Rêbazên Pêşxistina Perwerdeyê Ya Kuba

Piştî Şoreşa Kubayê ya ku di 1959’an de di pêşengtîya Fidel Castro de serkeftina xwe îlan kir, ji perwerdeyê re girîngiyeke pir mezin hat dayîn. Serokwezîr Fidel Castro polîtîkaye perwerdehîyê bi van gotinan pênase dikir; “civaka sosyalîst, li ser esasê fêmkirina hevbeş a ku dibêje feqîrî, cehalet û paşketin bi perwerdeyek xwedî kalîte ji holê radibe, ava dibe.” Ji bo ku bibe xwedî sîstemeke perwerdeyê ya bi kalîte û cîhanî gavên girîng avêtin. Girîngiya ku Kuba dayî perwerdeyê bi xwe re guhertinek civakî anî.
Di salên 80 û 90’î de yek ji welatên cihanê yên ku rêjeyekî herî bilind a budçeya xwe ji bo perwerdeyê veqetandî ye, Kuba bû.
Perwerdeya Kuba li ser sê rêbazên bingehîn pêşketiye.
- Seferberiya Xwendatiyê: Di sala 1961’ê de pêngava Kuba ya herî navdar destpêkê seferberiya xwendatiyê bû. Ev pêngav bi tevlîbûna 250.000 mamoste û bi hezaran xwendekar ji bo perwerdekirina yek milyon kesên nexwenda hat meşandin. Di dawiya sala 1961’ê de % 75’ê van milyon kesî bawernameya qonaxa Seretayî ya xwendatiyê wergirtin.
- Derfeta wekhev a xwendinê ji bo her kesî ava kir: Bi pêşketina xwendatiyê re rêjeya kesên ku tevlî dibistanê bûne zêde bû û di nav deh salan de du qatan zêdetir bû. Sedema vê yekê ya bingehîn jî ji ber ku xwendin ji seretayî heta zanîngeh û fakulteyê bê pere bû. Hikûmetê bernameyên perwerdeyê ji bo jinên cotkar, karker û yên dev ji dibistanê berdane, amade kir. Van bernameyan tevî navendên perwerdê derfet da ku her kes xwendina xwe berdewam bike. Her wiha ev bername gihişt kesên li gundên dûr dijîn jî. Kuba berhemên vê yekê girtin ku di nîvê salên 90’ê de rêjeya kesên tevlî qonaxa seretayî bûne gihişt % 99. Li beramberî wê li Emerîka Latîn kesên ku beşdarî vê qonaxê bûyîn di rêjeya % 87 de bû. Di wê demê de %99 xwendekar gihiştin refa pêncem. Ji % 78 xwenedekarên kur û ji % 82 xwendekarên keç derbasî dibistana amadeyî bûn
- Giringiya mamosteyan: Kuba giringiyeke mezin dide mamosteyên xwe. Peymangeh, rêbaz û stratejiyên perwerdeyê yên zanistî û herî pêşketî bikar tîne. Di destpêka sala 2000’an rêjeya mamosteyan li Kuba pir bilind bû. Ji her 42 xwendekarî re mamosteyekî diket. Di kongireya pedagojiya ya navneteweyî ya ku di sala 2015 li Havana hatî li darxistin de ji her 12 xwendekaran re mamosteyek diket.
Di sala 2010’an de rêbazê Kuba yê perwerdeyê belavî 28 welatan bû. Ev rêbaz belavî Amerîka Latîn, Karîban, Afrîqa, Ewrûpayê û gelek welatên din ên derdor bûye. Bi milyonan kesên nexwenda ji bo ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibin ev rêbaz bi keyfxweşî pêşwazî kirin.
Sîstema Perwerdeyê Ya Kubayê
Ji ber ku perwerde li Kuba bê pere ye hemû zarok tevlî xwendinê dibin. Bê dîsîplînî li gel xwendekaran nîne û tu kes ji waneyan dereng namîne. Ev jî yek ji sedemên serkeftina sîstema perwerdeya Kuba ye.
Dibistan saet 6:30 sibehê dest pê dikin û piştî 12 saetan tên girtin... 90 deqeyên destpêkê ji taştê û lîstinê re hatiye veqetandin. Wane ji saet 8:40 heya 12:30’an berdewam dikin. Piştre jî dibe demê xwarin û lîstikê. Di navbera saet 2 - 4 xwendekar tevlî hin çalakiyan dibin. Weke çalakiyên tenduristî, huner, mûzîk û spor e. Saet 4 xwendekar bi serpereştiya mamosteyan carek din derbasî lîstikan dibin heya ku bibe demê vegera malê.
Kuba balê dikşîne li ser perwerdekirina zarokên astengdar (zarokên xwedî astengiyên laş, tevgerî), ku hemû mamoste bi vî karî radibin. Li seranserî welat 13.600 mamoste di 425 dibistanên taybet de kar dikin. Dema ku zarok ji ber nexweşî yan jî astengdariyekê nikaribin bên dibistanê mamoste diçin malên wan.
Tevî astengiyên ku kirîza aborî bi xwe re anî jî, ji bo peydakirina derfetên perwerdeyeke baş, hemû dibistan bi hemû amûrên ragihandinê yên bihîstin û dîtinê, hatin amadekirin. Her wiha kompîtor û alavên gihandina inernetê jî hatin peydakirin. Li herêmên dûr ku kehrebe lê tune ne, ji bo xebitandina alavên elektrîkî û elektronîkî hemû dibistan bi sîstemên enerjiya rokê hatine amadekirin. Ji ber vê yekê ti ferq û cudahî di navbera materyalên ku li herêmên gundewar û yên li bajaran tên dayîn de tune ye.
