Civaknasiya Azadiyê

Komîteya Perwerdê ya KCK'ê

Civaknasiya Azadiyê nêrînên Abdulah Ocalan ên li ser civak û zanista civakê tîne ziman. Ji ber di hemû ramanên xwe de azadiyê esas digire û girîngiyekî jêneger dide zanista civakî, lewra xebatên xwe ên teorîk wek civaknasiya azadiyê binav dike. Abdulah Ocalan vê binavkirinê ji bo hemû civaknasiyên xwedî hewlê pêşxistina bijareya azadiyê jî pêşniyar dike. 

Civaknasiya Azadiyê xwe dispêre paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya jinê.

Têgînên bingehîn ên Civaknasiya Azadiyê; têgîna şaristaniya demokratîk, civaka dîrokî û civaka exlaqî û polîtîk e. Yekeya wê a civaknasiyê jî, civaka exlaqî û polîtîk e.

Teoriya Şaristaniya Demokratîk:

Taybetmendiya herî bingehîn ku Civaknasiya Azadiyê ji teoriyên tên ferzkirin cûda dike, esas negirtina zanistên zanyarî ên şaristaniya dewletiye. Li gel vê yekê berê xwe daye zanistekî zanyarî ê berdîl. 

Hemû civaknasî pêşketina civakî girêdayê ramana şaristaniyekî bi tenê tehlîl kirine. Pêşketina dîrokî-civakî girêdayê qeyranên hûndirîn ê şaristaniyekî bi tenê û wek encama xwezayî a pêşketina dîrokî meyzandine. Hemû teoriyên civaknasî ên girêdayê desthilat, dewlet, çîn, aborî, takekes û civak bi vî çavî nêzî pêşketina dîrokî-civakî bune.

Şaristaniya heyî li dijî pênaseyên mirovahî û civakê derdikeve. Li hember vê Civaknasiya Azadiyê ji dû ramanên dijber ê şaristaniyê birêdikeve. Vê yekê diparêze ku civaka dîrokî, ji dîrokê heya îro wek dû civak û şaristaniyên dijberî hev pêşketiye. Yek ji van civak û şaristaniya fermî ango bi dewlete, yê din jî civaka demokratîk, yeke û takekesên şaristaniya demokratîke ku ji destpêkê heya îro li hember şaristaniya bi dewlet li berxwedide. Hêmanên bi navê klan, qebîle, eşîret, qewm, netew û zayend, her wisa şêniyên gund û bajaran û hemû hêmanên hizrî, aborî û parastina cewherî ên li derveyî dewlet û yekdestiyê wek yekeyên şaristaniya demokratîk bi navdike. 

Civaka Dîrokî:

Civaka dîrokî tê wateya hebûna civakî a ku di dem û mekan de li gel hev dijî û hebûna xwe nîşan dide. Pênaseya civaka dîrokî hemû yeke û takekesên li derveyî çîn, desthilat, dewlet û yekdestî dijîn digre navxwe. Civaka dîrokî dikare wek civaka exlaqî-polîtîk ango civaka demokratîk jî bê binavkirin.

Li gorî Civaknasiya Azadiyê rêbazên zanista pozîtîf nikare di nav civakê de bê meşandin û civak ji bo berjewendiyên dewlet-netew û yekdestiyên desthilatê nikare wek heyber bê dîtin. Ev yek wê bê wateya hilweşandina civaka dîrokî. Destnîşan dike ku qanûnên xwezayî li ser civakê nikare bê meşandin; ji ber civaka mirov xwedî cîhan û danehevekî li gor xwe ye ku  ji hêmanên wek dîrok, çand, hiş û hwd pêktê. Diyar dike; zanistperestiya pozîtîvîst di vê xalê de mînakekî xerab a nezaniyê û rewşekî tewanbariyê dide nîşandan. Li gor Civaknasiya Azadiyê civak nikare bi feraset û pîvanên zanista pozîtîf, dikare bi danehev û nirxên xwezaya civakî bê fêmkirin.

Ji hêla Karl Marks bi şêweya hov, koledar, feodal, kapîtalîst û wek îştîrakî bi destgirtina civakê wek şaşitiyekî mezin û wek bandora feraseta zanistperest û şêweyên çînayetiya şaristaniya bi dewlet dibîne. Diyar dike ku çêkera dewlet, çîn û yekdestî herî zêde ji sedî deh ê civakê pêktê û ji sedî nodê civakê ji derveyî vê pênaseya Marks dimîne.

Civaknasiya Azadiyê li hember nêzîkatiyên ku civaka demokratîk ê dîrokî wek berdewamiyekî ji rêzê a şaristaniya bi dewlet dibîne û pêşbiniya wê dike ku civaka demokratîk nikare bê dewlet û yekdestî bijî û pêşbikeve, bi riya xalên li jêrê bersiv dide.  

