Pîvanên perwerdeya çalak

05

Her ku diçe, hezkirina xwendekaran ji dibistanê re kêm dibe. Pêwistî bi guhertina vê rewşê heye. Tê zanîn ku berdewamî û pêşketina her saziyekê bi asta girêdana wê bi pêdiviyên nûjen ve têkildar e. Heman tişt li ser saziyên perwerdeyê derbasdar e. Eger ev sazî bixwazin di rol û çalakbûna xwe de berdewam bin, divê ji bo tiştên nûjen her tim di rewşeke lêgerînê de bin. Eger em behsa çalakbûna perwerdeyê bikin, pêwist e nerîna kevin a ku perwerdeyê yek alî (mamoste agahiyan dide û xwendekar distîne) dibîne, biguherin. Çalakbûn tevlîbûnê dixwaze, tevlîbûn jî bê hevparî nabe, hevparî jî pirsgirêkan çareser dike û di heman demê zimanê dan û standinê pêş dixe, ev tev bi rêya herikîneke ku perwerdeyê hêsan û xweş dike de pêk tê. Hin pîvan hene di çalakirina perwerdeyê de alîkar in, em ê di vê nivîsê de behsa wan bikin.

Çalakiyên hevbeş

Dema ku mamoste û xwendekar ji bo armanceke hevbeş bi hev re kar dikin, fêrbûn bi awayekî çalaktir pêk tê. Fêrkirin li gorî perwerdeya nûjen tenê dayîna alîkariyê ye. Dema ku mamoste di pêkanîna karekî de bi xwendekaran re alîkar bin, di heman demê de wê xwendekar fêr bibin çawa alîkariya hev jî bikin. Çalakiya hevbeş di navbera mamoste û xwendekaran de û di navbera xwendekaran bi xwe de, daxwazeke xurtir a fêrbûnê çêdike. Dê û bav dikarin vî şêwazî di malbatê de bi bi zarokên xwe re pêk bînin. Di heman demê de di hemû astên perwerdeyê de ji pêşdibistan heya zanîngehê jî dikare were pêkanîn. Wekî din ji bo perwerdekirina têgihiştan, perwerdekirin û pêşxistina karmendên di saziyên cur bi cur de jî dikare were pêkanîn.

Rêbaza diyalogê

Hizirîn, hêza avakirina hiziran, derbirîn û veguheztina wan bi rêya diyalogê bi awayekî baştir pêk tê. Mamoste li xwendekaran guhdar dike û wateyê texmîn dike. Piştre û ji bo alîkariya xwendekaran, bersivan sererast dike. Dibe ku ev şêwaz di navbera dayîk û zarokan de pêk were, di semînerên xwendina bilind de jî dibe ku were pêkanîn. Li vir, mamoste agahiyên fermî yên dibistanê û agahiyên xwendekaran ên jiyanî û civakî bi hev ve girê dide.

Şîretkirin, otorîteyê nîşan dide, lê belê diyalog tê wateya wekheviyê. Di perwerdeyê de diyalog, ji dersên kilasîk gelekî cudatir e. Li gorî mamosteyê ku diyalogê bikar tîne, bersivên xwendekaran ji yên têgihiştan cudatir in. Bi rêya vê diyalogê huner, hêz, nirx û çanda xwendekar derdikeve der. Ev yek jî di pêvajoya perwerdeyê de ya li gorî bingeha hêza xwendekar, ji mamoste re alîkar e.

Bi rêya minhac pêşxistina ziman

Bi rêya diyaloga watedar, pêwist e ziman di hemû astan de weke bikaranîna zimanê devokî û yê akademîk û çareserkirina pirsgirêkan, were pêşxistin. Carinan şêwazê bikaranîna zimanê fermî di dibistanan de ji aliyê xwendekaran ve nayê fêmkirin. Bi rêya avakirina herikîneke fêrkirinê ya li ser esasê diyalogê, wê zimanê akademîk bi zimanê jiyanî re bibe yek.

