Dibistanên Demokratîk

01

            Perwerde, pêkhatineke veguhastina nirx û zanînan ji bo nifşên nû ye. Civak her ku diçe kompleks dibe û dibistan ji her demê bêhtir sazî dibin, bi vê yekê re pisporî jî zêde dibe. Pisporiya ku ji perwerdê tê bidestxistin têkiliya xwendekaran bi jiyana rojane re qut dike. Bi gotinek din di warê teorîk de pêşketin çêdibe lê ji pratîkê dûr û qels dimîne. Rêbazê fêrbûnê yê fermî dibe ku li gor xwe û heya astekî çandekî dide zarokan, her wiha felsefe û teoriyên perwerdehiyê jî li dibistanan hene. Lê minhac û hişmendiya ku li dibistanên fermî tên dayîn ne civakî û demokratîk in, li gor hişmedî û bercewendiyên dewlet û desthilatdariyê ne. Dibistanên fermî yên dewletê serweriyê pêş dibînin û zarokan ji çand û rastiya wan a civakî dûr dixin. Di van dibistanan de zarok nikarin bi awayek azad tev bigerin û hebûna xwe bînin ziman.

Destpêka derketina dibistanan

            Di despêkê de, derdora sed hezaran salan zarokan xwe bi rêya lîstik û keşfkirinê xwe perwerde dikirin. Li gorî dîroka biyolojîk û çandî ya mirovahiyê, dibistan saziyên pir nûjen in. Leyistik û helwestên keşfkirinê yên zarokan wan ji jiyanê re hazir dike û tevlî jiyana civakî dike. Mezinan bi çanda nêçîr û berhevkirinê dihiştin ku zarok bi awayekî azad bilîzin û tevbigerin. Ev rêbazeke fêrbûyînê ya xwezayî û jiyanî bû. Di vê sîstemê de zarok ne yê dê û bavekî ye, yê hemû civakê ye civak xwe berpirsiyarê van zarokan dibînin.

Di pêvajoya civaka xwezayî de hemû qadên jiyanê tên pêşxistin, civak li dora jin-dayîk tê perwerdekirin. Civaka hatî perwerdekirin jî nirxên xwe ên exlaqî, ezmûnên xwe ên jiyanî, zaniyarî, danehev û çanda xwe derbasî zarokên civakê dike. Her wiha giringiyekî mezin dide perwerdekirina zarokan û di encama perwerdê de ezmûnên kesên balix tê çêkirin.  Keç û kur biqasî ku bikarin serkrftî derbas bibin bi ewqasî dikarin di nav jiyana civakî de berpirsiyarî bigrin ser milê xwe.

            Li Mezopotamyayê (Sûmer), pergala destpêkê ya dibistanan bi tîpên mîxî bi sed salan dom kir. Li vê derê destpêkê hejmarek bi sînor ji bo mamostetiyê hatin amadekirin. Tenê tebeqeyên jor yên weke, zarokên qiralên sûmerî, rêveberên perestgehê, nivîskar û zarokên dewlemendan, dihatin perwerdekirin. Piraniya xortan an pîşeya bavê xwe an jî pîşeyek nû fêr dibûn. Keç li gel dayikên xwe li mal diman da ku fêrî karên malê yên wek xwarinpêjî û xwedîkirina zarokan bibin. Bi demê re hejmara xwendekariyê li mezopotamiya zêde bû. Zaniyariyên li ser sîstema dibistanên Sûmerî, di encama erdkolojîiyên Şûrûpak de ku bajarekî Sûmerî ye di sala 1902-1903 hatin eşkerekirin. Di wan erdkolojiyan de gelek tabletên waneyan hatin dîtin ku di wê serdemê de waneyên weke: nebatnasî, ajalnasî, kanzanasî, erdnîgarî, bîrkarî û zimannasî dihatin dayîn. Rojnivîsa zarokekî Sûmerî ku tê de behsa rojekî jiyana xwe dike, ji bo zanîna rastiya sîstema dibistana Sûmerî zanyariyên balkêş digihîne me bi kurtî wiha ye: “Min tabletên xwe hefiz kirin, min xwarina nîvro xwar, tabletên xwe yên nû amade kirin, min nivîsand û wane jî xilas kir, çavdêr waneyên ku divê hefz bikim dane min, piştî nîvro jî karê malê da min. Dema dibistan xiles çûm malê ketim hundir û min dît bavê min rûniştiye, tabletên min hefzkiribûn ji bavê xwe re got, gelek kêfxweş bû. Sibê zû şiyar bûm, min ji dayîka xwe re got xwarinê bide min ezê biçim dibistanê. Dema gihiştim dibistanê, çavdêr got tu çima dereng mayî, gelek jê tirsiyam û çûm malê min bejna xwe li ber tewand û silav dayê”. Rojnivîsa vî zarokê Sûmerî bi rengekî eşkere ji me re dibêje ku ji Sûmer heta îro di sistema perwerdeya dewletî de tu guherînek tuneye û Sûmer bi sîstema xwe ya perwerdê jî çavkaniya serke ya hemû sîstemên dewletî yên li pey xwe ye.

