texrîbatên ku di civak û xwezayê de rê vekirî, ger pêkan be pêşîlêgirtina vê yekê, weke gelek caran serî lê tê dayîn, ne zêdekirina baweriya rêbazê zanistî ango di hemû aliyan de ne zanistkirina jiyanê, berovajî wê di serî de rêbaz-zanist bi xwe, bi şêweyekî giştî lêvegera qada hişmendî a felsefê re ye. Bi qasî derbaskirina hilweşîna giran a di xweza û mirov de rê jê re vekirî, pirsa jiyanekî çawa, mirovekî çawa jî bi tenê dikare bi riya nêzîkatî û lêpirsîna felsefî bersivê bibîne.

Wek xweza û mirovatî dibe ku em qonaxa herî bi qeyranî û a herî giran a dîroka civakî dijîn. Em bi hilweşîna ekolojîk û ji hev belavbûna civakî a bê mînak re rû bi rû ne. Ti qadekî jiyanî û xwezayî nemaye ku pirsgirêk nejiyabe, texrîb nebûbe û nevegeriyabe qeyranê. Di bingeha hemû pirsgirêkên xwezayî û civakî ên heyî de pirsgirêk û qeyranekî giran a hişmendiyê radize. Ji xwe hebûn û asta qeyranên civakî nîşaneya hebûna qeyranekî kûr û giran a hişmendiyê ye. Qeyrana ku em wek civak û pergal di qada hişmendiyê de dijîn, di cewherê xwe de qeyrana zanyariyê ye. Qeyrana zanyarî ne ji ber kêmbûn ango zêdebûna zanyariyê ye, ku di tevahiya dîroka mirovahiyê de herî zêde niha zanyarî tê hilberandin. Mîna ku ti qada xwezayê û ya jiyana civakî nemaye ku nehatiye texrîbkirin, wek amûra zanyarî lê nehatiye kirin. Di vê çarçoweyê de qadên pisporiyê ên bê hejmar hatine avakirin. Pêşketina zanyarî û teknolojîkî ya îro dibe ku di ti qonaxa dîroka mirovahiyê de nehatibe dîtin. Di gel pêşketinekî bi hewqasî jî, em di hêla civak, xweza û pergalê de qeyranekî civakî dijîn ku mînakekî wê ya din tûneye. Gelo em di gel pêşketina zanist, zanyarî û teknolojiyê, vê hilweşîna giran a mirov û civakê dikarin bi çi îzah bikin? Eşkereye ku em wek mirovahî û xweza bi pirsgirêk û qeyranekî gelek cidî re rû bi rû ne. Di bingeha vê qeyrana hişmendiyê de jî rêbaza zanista pozîtîf û çêkera wê ya zanyarî heye ku bi destê pergala modernîteya kapîtalîst serdestiyê li cîhana me dike û bi armanca şêwedanê jî qadên me yên hişmendiyê texrîb dike. Ji wê jî zêdetir li qada hişmendiyê di bingeha vê hilweşîn û qeyrana civakî a mezin de raman û paradîgmaya ronahîbûnê radize ku xwe dispêre hêmanên wek zanistperestî, ferdperestî, gerdûnperestî, lîberalîzm, hûmanîzma, sekûlerîzm û hwd. Paradîgmaya ronahîbûnê a modern xwe dispêre ramanên ramannasên sedsala 17'an ku bûne sedemê pêşketina zanista hişî û ceribêner. Feylesof û ramannasên wek Rene Descartes, Francîs Bacon û Baruch Spînoza, bi riya rexnekirina ramanên Arîsto û Eflatûn, bingehên felsefî a zanista modern danîne. Bi taybetî jî xebatên Dekart û Bacon a li ser rêbaza zanistî û teoriya zanyariya zanistê, rêya pêşketina zanista hişî û ceribêner vekiriye, ku piştre bibe bingeha ramana ronahîbûnê jî. Pêşketinên avakariya rêbazên zanistê, li gel danîna bingehên ramana ronahîbûnê, rê ji qûtbûna zanist a ji felsefê re jî vekir. Hêmanekî din a bandorê him li pêşketina ramana ronahîbûnê kir, him jî bi kûranî bandorê li pêşketinên zanistî û felsefî ên girêdayê hiş û ceribandinê kir jî, ramana cîhana makîna û gerdûnê ye. Vê ramana cîhanî a Bacon û Dekart pêşengiya wê kirî, di serî de li qadên zanistî, felsefî û hûnerî, bi kûrahî banorê li hemû qadên me yên hişmendî û ramanî ên heya îro kir. Feraseta Dekart