RISTÊN CIVAKÎ ÊN PERWERDE Û ABORÎ

Komîteya Perwerdê ya KCK'ê

Di wateya giştî de dikare bê gotin ku aborî; ji hêla civakê çalakiya pêşwazîkirina pêdiviyên madî ango jiyanî û îfadeya vê a bi sazîbuyî û zagonî ye. Di wateya teng de jî dikare wek pevguherîna pêdiviyên madî ên li dora sûkê bê pênasekirin. Aboriya sûkê ê li şûna nirxê bikaranînê, nirxê guherînê ji xwe re dike bingeh pênaseyeke ku zêdetir dikare bê pejirandin. Sermayedarî ango kapîtalîzm çawa ku qada demokratîk dejenere kiriye, qada aborî jî xistiye bin zordariya yekdestiyên netew dewlet û sermiyanê. Bi vê şêweyê aboriyê ji naverokê derxistiye.

Perwerde dikare wek bi riya zanyariyên teorîk û pratîk hewildana pê dana fêmkirin a ezmûn ango tecrûbeyên civakê ên ji bo endamên xwe bê pênasekirin. Bi civakîbûna zarokan bi riya çalakiya perwerdeya civakî tê meşandin. Perwerdeya zarokan ne ê desthilat û dewlet, erkê herî sereke a civakê ye.

Ti civakekî mafê xwe ê hebûnê û ji bo vê jî mafê perwerdekirina ciwanên xwe bi ti hêzekî re parnake, dewrî ti hêzekî din nake. Hêzê mijara gotinê dewlet ango amûrên din ên desthilatiyê jî bin, ev maf û erk nikare bê dewrkirin. Di rewşekî berovaj de ewê xwe radestî yekdestiyên sermiyanê bike. Pîroziya mafê perwerdehiyê çavkaniya xwe ji hebûnê digire, ango mafekî xwezayî ê hebûnê ye. "Rêber APO"

Zilamê nirxên hevbeş ên hevsengiya jiyana civakê di aliyê jinê de xirakirî, heman serdestiyê bi hişmendiya desthilatdariyê li ser xwezayê jî avakiriye, bi armanca domandina pergala dagirkeriyê, xwe bi ser xwezayê re bi cih kiriye û feraseta; "hertişt ji bo mirov" di nav çêkera civakê de serwer kiriye.

Em dibînin ku dema di dîroka perwerdehiyê de daneheva zanyarî a têkildarê xizmetên perwerdehiyê zêde dibe, daneheva zanyarî ji civakê zêdetir di takekesan de kom dibe û xizmetên perwerdehiyê xwe digîhîne sazîbûnê; jin di qada perwerdehiyê de dikeve rewşekî ne çalak. Bi destpêkirina civakên çînayetî re zanyariya perwerde û xizmeta hilberînê wek beşekî pêvajoya serdestiya siyasî tê bikaranîn. Wek amûrekî bi sazîbûna desthilatdar şêwegirtina dewletê û di pêvajoya sermayedariyê de guherîna wê ber bi dewlet netew, bû sedem ku xizmetên perwerdehiyê û karxaneyên hilberînê bi rengekî lez bi sazî bibin. Di gel ku jinê di pêvajoya civaka xwezayî de perwerde jî di navê de, di her qadekî jiyanê de xwedî ristekî diyarker bû, lê bi sazîbûna dewletê re, dîsa perwerde jî di navê de ji hemû qadên jiyanê hatiye vederkirin û nekariye di jiyanê de bibe hêmanekî diyarker.

