Perwerde û Pedagojî

02

Dema ku zarok çavên xwe ji jiyanê re vedike, perwerde dest pê dike. Perwerde, dema ku bebik derdorê xwe dişopîne û teqlîd dike dest pê kiriye û ev pêvajo pêvajoya perwerdê ya xwezayî ye. Piştî ku bebik digihêje qonaxa zaroktî bi demên lîstokê û perwerdeya beriya dibistanê perwerdeya fermî nasdike. Piştre salên seretayî dest pê dikin û bi vê yekê zarok derbasî sîstema dibistanê dibe û li ser bingeha minhacê akademîk dest bi fêrbûnê dike. Bi vî awayî jiyana fêrbûnê nas dike û bi fikra serkeftina akademîk wê jiyaneke xweş bide wê/î êdî derbasî pêvajoya bidestxistina agahî û kêrhatinan bûye. Fehm û fikrandina giştî ya ku di encama civaka hiyarereşîk de pêş ketiye bi vî awayî ye. Gelo ev çiqas raste? Pedagojiya ku li ser vê şêwegirtinê hatiye avakirin û qebûlkirin; wê çiqas xwe ji qalibên desthiladariyê rizgar kiribe. Di civakên heyî de qada ku herî zêde têkiliyên desthilatdariyê lê tên hilberandin û pêşxistin, qada perwerdê ye. Lewma di vê nivîsa xwe de ne tenê têkiliya perwerde û pedagojiyê, bi teoriya rexnegir nirxandina her du têgînan wê rastir be. Di vê wateyê de eger di warê têgînî de em bînin ziman;

Perwerde çi ye: gelek pênaseyên cuda yên perwerdê hene. Ev pênase zêdetir bi peywira perwerdê ya civakî ve girêdayê hatine kirin.

Li gorî pênaseya klasîk, perwerde pêvajoya bi rêka jiyara kes, di tevgerên wê/î de guhertin û veguhertinên tên xwestin avakirine. Ji ber ku ev pênase bi pirsgirêke û dibe mijara niqaşan. Di roja me de pênaseya giştî ya perwerdê wiha ye; naskirina mirov a xwezayê, fêmkirin, bêyî ku tewazina xwezayê xirab bike, di xizmeta mirov de veguherîne; li rex wê, mirovê ku di xwezaya xwe de jî civakî ye, ji bo mirov civakî bibe agahiya pêwîst, kêrhatin û feraset bidest bixe, her wiha ji bo kesayet bi şêweyek azad pêş bikeve pêşkêşkirina derfetane.

