Di bin sîwana berxwedanê de perwerde: Dibistanên Zapatista ên serbixwe

01

Perwerdeya Zapatista agahiyên alternatîf ên berfireh û qadên hebûnê derbas dike, agahiya kolektîf a ku veguherina civakî armanc dike, pêşkêş dike.

          Dema tu digihêjî civaka Zapatista li Cintalapayê, tişta destpêkê bala te dikişîne; cudahiya di navbera bedewbûna daristana Lacandonê (Lacandon Jungle) û xala kontrolê ya artêşa federal a Mexican de ya ku derveyî herêma Ejido hatî danîn.

          Li gorî zarokên Zapatista, di xalên kontrolê de lêgerîna di çentên wan ên biçûk de, yan jî dema bi dê û bavan re çûyîna bexçan, lêpirsîn tişteke normal e. Wan ev di tevahiya jiyana xwe de jiyan kiriye. Keçên ciwan ji awirên leşkeran an jî dema dengê xwe li ser wan bilind dikirin, pir bihêrs dibûn. Ji ber vê yekê di herêma Zapatista de jiyana zarokên Tseltalan (miletê Maya) tijî nakokî ye.

          Zarokên ku di navbera berxwedan û mirinê de jiyan dikinbi dê û bavên xwe re perwerdeya serbixwe a Zapatistan ava dikin; rêbaza wan a perwerdeyê li gorî pêwistiyên wan ên taybet in û civak bi rêya komeleyên gelêrî û karê hevbeş, piştgiriya wê dike.

          Projeya Zapatista a xweser ji pêşinyareke polîtîk û aborî ya xwecihî, herêmî û netewî ya xwe rêvebirinê zêdetir e. Destpêkirineke civakî û çandî ya berfireh e ku tê de perwerde hêmaneke sereke ye. Weke cîhaneke civakbûnê dibistan çand, pêkanîn û gotûbêjan nû dike. Dibe ku ne tenê di rêbazê dersdayînê de, di naverok û şêwazên birêxistina civak û têkiliyên malbatî de jî, guhertin û berxwedanê biafirîne.

          Tevî cudahiya di navbera şaredariyan de, perwerdeya xweser li Zapatista weke zanîngeha jiyanê tê dîtin. Pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin, armanc û naveroka perwerdeyê diyar dikin. Pirsgirêkên xwe jî bi hizirîn û hevpariya civakî çareser dikin.

Çawa her tiştî destpê kir?

Di sala 2001’an de û di Şoreşa Ricardo Flores Magon de, malbatên Zapatista yên bi şaredariya xweseriyê ve girêdayî, biryar dan ku zarokên xwe ji dibistanên fermî yên Mexican derxin. Wan dibistanan rêzgirtin ji çand û dîroka wan re nedigirt û zarokên wan weke miletekî resen fêrî mafên wan nedikirin. Zarokan ji neçarî zimanên xwe yên dayîkê jibîr dikirin û tenê bi zimanê Spanî diaxivîn. Di refan de hin mamosteyan eşkere malbatên Ezln û Zapatista rexne dikirin, zarokên wan ceza dikirin û bi tûndî li wan dixistin, ji ber ku ew cotkarên resen bûn!

          Ji xwe tê naskirin ku ev şêwazên tûndiyê yên çandî û fîzîkî yên rojane, gelek zirarê digihînin zarokan. Ew zarok, pirî caran bi girî vedigeriyan malê û nedixwestin careke din biçin dibistana Chopol Ajualil “hikûmeteke nebaş e”. Ev, bû yek ji sedemên bingehîn ku civakên xwecihî biryara birêxistinkirina projeya perwerdeya xweser bidin. Navê perwerdeya xwe jî kirin “perwerdeya rast”. Sîstema wan ya perwerdeyê sîstemeke serbilind e ku tê de rêzgirtin di navbera mamoste û xwendekaran de heye.

          Hemû civakên şaredariyê yên hejmara wan 117 in, biryar dan ku zarokan ji dibistanên giştî derxin û tevlî têkoşînê bikin. Di heman demê de navendên perwerdeyê yên xweser ava kirin. Mamoste jî bi awayekî demokrat ji civakê hatin hilbijartin û pispor ji derve anîn (weke zanyarên biyolojî, dîroknas, pisporên çandiniyê, rojnameger, endezyar û hin xwendekarên navenda şaredariyê) û ew perwerde kirin.

Mijar û zehmetî

Armanca vê perwerdeya xweser li rex daxwazên bingehîn ên Zapatista yên weke demokrasî, azadî û edaleta civakî û pêwistiyên ji hêla her gundekî tên diyarkirin jî bi rêya meclisên demokratîk çareseriyê digire nav xwe.         

          Dibistanên Zapatista, minhacên dibistanên fermî bi temamî ranekirine û mijarên peywendîdar bi rêya sembolên xwecihî tên nîşandan. Dîroka dagirkeriya Spanî û dîroka Tseltal bi hev re tên dayîn. Nirxên tekekesî, hevrikî, eşqa kirînê (consumerism) û milkê taybet tên lêpirsînkirin û nirxên weke civak û hevgirtinê tên fêrkirin.

