Di roja zimanê dayikê ya Cîhanê de li Qamişlo komxebatek pêk hat

01

            Bi boneya 21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ya Cîhanê, Komîteya Lêkolînê  ya Perwerdê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê komxebatek li bajarê Qamişlo pêk anî. Komxebat li ser Du beşan pêk hat, beşa yekem: Di huqûqa heremî û navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê. Ya duyem jî: Di sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê de perwerdeya pirzimanî û pirçandî.

            Axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka desteya perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko ve hat kirin. Doko di axaftina xwe de wiha got: Siyasetên netewdewlet a ku yek al, yek dewlet, yek ziman bingeh digire hişt ku gelek civak, netew û pêkhate ji zimanê xwe mehrûm bimînin. Ji xwe em dizanin li seranserî cîhanê bi hezaran ziman hatine tunekirin û niha jî bi hezaran ziman bi qirkirinê re rû bi rû ne. Têkoşîna xwebûn û bidestxistina mafê nasnameyê, bi ziman dest pê dike. Her netewek xwedî ziman e û her civak bi zimanê xwe tê naskirin. Têkoşîna me ya ziman bi salane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re vê xebatê didin meşandin. Ev pêkhate Kurd, Ermen, Asûr û Ereban digire nav xwe. Em dikarin bêjin ku li Rojava şoreşa herî bingehîn a ziman bû.”

            belgeyên ku di du beşan de hatibûn amadekirin ji beşdarvanên komxebatê re hatin xwendin. Destpêkê Mihemed Muxtar endamê enstutya aşîtî û mafê mirovan ji Misrê bi rêya onlinê beşdar bû û bal kişand li ser girîngiya parastina pirzimanî û daxwaz kir ku kevneşopiyên mirovahiyê werin parastin û her kes lê xwedî derkeve. Her wiha Enwer Mislim di zagona giştî de xwedî doktora ye, axivî û got: “Zagona navdewletî komeke ji zagonan e ku hin dewletan li ser li hev kirine. Ji zagonên xwecihî cudatir e. Van dewletan di vê zagonê de li hev kirine ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû gelan e. Hin welatên herêmî yên ku zagona navdewletî erê kirine jî, van zagonan pêk nayînin û pir civak û netew ji vî mafî bêpar hiştine.

          Sînan Cûdî, hem rojnamevan hem jî lêkolînrekî perwerdeyê ye, derbarê vê komxebatê axivî û got: “ Pirsgirêka sereke qedexekirina sîstema netewdewlet a ku li ser zimanê kêmnetew û gelan qirkirinê dimeşîne ye. Ev pirsgirêkeke pir kûr e lê di hemû qanûnên navnetewî û herêmî de cih jê re nehatiye dayîn.”

Basil Damin yek ji endamê komîteya amadekar e ji me re axivî û wiha got: “Bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayikê, em îro li hev kom bûne. Gelek mêvan weke rewşenbîr, huqûqnas û siyasetmedar amade bûn. Armanca me di vê rojê de, em nameyekê bigihînin saziyên navnetewî ji bo parastina zimanên hemû gelên di herêmê de jiyan dikin.”

Mamoste Nûredîn Mihemed li ser rehberiya giştî disekine, êşên ku di dema rêjîmê de kişandî bi me re parve kir: “Me gelek êş kişandiye. Dema ku em xwendekar bûn, Rêjîmê gelek zext li me dikir. Di destpêka dibistanan de ji me re digotin: Ji bilî zimanê Erebî, axaftin bi zimanekî din qedexe ye. Navê zimanê Kurdî jî nedianîn ziman. Em bi vê yekê pir têşiyan.”

          nîqaş berdewam bû û komxebat bi gelek biryaran bidawî bû. Em hin ji wan biryaran bi we re parve bikin.

-Em li dijî pergalên totalîter û otorîter in, mafê gelan heye ku bi zimanên xwe fêr bibin.

-Pêwîst e ku Neteweyên Yekbûyî mekanîzmayên nû ji bo biryaran û pêşniyaran bigire ku ne dewletan, raman û berjewendiya gelan li ber çav bigire.

-Divê rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl roleke aktîv di piştevaniya proje û saziyên fêrkirina bi zimanê dayikê de bilîzin.

-Divê meteryalên perwerdeyê yên hemû pêkhateyan di dibistanan de hebin û her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.

-Divê di vî warî de piştgiriyê bidin tecrubeya Rêveberiya Xweser da ku pêş bikeve.

-Ji bo avakirina eniyeke berfireh bi armanca misogerkirina mafê ziman ên komên etnîk û kêmnetewan pêwîst e bi desteyên qanûnî û medenî re kordîneyk bê avakirin.