pêşengiya wê kirî, ku wek ramana kartezyen jî tê naskirin, bû bingeha paradîgmaya ronahîbûnê. Dekart bi ser cûdabûna mîsoger a rûh-beden re bingeha şêweyê têgîhîştin û hişmendiya qonaxa nû danî. Bi avakirina rûh û ramanekî dijberî beden, bedenê wek heyber lê kir. Dema beden ango hebûn daxiste asta makînayê, ji wê jî zêdetir dema xweza û civakê kire hêyber û van qadan ji çalakiyên bê sînor ên ramanê re vekirî hîşt, ev yek di tekîliyê navbera hebûn-nirx, hebûn-zanîn û zanyarî-nirx de rê ji şikandinê re vekir. Bi heyberkirina hebûnê re mîna ku dûbendiya navbera hebûn-nirx ji holê hat rakirin. Bi riya ramana hatî pîrozkirin(kirde) li hember hebûna(beden) hatî heyberkirin û wek makîna lê hatî kirin, şerekî bê eman û bê zagon hat destpêkirin. Desteserkirina hebûnê, serdestiya ser wê, di oxira qezenc û desthilatdariyê de wek meta lêkirina wê, bi riya çêkera ramanî a xwe dispêre cihêtiya kirde û heyber ku bi pêşengiya Derkart û Francîs Bacon hatî pêşxistin pêkhatiye. Vê rewşê di wateya giştî de bi tenê beden ango hebûnê ji xwe re nekiriye hedef. Li gel vê kiriye armanc ku aliyê wate, pêhesîn û hest ê civak û mirov jî bi bin bixe û ger pêkan be ji holê rabike. Mînakekî din a şikandina tekîliya navbera hebûn û nirx jî, qûtbûn û şikandina navbera zanyarî û nirx e. Zanist di bin navê zanistîbûn, heyberî û bêalîbûnê de ji cîhana nirx û wateya civakî hatiye qûtkirin, bûye amûrekî bîrdozî a ku di bin xizmeta pergala modernîteya kapîtalîst de zanyariyê hildiberîne. Tekîliyên navbera zanyarî-nirx û zanyarî-wate bi temamî ji holê hatiye rakirin. Bi hin qûralên diyar ango bi rêbaz ve girêdana zanistê, ji wê jî zêdetir ji felsefê hatiye qûtkirina wê, bûye sedema amûrbûna zanistê. Di bin navê rêbaz de dibe ku xiyaneta herî mezin li zanistê hatiye kirin, ku hin felsefenasên zanyarî bi israr balê dikşînin li ser vê xiyaneta mezin a bin navê rêbaz li zanistê hatî kirin. Pirsên weke çima, ji ber çi zanistê eleqedar nake; pirsên wiha rahîban, feylesofan eleqedar dike. Gotinên weke; zanyarî bi tenê bi çawa-yan mijûl dibe, vekirî diyar dike ku zanist û zanyariya zanistî çawa ji wate, nirx û zanebûna yekpare hatiye qûtkirin. Vê rewşê bûye sedema bi mîsogerî amûrbûna zanist û hiş. Amûrbûna zanist û hiş vê yekê nîşan dide ku herdû jî girêdayê armancên diyar tên bikaranîn û bûne amûrên bîrdozî a bin xizmeta yekdestiyên hêz û desthilatdariyê.

Di serî de teoriya Marksîstî, tevgerên dij pergal yên wek anarşîst, femînîst, demokrasîxwazên civakî, ekolojîst û hwd, di gel hemû ked û têkoşînên xwe ên bi nirx, nekarîne xwe ji esas û bandorên ramana ronahîbûnê rizgar bikin. Di serî de navên pêşeng û damezrer ên dibistana Frankfurd'ê û gelek ramannas, feylesof û civaknas, di serî de Maksîzmê û her wisa tevgerên dij pergalê ji ber qûtnebûna ji esasên paradîgmaya ronahîbûnê û li gor vê paradîgmayê tevgerandinê rexne dikin.

Kesê ku modernîteya kapîtalîst û di çarçoweya ramana ronahîbûnê de, di serî de teoriya Marksîst û tevgerên mijara gotinê di hêla dîrokî û rojaneyî de bi şêweyekî dorfireh dahûrandî, rexne kirî û bi ser teoriya mordernîteya demokratîk rêk û pêşniyarên çareseriyê pêşxistî, Rêbertiya me birêz Abdullah Ocelan e ku bi dehan sale bi destê pergala modernîteya kapîtalîst li Girava Îmraliyê dîl tê girtin.  

