Pozîtîvîzm

Komîteya Perwerdê ya KCK'ê

Têgîna pozîtîvîzmê di zimanê Fransî de ji peyva positif ku tê wateya 'rastî, diyarde, piştrastkirî û erênî' pêk tê. Ev têgîn cara yekem ji hêla bîrewerê Fransî û damezrênerê dibistana pozîtîvîzm Saînt Sîmon hatiye bikaranîn. Kesê pozîtîvîzmê gîhandî sîstemekî felsefîk jî xwendekarê Sîmon ê bi navê Auguste Comte ye.

Comte ramanên bi riya pozîtîvîzmê vesazkirina civakê a Saînt Sîmon, vedigerîne pergalekî dorfireh ku bingeha vê pergalê xwe dispêre 'zagona sê rewşan'. Diyar dike ku mirovahî ji sê qonaxên ramanî ên bi navê teolojîk, metafîzîk û zanist derbas dibe, herdûkên destpêkê hilweşîner û nerênî ne, lê yê dawî (zanist) çêker û erênî ye. Comte vê yekê diparêze ku di van her sê qonaxên pêşketina hişmendî a dîroka mirovahiyê de her qonaxekî li gor ê beriya xwe pêşverû û pêşketî ye.

Comte destnîşan dike ku mirovahî di qonaxa teolojîk de buyer û diyardeyan dispêre hêzên derxwezayî, di qonaxa metafîzîk de buyeran bi hin têgînên ji diyardeyan dûr vedibê, di qonaxa dawî de jî wek pêwîstiya zanyariya rast, fêrbuye ku buyerên xwestiye vebêje spartiye daneyên ji heman buyeran bi destxistî. Eşkere kiriye, ev qonaxa girêdayî buyer pêşketî, qonaxa pozîtîf a bi serweriya pozîtîvîzmê ye. Comte vê pêvajoyê dişibîne qonaxên ku mirov ji zaroktî derbasî xamatî, ji xamatî derbasî kemilbûnê dibe.  

Van qonaxana wek neçariya pêşveçûna dîroka mirovahiyê tên nîşandan. Lê pêşveçûn ne ji hêla kesan, ji hêla giştî mirovahiyê tê pêşxistin. Di felsefeya Comte de mirovahî wek hebûna mezin tê binavkirin, mirovahî li gel ruyê erdê û fezayê sêbareyek pêktîne. Di vê sêbareyê de li gor Comte mirovahî xwedî vê xwedayîbunê ye ku dikare bi cihê xwedayê olên kevneşop bigire. Lewra pozîtîvîzm ji hêla Comte wek ola zanist û mirovahiyê tê pênasekirin. Pêşbîniya vê jî dike; divê rejîmekî misoger hebe ku rêveberiya wê ji feylosofên pozîtîvîst pêk bê û rêgezên wê li gel hin azadiyên bi sînor divê rê nede ji derketina derveyî baweriyên bingehîn ê olê pozîtîvîst. Li gor vê feylesofê zanist bi qasî qonaxa pozîtîf hewce dibîne dikarin di nav hiyerarşiyekî de bên rêzkirin ku divê civaknasî di lûtkeya vê rêzê de be. Zanist bi hesabkirinê pêşbiniya diyardeyan bike, pêşbiniyên heyî jî kiryarên girêdayê zanistê pêkan bike.

Zanista civakî a pozîtîvîst ê bi pêşengiya Comte hatî pêşxistin û zanista xweza ji xwe re dike bingeh, destnîşan dike ku di navbera rastiya xwezayî û civakî de ti ferqekî nîne, mîna li rastiya  xwezayî, rastiya civakî jî xwedî zagonên bi sedem ên neguher e. Nêzîkatiya pozîtîvîst vê yekê diparêze ku bi riya bikaranîna rêbazên zanistî xwe gihandina van zagonan pêkane û bi vê rêkê di derbarê civakê de dikare pêşbînî bêne pêşxistin û buyerên civakî bêne kontrolkirin.