Pirsgirêka mezin a perwerdeya xweser ew e ku wê çawa civakê veguherîne werzek dibistanê û tê de pergala fermî ya perwerdeya Tseltal were dayîn. Di vî werzî de zarok li ser çandinî, çinîn û festîvalên kevneşopî ango kevneşopiya devkî, fêr dibin. Bi vî awayî wê perwerdeya dibistanê û ya xwezayî ango ya xwemalî bi hevre bibin yek. Pêşkêşkerên perwerdeya rast ne tenê xwe fêrî perwerdekirina xwendin û nivîsandinê dikin, di heman demê de amûrên polîtîk-pedegojî jî digirin ta di hişên zarokan de ji bo çandina dendika hişmendiyeke rexnegir, bibin alîkar.

          “perwerdeya me, ji bo peydakirina şoreşeke mezin û yek dilî ye, ji bo em karibin bi hev re di heman rêkê de bimeşin. Em bawer dikin ku perwerde ne tenê fêrkirina xwendin, nivîsandin û bîrkarî ye, di heman demê de çareserkirina pirsgirêkên gelê me, çawaniya xweparastinê, dîroka me û berdewamkirina tekoşînê ye.

‘Hortensia Aragón, yek ji avakerên Perwerdeya Rast a Tseltal e.’

          Rêbazên fêrkirin û fêrbûnê li van dibistanan, ji zarokan re dibe alîkar da ku kesayeta xwe di jiyanê de pêş bixin. Cudatirî dibistanên din ên fermî, perwerde weke ku di xwezaya xwe de polîtîke tê birêvebirin. Bi çawaniya têkoşînê, guhdana xwezayê û serbilindiya parastina çand û xaka xwe tên perwerdekirin.

          “Di dibistanên xweser de, em bi zimanê Tseltal diaxivin û bêyî ku ceza hebe em dikarin her tişta di dilê xwe de heyî bînin ziman.”

‘Gloria, 11 salî ye’

          “Ez ji dibistana xweser hez dikim, ji ber ku ew rêzgirtinê didin peyvên min û mamoste gotinên xirab nabêjin.”

‘Julia, 9 salî ye’

          ‘Em dikarin bilîzin, mafên xwe nas bikin û dizanin ku hikûmet çi bi serê me dike.’

‘Manuel, 12 salî ye’

Xweserî û zayend

          Perwerdeya Zapatista derfetê dide zarokan ku bi rêya projeyên xweser xwe nas bikin. Zarok bi tevahî tevlî avakirina rastiya civakî û polîtîk dibin. Di dibistanên herêma Zapatista de nirxên tevgerê tên bidestxistin û bi rêya çalakiyên civakî û polîtîk tên tekezkirin. Dibistana xweser cihê hizirînê ye, zarok di avakirina kesayeta xwe de hest û hizirên xwe tînin ziman.

          Nêzî nîvê xwendekarên dibistanên xweser keç in. Ev yek, di civakên resen de tişteke balkêş e. Ji ber ku keç hîn ciwan in, divê di malê de kar bikin, haya wan ji xwişk û birayên biçûk hebe yan jî tişten xwarinê ji çiyê kom bikin. Dibe ku ji ber vê sedemê mamoste di amadebûnê de nerm in û keç dikarin xwişk û birayên xwe yên biçûk jî bi xwe re derbasî refê bikin.

          Kur di 12 saliya xwe de dikarin tevlî jiyana polîtîk a civakê, şaredariyê, çalakiyên werzîşê û xweseriyê bibin. Lê ne mumkin e ku keç tevlî van çalakiyan bibin, tenê di rewşên taybet de dema ku helwesta dê û bav a polîtîk derfetê bide wan ku têkiliyên cur bi cur pêş bixin.

Dema ku xwişka min Margarita 14 salî bû, diya min biryar da ku ji dibistanê derxe da ku di xwedîkirina birayên me de alîkar be. Ew gelekî girî. Lê diya min jê re got ku xwendin ne gelekî girîng e, ji ber ku herî dawî tu yê bizewicî.”

‘Lora, 10 salî ye’

Zarokên kur û keç di sîstema perwerdeya xweser de pîvanên şoreşgerî yên jin wê çawa jiyana wan a malbatî û civakî biguhere, fêr dibin. Keç mafê xwe nas dikin û wê çawa biryar bidin, fêr dibin û bi awayekî aktîv tevlî tevgera Zapatista dibin. Keç şûna ku di 14-15 saliya xwe de bizewicin, xebatên civakî yên weke tenduristî, mafê mirovan de cih digirin, tevlî komîteyên polîtîk dibin an jî biryar didin ku bibin şoreşger. Ev jî, nabe qutbûnek ji têkiliyên civakî.

Perwerdeya serbixwe, ji bo şêwegirtineke cuda ya avakirina civakî ya ku ji nerîn û pêkanînên cur bi cur ên têkiliyên di navbera her du zayendan de, derfetek e. Bi vî awayî, ne tenê aliyên polîtîk, civakî û çandî, her wiha derbasî aliyên berfireh ên zanist û hebûna berdêl jî dibe. Dibistanên Zapatista, zanista hevpar û veguhertina civakî armanc dike.

Angélica Rico

 

Angélica Rico rojnamevaneke û di geşdana gundewarî de ji zanîngeha Autonomous Metropolitan a Xochomilco Master girtiye. Di salên “1994 – 1999” an de weke rojnamevana şer kar kiriye. Di salên “1999 – 2009” an de, di civakên Cultural AC, Tzeltal, Tzotzil û Ch’ol de berpirsa projeyên çandî, perwerdeyî û berhemdarî bûye.

 Amadekar: Rûbar Mihemed

Jêder:  http://roarmag.org/2014/01/zapatista-autonomous-education-chiapas