Bê guman, wê her sîstem perwerdeya xwe ya pedagojîk û androgojîk li gorî civakbûn û îdeolojiyên xwe bigirin dest. Tevî ku ne tekezim, ev yek ne rewşeke ku neyê pejirandine. Lê sîstema alternatîf a ku armanca wê pêşxistina civaka Rojava (Bakur û Rojhilatê Suriyê) ye, di serî de perwerde di gelek qadên jiyanê de neçare ku derbikeve derveyî qalibên giştî û di warê têgîn û teorî de sîstema xwe pêş bixe. Lewma me mijar ne li gorî qebûlên giştî yên zanistî û sergotara nivîsê girte dest. Ji hêla felsefî ve bi destgirtina zanistên mijarê gotinê wê zêdetir li gorî rastiya me ya civakî bibe. Lewra, di warê felsefî de nêzîkbûna perwerdê ji zarokatiyê heyanî pêvajoya akademîk pîvana serkeftinê, pîvana statûyê û girtina dîplomayê ya ku weke pîvana kêrhatina civakî tê dîtin red dike, beramberî wê bi xweza, pêvajo, armanc û îdealên perwerdê re eleqeder dibe. Felsefeya perwerde têgîn û disîplîneke ku di warê perwerde de rê nîşandere, şêwe dide armancên perwerdehî û di vê qadê de rê li ber pêkanînên cihê reng vedike. Perwerde bi saziyên civakî an jî di nav pêvajo ya pêşketina hebûnî de dikare were bi dest girtin. Bi pêdiviyên civakî ve girêdayî, teoriyên cuda dikarin werin pêşxistin û bi vê yeke re înşaya civakî dikare pêk were. Pêvajoyên perwerdeya civakî ne bi dabeşkirinên çêkirî yên weke seretayî, navîn û amadeyî, li ser dabeşkirina pedagojîk (perwerdeya zarok) û androgojîk (perwerde ya gihaştiyan) dikare were bi dest girtin û bi feraseta di her kêliya jiyanê de perwerde mirov dikare kes û civakên azad ava bike. Her wiha, rastiya dibistan-ref a ku di modernîteya serdest de wek berhema endezyariya civakî hatiye sazkirin li ber çav were girtin û li gor dualîteya perwerde û cih qadên cuda yên perwerdehî dikarin werin sazkirin. Mirov îdîa bike ku dibistanên heyî nîşaneyên netew dewlet û desthilatdarîyê ne wê ne şaşbe. Weke ku Îvan Îllîch dibêje ‘dibistan fahîşeyên sîstemê ne’ jiber ku perwerdekirina zarok û ciwanan ne karê dewletê ye, karê civakê ye. Di vî warî de, neçare ku perwerdeya li Rojava di cihên civakî û ekolojîk de pêk were. Mînak, çima em wargehên bi xwezayê re yekbûyî weke alternatîfên dibisanan nefikirin. Modela dibistanê ya di nav çar dîwaran de perwerdeya pedagojîk-androgojîk tê esasgirtin û di modela perwerdê ya kampan de wê perwerdeyek rexnegir a pedagojîk-androgojîk derbikeve holê. Ango ne perwerdeyek a ku agahî digire, ya ku agahiyê peyda dike û dixuliqîne armanc bike. Ev yek jî tenê ji derveyî zêhniyeta serdest bi nirxandina têgîna pedagojiyê ve gengaze. 

Pedagojî, peyvek yûnanî ye. Paid tê wateya zarok û ago jî rêvebirine. Bi gotinek din zanista perwerdeya zarokane. Ji yên ku vî karî dikin re jî pedagog tê gotin. Li gor min hem di warê pîşeyî hem jî di warê zanista perwerdekirina zarok de di destgirtinê de pirsgirêk heye. Ji ber ku di perwerdekirina zarok de tenê otorîteyek heye, ew jî dayîke. Dayîkbûn ne pîşe ne jî zanisteke, jiyan û xweza bi xwe ye. Têgîna pedagojî ya ku zanista perwerdeya zarokane mercên civakî yên ku bingeh digire wê zarokên di civakên bindest de çêdibin, mezin dibin û bi zimanê xwe girî jî li wan tê qedexekirin wê kîjan pîvan û analîzên pedagojîk, derûnî an jî gihandina zarokên mijarê gotinê bikare îzah bike. Bê guman emê nekevin di nav nêzîkatiyek hişk a ku rastiya cîhana modern ji nedîtî ve tê. Lê belê mirov bihesibîne ku rastiya cihana modern heqîqete, ev yek wê were wateya ku em kodên zêhnî yên ku hatine sazkirin dipejirînin. Ji berê ve pir kes û zaniyar li dijî feraseta pedagojiya serdest rabûne û şîroveyên rexnegir pêşxistine. Li jêrê emê hewl bidin ku bi xetên sereke bînin ziman, lê berî vê yekê wê bi sûd be ku em behsa rehendên jêr ên pedagojyê bikin.  

Pedagojiya perwerdê: têgîna perwerdê têgîneke ji dayîkbûnê dest pê dike. Ev têgîn di serî de ji hêla malbatê, piştre jî ji hêla dibistan û saziyên perwerdehî ve tê birêvebirin. Pedagojiya perwerdê jî polîtîkayên pêwîste ku pêk werin û rêbazên perwerdeyên ku zarok di demên cuda de dibînin, diyar dike.

Orthopedagoji: Bi rewşa zarokên ku bi civakê re nelihev û pirsgirêkan jiyan dikin, mijûl dibe. Di civakê de zarokên ku li hemberî derdorê helwest û tevgerên wan hene û xwedî potansyela ku sûc bikin bi vê rehenda pedagojiyê ve tên destgirtin û ji bo van rewşan rêyên çareseriyê tên gerandin.

