Pedagojiya Şaşîtiyê

112

Têgeha pedagojî wek birêvebirina zarokan tê pênasekirin. koka pedagojî yûnanî ye û ji du peyvan pêk tê; peyva PED a tê wateya zarok û peyva AGOGIE ya tê wateya birêvebirin. Berê, zarok bi riya kesekî dihat birêvebirin, ew dibir dibistanê û vedigerand, her wiha alîkariya wî dikir da ku dersên xwe biqedîne. Di nava demê de pedagojî vegeriya zanisteke ku balê dikişîne li ser metod, rêbazên dersdayîn û perwerdehiya zarokan.

Wek nêzîkatî du rêyên pedagojiyê hene, yek ji wan pedagojiya klasîke û ya din pedagojiya moderne. Li gorî pedagojiya klasîk, zanîn li derveyî mejî ye û erka pedagojiyê bicihkirina vê zanînê di hişê zarok de ye. Ev agahî wê di serê zarokan de bimîne bêyî ku ji lêpirsînê re derbas bibe. Li gorî vê rêbazê mejiyê zarok rûpelek spî ye ango tu agahiyek tê de nîne. Erka mamoste jî ewe ku mejiyê zarok bi agahiyên heyî dagire. Di warê felsefî de ev rêbaz zarok wek bireser dibîne. Berovajî vê nêzîkatiyê pedagojiya modern zarok wek hebûnek bi vîn û xwedî potansiyelek zanînê digire dest. Di pedagojiya klasîk de xwenekar xwendekare û mamoste jî mamoste ye, ango mamoste kesê ku bi agahiyên tekez wan fêr dike ye. Berovajî vê yekê di pedagojiya modern de ev pêvajo ango çalakiya perwerdê bi awayek dualî pêk tê. Di vê nêzîkatiyê de mamoste hebûna zarok nas dike û bi hev re dersê pêk tînin. Di rastiyê de mirov nikare pedagojiya klasîk û ya modern wek heyî bipejirîne. Ango ne pedagojiya klasîk bi temamî şaşe û ne jî ya modern rêbaza herî raste. Her du rêbaz jî di warê felsefî de muhtacê nirxandin û muhakemeyê ne.     

Cureyên pedagojiya modern:

Weke ku di qada perwerdê de tê zanîn, pedagojî ji çend cureyan pêk tê, hin ji wan ev in:

  1. Pedagojiya ciyawaz

Li gorî vî cureyê pedagojiyê, xwendevanên di heman refê de heman asta perwerdê dibînin, lê belê kêrhatinên her xwendevanî ji bo fêmkirina dersê  ji yên din cuda ne. Lewra pêwîste ev cudahî li ber çavan were derbaskirin

  1. Pedagojiya hevpeymanî

Bi riya vî cureyê pedagojiyê hevpeyman di navbera mamoste û xwendevanan de li ser armancên diyar pêk tê. Pedagojiya hevpeymanî xwe dispêre sê rêgezên bingehîn: Rêgeza azadiya pêşniyarkirin, qebûlkirin û redkirinê, rêgeza danûstandina li ser faktorên hevpeymanê. Her wiha hewldana hevbeş ji bo biserxistina hevpeymanê.

  1. Pedagojiya projeyan

Ev cureyê pedagojiyê piştgiriya xwendevan dike da ku tevlî projeyan bibe, mamoste hin projeyên girêdayî beşên dersê ji xwendevanan re pêşniyar dike û ji wan daxwaz dike ku pêk bînin. Li vir rola mamoste şopandina karê xwendevanan û rehberiya wan e da ku bikarin projeyên xwe di dawiya beşê de pêk bînin. Piştre mamoste dest bi nirxandina projeyan dike û di nav wan de yên baş hildibijêre.

  1. Pedagojiya çareserkirina pirsgirêkan:

Giringiya vî cureyê pedagojiyê heye ji ber ku xwendevan bi pirsgirêkan re rû bi rû dihêle û wî motîve dike da ku wê pirsgirêkê çareser bike. Bi vî awayî xwendevan hemû kêrhatin û agahiyên xwe bikar tîne da ku pirsgirêkê çareser bike û fêr bibe. Ev yek li gel xwendevan rihê lêkolînê ava dike û nîqaşên di refê de xurtir dike. Her wiha baweriya xwendevanan zêde dibe û tirs li gel wan namîne.

  1. Pedagjiya tevlîkirinê

Bi riya vî cureyê pedagojiyê xwendevan beramberî rewşeke kompleks tên hiştin, ji bo çareserkirina vê rewşê pêwîste xwendevan hemû kêrhatinên xwe bikar bînin.