Di gel pêşketina teknolojîkî û zanyarî, mirovên roja me di aliyê wate, nirx û zanebûnê de hestê bê watebûn û bênirxbûnê dijîn. Berpirs û afirênerê vê hilweşîn û wendabûna wate a bi ser mirov û xwezayê hatî sepandin, bi tevî pîroziyên xwe ên bi navê zanist, zanyarî, hiş û hwd paradîgmaya ronahîbûnê ye. Qada ku herî zêde ramana ronahîbûnê bi tevî hemû pîroziyên xwe bandorê lê kirî û berbi hilweşandinê ve birî, qada perwerdê ye ku şêwedana hişmendî bi pergalî lê tê pêşxistin. Di serî de zanîngeh û akademî, hema bêje ti saziyekî perwerde û hînkariyê nemaye ku ramana ronahîbûnê bandorê lê nekiribe û pîroziyên xwe lê serdest nekiribe. Aliyê herî metirsîdar û xapînok jî eve ku tê xwestin hilweşîn û rizîna exlaqî a nirxên ronahîbûn û çêkera wê ya zanyariyê  jê re rê vekirî, tê xwestin dîsa bi heman nirx û çêkera zanyarî a ronahîbûnê bê derbaskirin û sererastkirin. Girêdayê felsefeya perwerdehiyê, felsefeyên perwerdê a bi navên esasîbûn, domdarîbûn, pêşveçûn û ji nû ve avakarî tên binavkirin jî, di gel hemû cihêtiyên xwe û hewildanên xwe ên derbaskirina vê qeyrana giran a li qada perwerdehiyê tê jiyîn, hê jî di bin bandora giran a paradîgmaya ronahîbûnê de ne. Tevî vê yekê hewildanên bi ser nêzîkatiyên bîrdozî ên Marksîst, lîberal, olî û hwd jî, nikarin bibin çareserî, ji wê zêdetir nikarin derkevin derveyî paradîgmaya mijara gotinê. Her wisa nêzîkatiyên pedegojîk a di bingeha zanistî û felsefî de pêşdikevin, nikarin ji bandora ramana ronahîbûnê rizgar bibin, nikarin ji hewildanekî başkirina navxweyî a pergalê wêdatir biçin. Başe, dema rewşa heyî ev be, pêwîste çi bê kirin? Ji kû bê destpêkirin? A herî girîngtir jî çawa bê kirin? Bê gûman ne hêsane ku ev hilweşîna giran ya ekolojîkî û çêkera hişmendiya rê jê re vekirî bê derbaskirin. Pergala modernîteya kapîtalîst û ramana ronahîbûnê a hemwextê wê pêşketî, di bingeha hêz û desthilatdariyê de hiş û zanistê kiriye wek amûr û perwerdê jî kiriye jêr serdesiya xwe û ji armancên xwe dûr xistiye. Saziyên xwedî îddîaya bedîl jî di navê de, pergala perwerdehiyê bin bandora giran a hiş û zanista amûrî de ye. Her çendî di çarçoweya dibistanên bedîl de hin hewildanên biçûk hebin jî, rewş wiha ye. Em bi rewş û pratîkekî perwerdê a ji armancê xwe hatî dûrxistin re rû bi rû ne. Perwerde; wek amûra herî stratejîk û bingehîn a bihêzbûn û serdestiya li ser xweza û civakê tê dîtin. Lê, tevgerên cûrbecûr ên şoreşger, demokratîk, civakî, ekolojîkî û jinê ku di bingeha dijitiya pergalê de tevdigerin, nikarin xwe ji vê feraseta serdest a li hemberî perwerdeyê rizgar bikin. Bi gotinekî din nikarin xwe ji beşdarbûna pêşbirka hilweşîner û texrîbkar a di bingeha dijbertiya jin û civakê de hatî destpêkirin rizgar bikin. Nikarin pîroziyên paradîgmaya ronahîbûnê ên bi navên hişperest, zanistperest, pêşverû, gerdûnperest, sekûler, mirov navend, berjewendîxwaz ên girêdayê hêz û desthilatdarî, lîberaliya çep û rast, bi şêweyekî rast û bi kûranî dahûrînin. Lewra hewildanên bedîl ên li hember dijberan encamgir nabe û nikare xwe ji pêvekiya pergalê rizgar bike. Rêber Abdullah Ocelan dibêje; "Bi qasî paqijiya armanc, divê amûr jî paqij bin." Wate; divê amûr li gor armanc bin û xizmetê lê