            Li Ewrupa bi pêşketina sinaî re, zarok bûn karkerên neçar. Ji lîstok û lêgerînê dûr man. Hevkariya ku wek başiyek dihat dîtin êdî wek ji rê derketin hat destgirtin û di perwerdeya zarokan de tundî zêdetir derket pêş.

            Her ku pîşesazî û teknîk (makîne) pêşve diçû, li hin deverên cîhanê pêwîstiya karkirina zarokan kêm dibû. Fikreka ku divê zarok dest bi perwerdeyê bikin û dibistanên zarokan weke cihên fêrbûnê werin pêşxistin, belavbû. Fikir û pratîka perwerdeya giştî ya neçarî ji destpêka sedsala şazdehan heya sedsala nozdehan, li Ewrûpa gav bi gav pêşket. Gelek alîgirên vê fikrê hebûn û hemû jî di derbarê wê zarok çi an jî kîjan dersan bibînin de xwedî bername bûn.

            Perwerdeya destpêkê li perestgehan bû: di serî de li Zîgorat ango li perestgehên Sûmeriyan, piştre li atêşgehên Zeduştî, sînegogên Cihuyan, li dêr û mizgeftan bûn. Perwerdeyên ku li perestgehan dihatin dayîn bi giranî di bin siya ol de pêk dihatin. Li rex van di serî de Sûmer û piştre di şaristaniyên din de jî dibistan hatin bi rêxistinkirin. Lê li van cih û serdeman de hejmara dibistan û xwendekariyê bi sînorbûn. Li Ewrupa Perwerdeya giştî a neçarî di dawiya sedsala 17’mîn de li Almanya bi zagona ku divê hemû zarok biçin dibistanê pêş ket, ew dibistan jî di bin siya dêrê de dihatin birêvebirin. 

            Sîstema perwerdê ya ku li dibisanan pêk tê, sîstema klasîke, ango sîstema dewlet û desthilatdariyê ye. Ev sîstem li ser bingeha dayîna dersên perwerdeyê li gor hişmendî û berjewendiyên dewletê, li polê tê meşandin û divê hem mamoste û hem jî xwendekar di polê de amade bin. Ev pergala perwerdê ji çend sedsal ango ji destpêka damezrandina pergala perwerdeyê heya roja îro tê meşandin. Modela perwerdeya klasîk xwe dispêre çanda kevneşop a ku di veguhastina agahiyan de weke stûna sereke ye. Di vê pergalê de mamoste bingeha pêvajoya perwerdeyê ye, her wiha yê ku agahiyên îdeal ji xwendekaran re radigihîne ye. Rola xwendekar pasîf e û ew bi tenê wergirê agahiyê ye û di hişê xwe de qeyd dike bêyî ku lêpirsîn bike. Em dikarin bêjin ku perwerdeya klasîk di polê de ji mamoste, xwendekar, texte û ji pirtûkê pêk tê.