Pedagojiya transkultural: Bi faktora çandî ya ku li ser tevgerên zarokan bandor dike, mijûl dibe. Têgîna çand li gor welat û herêman dikare cudabûnê nîşan bide. Pedagojiya transkulturî jî ferasetên çandî yên ku di civakekê de hene di gihandina zarokan de bandorekî çawe çêdike, lêkolîn dike.

Antropedagoji: Di warê pedagojîk de rewşa kesayetên di dîrokê de mînak in lêkolîn dike û bi awayekî beramber têkiliyên wan û yên roja me datîne. Ev têgîn di encama yekbûna pedagojî û antropolojî ya ku tê wateya zanista mirov, pêk hatiye. Ev zanist helwest, tevger û kesayetên dîrokî yên girîng lêkolîn dike.

Ji derveyî van, pedagojî bi şaxên weke pedagojiya medya û pedagojiya zarokên astengdar ji hev tê cudakirin.

                Di pedagojiyê de nêzîkatiya herî girîng pedagojiya rexnegire. Pedagojiya rexnegir di perwerdê de weke nêzîkatiyek modern a ku azadiyê pêk tîne, tê nirxandin. Di perwerdê de pedagojiya rexnegir nêzîkatiyek alternatîf a herî girînge, ji ber ku ji holê rakirina têkiliya hiyerareşîk û hemû şêweyên zextê armanc dike, her wiha dixwaze kirdeyên ku di perwerdê de wek bireser tên dîtin azad bike.

                Her çiqas ku rabirduya wê ya dîrokî kevn be jî gelek îdeayên bi bandor ên pedagojiya rexnegir perwerdekarên rexnegir ên îro jî tînin ziman. Perwerdekarên rexnegir ên weke Freire, Bowles, Gintis, Apple, McLaren, Giroux bi taybet jî Marksizm û dibistana Frankfurt, ji Gramsci û Althusser ketine rê têkiliyên perwerdê bi binesaziya aborî re danîne; raber kirine ku perwerde ne tenê çalakiyek fêrkirinê ya ku di sînorê saziya perwerdê de tê pêkanîne. Li gorî wan, perwerde bi gihandina hêza kar ve hêz dide çandiniya aborî ya ji nû ve; bi vî awayî pêvajo û materyalên perwerdehî di warê aborî de bi desthilatdarî re dikeve nav têkiliyê de.

Ji xwe ji bo perwerdekarên rexnegir pedagojî, pratîkek girîng a desthilatdarî, vesazkirin û rewakirina wê ye. Her wiha ev pratîk tenê cih dide hizrên çînên desthilat, cih nada hizir û dengên çînên bindest ên weke (karker, gundî, jin, astengdar, grubên etnîkî, reşik û hwd). Li gorî pedagogên rexnegir di vê sîstema perwerdê de bicihkirina dengê van çînên bindest ne mumkine. Ji ber vê yekê ji bo ku yên bindest di perwerdê de û bi perwerdê zanebûn qezenc bikin pêwîstî heye ku pedagjî wate û şêweyek nû qezenc bike. Di serî de Freire, gelek pedagogên rexnegir radigihînin ku wate qezenckirin û şêwegirtina perwerdeyek nû tenê dikare li ser ziman û pirsgirêkên civakên bindest pêk were. Lewma pêwîste ku di perwerdê de veguherandinek şoreşgerî pêk were. Ev veguhertin wê ji demokratîkbûna perwerdê re rê veke; bi vê yekê re wê cihêrengî û dewlemendiya hemû civakên bindest bi perwerdê jiyanî bibe. Civaka Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ji bo ceribandineke wisa ya herî guncave.

Em nivîsa xwe bi kurte nivîseke Abdulah Ocalan ya em difikirin ku hêz dide pedagojiya rexnegir bi dawî bikin.