  1. Pedagojiya lîstikê:

Cureyê lîstikê yê ku ev pedagojî temsîl dike ne cureyê lîstikê yê normale ku hemû zarok dikin û bê çavdêrî ye. Ew lîstika pedagojî ye ku xwendevan armanc dike da ku kêrhatinên wî yên hisî û tevgerî xurt bibin. Her wiha rihê pêşbaziyê jî li gel wî çêdike.

  1. Pedagojiya şaşîtiyê:

Pedagojiya şaşîtiyê, nêzîkatiyeke perwerdeyê ye ku bi destnîşankirina şaşîtiyan, diyarkirina cureyên wan û sererastkirina wan bi rê û rêbazên rast, elaqedar dibe. Yek ji aliyên wê yên erênî ew e ku şaşîtiya xwendevan ya ku bandoreke nerênî li derûniya wî dike, wek binketinekê nabîne. Di fêrbûnê de şaşîtî faktoreke alîkare û xwezayî ye ku xwendevan şaş bibe.

Ji demên berê heya roja îro şaşîtî wek sûceke ku nayê efûkirin û karekî neyîniye û pêwîste were sûcdarkirin her wiha nîşaneya binketinê ye. Ev yek di pêkanînên pedagojiya klasîk de tê dîtin. Gaston Bashlar dibêje: “Rastiya zanistî şaşîtiyeke hatiye sererastkirin”. Di sedsala bîstan de û bi pêşketina felsefeya agahiyê ya Başlar û yên din re nêrandina li ser şaşîtiyê hate guhertin û bû bingeha avakirina zanînê. Meyleke pedagojiyê ya bi şaşîtiyê ve girêdayî derket holê. Ev nêrîneke sîstematîk ya pêvajoyên hînkirin û hînbûnê ye ku şaşîtiyê wek stratejiyek ji bo avakirina zanînê dibîne.

Şaşîtî çi ye?

Fîlosofê firansî André Lalande şaşîtiyê wiha pênase dike: ”Rewşeke zêhnî yan jî kiryayreke hişe ku rastiyê şaş dibîne û şaşîtiyê rast dibîne”. Di warê pedagojîk de, şaşîtî kêmasiyeke ku di fêmkirina agahiyên ji aliyê mamoste ve tê dayîn e. Li gor vê yekê xwendevan agahiyeke şaş an jî bersiveke şaş dide. Li gor pedagojiya modern, şaşîtî destpêka pêvajoya hînbûnê ye. Çaresrekirina şaşîtiyê xwe dispêre Psîkolojiya avaker û lêkolînên Epstimolojîk yên ku Bashlar pêk anîne.

Nêrîna klasîk a li ser şaşîtiyê

  • Şaşîtî, li gorî mijarê bersiveke ne guncave
  • Şaşîtî, nayê qebûlkirin û pêvajoya fêrbûnê asteng dike
  • Şaşîtî, di encama ku tê xwestin de xerabûneke
  • Pêwîste şaşîtî were sekinandin û xwendevan jê were durxistin (cezakirin)

Nêrîna modern a li ser şaşîtiyê

  • Şaşîtî, agahiyeke pêwîstiya wê bi sererastkirinê heye û ev yek ji encama mijûlbûna mejî li ser mijarê tê
  • Wek rastiyê şaşîtî jî nîşaneya çalakbûna fikrî ya xwendevan e
  • Lêkolîn û analîzkirina şaşîtiyê alîkariya xwendevan dike ku fêr bibe
  • Piştgiriya xwendevan were kirin da ku ji bersiva şaş netirse, bi vî awayî wê ji şaşîtiyê ber bi avakirina fêrbûneke nû ve biçe

Jêdera şaşîtiyê

Jêdera şaşîtiyê astengî ye. Çend cureyên astengiyê hene, hin ji wan ev in:

  1. Astengiya temen (girêdayî mezinbûnê):

Du sedemên wê hene, ya yekem dibe ku agahî ne li gor asta xwendevan a zanînê be. A duyem jî hin nexwşî weke: bihîstin, dîtin, Pirsgirêkên tevgerî û yên hiş in.

  1. Astengiya derûnî û civakî:

Gelek astengiyên derûnî û civakî bandorê li xwendevan dikin û ber bi şaşîtiyê ve dibin weke: tirs, şermbûn, girtîbûn, bi xwe bêbawerî, tirs ji henek pêkirinê.

  1. Astengiya Epstimolojî: Epstimolojî, felsefeya agahiyê ye, ev felsefe jêderên zanînê û sedemên kûr ên avakirin û pêşketina wê her wiha diyalektîka zanînê ya ji encama xebitîna kirde li ser bireser, lêkolîn dike.  

Başlar dibêje: Zanîn ji sifrê dest pê nake, lê ji zanînên berê tê avakirin.