Sermayedarî bi polîtîkayên xwe ên demên dawî di aliyekî de jîngehê û hilberîna ji bo jiyanê pêwîst bi armanca qezenca zêde bikar aniye, li aliyê din jî hemû pêdiviyên jiyanê wek meta lê kiriye û xistiye  warê mezaxtinê. Di heman demê de bi riya bikaranîna teknolojiya zêde û pisporiya ji hed zêdetir re, tevahî xizmet ketine warekî kompleks. Qadên perwerde û hilberînê bi tenê wek tekîliyekî mezaxtinê lê hatine kirin, ji sûkê ango ji bazarê re hatine vekirin û wek qadekî razandinê a tê de qezenca zêde heyî hatine bi destgirtin û bikaranîn. Lewra êdî xizmet û pêdiviyên jiyanê metayeke ku bi tenê kesên dahatên wan zêde dikarin jê sûdê werbigrin. Kesên dewlemend û ên xwedî hêza kar ê zêde, dikarin xizmetên jiyanê ên wek sektorekî bi qezenca zêde kar dike lê hatiye kirin, li gor dilê xwe bi kar bînin. Lê li hêla din kesên hejar û xizan bi tenê dikarin li gor hêza xwe a kirînê bikevin li pey çareserkirina pirsgirêkên xwe.(mînak; di sala 2020-2021'ê de xwendekarên xizan di pêvajoya şewba koronayê de nedikarîn xwe bigîhînin xizmeta perwerdeya onlîne. Karker, kedkar û dikandaran ji ber heman rewşê bêkar û birçî man.)

Îro bi riya sîstema sermayedarî feraseta ku pirsgirêkên civakî dadixîne asta pirsgirêkên takekesî, çareseriyê jî dîsa di takekesan de digere, têkîlî û bandorên takekes û civak, takekes û xwezayê ji nedîtî ve tê, bi ser civakê tê ferzkirin. Ev yek di nêzîkatiya li hemberî perwerde û aboriyê de jî wiha ye. Perwerde û hilberîn ji ekolojî ango ji jîngeh û ji azadiya civakî serbixwe tê bi destgirtin. Di heman demê de bi tenê ev yek ji perwerdê tê xwestin ku hilberînerên sîstema heyî bên pêşxistin û gihandin. Xwendekar di sînorên kampûsan de hatine fetisandin, kedkar jî di karxaneyan de hatine tengavkirin ango hepskirin. Takekes ji ber van rewşên xwe ji pirsgirêkên civakê bê xeber in. Eşkere ye; ger takekes û kedkar ên xizmeta civaka xwe dikin, ger civaka xwe nas nekin, nikarin xizmetekî baş ji bo civaka xwe bikin û ji pirsgirêkên civakî re çareseriyê peyda bikin. Van nêzîkatiyana tevan dibin sedema pêşdeçûna feraseta sûkperest û zayendperesta sermayedarî a girêdayê qezenca zêde. 

Nêzîkatiyên cihêxwaz û zayendperest ên nav sîstema perwerde û hilberînê ango aborî, di heman komên pîşeyan de jî dibe sedema pirsgirêkên zêde. Ji xwe bi riya sîstema perwerdê ferasetekî wisa di hişê mirovan de tê rûnişkandin ku dibêjin; hin pîşe ne karê jinan e, jin nikarin bibin xwediyê van pîşeyan, nikarin di van pîşeyan de kar bimeşînin. Ev yek dibe sedema vê ku di avakirina ristên zayendan ango ristên civakî de perwerde wek amûrekî nerênî bê bikaranîn.  

Di hêla zayendperestiya civakî de li gor daneyên Rêxistina Xebatê a Navdewletî(ILO) îro li cîhanê;

- Di nav 1.3 mîlyar mirovên bi teqez xizan de 6. 70'ê ji jinan pêk tê.

- Di nav nêzî mîlyarek mirov ên ji xwendin-nivîsînê pê par de rêjeya jinan ji ji sê dû ye, di rêjeya zarokên naçin dibistanê de jî zarokên keç ji sedî 70'ê ne.  

-Jin li gor zilaman du qat zêdetir di karên bê mûçe an jî mûçeyek kêm de dixebitin.

-Jin bi tenê dikarin xwe bigîhînin qezenca ji sê du yê zilaman.

Sermayedarî bi riya gelek rêbazan civaka hilberîner vegerandiye civaka mezaxker û bi vê rêkê di hêlekî de sermiyanê xwe zêde kiriye, li hêla din jî kariye serdestiya xwe bihêztir bike. Eşkere ye ku sermayedarî di destpêkê de pêdiviyên mirovan diyar dike û pey vê re ji bo pêşwazîkirina van pêdiviyan derfetê kar dide û bi xwe ve girê dide. Di gel pêdiviya mirovan pê nebe jî dema dikevin marketên mezin, bi riya rêklam û rêbazên cûrbecûr wan ber bi mezaxtinê dehf dide. Berhemên pêdiviyên mirovan pê neyî dema bên mezaxtin êdî dibin meta, wate; dibin berhemên bi armanca qezenca zêde.

