JI BO GELÊ ME Ê WELATPARÊZ Û RAYAGIŞTÎ A DEMOKRATÎK

Komîteya Perwerdê ya KCK'ê

22. Roja zimanê dayîkê a navnetewî di serî de ji Rêber APO re ku hêviya azadiya gelekî ya çand, nasname, ziman û hebûna wê hatî qedexekirin û tûne hatî hesibandin gihand asta tekoşînekî bê hempa û di vê oxirê de ti astengan nasnekir, şehîdên me ên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de mirinê weke bi dawîbûnekî nedîtin û xwe gihandin bêmiriniyê, her wisa ji gelê me yê berxwedêr ku di gel her cûre qedexe, zext, çewisandin, îşkence û înfazan stranên bi zimanê xwe gotî, çîrokên mêrxasiyê vegotî, dengê tilîliyên xwe bilindkirî û li hember neyar çok nedanî, pîroz be.

Ziman ne tenê amûrekî vegûheztinê; di heman demê de ji bo gelekî amûrê herî girîng a jiyandina nasname û çanda xwe û wan gihandina pêşerojên ronake. Her zimanekî hilgirê dîrok, çand, wêje, hûner û felsefeya jiyanê a civaka xwe ye. 

Li gor daneyên Rêxistina Perwerde, Çand û Zanist UNESCO a girêdayê N.Y, ji % 40'î şêniyên li cîhanê ji perwerdeya bi zimanê ku diaxivin ango fêmdikin bêparin. Li cîhanê ji dû heftê carek zimanekî tevî nêvenga çandî û entellektûelî a tê de çêbuyî dimre. Îro di nav nêzî 7.000 zimanên li ser ruyê cîhanê tê axaftin de 2474 ziman bi metirsiya tûnebûnê re rû bi rû ne. Ji sala 1950'î heya niha 230 ziman ji navê rabûne ango tûnebûne. Ji ber rastiya ku bi her zimanekî mirî re çandekî jî dimre, perwerdeya bi zimanê dayîkê pirsgirêkekî giştî a kûrewiye û li benda çareseriyekî lezgîne.

Li gel pêşketina Kapîtalîzmê polîtîkayên fermî ên dewletan ji destpêkê heya îro li hember hebûna zimanan metirsiyekî jiyaniye. Di destpêka sedsala 20'an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema dewlet-netewên yekdest ên hatî damezrandin, gelek welat bune goristanê zimanan. Dewlet-netew bi polîtîkayên xwe ên qirkirina zimanî û çandî, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek zimanî wek neçariyekî li ser gelan ferzkirine. Riya sereke a bişaftina civakekî qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekî wêraniya herî mezin bi zimanê xwe neaxaftin, jibîrkirina zimanê xwe û dûrketina ji zimanê xwe ye. Eşkereye ku civaka zimanê xwe ji bîrkirî bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîrê xwe wenda bike. Ev yek qira civakiye ku ji hêla hişê dewlet netew bi domdarî tê meşandin.

Dagirker bi armanca bikaribin hebûna gelê Kurd ji holê rabikin, bi sedan salan êrîşên hovane meşandin, dimeşînin. Benda 42'emîn a destûra bingehîn ê dewleta Tirk a girêdayê feraseta "yek netew, yek ziman" ku perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe dike û dibêje; "Ji derveyî Tirkî ti zimanekî din nikare di saziyên perwerde û hînkariyê de ji hemwelatiyên Tirk re wek zimanê dayikê bê dayîn û fêrkirin" Ev, ji hêla feraseta dewlet-netew a bi destê moderîteya kapîtalîst hatî welidandin tûne hesibandina gelan û zimanên wan e. Li Tirkiyê ku mozaîkê gelane, di sala 2021'ê de ti gel ne li dibistanan, ne li ti saziyekî fermî nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Tv, ajansên nûçeyan, kovar, radyo, weşanxane û heta dibistanên seretayî hatin girtin, dibistana seretayî a Alî Erel ê di 2015'an de hatî vekirin di 21'ê Sibata 2016'an roja zimanê dayîkê a navnetewî de hat girtin. Peykerê nivîskar û helbestwanên Kurd hatin rûxandin, tabelayên nîşaneya pirzimanî hatin rakirin, deriyê komele û enstitûyan hatin daxistin. UNESCO ku di raporên xwe ên berê de destnîşan kiribu ku li Tirkiyê 15 ziman li ber tûnebûnê ne û 3 ziman jî tûne bûne. Lê, di rapora xwe a çend roj berê weşandî de rewşa heyî ji nedîtî ve tê û mîna ku bêje ji bo hemû zarokan gihandina perwerdê de, li derveyî hin astengên teknîkî ti astengek nîne û bi vê raporê li hemberî gelan faşîzma li ser ziman û perwerdeyê rewa dike. Ev yek 'biratiya gûstîlê' a navbera modernîteya kapîtalîst û dewlet-netewe ku di encam de kapîtalîzm bi dengekî bilind dibêje; "Şeran jî ez derdixim, bangawaziyên aştiyê jî ez dikim, rastiyê jî şaşiyê jî ez diyar dikim" Heman dewleta Tirk di hêlekî de ji ber koçberiyên li van salên dawî wergirtî, li hêla din jî li Efrîn, Serêkanî û Girêspî'yê dagirkirî de, bin navê xizmeta perwerdehiyê li pêş çavê cîhanê mûferedata Tirkî bi rêka wergera Erebî li ser bi sedhezaran zarokên Kurd û Ereb ferzdike û wan dûçarî polîtîkayên qira zimanî û çandî dike.

Li Îran'ê mamoste Ferzad Kemanger a ji Kamyaranê ku sala 2010'ê bi hinceta "dijmintiya li hember xwedê" tevî çar hevalên xwe hatî sedaredan, dîsa çend roj berê bi hinceta 'ewlekariya welat xistina bin metirsiyê' 5 sal sizayê girtîgehê dayîna jina bi navê Zara Mûhamedî ku li Sinê perwerdeya ziman dida zarokan, di şexsê zimanê Kurdî de yek jê mînaka herî hovane a dijmintiya dewleta Îranê ê li hemberî Kurdane. Li derveyî mînakên bi rayagiştî re hatî parvekirin, ev bi sedan sale li erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran mirovên me ên xwedî li ziman û çanda xwe derketî, bê cûdahiya zarok, jin, ciwan, pîr û kal bi hovîtî hatin qetilkirin.

Di van mercên neyeksan de ku tûnekirin li ser gelê me tê ferzkirin û di ti zagonên navnetewî ên li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê de cih ji Kurdan re nayê dayîn, tişta bi tenê bê kirin; di hemû warên jiyanî û zagonî de ji herdemê bihêztir meşandina tekoşîna xwedî lê derketin û pêşdebirina hebûn, nasname û zimane.

Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê tekoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza cewherî û vîna cewheriye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovane û li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandiye.

Em wek Komîteya Perwerde a KCK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayîkê a Navnetewî careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûniye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrutire. Divê em ji bîrnekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêmin; ji bo ku yên pê dizanin na axivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tûne dibe, dimre. Lewra pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, tekoşîna xistina bin ewlehiyê a perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê tekoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî. Roja zimanê dayîkê a navnetewî ji gelê me û ji hemû gelên tekoşer re pîroz be.

 

21-02-2021

Komîteya Perwerde a KCK'ê