Dema têkilî di navbera kirde û bireser (madde) de çêdibe, astengiya epstemolojî çêdibe. Ev yek ji encama nezelalbûna agahiyê tê ku agahiyên berê hewl didin li hember yên nû li ber xwe bidin.

  1. Astengiya dîdaktîkî (Rêbazê dersdayînê):

Nezelalbûna têkiliya di navbera mamoste û xwendevan de û nezelalbûna pirsan bi xwe re astengiyan tîne. Her wiha nediyarkirina armanc û mîsyonên dersê û nebikaranîna rê û rêbazên dîdaktîkî yên guncav.

Sererastkirina pedagojîk ji şaşîtiyê re

Bi riya her sê qonaxên li jêr sererastkirinek pedagojîk ji şaşîtiyê re tê kirin:

  • Çavdêrî: Bi riya çavdêriyê şaşîtî tê dîtin, li ser şaşîtiyên ku bi awayekî birêk û pêk dubare dibin bal tê kişandin, her wiha xwendevan li ser şaşîtiyê tên hişyarkirin.
  • Analîzkirin: Tesnîfkirina şaşîtiyan li gor jêdera wan û naskirina cihê şaşîtiyê.
  • Proseskirin: piştî ku xwendevan cihê şaşîtiyê nas dike, bi alîkariya mamoste û hevalên xwe dest bi sererastkirinê dike.

Ji her jêdereke şaşîtiyê rêbazên wê yên sererastkirinê hene:

  • Sererastkirina astengiya temen: Eger li gel xwendevan hin nexweşî hebin sererastkirin bi riya dektor pêk tê. Wekî din mamoste dikare rêbaza herî guncav li gor temenê xwendevan bipejirîne, her wiha pêşketina zanînê li gel xwendevan ber çav re derbas bike.
  •  Sererastkirina astengiya derûnî û civakî: Ji çewisandin û henekpêkirinê dûrketin û belavkirina çanda rêzgirtin û qebûlkirina bersivên hevalan. Her wiha têkiliya pozîtîf û çalak di navbera mamoste û xwendevan de.
  • Sererastkirina astengiya Epstimolojî: Ji bo fêmkirina dersê bikaranîna rêbazên hêsan û mînakên ber bi çav.
  • Sererastkirin astengiya dîdaktîkî: Sererastkirina dîdaktîkî ji şaşîtiyê re beriya pêkanîna dersê dest pê dike. Li vir gereke mamoste di amadekirina dersê de komeke ji texmînan di nav de jî pêşbîniya bersivên şaş û temsîlên xwendevanan derbarê mijara hatî diyarkirin de, amade bike.

Li gor Descartes zanîn ji jêderên zikmakî tê avakirin. Her wiha Teoriya zanînê ya Platon dibêje: hizir pêvajoyeke zikmakî ye û fêrbûn pêvajoya keşfkirina hizrên ku hundirê rih de veşartî ne. Berovajî vê yekê John Locke dibêje: “hişê zarok bi rûpelek spî ji her tiştî vala dest pê dike, bi vî awayî zanîn ji tecrubeyê tê”. Mamosteyê ku berî destpêkirina dersê hewl dide temsîlên şaş ên xwendekaran hilweşîne, baş dizane ku xwendekar ne kaxezeke vala ye. Lê belê di derbarê hemû tiştên li vê cîhanê xwedî temsîle. Ji ber vê yekê, pêwîste ku li xwendekar were guhdar kirin û mafê wî yê axaftinê hebe. Her wiha ji gotina şaş netirsîne. Piştre bêyî ku wî biêşîne şaşîtî were sererastkirin. Em hemû dizanin ku nêrîna civakê ji bo şaşîtiyê nêrînek neyînî ye û kesê ku şaş dibe yanî bin dikeve. Lê di rastiyê de, şaşîtî destpêka derketina zanînê ye. Rastî her rastî ye, lê dema xwendevan şaş dibe deriyên hînbûnê li pêşiya wî vedibin, ji ber ku ew bi hemû aliyên mijarê dihizire û ne tenê bersiva pirsa xwe dibîne, di heman demê de fêrî gelek agahiyên din dibe. Bi riya şaşîtiyê lêkolîn zêdetir dibe. Biryara şaş wê pisportiya mirov zêde bike û biryara rast wê baweriya wî du qat zêde bike, ji ber vê yekê pêwîste mirov ji bo van her du rewşan meraq neke û xwedî biryar be. Şaşîtiya mezin mayîna li ser wê şaşîtiyê ye. Ne şerm e ku mirov şaşîtiyê bike, şerm e ku mirov şaşîtiyê dubare bike ango tê de îsrar bike. Zindiyê ku şaşîtiyê dike tenê insane, insan jî bi riya tecrubaeyan şaşîtiyên xwe sererast dike û zanîna wî pêş dikeve.

 

Dilsoz Ehmed