             Di pergala perwerdeya klasîk de, xwendekar bi tevahî xwe dispêre mamoste û agahiyên ku ji mamoste digire dinivîse û jiber dike. Ji ber ku materyala perwerdê bal dikşîne li ser girtina agahiyê û qeydkirina wê, xwendekar ji lêpirsîn û wateyê dûr dimînin. Ji ber kêmbûna dem û hejmara mezin di polê de, cûdahiyên takekesî jî li ber çav nayên girtin. Perwerdeyek wiha, di xwendekaran de lêpirsîn, hizrîn û nêzîkatiya rexnegir û afrêneriyê tune dike. Ji ber ku xwendekar xwe dispêrin jiberkirinê û mamoste jî li gor pileya ezumûnên dawî encaman didin, hemû çalakiyên derveyî polê tên piştguhkirin.

            Gelo li dibistanekê maf û berpirsiyariya demokratîk ji zarok û ciwanan re were dayîn wê çawa be? Li wir xwendekar ne tenê fêrî xwendinê dibin, mafê axaftin û hilbijartina çalakiyên xwe jî bidest dixin. Ma ji vê baştir kîjan perwerde wê bikare xwendekaran ji bo demokratîkbûnê amade bike? Gelek kes biguman in ku dibistanên wiha bikarin pêk werin. Ew dipirsin eger ku vê hêzê bidin zarok û ciwanan, gelo wê bikarin biryarên rast ji bo dibistan an jî derbarê xwe de bidin? Gelek ji van dibistanan hene ku bi her awayî ji hêla pîvanên erênî de serkeftin raber kirine. Hin ji wan dibistanan bi dehan salin, ji çar saliyê heya ciwantiyê ji xwendekaran re xizmet dikin. Van dibistanan di her qadên jiyanê de bi sedan derçûyên serkeftî dane. Yek ji van dibistanên demokratîk dibistana Sudbury ye.

Dibistana Sudbury

            Dibistana Sudbury yek ji cureyên dibistanên demokratîke, ji qonaxa pêşdibistan heya amadeyî di nav xwe de digire. Li vê dibistanê xwendekar bi tevahî berpirsiyariya perwerdehiya xwe digirin ser milê xwe û dibistan bi sîstemek demokratîk a rasterast tê birêvebirin. Di vê dibistanê de xwendekar û karmend hemwelatiyên wekhevin. Xwendekar dema xwe weke ku dixwazin bikar tînin û ji dersê bêhtir ji tecrubeyên xwe fêr dibin. Minhacekî diyar, neçar an jî dersek standard tune ye. Ev, şêweyek ji şêweyên perwerdeya demokratîke. Daniel Greenberg (yek ji damezrênerên Dibistana Sudbury ye) dibêje tişta ku vê dibistanê ji yên din cuda dike ewe ku her kes (mezin û zarok bi hev re) wekhev tên hesibandin û desthilatdariyek tuneye. Dema ku dibistanên Sudbury bi awayekî serbixwe dixebitin û polîtîka û rêgezên xwe diyar dikin, ew bi vî awayî çandek hevpar ava dikin. Çanda armanckirî ya di nav Dibistana Sudbury de bi peyvên weke: azadî, bawerî, rêzdarî, berpirsiyarî û demokrasî hatiye vegotin.

            Modela Sudbury yekem car di sala 1968’an de ji hêla Dibistana Sudbury Valley ve li taxên rojavayê Boston hatiye damezrandin. Ji wê demê ve ev model li dehan dibistanan belav bûye (bi qasî du-sêyan ji wan li Bakurê Amerîkayê ne). Bêhtirî 60 dibistan hene û hemû jî xwe dispêrin du teoriyên hêsan: Teoriya yekem dibêje ku zarok xwezayî ne û xwedî mereqek xurt in, lewma daxwaza wan a fêmkirin û naskirina cîhana li derdora xwe heye. Ya duyem jî, perwerdehiya herî baş vê rastiya bingehîn nas dike û jê re rêz digire, ev yek rê li ber hemû ciwanan vedike ku bi awayekî azad û bi berpirsiyarî tevbigerin da ku rêyên xwe diyar bikin.          

