Pedagojî, Andragojî û Hotagojî

01

Pedagojî wek peyv, ji “paidagogus” a Yûnanî hatiye. Ew jî ji du parçeyan pêk tê, “paid” tê wateya zarok û “agogus” tê wateya rêvebirinê. Bi vî awayî wate dibe rêvebirina zarok. Di wê demê de ji kesê ku zarok digihand dibistanê, yan jî şîret û alîkarî dida dilxwazên fêrbûnê re, paidagogus dihat gotin.

Pedagojî, weke şêwazê dersdayînê tê naskirin, teorî û pêkanîna perwerdeyê ye, her wiha pedagojî bandorê li ser pêşketina civakê, polîtîk û psîkolojiya xwendekaran dike. Di herikîna fêrkirinê de, pedagojî lêkolîna şêwazê veguheztina zanist û kêrhatinê ye. Ev hemû bi berçav derbaskirina teoriyên fêrbûnê, fêmkirin, pêwistî, mereq û paşjiyana xwendekaran, pêk tê. Stratejiyên fêrkirinê bi zanîn û tecrubeya xwendekar, ekolojî û armancên fêrkirinê yên ku mamoste danîne ve girêdayî ne. Tevî van tiştan, hîn zarok di çarçoveyeke teng de tê dîtin. Zarok bi tena xwe nikare fêr bibe. Divê bi “dibistanê” were sînorkirin, minhac jî rêya wî/wê nîşan bike û mamoste jî yên pêkanînê ne.

Têgeha andragojî di sala 1833’an de ji hêla mamosteyê almanî Alexander Kapp ve hatiye bikaranîn. Andragojî ji peyva “andragogos” ya Yûnanî hatiye, “andr” tê wateya mêr û “agogos” jî tê wateya rêvebirin. Bi vî awayî wate dibe rêvebirina mêran. Ev têgeh, bi destê mamosteyê amerîkî Malcolm Knowles pêş ket û bi teoriya “perwerdekirina têgihiştan” hat binavkirin. Têgeha andragojî li Amerîka û Birîtanya weke rêbaz û stratejiyên fêrkirina têgihiştan belav bû.

Andragojî, weke derfeta bidestxistina pêwistiyên fêrbûnê ji bo têgihiştan (ji 18 salî û jor de) e. Andragojî ji xwendatiyê dest pê dike, di zanîngehê re derbas dibe û bi jiyanê re berdewam dike. Armanca wê bilindkirina asta kes a çandî, civakî, aborî û bi awayekî çalak di pêşxistinê de tevlîbûna wan e. Bi vî rengî, andragojî weke karanînekê tê naskirin ku bi rêya wê, bernameyên fêrkirina berdewam di dibistan, zanîngeh û cihên kar de pêk tên. Her wiha bi rêya wê avakirina pîşeyan, fêrbûna ji dûr ve, rehberiya tenduristî û çandiniyê û perwerdeyên pêşxistina kesayetî yan jî xweserî û hwd, pêk tên.

Di sala 2000’an de Stewart Hase û Chris Kenyon ên zanîngeha Southern Cross li Australia têgeha Hotagojî yan jî “Autodidactism” çêkirin. Têgeha “autodidactism” ji Yûnanî hatiye, ‘auto’ ji ‘hautos’ a ku tê wateya ‘bi xwe’ û ‘didactism’ ji ‘didaktikos’ a ku tê wateya fêrkirin, hatiye. Bi vî awayî wateya hotagojî ‘bi xwe fêrbûn’ e.

Hotagojî yan jî ‘bi xwe fêrbûn’, bêyî ku mamoste, dibistan, enstîtu yan jî zanîngeh hebe, mirov xwe fêr dike. Mirov biranş û mijara ku xwe fêr dike, hildibijêre. şêwaz û demên fêrbûnê jî ji xwe re diyar dike. Dibe ku hotagojî ji bo perwerdeya fermî temamker be yan jî berdêla wê be. Li vir, xala girîng ew e ku mirov bêyî ku bandora kesekî din lê hebe, bi xwe fêr dibe. Dibe ku armanca fêrbûnê bidestxistina agahî, tecrube û kêrhatinan be, yan jî pêşxistina wan be.

Li gorî pênaseyên li jor, têkilî di navbera hotagojî û andragojî de heye, her du têkildarî têgihiştan in. Lê belê, pedegojî tenê têkildarî zarokan e. Bingeha vê parçekirinê ew e ku zarok nikare bi tena xwe fêr bibe. Pêwist e hin kes wî/wê fêr bikin û minhacekî taybet ji bo wî/wê jî hebe. Li milê din, kesên têgihiştî dikarin bi tena xwe fêr bibin, rêya jiyana xwe xêz bikin an jî biguherin. Li gorî teoriya Knowles, şeş xalên têkildarî motîvasyona têgihiştan hene:

  1. Pêwistiya zanistê: pêwistiya têgihiştan bi naskirina sedema fêrbûnê heye.
  2. Bingeh: Bingeha çalakiyên fêrbûnê tecrube (tevî şaşîtiyan) ne.
  3. Têgeha “xwe”: pêwist e têgihişt, derbarê biryarên fêrbûnê berpirsiyar bin; di plankirin û nirxandina fêrbûnê de hevpar bin.
  4. Amadebûn: Mijarên rastrast têkildarî kar û/an jiyana têgihiştan bin, zêdetir bi wan re eleqeder dibin.
  5. Orientation: fêrbûna têgihiştan ji naverokê zêdetir, girêdayî pirsgirêkan e.
  6. Motavisyon: Kesên têgihiştî, ji motavisyonên derve bêhtir, bi yên hundirîn bandor dibin.

