Nirxandinek rexnegir li ser sîstema ezmûnan

111

Dema behsa ezmûnan tê kirin, rasterast dibistan, mamoste û xwendekar tên bîra me. Di rastiyê de ezmûn ji yên di dibistanan de bi gelekî firehtir in. Ezmûn bi awayekî giştî tê wateya bi armanceke diyarkirî, lêpirsîna tiştekî yan jî kesekî ye. Derbarê wan de, hewldana naskirina rastiyan e. Ezmûn bi qad, dem û cih ve ne girêdayî ne, li hemû qadan, di her demê de û li her deverî dibe. Weke mînak; dema textor bi armanca naskirina nexweşiyê, pirsan ji nexweş dike. Dema zanyar tecrubeyan li ser zindiya yek şane dike. Dema xwediyê kargeha tirimbêlan beriya wan bifiroşe, tirimbêlan di ezmûnê re derbas dike...

Di tablêtên Sûmeriyan de diyar dibe ku wan 3000 sal B.Z ezmûn di dibistanan de bikar anîne. Tê gotin ku Çîniyan jî  nêzî 2000 sal B.Z bi armanca naskirina asta karmendên xwe, her sê salan di ezmûnan re derbas dikirin. Di sala 1855’an de Zanîngeha Cambridge li Birîtaniya bi awayekî fermî ezmûn ji bo xwendekaran bikar anîn. Di sîstemên perwerdê yên heyî de armanca ezmûnan pîvandina asta têgihştina xwendekaran a mijarên di pêvajoyekê de bi wan re derbasbûyî ye. Li gorî sîstemên perwerdê ezmûn, lêpirsîneke giştî ye ku bi rêya wê têgihiştina mijarekê ji gelek aliyan ve tê pîvan. Eger ezmûnên dibistanan bi vî awayî bin, ew vê tiştê pêk tînin. Gelo bi rastî vê yekê dikin?

Di civakê de gelek caran pirsname tên pêkanîn. Di wan pirsnameyan de tenê beşek biçûk ji civakê tê armancgirtin (ji 500 heyanî 1000 kesî). Li gorî bersiva wan, nerîn li ser civakê tê giştîkirin. Di rastiyê de beşê mezin ji civakê (dibe ku bi milyonan be) nerîna xwe nedaye û li gorî vê, encama pirsnamê şaş e. Di dibistanan de jî heman tişt dubare dibe. Di yek saetê de û tenê bi pênc şeş pirsan derbarê qadeke fireh weke bîrkarî, dîrok an zanyarî ku xwendekar herî kêm çend mehan pê ve mijûl bûye, asta wî bi pileyekê tê diyarkirin. Ezmûn tenê beşek biçûk ji agahiyan dişopîne, asta têgihiştina xwendekar di beşê mezin de nayê şopandin. Di avakirina ezmûnan de bijartina hin parçeyan ji naverokê, qet nikare bibe nimûneya têgihiştina giştî.

Her tim behsa sê taybetmendiyên bingehîn ên ezmûnên serkeftî tê kirin; objektîfî, durustî û domdarî. Ya yekem, dema bandora mamoste li ser pileya xwendekar tune be, wê demê dibêjin ezmûn objektîf e. Gelo ji bilî mamoste, tişteke din bandorê li pileya xwendekar nake? Her kes behsa mafê zarokan û parastina wan ji tûndî, lêdan, tirsandin, tecawiz, pêkenîn û hwd dike. Ti kes qet behsa sîstemên ezmûnan û bandorên wan yên xirab li ser xwendekar û malbatên wan nake. Di demên ezmûnan de tirs û heyecan ji dilê xwendekar dernakeve, bandora wê li malbata wî jî dike, gelo wê karibe derbas bike yan na? Pêşeroja wî bi ezmûnan ve tê girêdan. Bandora herî xirab ne tenê li ser pileya xwendekar, li ser jiyana wî jî ye (gelek xwendekaran ji tirsa ezmûnan xwe kuştine). Ya duyem, durustî ye. Dema ku ezmûn tişta tê xwestin bipîve, wê demê tê gotin ezmûn durust e. Tê zanîn ku armanca ezmûnan naskirina asta têgihiştina xwendekar a zanistî ye. Weke me li jor diyarkirî, gava ezmûn tenê beşekî biçûk ji naverokê çarçove dike, wê demê pîvana asta têgiştina xwendekar jî nîvçe dimîne. Dibe ku ezmûn karibe asta ezberkirin, fêmkirin, analîzkirin an jî şîrovekirina mijarekê bipîve, lê belê gelek tiştên din hene ezmûn bi ti awayî nikare bipîve weke cesaret, biryardayîn, rêbertî, mereq, dilnizmî, dilovanî, bawerî û hwd. Ya sêyem, domdarî ye. Gava ezmûn di heman rewşê de li ser heman kesî were dubarekirin û heman encamî bide, wê demê tê gotin ku ezmûn domdar e. Gelo ev pêk tê? Bi rastî ev qet û bi ti awayî pêk nayê. Ji ber ku her mirov di du deman de heman rewşê jiyan nake. Gelek tişt bandorê li mirov dikin. Dibe ku îro bersivên wî bi rengekî bin û sibe bi rengekî din bin. Hestên di wê kêliya ezmûnê de jiyan dike, bandoreke mezin li bersivên wî dike. Ji ber vê yekê ne mumkin e ku encamên xwendekarekî di dubarekirina ezmûnekê de heman be.