Baweriyên bingehîn ên dibistana Sudbury

            Baweriya perwerdehiyê, ku dibêje zarok pir jêhatî ne (ji ber vê yekê ne hewceye ku werin hînkirin) tevgerên bingehîn ên ku ji wan re pêwîstin evin: afirînerî, xeyal, hişyarî, mereqbûn, fikir, berpirsiyarî û biryardayîn. Ya ku ji zarokan kêm, pisportî ye û ew jî dikare were bidestxistin ger ku kesên mezin bi rêyên vekirî ji xwendekaran re pêşengtî bikin.

            Baweriya civakî û siyasî, ger ku di qonaxa zarokatiyê de mafên demokratîk hebin, ev rêbaza herî başe ji bo ku zarok bi rehetiyekê hebûna xwe raber bikin.

Modela perwerdehiyê ya van dibistanan diyar dike ku gelek awayên fêrbûnê hene û fêrbûn pêvajoyeke ku ji hêla kes ve tê kirin, ne ku lê tê ferzkirin; Li gorî vê modelê, hebûn û rêveberiya mamostetiya ku tê zanîn ne pêwîste.

Temenên ji hev cihê: Xwendekar li gor temen nayên cudakirin û destûr tê dayîn ku bi serbestî tev bigerin û xwendekarên biçûk û yên mezin bi hev re danûstandinê bikin. Ev yek, wekî amûrek bihêz a fêrbûn û pêşxistinê tê dîtin.

            Di 40 salên derbasbûyî de, dibistana Sudbury Valley destnîşan kir ku daxwazên mirov yên xwe-perwerdekirinê dikarin bingeha perwerdehiyê di civaka nûjen de peyda bikin. Di vê dibistanê de, zarok û ciwan wekî ku ew dixwazin lêkolîn dikin, dilîzin û diaxifin - bêyî rehberiyê li ser wan – û piştre jî weke kesên serkeftî derdiçin û tevlî jiyanê dibin. Pêwîstiya xwe-perwerdekirina bi rêya lîstin û lêgerînê bi demek dirêj a ne plankirî heye û bêyî zext û destwerdana kesayet an jî saziyên desthilatdar. Mamosteyên perwerdeya dewletê, ne bi mebest, lê ji ber ku ew nikarin di çarçoveya fikra xwe ya perwerdehiyê de fambikin, wê yekê piştguh dikin. Modela perwerdeya Sudbury Valley ji perwerdeya standard ne cuda ye. Ew ne guhertinek pêşketî ya perwerdehiya klasîk e, ew ne Dibistana Montessori, Dibistana Dewey, an jî Dibistana Piaget Constructivist e. Ji bo ku mirov ji dibistanê fam bike, divê bi fikrek bi tevahî cûda ji perwerdehiya heyî dest pê bike.

Dibistanên Sudbury

Dibistanên Sudbury ên ku li cîhanê belavbûne:

1. Sudbury Valley School

            Dibistana Sudbury Valley di 1968’an de ji hêla kesên wek Daniel Greenberg, Mimsy Sadofsky û Hanna Greenberg jî di nav de, li Framingham a li Emerîka hate damezrandin. Greenberg armanc dike ku pergaleke dibistanê wekhev û xwe bi xwe birêve bibe ava bike ku jiyan bi xwe çavkaniya bingehîn a fêrbûnê be. Dibistan di havîna 1968’an de bi 130 xwendekarên temenê wan di navbera 4 û 17 salî de bûn dest pê kir. Modela Sudbury di salên 1990 de li seranserê DYE û derveyî wê belav bû û niha jî gelek dibistan hene ku xwe dispêrin vê modelê.