Li vir, pirsek dikeve bala me: Gelo ev xalên “Knowles” li gel zarokan tune ne? Weke mînak; gelo li gel zarokan sedemên fêrbûnê tune ne, zarok nikarin tevlî plankirin û nirxandina fêrbûna xwe bibin, ji bo fêrbûnê amadebûn, li gel wan tune ye? Dijberî nerîna gelek kesan, daxwazeke mezin a bi xwe fêrbûnê li gel zarokan heye. Pêwistiya wî/wê ya keşifkirina derdora xwe, dîtina bûyeran û şîrovekirina wan heye. Li gorî zarok, civaka ku tê de jiyan dike cîhaneke nû ye û pêwist e her tiştên wê nas bike. Avabûna kesayeta têgihiştan ji zaroktiyê dest pê dike û bi jiyana wî/wê re berdewam dike. Hemû agahî, kêrhatin û tecrubeyên ku li gel têgihiştan heyî, di qonaxa zaroktiyê de ava bûne û pêş ketine.

Ji ber vê yekê divê qonaxên mezinbûna mirov ji hev neyên veqetandin û di qalibên cihê de neyên danîn, ne weke ku her kesek di her qonaxekê de xwedî kesayetek ji ya din cudatir e. Ya herî baş ew e ku weke zincîrekê bi hev ve werin girêdan, her xelekek xeleka berî xwe temam dike. Dema ku hotagojî di pedagojî û andragojî de were pêkanîn, em ê encamên herî baş bi dest bixin. Weke mînak, ji bo zarokên di asta pêşdibistan û şûn de, lîstika azad alîkariya fêrbûnê dike. Zarok bi rêya lîstikê dikare jêhatîbûnên civakî, zanistî, hestyarî û bi xwe bawerî bigire ku di tecrubeyên jiyanê de pê re alîkar bin. Weke tê zanîn, ji bo zarokan lîstik çalakiyeke jixweber û balkêş e, pêwistî bi rehberî yan jî alîkariyeke rasterast a mamoste tune ye. Tenê alavên lîstikê yên guncav ji bo zarok werin pêşkêşkirin û rê ji xeyalên wî/wê re werin vekirin. Mînakeke din, rê li ber xwendekar were vekirin ku biranş û mijara jê hez dike û li gorî xwe guncav dibîne, hilbijêre. Biranş an jî mijara ku bala wî/wê nakişîne, naxwîne. Dema ku bi eşq bîrkarî bixwîne, tekez wê afirandinan çêke. Ji bo xwendekarên temen mezintir an jî têgihiştan, girêdana fêrbûnê bi jiyana rojane ve, atmosfereke alîkar a xwefêrbûnê çêdike. Her tişta derdora me derfetek an jî deriyekî fêrbûnê ye, ji xweza, çandinî, dezgehên pîşeyî, teknînkî û saziyên xizmetguzarî û hwd. Xwendekar an jî têgihiştê ku ji çandiniyê hez dike, her çiqas xwe fêrî bazirganiyê yan jî pîşeyê bike, ne mumkin e ku  afirandinan pêk bîne. Eger derfet jê re werin vekirin, wê hemû hêz û jêhatiyên xwe di warê çandiniyê de bikar bîne.

Teşwîqkirina zarok bi rêya girêdana fêrbûnê bi jiyana wî/wê ya rojane, di xwefêrbûnê de piştgirî û di tişta hez dike de azadî, ev hemû di hundirê wî/wê de kesayetek çalak û di civakê de xwedî rol ava dike. Dema ku minhacan jê re amade bikin û zarok bê daxwaz tevlî bikin, wê jê dûr bikeve û di rewşa herî baş de bê dilê xwe tenê ji bo têgihiştan razî bike, derbas bike. Tekez em vê tiştê naxwazin, em nifşekî zana ku pirsgirêkên civaka xwe nas bike û bi rêya fêrbûnê çareser bike, dixwazin. Li aliyê din, eger têgihişt di xwendina bilind (zanîngeh) de be yan jî di jiyana kar de be, pêwist e şert û merc werin peydakirin ku bi rêya xwefêrbûnê bi awayekî berdewam xwe pêş bixin. Pêşxisina kêrhatin û jêhatiyên têgihiştan ji zaroktiyê dest pê dike. Dema ku kes tişta jê hez dike fêr dibe, wê ji karê xwe hez bike, afrêner be û hewl bide her tim kar pêş bixe.

Hewldana kêmkirina asta fêrkirinê û zêdekirina fêrbûnê, yek ji nîşaneyên herî girîng ên guhertinê ne ku pêwist e di civakê de werin despêkirin. Giştîkirina xwefêrbûnê “hotagojî” ji zarokatî dest pê kirin, di qonaxên xwendinê re derbas bûn ta bigihêjin bikaranîna wê di jiyana piratîkî de, wê rewşeke cuda biafirîne. Wê rotîn û yekrengî di kar de tune be. Wê kes nebe parçeyek ji makîneyeke mezin. Her kes bê hempa ye, wê motîvasyon, hêz û derfetên mezin li gel hebin ku bi armanca pêşxistina civakê bi awayekî berdewam, pêşketinên mezin pêk bîne.

 

Rûbar Mihemed