Di perwerdeyê de zimanê biyanî

01

Di dîrokê de her tim têkilî di navbera netewên cuda de çêbûye, çand û zimanên wan jev bandor bûne û li hev bendor kirine. Ev bandorî carinan bi awayekî xwezayî ji encama têkiliyên di navbera netewên cîranên hev de çêbûye û carinan jî di encama şer, pevçûn û dagirkeriyan de jî pêk hatiye. Welatên dagirker ta roja îro çand û zimanê xwe li ser miletên di bin destê wan de ferz dikin. Li Kurdistanê zimanê Kurdî tune tê hesibandin û sê zimanên dagirker Erebî, Tirkî û Farisî li ser gelê Kurd tê ferzkirin.

Di serdema nûjen de kapîtalîzim bi awayekî cuda dagirkeriyê li ser welatên din dimeşîne. Bi buhaneya têkiliyên aborî û bazirganiyê, hêdî hêdî ziman û çanda xwe belav dike û weke ziman û çandeke cîhanî nîşan dide. Mînaka herî ber bi çav, zimanê Îngilîzî ye.

Li gorî NE (Nationalencyklopedin) Ansîklopedya Netewî ya Siwêdî, di cîhanê de piştî zimanê Mandarin(Çînî) û Spanî, zimanê Îngilîzî yê sêyem e ku nêzî 360 milyon kes (yên resen) pê diaxivin. Ji bilî van, nêzî milyar kes bi zimanê Îngilîzî wek zimanê duyem diaxivin.

Tê zanîn ku di sîstema perwerdeya gelek welatan de zimanê biyanî heye. Lê tişta balkêş ew e ku di piraniya wan de zimanê biyanî Îngilîzî ye. Ji vê zêdetir, li 55 welatan zimanê Îngilîzî zimanê fermî ye.

Di mijara fêrbûna bi zimanê Îngilîzî de xelk dibin du beş; beşek piştgir dike û beşek dijber radibe. Kesên piştgir dikin bi çavê rêzdariyê lê dinêrin, ji ber ku li gorî wan zimanê Îngilîzî bûye zimanê serdemê. Zimanê herî zêde li cîhanê belavbûyî, ew e. Di dan û standina çanda cîhanê de, zimanê yekem e. Bûye zimanê rêxistinên herêmî û navdewletî. Zimanê hemû cureyên ragihandinê ye. Li gorî lêkolîna malpera (websitesetup.org) ya sala 2021’an, 59% ji mijarên di înternêtê de bi zimanê Îngilîzî ne.

Li aliyê din, kesên dijber dibînin ku ziman nasname ye. Hemû aliyên hizir û çandên civakên mirovahiyê bi ziman ava dibin. Ziman sedema hebûna gelan e. Gelê ku dev ji zimanê xwe berdide, hebûna xwe jî winda dike. Fêrbûna bi zimanê Îngilîzî, berdewamiya dagirkeriyê li ser herêman e.

Di nav van nakokiyan de li gelek welatan daxwaza îngilîzîkirina zimanê perwerdê derdikeve holê. Yek ji van welatan Malezya ye. Zimanê piraniya miletê Malezya, Malay (bahasa Malaysia) ye. Di sala 2002’yan de hikûmetê projeya îngilîzîkirina biranşên bîrkarî û zanyarî pêşkêş kir. Hikûmetê dixwest hemû biranş bi zimanê Malay bimînin, tenê her du biranşên bîrkarî û zanyarî ji asta seretayî ta zanîngehê bibin bi zimanê Îngilîzî. Di sala 2003’yan de proje ket piratîkê. Tevî ku gelek mamoste û kesên peywendîdarê perwerdê dijberî vê biryarê derketin, proje berdewam kir. Piştî pênc salan û li gorî encama lêkolîna desteya mamosteyên Malay, di nav xwendekaran de gelek paşketin çêbû. Metirsiya kesên dijberî vê biryarê pêk hat. Rêjeyek mezin ji xwendekaran di her du biranşên bîrkarî û zanyarî de paş ketin. Zirar gihişt xwendekarên gelek parêzgehan. Li gorî van encaman partiyên siyasî û milet zext li hikûmetê kirin ku ji biryara xwe vegere. Di dawiyê de hikûmetê ji neçarî soz da ku lêvegerekê ji projeya xwe re çêke.

Mînakeke din Sîngapûr e. Li Sîngaporê sê zimanên sereke hene; Malay, Mandarin û Tamil in. Piştî serxwebûna Sîngapûrê bi çend salan û bi taybetî di sala 1987’an de hikûmetê biryar da ku perwerde bi giştî bibe bi zimanê Îngilîzî. Di rojên îro de pirsgirêka sereke ya ku Sîngapûr jiyan dike ne tenê windakirina zimanên gelên resen e, windakirina nifşê nû jî ye. Piraniya xwendekaran piştî derbaskirina xwendina zanîngehê, naxwazin li Sîngapûrê jiyan bikin. Gelek ji wan koçberî Ewropa dibin û li welatê xwe venagerin.

Tê zanîn ku milet bi zimanê xwe pêşdikeve. Têkilî bi gelên din re bi rêya fêrbûna zimanên wan fireh dibe, çanda wan tê naskirin û agahî zêde dibin. Fêrbûna zimanên biyanî û bi taybetî zimanê Îngilîzî pêwistiyek e. Lê ev nayê wê wateyê ku em zimanê biyanî bidin pêşiya zimanê dayikê. Ya herî girîng ew e ku em karibin çand, agahî, wêje û zanistên bi zimanên biyanî derbasî zimanê xwe bikin. Em girîngiyê bidin wergerê. Her ku em wergerê zêde bikin, em zimanê xwe zengîntir dikin. Fêrbûna zimanê biyanî tiştek e û perwerde bi wî zimanî tişteke din e. Pêwist e fêrbûna zimanên biyanî nebe hincetek ku em dev ji zimanê xwe berdin. Ji ber ku miletê dev ji zimanê xwe berdide, winda dibe.

Rûbar Mihemed

02

03