Felsefeya Platon a perwerdeyê

platon

Felsefeya Platon di perwerdeyê de gelekî balkêş e. Zanyar heya roja îro li ser lêkolîn û nîqaşan dikin. Lê belê, tişta balkêş ew e ku teoriya Platon a perwerdeyê çawa li pîvan û baweriyên di civaka nûjen de heyî, bandor kiriye? Berî ku em van hemûyan bizanin, eger em çawaniya vê teoriyê û avaniya perwerdeyê di civaka ku Platon pêşinyar dike de bizanin, wê bi sûd be.

Di warê perwerdeyê de Felsefeya Platon çi ye?

Li gorî Platon felsefeya perwerdeyê, ji bo Atîna ya kevin modeleke berfireh û hûrgulî ya perwerdeyê ye. Pir aliyên wê hene ku zanyar dikarin bê dawî li ser nîqaş bikin. Bi vê yekê re armanceke wê a hêsan heye, fikreke bi temamî bi felsefeya Platon re hevrêk e: weke kes û civak gihiştina başiyê, gihiştina rewşeke têrker ango dilşadiyê (eudaimonia).

Li gorî Platon, ji bo ku mirov fêr bibin bi awayekî baş jiyan bikin, pêdivî bi perwerdeyê heye. Nabe ew, tenê fêrî tiştên weke bîrkarî û zanyariyê bibin. Divê di heman demê de leheng, aqilane (rational) û hevsan (temperate) bin. Kes wê karibin jiyaneke encamgir jiyan bikin û amadekariyên wan jî baştir bin. Tevî vê yekê, afrinadina kesên encamgir û perwerdekirî, wê sûdeke mezin bide civakê.

Bi armanca ku civak pêş bikeve û ber bi başiyê ve biçe, wî dixwest rêberên herî baş biafirîne. Wî pêşinyar dikir ku bi rêya perwerdeyê weke ku ew dibêje kesên “parêzvan” werin perwerdekirin. Kesên herî guncav ji bo rêvebirina civakê ev in (bêhtir weke ‘qiralên fîlezof’ tên naskirin). Platon bi modela xwe ya perwerdeyê, pêkanîna tekekesî û başkirina civakê armanc dikir. Her du jî ji bo pêkanîna rewşa eudaimonia ye. Ji bo pêkanîna vê yekê, pêşinyara Platon çi ye?

Platon dixwest sîstema perwerdeya Athena di bin kontrola dewletê de be, ji bo ku bandora perwerdeya Sparta li ser Platon fêm bibe, ev xal destpêkeke baş e. Civaka Sparta bi rêya perwerdeyeke bi hêz a fîzîkî, bi armanca ku ji dewletê re xizmet bikin, şervan diafirandin. Tevî ku Platon ji vê modelê hez kir, ji hêla xwendin û nivîsandinê ve lewaz dît û wî dixwest bi rêya perwerdeyê him laş û him jî bi mejî re mijûl bibe.

Minhac

Ji bo vê teoriyê minhacek tê pêşinyarkirin. Ev minhac ji zarokên temenên wan gelekî biçûk dest pê dike û dibe ku ji bo hin kesan bigihêje temenê 50 salî. Ew, bi du beşên jev cuda hatiye veqetandin: perwerdeya seretayî û perwerdeya bilind.

 

Perwerdeya seretayî

Perwerdeya seretayî heya 20 salî didome. Destpêkê, divê zarok bi piranî perwerdeya vîzîkî (laş) bibînin. Pêwist e ev yek heya 10 salî berdewam bike, ji bo zarok tendurist û saxlem bimînin û di heman demê de karibin li hember nexweşiyan bêhtir li berxwe bidin. Piştre, divê zarok perwerdeya huner, wêje û mûzîkê jî bibînin, di nerîna Platon de ev mijar wê kesayeta zarokan ava bikin. Huner wê bibe amûrek ji bo perwerdekirina exlaq û başiyê. Di heman demê de ji bo bidestxistina hevsengiya mijarê, gelek biranşên piratîkî tên dayîn. Weke mînak; bîrkarî, dîrok û zanist jî di nav de ne.

Perwerdeya seretayî ji bo pêşketina kesayeta zarok, demeke gelekî girîng e. Pêwist e ev perwerde neyê ferzkirin, ev yek dibe ku kesayeta mirov girê bide û kesayeteke jê dûr ava bike. Ji bo jêhatîbûn û kêrhatinên zarokan ên xwezayî bêyî ku bandor bibin pêş bikevin, divê azad werin berdan. Dibe ku ev rewş ji bo wan pîşeya herî guncav nîşan bide û cûreyê kesayeta wan a pêşerojê diyar bike.

Perwerdeya bilind

Di minhac de, qonaxa duyem weke perwerdeya bilind tê binavkirin. Di vê qonaxê de pêwist e kes di bîstsaliya xwe de di testekê re derbas bibe da ku were diyarkirin ka wê bikare derbasî perwerdeya bilind bibe yan na. Wê demê, di deh salên pêş de gelek biranşên pêşketî yên weke stêrnasî û geometrî dixwîne heyanî derbasî testeke din dibe. Bi vê testê diyar dibe ka wê bikare derbasî perwerdeyeke din bibe yan na.