Xwendin û nivîsandin, ji bo serkeftina dibistanê pêwistiyên bingehîn in. Hizir û agahiyên dibistanê ji ziman qut nabin. Zimanê civakî yê rojane, zimanê fermî yê akademîk û ferhengên pirtûkên dibistanan tev ji bo serkeftina dibistanê, faktorên girîng in.

Pêşxistina ziman, ji bo cureyên zimanên perwerdeya zanyarî, bîrkarî, dîrok, huner û wêjeyê jî derbasdar e. Fêrbûna bîrkarî bi awayekî çalak, bi hêza axaftina bi zimanê bîrkarî ve girêdayî ye. Dibe ku xwendin, nivîsandin, nîqaş û guhdarkirin di nav hemû biranşan de were fêrkirin. Hemû biranş weke zimanê duyem dikarin werin fêrkirin.

Girêdana dibistanê bi jiyana xwendekaran ve

Perwerdeyên dibistanan herî baş bi rêya çalakiyên rojane yên watedar digihêjin armancên xwe. Ev çalakî ji bo agahiyên nû pêş bixe, xwe dispêre tewazina agahî û hunera xwendekaran. Ev şêwaz, di xwendekaran de ji xwebawrbûnê pêş dixe û serkeftîtir dike.

Fêrbûna nû bi agahiyên kevin ve yekirin, tê wateya têgihiştinê. Alîkariya xwendekaran di pêkanîna van têkiliyan de, piştgirî dide xurtkirina zanista nû, her wiha di çalakiyên fêrbûnê de tevlîbûna xwendekaran zêde dike. Dema ku fêrbûna dibistanê bi tecrubeyên xwendekaran ên kesî, malbatî û civakî ve werin girêdan, wê fêrbûn bi wate bibe. Perwerdeya çalak alîkar dibe ku agahiyên razber ên dibistanê derbasî jiyana rojane bibin. Dibe ku alîkariya dê û bavan rê li ber qalibên guncav ên peywendî, axaftin û zanînê veke. Ev yek wê xwendin, nivîsandin, arîtmetîk û zanistê ji bo hemû xwendekaran watedar bike.

Fêrkirina hizirîna kompleks

Li dibistnan di wane û ezmûnan de di yek astê de li xwendekaran mêzekirin şaşiyeke herî li pêş e. Ev nêzîkatî, gelek xwendekaran ji astên xwendina bilind bê par dihêle.

Pêwistiya xwendekaran ne bi fêrkirina ku xwe dispêre dubarekirin û jiberkirinê heye, pêwistiya wan bi perwerdeyeke ku hizirîn û analîzê digire nav xwe, heye. Ev yek nayê wateya piştguhkirina rêziman an jî zagonên bîrkarî, lê belê derbaskirina vê astê û keşifkirina qadên mumkin ên kûrtir ên mijarên bi wate ye. Di perwerdekirina xwendekaran de gelek şêwazên hizirîna kompleks hene, weke mînak; minhacê duzimanî ji yê yekzimanî zehmetiyên fêrbûnê zêdetir derdixe holê.

Guhertina qalibên jiyanê û çandên civakî, her wiha guhertina qalibên hizirîna ciwanan, neçariyek e. Dema ku sîstema perwerdeyê qalibê xwe yê kevin diparêze û li gorî pêwistiyên nûjen xwe naguhere, nikare pêdiviyên xwendekaran pêk bîne û wê valahiyek mezin di navbera sîstema perwerdeyê û xwendekaran de çêbibe. Çiqas em karibin wê valahiyê biçûk bikin, em ê ewqasî nêzîkî pêkanîna armancên xwe bibin. Pêwistî bi hevkariya saziyên cur bi cur heye, pêwistî bi malbat, dibistan û sîstema rêveber ya ku nifşekî zana, xwedî vîn, kêrhatî û civaka xwe pêş dixe, heye.

Rûbar Mihemed