 

  1. Civaka bê sermiyan û desthilat pêkane, lê sermiyan û desthilatê bê civak ne pêkane.
  2. Aboriya bê sermiyan pêkane, lê sermiyana bê aborî ne pêkane.
  3. Civaka bê dewlet pêkane, lê dewletê bi civak ne pêkane.
  4. Civaka bê kapîtalîst, bê feodal, bê serdest pêkane, lê kapîtalîst, feodal û serdestekî bê civak ne pêkane.
  5. Civaka bê çîn pêkane, lê çîna bê civak ne pêkane.
  6. Gûnd û çandiniya bê bajar pêkane, lê bajarê bê gûnd û çandinî ne pêkane.
  7. Civaka bê hiqûq pêkane, lê civaka bê exlaq ne pêkane.
  8. Bê polîtîka û bê exlaq hîştina civakê pêkane. Ev jî tê wateya tûnebûna mirovahî û qirkirina civakê.

 

Civaka Exlaqî-Polîtîk:

Di civaknasiyê de ji gelemperîkirinê zêdetir, ji bo fêmkirin û pênasekirina civakê, wek rêbaz yekeyek bingehîn esas tê girtin. Lewra hin civaknas rûhê hevgirtinê, hin ji wan dewletê, kesên din aboriyê û hinek jî yekeyên wek desthilat, pergal û çêkerê xwestine pênaseya civakê bikin. Li derveyî van rêbazan hin civaknas jî bi ser tekîlî û vegotinên kesî nêzî civakê bûne ku ji qanûnan dûr û ji civak û dîrokê qût e. Bi destgirtinên wiha li hember şaristaniya yekdestiyê bê vîn mayîna civak û takekes de xwedî heman ristî bune. Civaknasiya Azadiyê diyar dike ku nêzîkatiyên pêşdikevin û yekeyên têne bijartin di astekî sînordar de bikaribin heqîqetê vebêjin jî, lê di wateya rastîn de ne di wê hêzê de ne ku bikaribin rastiya civaka dîrokî vebêjin. Lewra Civaknasiya Azadiyê di pênasekirina civaka dîrokî de wek yekeya bingehîn pêşniyara civaka exlaqî û polîtîk dike.

Civaknasiya Azadiyê diyar dike ku civak di bingeha xwe de pêkhateyekî exlaqî û polîtîke, bi qasî bikaribe wek civak hebûna xwe bidomîne, wê bi hewqasî bikaribe xisletên xwe ê polîtîk û exlaqî jî bidomîne. Civakên van xisletên xwe wendakirî jî, wê bi rizîn, belavbûn û tûnebûnê re rû bi rû bimîne. Her wisa dibêje, diyardeyên weke çêkera çînayetî, xisletên dewletê, pêşketinên sînaî û ên çandinî di jiyana civakî de tiştên bi demkîne, tişta çêkera bingehîn ê civakê destnîşan dike xisleta civakê a exlaqî û polîtîk e. Dibêje dewlet û desthilat ji destnîşankirina xisletên civakê zêdetir, bi sedema serdestî, desthilat û dagirkeriyê rê ji pirsgirêkên mezin ên civakî re vedikin.

Civaknasiya Azadiyê balê dikşîne ser vê yekê ku polîtîka ne tenê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de, di destnîşankirina berjewendiyên civakî, parastin û domandina wan berjewendiyan de jî amûrekî bingehîn ê çareseriyê ye. 

Ji ber şaristanî hewildane civakan bi riya dewletê bi rêvebibin, di civakê de bandora polîtîka hatiye tengkirin, civak hertim li hember vê tengkirinê li berxwedane. Dîrok jî girêdayê van herdû hêmanên bingehîn ne bi temamî buye rêvebirina şaristaniya bidewletî, ne jî buye rêveberiya civaka demokratîk. Nakokiya navbera van herdû hêmanan heya îro jî didome. Di pêvajoya şaristaniya kapîtalîst de jî desthilat ji hûndir û derve ve civakê dorpêç kiriye, dagirkiriye, netew dewlet jî bi civakê re hertim di nav şer de buye. 

Civaknasiya Azadiyê bi girîngî tîne ziman, ji ber şaristaniya kapîtalîst li hember civakê di rewşa şer de ye, lewma bi lezgînî pêdivî bi berdîla şaristaniya demokratîk heye. Şaristaniya demokatîk ji bo hemû yeke û takekesan sekna hebunê ye ku hebûn û berjewendiyên wan bi pergala kapîtalîst re nakoke.

Li ser vê bingehê di rêxistinkirina şaristaniya demokratîk de model û pergalên civakî ên wek civaka demokratîk, civaka eko sinaî û konfederalîzma demokratîk pêşniyar dike.

           

Sînan Şahîn