2. Dibistana Fairhaven

            Dibistana Fairhaven, di 1998’an de li Upper Marlborough, Maryland hatiye damezrandin. Ev dibistan xwe dispêre Modela Sudbury. Modela vê dibistanê li ser du prensîban tevdigere: Azadiya perwerdehiyê û rêveberiya demokratîk. Ew dibistaneke taybete, zarokên 5-19 salî lê beşdar dibin. Piştî ku Mark û Kim McCaig li Dibistana Sudbury Valley li Framingham fêr bûn, Dibistana Fairhaven ji hêla wan ve hate damezrandin.

Dibistana Fairhaven formeke perwerdehiya demokratîk pêş dixe ku xwendekar bixwe biryar digirin ku wê demên xwe çawa bikar bînin. Ji xwendekaran re berpirsiyariya giştî ya perwerdehiyê tê dayîn û dibistan bi pergala demokratîk ku tê de xwendekar û karmend wekhev in tê meşandin. Dibistana Fairhaven xwedî siyasetek amadebûnê ya nerm e ku xwendekar rojê 5 saetan li dibistanê dikarin bimînin.

3. Dibistana Summerhill:

            Dibistaneke girtî ya serbixwe ye (ango heqê wê tê dayîn). li Suffolk, Îngilîstan di sala 1921’an de ji hêla Alexander Sutherland Neal ve bi baweriya ku dibistan divê li gor zarok be, hatiye damezrandin. Perwerde ji qonaxa seretayî heya amadeyî tê dayîn. Dibistan weke civakek demokratîk kar dike. Summerhill bi felsefeya xwe ya ku dibêje zarok bi azadbûnê re baştir fêr dibin, tê naskirin. Hemû dersên li Summerhill vebijarkî ne û xwendekar serbest in ku demên xwe çawe bika bînin. Neil Summerhill baweriya xwe saz kir ku "karê zarokek ew e ku jiyana xwe bi xwe bike - ne ew jiyana ku dêûbavên wî jê re bipejirînin, ne jiyanek li gorî armanca perwerdekarê ku difikire ku ya herî baş ew dizane." Dibistana Summerhill li ser bingehên demokrasî, wekhevî û azadiyê kar dike.

Her çiqas Neill ji pêşketina akademîk bêhtir bal dikişand li ser pêşketina zarok a civakî jî, di Summerhill de di nêzîkatiya xwe ya hînkirinê de hin cûdahiyên girîng çêbûn. Li Summerhill têgehek "gelemperî" an "model" tune ye. Li şûnê wê, zarok li gorî daxwaz an jî asta famkirina wan li ser mijaran tên bicîh kirin. Neill difikire ku zarokên bi vî awayî fêr bûne ji zarokên ku li gorî perwerdeya klasîk fêr bûne baştir li ser pirsgirêkên jiyanî hatine perwerdekirin û ji wan bêhtir ji perwerdeya bilind re jî amade ne. Neill dibêje, xwendekarên Summerhill ên ku biryar dan ku xwe ji bo ezmûnên ketina zanîngehê amade bikin, karîn ji xwendekarên dibistanên klasîk hêsantir babetan xelas bikin.

4. Dibistana The Clearwater

Clearwater dibistaneke serbixwe ye li Bothell, Washington, taxeke li bakurê Seattle, Washington, Dewletên Yekbûyî ye. Clearwater dibistaneke Sudbury ye ku xwendekarên 4-19 salî digire nav xwe. Dibistan di 1996’an de dest pê kirye.

5. Neue Schule Hamburg

Dibistaneke Sudbury ya taybet e, di sala 2007’an de li Hamburg a Almanya’yê hatiye avakirin.

6.  The Circle School

Dibistana Circle, dibistaneke xweser a demokratîke ku li Harrisburg, Pennsylvania ye, di sala 1984’an de, li gor modela Dibistana Sudbury Valley, hatiye avakirin.