bikin. Di derbarê derketina derveyî pergalê û ramîna derveyî pergalê de vê gotina bi nav û deng ya Theodor Adorno gelek fêrkare ku dibêje; "Dema mirov bikeve ser rêkên di berê de hatî destnîşankirin û li wan rêkan bimeşe, nikare xwe ji çuyîna gûnd û navçeyên li qerexa wê rêkê hatî avakirin rizgar bike." Gotinekî din yê Adorno jî wiha ye; "jiyana şaş rast nayê jiyîn." Ev peyvên kilîl di di fikirandin û pêşxistina jiyan û perwerdeyekî bedîl û di avakirina esasên wan ê hişmendî û felsefî de gelekî girînge. Heya ku derketina derveyî hiş û rêbaza heyî a buye bingeha çêkerê zanyariya ramanên ronahîbûnê neyên derbaskirin, ne pêkane ku zanînên bedîl bêne pêşxistin. Rêber APO derstnîşan dike ku di pergala modernîteya demokratîk û ramana ronahîbûnê de zanyarî ji dûbendiya navbera zanyarî-heqîqet, vegeriyaye dûbendî û tekîliya zanyarî-desthilatdarî. Theodor Adorno jî destnîşan dike ku tekîliya zanyariyê a bi desthilatdarî ne tenê bi xizmetkarî, her wisa bi heqîqetê re jî tekîldare. Di derbarê tekîliya zanyarî û desthilatdariyê de jî dibêje; "gelek zanyarî ger bi tekîliya hêzan re ne hevseng be, di hêla şêweyî de bi çiqasî rast dibe bila bibe, ne derbasdare." Ramannas û civaknasê Fransî Mîchel Foucault jî bi riya formûlasyona rejîmên zanyariyê balê dikşîne li ser tekîliyên navbera zanyarî û desthilatdariyê. Foucault destnîşan dike ku zanyarî hertim bi têgînên desthilatdarî û hêz re tekîldare û hewildide vê tekîliyê eşkere bike. Li gor vê yekê him çêbûna zanyarî, him bikaranîna wê û him jî gera wê hertim bi neçarî mijara rejîmekî ye. Ji ber vê çendê dema qala zanyarî tê kirin, wê demê yek jê pirsa sereke ku divê bê pirsîn, bê ka kîjan rejîma zanyariyê li ser kar e ango serdeste. Li gor vê di aliyekî de têgeha zanyarî, li aliyê din jî yê desthilatdarî ji binî ve tê gûhertin. Bi vê şêweyî gotinê zanyariyên heyberî û bê alî tên deşîfrekirin. Ji xwe di encama ceribandinên di ronahiya teoriya kuantûmê de jî hatî kirin piştrast dikin ku zanyariya heyberî ne pêkane, kirde bi mîsogerî li heybera çavdêriya wê dike, bandor dike, kirde perçeyekî jêneger a pêvajoya zanyariyê ye û şêwe dide zanyariyê. Di çarçoweya me destnîşan kirî de heya ku rejîma zanyarî a modernîteya kapîtalîst û ramana ronahîbûnê xwe lê dispêrin bi kûranî neyên dahûrandin, him di hêla jiyana bedîl û him jî di hêla lêgera perwerdehiya alternatîf de pêşdeçûn, wê ne pêkan be. Dema em çavderiya pergala perwerdeya roja xwe dikin, em bi bandora piralî a zanyarî û desthilatdarî re rû bi rû dimînin. Şuna ku perwerdê di cewher de bi riya çalakiya fêrkirin û pêşxistinê, amadekirin, zanekirin, gihandin û bi civakî kirina endamên xwe be, vegeriyaye saziyekî hêz û desthilatdarî a dewletdar yê li dijî xweza û civakê. Bi destê dewletan pêşxistina perwerdeyên mijara gotinê, perwerdehiyê ji çêkera wê a civakî a rastîn dûrxistiye. Di pergala perwerdehiya heyî de armanc ne bi civakîbûn ango bi civakîkirina ferd, xwe gihandina hêz û desthilatê û di encam de jî bi dewletbûn e. Pergala perwerdehiya heyî wek saziyên herî zêde û bi karîger a modernîteya kapîtalîst, li gel gihandina karmend û hemwelatiyên girêdayê dewletê, ji bo şerîkeyên  asta netewî û navnetewî jî karkerên