Zagona Kampbell

Civaknasê Emerîkî Donald T.Campbell hîn di sala 1976’an de dît ku wê bi ezmûnan re pirsgirêkeke mezin derkeve: “dibe ku ezmûnên destkeftinê di rewşên dersdayînên normal û bi armanca jêhatîbûna giştî de, nîşaneyên serfiraziyê bin. Lê belê dema ku armancên dersdayînê bibin di ezmûnan de bidsetxistina pileyan, nirxê xwe wekî nîşaneyên rewşa perwerdê winda dikin û pêvajoya perwerdê berovajî dikin.”  Kampbell vê mînakê li ser civakê giştî dike: “Çiqas ku di warê polîtîka û endezyariya civakê de ji bo biryardanê nîşaneyek hejmar (rêjeya ji sedî, hejmarek, yekeyeke pîvandinê, rêzkirin û hwd) weke hêmanek sereke were bikaranîn, her ku dibe faktora xirabkirina pêvajo, pergal û sazûmanên civakî a ku ji bo şopandina wan hatiye amadekirin.” Ev gotin wek ‘Zagona Kampbell’ tê naskirin.

Pirsgirêka herî xirab, ew e ya ku Kampbell beriya nêzî pêncî salî destnîşankirî. Sîstemên perwerdê yên heyî her tiştî li gorî ezmûnên dawiya sala xwendinê ava dikin. Mamoste, xwendekaran tenê ji bo ezmûnan amade dikin û xwendekar jî ji bo di ezmûnan de baş binivîsin, dixwînin. Dibistanên taybet, korsên taybet û mamosteyên taybet (hemû bi pere ne) tev ji encama vê sîstemê ne. Xapandin dibe encama herî xirab a vê sîstemê. Xwendekar ji bo pileyeyên zêde kom bike, mamoste dixapîne, mamoste jî ji bo asta xwendekarên xwe bilind nîşan bide, rêveberiyê dixapîne û rêveberî jî bi heman sedemî otorîteyê dixapîne. Li gorî zagona Kampbell di civakê de jî heman nexweşî dubare dibe. Dema ku di her qadeke civakê, her sazî û her dezgehekê de bi hejmarekê yan jî rêjeyekê pîvana serkeftina karekî nîşan didin û biryar jî li gorî wê hejmarê be, wê demê wê mereq û armanca wan ne serkeftina kar be, wê armanc rêje be ango ew hejmar bi xwe be. Ji xwe xirabûn ji wir dest pê dike. Êdî pêkanîn û pêşketina civakî li paş dimîne, di çîna otorîteyê de ya herî li pêş dimîne nîşaneyên pêşketinê ne, ne pêşketin bi xwe ye. Ango dîsa ew hejmar bi xwe ne.

Sîstemên perwerdê yên heyî afirandinê weke metayeke di qaliban de hatî çêkirin, dikujin. Her tişt di qalibên ezmûn û encamên wan de tên dorpêçkirin. Hiş û aqilê xwendekar di feleka pileya dawiya salê de digere. Piştî ezmûnan jî, her tişt tê jibîrkirin. Piştî ku xwendekar xwendina xwe diqedîne û derbasî karekî dibe, weke ku qet ew kar nedîtî ji nû ve fêr dibe. Di jiyana rastî de gelek zehmetiyan dikişîne.

Pêwist e were zanîn ku bingeha perwerdê ne pêşbirk e, lê belê li ser kêrhatin û pêşketina civakî avabûn e. Tişta ku zanînê bi xwendekaran şêrîn dike, mereq e. Dema ku perwerde ji ezmûnan rizgar bibe, bi civakê ve rasterast girêdayî be, wê mereqa xwendekaran jî zêde bibe. Ji bo pîvana asta xwendekar, li şûna qalibên ezmûnan, şopandina çalakiyên rojane were bikaranîn. Nirxandin jî li ser bingeha wê şopandinê esas were girtin. Ev jî rasterast bi minhac ve girêdayî ye. Pêwist e minhacê di qalibê teorîk de û ji civakê dûr were guhertin. Dibe ku ev karekî zehmet be, ji bo mamosteyan barekî giran be, lê belê rêyên derbaskirina vê tiştê jî hene. Destpêkê pêwist e mamoste baş werin perwerdekirin “perwerdeya destpêkê”. Ji bo mamosteyên li ser kar jî “perwerdeya berdewam” hebe. Dibe ku bandora kesayeta mamoste “alîgirî” li ser nirxandinê hebe, çavdêrî û şopandina berdewam wê vê pirsgirêkê çareser bike. Di dawiyê de ji bo guhertineke rastîn, pêwist e pile ne wek dawiya nirxandinê lê belê wek xala destpêkê were dîtin.

 

Rûbar Mihemed