Bingehên bîrdozî û felsefî ên pozîtîvîzmê:

  1. Zanyariya bi tenê a rast, zanyariya zanistê ye.
  2. Heybera sereke a zanyariyê diyarde ye; ramanên metafîzîk û teolojîk ji ramanên teorîk wêdatir nînin û bê wate ne.
  3. Felsefe nikare xwedî rêbazekî dij zanist be; erkê wê ji bo hemû zanistan peydakirina rêgezên giştî ên hevbeş e.
  4. Rêbazekî bi tenê gerdûnî û diyarker heye û ev rêbaz ji bo zanistên xwezayî jî beşerî jî hemane; hemû zanist dikare bi fîzya bê fêmkirin.
  5. Rastî ji diyardeyên dibin mijarê seh û ceribandin pêk tê. Têgînên wek cewher, rûh, metafîzîk û sedem ne xwedî hêza vegotina zanistî ne.
  6. Zanyarî ji derveyî heyberên qismî û şênber, xwedî ti referansekî rast nîne. Cîhana tê zanîn ji diyardeyên qismî û ên tê çavderîkirin pêk tê. Têgînên razber ên zanistê ji rêbaza berhevkirin û tomarkirina ceribandinan wêdatir ne tiştekî din e.

g) Yekîtiya rêbazên zanistî. Ji bo hemû qadên ceribandinê rêbazekî bi tenê a lêkolînê heye. Di bin navê hin qad xwedî cewaziyên wesfî ne, nikare ji yekî zêdetir rêbaz weke heyî bê hesibandin. Rêbaza zanistî a herî baş jî, rêbaza zanista fîzya ye.

Her roja derbas dibe bandora zêde pozîtîvîzmê a li ser civaknasiyê dişkê. Pozîtîvîzm ji ber girêdanên xwe ên bîrdozî, felsefî û ramyarî ji hêla gelek eniyan ve tê rexnekirin. Ji ber lêkolînên ku nikarin bên çavderîkirin seranser dimînin û dikarin encamên şaş bi xwe re bînin. Civaknasên îro wiha diramin ku divê di xebatên li ser civakê tên meşandin de gelek rêbaz bi hevdû re bên bikaranîn. Mînak; dema xebatekî qad bê kirin, civaknasên îro hewil didin hemû hêmanên çanda civaka ku xebat li ser bê meşandin berçav bigirin. Wate; ew wek Comte hemû civakan wek berdewamiya 'rastiyekî bi tenê' nabînin.

Rexneyên Li Ser Pozîtîvîzmê:

Ji destpêkê heya îro gelek civaknas, feylesof, zanyar û hwd li hember pozîtîvîzmê rexneyên dorfireh pêşxistine, lê rexneyên herî zêde û dijwar ji hêla dibistana Frankfurt hatiye kirin.

Rexneyên Dibistana Frankfurt Ên Li Ser Pozîtîvîzmê:

  • Pozîtîvîzm bi tenê tişta heyî bi dest digire, tenê tişta heyî rast dibîne û pîroziyê dide wê.
  • Li hember gûherînê parastina pergelê dike, pergala serdest xwezayî dibîne, statûkê datîne şûna heqîqetê û pêşî li vegûherîna civakî digire.
  • Hebûnê bi ser diyardeyan re vedibêje, cewherê ji nedîtî ve tê û diyardeyê weke but dibîne.
  • Metafîzîk red dike.
  • Felsefê dixe bin kontrola zanistê û hewil dide felsefê li gel diyardeyê bigûncîne.
  • Bi çavê heyberekî madî nêzî civakê dibe, takekesên civakî ên di vegûherîna civakî de xwedî rist û vîn wek heyber dibîne û vîna azad tûne dihesibîne.
  • Bûyer û diyardeyan ji nirxan qut digire dest û cîhanê dike bireser.
  • Ji zanistê re sînoran diyar dike, hiş û zanyariyê dike amûr.
  • Di derbarê tiştên nenas de pêşbîniyan pêş dixe û dûrî rexne ye.
  • Zanistê wek rêbaza bi tenê a rast dibîne û wek sedema sereke a pêşdeçûnê dipejirîne.
  • Bi şêweyekî determînîst nêzî mirov dibe.
  • Rêgezên pozîtîvîzmê bi ramana burjuva re di nav tekîliyekî nêz de ye.
  • Di vegotina hebûnê de rêgeza li ser bingeha têgihştinê xwegihandina rastiyê, bes dibîne.

 

Sînan Şahîn