“Mirov dikare perwerdeyê weke çalakiyeke civakî ya ku ezmûnên civakê bi awayê agahiyên teorîk û pratîk ji endamên xwe re ragihandin pênase bike. Civakîbûna zarokan bi çalakiya perwerdeya civakê ve tê meşandin. Perwerdeya zarokan, ne erka desthilatî û dewletê ye; erka herî girîng a civakê ye. Ji ber ku zarok û ciwan, ên wê [civakê] bi xwe ne. Gihandina zarok û ciwanên xwe, weke hem maf û ham erk, li gorî kevnoşop û tabetmendiyên xwe yên civakî, û veguherandina wan bo xwe, mijareke jiyanî ye û pirsgirêka domandina hebûna wê ye. Ti civak nikare mafê xwe yê heyînê û erka xwe ya ji bo vê ya perwerdekirina ciwanên xwe, bi hêzeke dîtir re parve bike û wan dewrî wê bike. Hêzên mijara gotinê, tevî ku dewlet yan emrazên cûrbecûr ên desthiltî bin, dîsa nikare vî mafî û vê erkê dewrî wan bike. Nexwe, wê wisa bê hesibandin ku xwe radestî (teslîmî) yekdestiyên serweriyê kiriye. Pîroziya mafê perwerdeyê, çavkaniya xwe heyînê digire. Yek ji dijîtiyên herî mezin ên şaristanî li hemberî civakê bi dirêjiya dîrokê, çalakiya hêştina civakê bêpar ji zarokan û ciwanan e. Van çalakiyên xwe bi du rêyan pêk tînin: An bi rêya tunekirina mezinên wan, ew dikin kole; yan jî ji bo nirxandina wan di qata desthilatî de, bi armanca qaşo perwerdekirinê, wan radigirin. (...)     

Bi taybetî desthilatiyên dewlet-netewê, yekdestiyên xwe li ser tevahiya zarok û ciwanên civakê berî her tiştî bi rêya perwerdeyê dihonin. Kesên ku bi heşmendiya xwe ya dîrokî, hunerî, olî û felsefî ve distrînin, êdî ne yên malbatên xwe yên bere ne; lê, zarokên cewherîn (xas) ên desthilatdaran in, anku malên wan in. Biyanîbûna mezin, bi vî awayî tê sazîkirin. Burjuwazî, ew çîn e ku di warê perwerdeyê de, li ser tevahiya civaka gel yekdestiya herî dijwar dadimezrîne. Dema ku 86 perwerdeya seretayî û navîn dike neçarî (mecbûrî) û dîplomaya zanîngehê jî tîne bîra yên bixwazin kar bibînin, ev tê wateya ku maşeya biyanîbûn û rajêrbûn a li ser ciwanên civakê, her wisa pêvajoya girtina wan a nava qefesê, bûye divêtiyek (mecbûriyetek). Dîsa, tê wateya ku zor, hêza daringî(madî) û perwerde, bûne çekên mêtingehkirina civakê, ku zor e mirov xwe li hemberî wan ragire. (…)

Lewre, dikare bi hêsanî bê diyarkirin ku civak herî zêde derbe xwariye ji şerê ku dewlet û destyilatî bi dirêjiya dîrokê bi navgîniya perwerdeyê li hemberî wê meşandine. Mafên civakan ên perwerdeyê, ew maf in ku pêkanîna wan herî zor e. Bidestxistina civak heyîna xwe bi rêya perwerdeyê li hemberî hêzên dêwane yên dewlet-netew û yekdestiyên serwer, ketiye heyama xwe ya herî dijwar a dîrokê. (...)

 

 Bi vî rengî, pirsgirêka perwerdeyê, di cewher de neçar dike ku saziyên (tevnên) exlaqî û polîtîk ên civakî werin avakirin; her wisa erka bingehîn a exlaq û polîtîka jî, pêkanîna perwerdeya civakî ye. Civaka ku xwe perwerde neke, wê ji holê rabe derfeta wê ya ku saziya xwe ya cewherîn a exlaq û polîtîka pêş bixe û wê li ser piyan bihêle; her wisa heyîna wê jî nikare xwe rizgar bike ji jiyîn, rizîn û belavbûna di bin gefa berdewamî de.” Abdullah Ocalan-Sosyolojiya Azadiye.

Akademiya Zanistên Civakî