7. Dibistana East Kent Sudbury

Perwerdeya Rojava

            Di dîrokê de kêm hatiye dîtin ku di bin êrîş û komkujiyan de sîstemên perwerdê werin hûnandin.  Di Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an a Rojavayê Kurdistanê de li ser esasê Netewa Demokratîk perwerde hat destpêkirin. Di warê perwerdehî de perwerdeya pirzimanî hat esasgirtin. Di vê sîstemê de her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibîne û zimanê pêkhateyên din jî fêr dibe. Ev yek hevgirtina di navbera gelan de zêde dike. Sîstema perwerdeyê a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) çanda Netewa Demokratîk bingeh digire. Ango ne tenê perwerdeyek tê zanîn bi sînore, bi armanca civakek demokratîk veguhertina civakî armanc dike. Li dijî sîstema netew dewlet a nijadperes, pirrengî û azadiya civakî bingeh digire. Xwedî perspektîf û îdeaye ku li dijî perwerdeya baviksalar a ku dewlet û desthilatdarî bingeh digire, pêşxistina civakek ekolojîk, demokratîk û azadiya jin esas digire. Tevî ku xwedî perspektîfek wihaye hîn hem di warê hişmendî hem jî di warê pratîkê de asta pêwîst negirtiye. Mirov dikare bêje ku li gor perspekîfa netewa demokratîk modela xwe hîn saznekiriye. Tê zanîn perwerdeya Bakurê û Rojhilat Sûriyê di bin şert û mercên zehmet de dest pê kir û hîn jî wek herêm di bin zext û êrîşan de ye. Rexmê ku êrîş û komkujî li ser herêmê berdewam bûn, her wiha ji hêla mamoste, minhac, dibistan û hwd tu derfet û amadekariyek nebû dest bi perwerdeyê kirin û ji seretayî heya zanîngehê rêxistinkirina perwerdê serkeftinek mezin e. Lê hem di warê hişmendî hem jî di warê derfet û kalîte de ne têrkere. Ji bo ku ev yek were derbaskirin bi dehan akademî hatine sazkirin, di van akademiyan de mamoste tên perwerdekirin, li ser minhac xebat tên meşandin. Em dikarin bêjin ku sîstema perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi perspektîf û hêmanên civaka demokratîk û kesê azad di pêvajoyek hûnandinê de ye. Piratîka perwerdeya demokratîk a ku di heft salan de pêkhatiye hêviyek mezin dide. Ger ku bi vê perspektîfê modela xwe saz bike, dikare bibe mînakek herî guncav û dewlemed a dibistanên alternatîf ên demokratîk.    

Rêber Abdulah Ocalan li ser perwerdê nirxandin kirine û hin perspektîfên wî yên di derbarê perwerdê de wiha ne:

PERSPEKTIFÊN RÊBERTÎ

Mirov dikare perwerdeyê pênase bike weke, ku ezmûnên civakê, bi awayê agahiyên teorîk û pratîk, bi endamên wê, bi taybeti bi ciwanên wê têne hezmkirin. Civakîbûna zarokan, bi çalakiya perwerdeya civakê ve tê meşandin. Perwerdeya zarokan, ne erka desthilatî û dewletê ye; lê, erka herî girîng a civakê ye. Ji ber ku zarok û ciwan, ên wê [civakê] bi xwe ne. Gihandina zarok û ciwanên xwe, weke hem maf û ham erk, li gorî kevnoşop û tabetmendiyên xwe yên civakî, û veguherandina wan bo xwe, mijareke jiyanî ye û pirsgirêka domandina hebûna wê ye. Ti civak nikare mafê xwe yê heyînê û erka xwe ya ji bo vê ya perwerdekirina ciwanên xwe, bi hêzeke dîtir re parve bike û wan dewrî wê bike. Hêzên mijara gotinê, tevî ku dewlet yan emrazên cûrbecûr ên desthiltî bin, dîsa nikare vî mafî û vê erkê dewrî wan bike. Nexwe, wê wisa bê hesibandin ku xwe radestî (teslîmî) yekdestiyên serweriyê kiriye. Pîroziya mafê perwerdeyê, çavkaniya xwe heyînê digire. Yek ji dijîtiyên herî mezin ên şaristanî li hemberî civakê bi dirêjiya dîrokê, çalakiya hêştina civakê bêpar ji zarokan û ciwanan e. Van çalakiyên xwe bi du rêyan pêk tînin: An bi rêya tunekirina mezinên wan, ew dikin kole; yan jî ji bo nirxandina wan di qata desthilatî de, bi armanca qaşo perwerdekirinê, wan radigirin.