bi bawername û bi behre pêşdixîne. Ber bi dewlet û pergala kapîtalîst arastekirina civakê û berê ferdên civakê dayîna dewletdariyê de, saziya herî sereke û bi bandor saziya perwerdehiyê ye. Saziya yekane a ku tê de ferdên dij civakê bi şêweyekî pergalî tê gihandin, saziya perwerdehiyê ye. Saziya herî bi bandore ku tê de him biyanîbûna bi xweza û civakê û him jî bi dewletbûn tê pêşxistin. Di serdema modernîteya kapîtalîst a hertişt wek heybera qezencê tê dîtin û wek mijara kirîn-firotinê tê bidestgirtin de, sermayeya herî mezin mirov bi xwe ye. Mirov wek metayekî herî berhemdar a ku qezencê tîne tê meyzandin. Pergala perwerdehiyê wek organîzasyonekî mezin a ku reqabetê sor dike, hewildide ji bo yekdestiyên dewletdar a kapîtalîstî mirovên bi behre bigîhîne. Pergala ezmûnan ku yek jê esasê vê organîzasyonê ye, reqabetê sor dike. Di pergala mijara gotinê de ên bindikevin wek ehmeqên civakê tên destnîşankirin, yên bi serketî jî wek zarokên jîr ên pergalê, bi armanca zivirandina çerxa pergalê riya xwe didomînin. Lê di rastiyê de armanca perwerdehiyê ne ferdên civakê wek ehmeq û jîr ji hev veqetandin, bi qasî pêwîst perwerdekirina hemû ferdên civakê û pêkanîna beşadariyên wan a nav jiyana civakî ye. Her wisa bi riya vê organîzasyonê civak û ferdên civakê girêdayî qûral û hêmanên zanyarî  dikşîne qada dewletdar, wan kedî dike û bi vê şêweyê li ser civak û ferdên civakê venêrînekî bi rehetî û mîsoger avadike. Di aliyekî de civakê bi ser karîgeriya vekirî a perwerdehiyê dixe nav hêviyan, li aliyê din jî hemû derfetên xwe bi armanca pêkanîna daxwazên xwe ên karîgeriya veşartî ê perwerdehiyê bikartîne. Pergala mordernîteya demokratîk mîna hemû qadên din ê jiyanê, saziya perwerdê jî bi armanca pêkanîna daxwazên xwe ên kirêt bikartîne. Dema ku rewşa saziya perwerdê a ji armancên xwe hatî qûtkirin wisa be, gelek girînge ku perwerde di hêla wate û armanc de bê lêpirsîn. Di bingeh de wate û armanca perwerdê, girêdayê û hemwextê wateya ji jiyanê re hatî dayîn pêşdikeve. Ji xwe pirsgirêkê mirovên serdema modern tenê bi qada perwerdê re ne sînordare. Di bingeha hemuyê wan hilweşîn, rêderketin û rizînê de wendakirina wateya jiyanê heye. Pirsa herî sereke a ku mirovên serdema modern herî zêde jê biyanî ne û naxwaze bîne bîra xwe jî, pirsa wate û armanca jiyanê ye. Di bîrkirina wate û ji jiyanê vederirina wê de, rista teoriya zanyariyên serdest, bîr û zanista amûrî a ji hêla desthilatê hatî pêşxistin destnîşanker e. Tişta herî ecêb jî ev e ku ji dibistana dayîkê heya zanîngehê di hemû saziyên perwerde û hînkariyê de rêbaza vê bîr û zanista amûrî ê girêdayê hêz û desthilatê esas tê girtin. Di nava rista ku malbat û nivşa xwende didin dibistanê de nîşaneyekî herî biçûk a li ser wateya jiyanê jî nemaye. Ferdên civakê ên qonaxa pêşketinê de, bi navê dibistan, zanyarî û bawernameyê berbi tekîliyên dewletdar a kapîtalîst têne dehfdan, di encam de jî bi hêviya jiyanekî bi mercên baştir, hewildidin di hêla madî de xwe bigîhînin hin armancan.

Heya ku di derbarê wate û armanca jiyanê de lêpirsînekî kûr û hewildana watedanê pêşnekeve, ji pirsa perwerdeyekî çawa re jî nikare bersivekî rast û bi wate bê dayîn.

 

Sinan Şahîn