Di sîstema sermayedarî de hemû pirsgirêkên civakî pirsgirêkên ji hêla sîstemê bi xwe hatî afirandin in. Sermayedarî bi riya van pirsgirêkên hatî afirandin civakê dike mihtacê xwe û ji xwe re dike kole.

Di modernîteya kapîtalîst de bi qasî ku di hemû qadên jiyanê, di hilberîn û perwerdê de jî pêvajoyekî metabûnê tê jiyankirin. Bê guman zanîngeh jî di navê de hemû saziyên perwerdehiyê ji vê yekê para xwe girtine. Saziyên perwerdê û hînkarî ku îro wek şirîke lê hatine, di heman demê de bûne cihên bi pere. Di encama vê de beşekî mezin ê civakê ji derveyî perwerdeya bi kalîte ango xurt maye. Di gel ku perwerdeya bê beramber ango bê pere ji bo herkesî mafekî xwezayî ye, lê sîstem bi armanca bi destxistina qezenca zêde vî mafî ji dest beşekî mezin ê civakê girtiye.

Tekoşîna Azadiyê li dijî kiryarên şaristaniya bi dewlet a ku heya niha civak, takekes û xwezayê çewisandiye û dagirkiriye, bi armanca vegera cewhera civak, tak û xwezayê tekoşînekî bê hempa meşandiye. Bi vê boneyê hemû nexweşiyên modernîteya kapîtalîst yek bi yek destnîşan kiriye, rexne kiriye û di encam de Modernîteya demokratîk wek bedîl pêşkeş kiriye. di vê wateyê de avakirina sîstema Modernîteya Demokratîk tê wateya avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê.  

Li dij derketina serdestiya kapîtalîzmê ên li ser perwerde û aborî, ne bi rêbaz û zagonên wê ketina nav pêşbirkê ye. Pêdivî pê heye ku feraseta perwerde û aborî a kapîtalîzmê bê redkirin, bi riya rêbazên afirêner sîstema perwerde û aboriya civakî ji nû ve bê bidestgirtin û bê rûnişkandin. Lewra divê gavên destpêkê di hêla sererastkirina hişmendiyê de bê avêtin.

Bi vê mebestê di herdû qadan de jî pêwîst e di serî de pêşî li kûrkirina cihêxwaziya bi navê kirde û heyber bê girtin. Di serî de heyberkirina xwezayê û feraseta bi navê; "her tişt ji bo mirov" bê redkirin. Li gel vê wek heyber bi destgirtina cismê mirov bê redkirin. Li şûna feraseta; "Nezan" a di perwerdeya sîstema kapîtalîst de , feraseta perwerdeya xwezayî a demokratîk esas bê girtin. Her wisa bi riya tekoşîna li hember pêşxistina civaka mezaxker a endûstriyalîzmê, pêşxistina jiyana hevpar esas bê girtin.

Di perwerde û hilberînê de feraseta civakbûnê a ji hêla jinê hatî pêşxistin, di heman demê de lêgera jinê a hemahengiya li gel xwezayê ye. Heya pêvajoya şaristaniya bi dewlet û herî dawî jî kapîtalîzmê, jinê di van herdû qadan de bi riya danehevên xwe ên zanyarî, di nav jiyana civakî de qadên jiyanê ên azad, komûn û rêxistinbûnên dorfireh afirandiye.

Ji ber van rastiyana teva divê qada perwerde û ê aboriyê li dijî hemû hewildanên sîstema kapîtalîst ku van herdû qadan wek deriyên qezenca zêde bikar tîne, divê wek qadên pêşwazîkirina pêdiviyên civakê bên birêxistinkirin.

Bi civakîkirina hilberandin, veguhestin û parvekirina zanyariyê, hêmana herî bingehîn a jiyana civakî ye. Bê gûman di vê mijara jiyanî de bar û berpirsiyariyekî mezin dikeve ser milê qada perwerdê. 

 

Mihemed Farûq