Yek ji armancên herî girîng ên şeran ew e ku zarokan, keçan û mêrên ciwan, weke malên herî bûha, bi van herdu rêyan di nava xwe de bihelînin û bi vî rengî war (ocax) ên civandinê (doşîrme, devşîriyê) ava bikin û ava dikin jî. Bingeha burokrasiya hoveber(kovî) wisa destpê kiriye; her wisa dîroka şaristaniyê di hêlekê de çalakiya bi vê rêbazê hêm lewazkirina civakê ye, hem jî ya çêkirina hêza emrazên burokratîk e: avakirina civakek li hemberî civakê, anku avakirina civaka desthikatî û dewletê li hemberî civakê. Di vê avabûnê de ziman, çand û dîrokêkê cipcûda (bi tevahî cûda) fêrî zarok û ciwanên razberbûyî ji civaka xwe ya cewherîn tê kirin. Armanca bingehîn, ew e ku wan ji cewhera wan biyanî bikin. Tê negengazkirin ku bêdesthilatî bijîn. Hem di warê bîrdozî, hem jî daringî(madî) de nasnameya herî dewletperest didin wan. Wer tê kirin ku dewlet û desthilatî ji bo wan dibe yekane rêya derbasdar a heyînê. Hem xwe dewlet û desthilat dihesibînin û hem jî bi vî rengî têne kirin dijberî civaka xwezayî. Carna civaka dewletê û xwezaya civakî têne heman(eynî)kirin. Ev şaş e û binakok e. Dîroka şaristaniyê li ser vê nakokiyê hatiye avakirin. Di bin sedema ku desthilatî perwerdeyê xesp dikin de, van rastiyên dîrokî hene. Nexwe, erka perwerdekirina civakê, qet ne xema wan e. Kesekî sermayedar, karkerên xwe çiqas perwerde bike; desthilatî jî, rajêrên xwe bi wê mantiqê weke karkerên-bende perwerde dike. Navê wê burokrasî jî be, endamên wê, ji asta herî binî heya herî serî, weke bende têne gihîştin.