Kesên hîn di sîstema perwerdeyê de, wê bi awayekî berdewam fêrî mjarên nû û pêşketîtir bibin. Kesên ku di ezmûnan de pîvanan pêk nayînin, ji perwerdeyê tên dûrxistin. Ev yek, heya 50 salî berdewam dike. Dema ku kes gihişt vê asta perwerdeyê, ji bo erkeke girîng bigire, kêrhatî û serkeftî tê dîtin. Ev kes weke parêzvanên dewletê tên pejirandin. Ji bo birêvebirin û piştgiriya civakeke hevsan û exlaqî, yên herî guncav ew in. Ew kes, ‘qiralên fîlezof in’. Ji bo civak xwe bigihîne başiyê, ev nêzîkatî teorî û rêbaza rast ya perwerdeya Platon nîşan dide.

Ew kesên ku di astekê de dev ji perwerdeyê berdane, wê karekî yan jî pîşeyeke li gorî jêhatîbûnên xwe bibînin. Lê dîsa bi vê perwerdê wê bikarin bandoreke erênî li civakê bikin û wê ev yek bihêle ku xwe bigihînin rewşa têrbûnê. Divê ew kesên parêzvan ji bo berjewendiya dewletê, hewl bidin ku van nerînan di qadeke firehtir de pêk bînin. Platon, bi rêya avakirina dibistana xwe ya taybet ‘Akademî’ felsefeya xwe ya perwerdeyê xist piratîkê.

Akademî

fîlezofê Yûnanî yê kevnar yekem enstituya xwendina bilind ava kir. Ew jî weke zanîngeha ku em îro nas dikin e. Akademî, saziyeke perwerdê bû ku Platon dixwest bi rêya wê nerîna xwe ya perwerdeyê di civakê de biceribîne û pêk bîne. Armanca wê, mirovan fêr bike ku çawa bi awayekî baş jiyan bikin û ji bo civakê jî afirandina qiralan bû. Di rojên îro de, di hunerê de û bi piranî weke sembola felsefeya kilasîk tê dîtin.

Lê belê, di bingeh de dibistaneke ku ji bo felsefeya Platon tê de were fêrkirin, hatibû sazkirin. Wê mijarên cur be cur fêrî mirovan bike û ji bo rêvebirina bajarekî adil û bi exlaq kesê herî guncav û jêhatî hilbijêre, kar dikir. Me niha fikrên Platon çi ne û di civakê de wek piratîk çawa pêk tên, keşif kir. Lê ev hemû tên çi wateyê? Platon çima israr kir ku perwerde bi vî awayî be?

Şîroveya teoriyê

Felsefeya perwerdeyê ya Platon dixwest her tişta ku pê re mijûl dibe, hewl dide ku ser bixe: dewleteke xwedî rol, hevsan û dilşad. Wî bawer dikir ku divê perwerde were birêxistinkirin bi awayekî ku karibe rêyên pozîtîf ji bo pêşketina mirovan û civakê peyda bike. Ji bo gihiştina rewşeke têr û temam, wê mirov bêhtir amade bin û wê civak ji bo dewleteke adil û îdeal bêhtir amade be. Felsefeya perwerdeyê ya Platon ji bo her kesî başiya hevbeş pêş dixe û ji bo wê yekê kar dike.

Hin kes wê hemû astên vê avaniya perwerdeyê derbas nekin, lê ev ne girîng e. Eger kesekî astek derbas nekir, ev nîşaneya ku ew di civakê de ji bo erkekî din, guncav e. Êdî ew dikarin ji bo vê erkê pêk bînin, rê bidin hewldanên xwe û di encamê de ji bo jiyaneke pêkhatî, kar bikin. Yên ku di hemû astên perwerdeyê de derbas bibin û piştre dibin parêzvanên dewletê, fîlezof bi xwe ne. Ew di civakê de wê bibin ên herî zana, aqilane (rational) û hevsan. Platon dixwest civakê ji wan raydarên polîtîk yên heyî xilas bike û ji bo rêvebirina dewleteke hevsan, bi yên herî guncav biguherîne, di heman demê de ew bi berjewendiya hevpar a her kesî re eleqeder dibe. Li gorî Platon vê yekê tenê fîlezof dikarin bikin.

Felsefeya Platon ya perwerdeyê çima bi civaka nûjen ve têkildar e?

Sîstema perwerdeyê li ser bingeha her kes karibe xwe bigihîne heman perwerdeyê, hatiye avakirin. Bingeha wê, wekheviya kesan e. Ev yek rê li ber mirovan vedike ku geş bibin û di civakê de berê wan dide jiyaneke xwedî bandoreke pozîtîf û hêvî dike ku wan bigihîne rewşa têrbûyînê.

Ew radigihîne ku her kes xwedî azadî ye, vê taybetmendiyê şêweyeke bi nîqaş ji demokrasiya modern re bingeh çêkir. Erkê mamosteyan ne ew e ku tenê agahiyên ku dixwazin bidin zarokan, erka esasî ew e ku ji bo başbûna wan xwe berpirs bibînin û bi wan re eleqeder bibin. Di heman demê de armanca parêzvanan ew e ku ji bo her kesî xwedî eleqederbûneke kûr bin. Ev hemû ji bo xwe gihandina armanca Platon a dawî ji mirovan re rehberiyê dikin.

 

Rûbar Mihemed