Sîstema perwerdeya Kuba ji bo xwendekarên ku li herêmên dûr dijîn û nikarin rojane biçin dibistanê, plansaziyekê pêşkêş dike. Ji xwendekaran re xewgeh û xwarinê peyda dike. Eger cilên fermî yên xwendekaran hebin ew jî bê pere ji wan re tên dayîn.
Sîstema perwerdê di qonaxa beriya dibistanê (pêş dibistan) de li derdora 145.000 xwendekarên ji temenê 6 mehî heya 5 salî tomar dike. Minhacê wan yê perwerdê li gor temenê zarok e. Minhac piranî xwe dispêre lîstikên komî. Ev lîstik pêşketina zarok ya bedenî, fikrî, manewî û estetîkî misoger dikin. Ev yek ji bo siberojê li gel zarokan bingeheke fêrbûnê ava dike.
Minhacê qonaxa seretayî dersên dîlan, tenduristî, paqijiya kesî û dîroka şoreşgerî dihewîne. Li dibistanê hin kêrhatinan tevlî perwerdeyê dikin, weke: baxçevanî û karên destan. Sînor di navbera waneyên teorî û yên praîtkî de tune ye, bi hev ve girêdayî ne. Di nîvê salên 90 de mijareke nû ya bi navê ‘‘Cîhana ku em lê dijîn’’ hate pêşkêşkirin. Ew jî tê wateya têkilî û tevlîbûna ekolojiya xwezayî, civakî, tenduristî û exlaqî. Di refa pênc û şeşan de, xwendekar dersên dîroka Kubayê, biyolojî, erdnîgarî, zanista estetîkbûnê û perwerdeya civakî (ji bo ragihandina agahiyên siyasî, îdeolojî, exlaqî û dadwerî), dersên aborî û fêrkirina karkirinê, dibînin. Ev yek xwendinê bi pratîkê ve girê dide. Armanc jê piştgiriya karên xweser û kêrhatinên fêrbûna komî ye.
Ji refa yekem heya refa çarem her waneyek 30 deqeyan didome. Piraniya minhac zimanê Spanî (Xwendin û nivîsandin) û bîrkarî ye. Ev her du mijar ji % 57 ji dema waneyan dibin. Nirxandin berdewam e. Test di dawiya refa duyem û ya çarem de pêk tê. Encam weke pileya hejmarî nayê bikaranîn, lê weke nirxandin tê nivîsandin (zorbaş, baş, navîn û lawaz) encama testa nivîskî û ya pratîkî tê komkirin. Dema encama xwendekaran baş be, derbasî refa pêş dibin.
Xwendekar ji bo bi hev re ser bikevin bi hev re alîkar dibin. Malbat jî ji bo perwerdekirina zarokan pêwîste piştgiriya mamosteyan bikin. Ji refa yekem heya refa nehem perwerde neçarî ye. Xwendekar dikarin dibistana amadeyî berdewam bikin, piştre jî tevlî zanîngehê yan jî dibistaneke pîşeyî bibin. Bêdisiplînî û ji dibistanê dereng mayîn pir kêm e.
Kuba ji bo hemû xwendekarên xwe xwarina li dibistanê peyda dike. Ew jî bê pere ye. Xwarin ji birinc, fasolî, hêk û hin sebzeyan pêk tê. Hin malbat jî bi zarokên xwe re parçeyên masî yan jî mirîşk ji bo temamkirina xwarinê rêdikin.
Kuba salane ji budçeya xwe ya heyî li derdora %7 ji bo perwerdê xerc dike. Her wiha hewl dide ku sîstema xwe ya perwerdê li ser wekhevî, edalet, rêzgirtina kesayetî, pêwîstiyên exlaqî û yên civakî ava bike.
Di salên dawiyê de, bernameyên perwerdê bi rêya televizyon û vîdeoyan tên pêşkêşkirin. Du kanalên perwerdê hene (Canal Educativo 1 û 2) rojane bêhtirî 12 saetan bernameyên bi naverokên perwerdeyê pêşkêş dikin. Bi vî awayî Kuba sîstema xwe ya perwerdê rêxistin kir. Ji ber vê yekê ji dehan yekê wan zanîngeh derbas kiriye. Dibe ku di van salên dawiyê de, di bêhtirî 60 zanîngehê de hejmara kesên ku zanîngeh qedandine bigihêje milyonekî.
Perwerdeya nûjen ya Kuba liser hizir û nirxên şoreşê pêşket. Pîvan û rêgezên hizrî û civakî yên şoreşê, rêgez û şêweyê perwerdeyê jî dîyarkir. Tevî ku hin aliyên xwe yên erênî hene, modêla perwerdeya Kuba nebû yek ji alternatîfên perwerdeya klasîk ya dewletî. Ev modêl yek ji modelên perwerdehî ya dewleta civakîye. Tevî ku nebu alternatîf jî hin nêzîkatî û cudahîyên wê ji perwerdeya dewletî ya kapîtalîst hene. Li rex minhac xalên wek seferberiya xwendetiyê, di perwerdeyê de wek heviya derfetan û perwerdeya bê pere cudahiyên sereke yên perwerdeya Kubayê ne. Tevî ku dewlet di pir alîyan de pêwîstiyên xwendin û jiyanê pêşkeş dike jî, modela perwerdeya Kuba ji modela perwerdeya klasîk ya modern ne cudaye. Lewra ya ku pek hat û pêşket sosyalîzma dewletî bu. Di vir de jî xuya dibe ku sîyaset û pîvanen bingehîn li welatekî çi bin û çawa bin, şêwe û rêgezên perwerdeyê jî wê ew bin.
Amadekar: Dilsoz Ehmed
Jêder:
https://novakdjokovicfoundation.org/education-system-of-cuba-path-to-success/
https://www.scholaro.com/pro/countries/Cuba/Education-System