Bi taybetî desthilatiyên dewlet-netewê, yekdestiyên xwe li ser tevahiya zarok û ciwanên cvakê berî her tiştî bi rêya perwerdeyê dihonin. Kesên ku bi heşmendiya xwe ya dîrokî, hunerî, olî û felsefî ve di trînin, êdî ne yên malbatên xwe yên bere ne; lê, zarokên cewherîn (xas) ên desthilatdaran in, anku malên wan in. Biyanîbûna mezin, bi vî awayî tê sazîkirin. Burjuwazî, ew çîn e ku di warê perwerdeyê de, li ser tevahiya civaka gel yekdestiya herî dijwar dadimezrîne. Dema ku perwerdeya seretayî û navîn dike neçarî (mecbûrî) û dîplomaya zanîngehê jî tîne bîra yên bixwazin kar bibînin, ev tê wateya ku maşeya biyanîbûn û rajêrbûn a li ser ciwanên civakê, her wisa pêvajoya girtina wan a nava qefesê, bûye divêtiyek (mecbûriyetek). Dîsa, tê wateya ku zor, hêza daringî(madî) û perwerde, bûne çekên mêtingehkirina civakê, ku zor e mirov xwe li hemberî wan ragire. Lewre, dikare bi hêsanî bê diyarkirin ku civak herî zêde derbe xwariye ji şerê ku dewlet û destyilatî bi dirêjiya dîrokê bi navgîniya perwerdeyê li hemberî wê meşandine. Mafên civakan ên perwerdeyê, ew maf in ku pêkanîna wan herî zor e. Bidestxistina civak heyîna xwe bi rêya perwerdeyê li hemberî hêzên dêwane yên dewlet-netew û yekdestiyên serwer, ketiye heyama xwe ya herî dijwar a dîrokê. Serweriya bîrdozî, bi şoreşa dawî ya ragîhandinê, bi şerê medya ku li ser tevahiya civakê dide meşandin, ji nû ve mêtingeriyeke çandî ya serkeftî dide meşandin (ji ber ku mêtingehkirinê, bi qasî aliyên wê yên leşkerî û aborî, belkî jî ji vana zêdetir kûr û bêyî pêhesandinê, dimeşîne). Yekane rêya rizgarî û azadiyê ew e ku civak li hemberî vê feth û mêtingeriya çandî bi têkoşîna xwe ya cewherîn a exlaqî û polîtîk, ku emrazên herî bingehîn ên heyînê ne, li ber xwe bide. Civaka ku ciwanên xwe wenda kiribe, yan jî berevejî, ciwanên ku civaka xwe wenda kiribin, tê wateya ku, ji bûyîna têkçûnê wêdetir, mafên xwe yên hebûnê wenda kirine û xiyanet lê kirine. Yê li pey were pûçbûn û belavbûn e. Erka wan a bingehîn a civakî li hemberî vê, ew e ku, weke navgînên bingehîn ên heyîna xwe, saziyên xwe yên perwedeyî peş bixin; her wisa şîroveyên xwe yên zanistî, felsefî, hunerî û zîmanî, weke naverok, ji pêkhateya zanist û desthilatiyê veqetînin û „şoreşa wate‟yê bi ser bixin. Nexwe, wê gengaz nebe ku tevnên exlaqî û polîtîk ên hebûna civakî, bêne erkdar(sazbar)kirin.

Bi vî rengî, pirsgirêka perwerdeyê, di cewher de neçar dike ku saziyên (tevnên) exlaqî û polîtîk ên civakî werin avakirin; her wisa erka bingehîn a exlaq û polîtîka jî, pêkanîna perwerdeya civakî ye. Civaka ku xwe perwerde neke, wê ji holê rabe derfeta wê ya ku saziya xwe ya cewherîn a exlaq û polîtîka pêş bixe û wê li ser piyan bihêle; her wisa heyîna wê jî nikare xwe rizgar bike ji jiyîn, rizîn û belavbûna di bin gefa berdewamî de.

Berê her tiştê divê hûn bawerî bi pêşketinê benin. Divê pê bawer bin ku pêdiviya we pê heye û bikaribin pêşketinê bi ser bixin. Ji bîr nekin ger pratîkek yê we yê şoreşgerî heba, hunê ne divê rewşa belangazdeban, hûnê di xala meşa xeta serfiraziyê deban. Ji ber ku hûn, bi neserkeftinên xwe û bi bêçaretiyan re rû bi rû mane, lewma pêdiviya we ya sereke perwerdeye. Divê hûn bi vê pêdiviyê bihesin.

Pirsgirêka perwerde û xwe perwerde kirinê guftugo dikin. Em qala vê yeke dikin ku heryek ji me dikare bibe mamosteyek. Divê bi qasî mamostetî yê bikin, bi ewqas jî bibin xwendekar. Evane rêgezên giştîn e. Cewherê xetabatê me xwe gihandina perwerdeyekî hîn pêşketî û afirênere. Di perwerdê de hem perwerdekirin û hem jî perwerdedîtin mijara gotinê ye. Di PKK’ê de sîstema dibistanan ne bi vê şêwazê ye ku mamoste li aliyekê, xwendekar li aliyê din bin. Li gel ezmûnên heyî divê herkes ji perwerdê re hem wek mamoste hem jî weke xwendekar beşdar bibe.”

02030405

 

Dilsoz Ehmed

 

Çavkanî

https://alternativestoschool.com/articles/democratic-schools/

https://www.psychologytoday.com/intl/blog/freedom-learn/200808/children-educate-themselves-iv-lessons-sudbury-valley

https://dailyhistory.org/How_did_universities_develop%3F