Felsefeya Perwerdeya Pirrengî Ya Feyerabend

Kurtasî
Perwerde, têgeheke ku bi mirovê di cihana zindiyan de hebûna herî pêşketî ye re, bûye yek. Nirxên weke: zanîn, zanist, exlaq, felsefe û hunera ku mirovahiyê ber bi pêşerojê ve dibe, bi rêya perewerdeyê ji nifşên nû re tên veguhestin. Di nerîna Feyerabend de sîstema perwerdeya klasîk a ku di dibistanên me de tê bikaranîn nirxên jiyanê yên nû yên weke kalîte, rojev, cudahî û tekekesî piştguh dike û mirovan ber bi çarçoveyek teng a hest, fikir û kar ve dibe. Li gorî Feyerabend, felsefeya perwerdeya pirrengî ji bo nirxên civaka agahiyê ya nûjen a herî guncav e. Felsefeya perwerdeya pirrengî hizir, bawerî û şêweyên cuda yên jiyanê bi xweşbînî pêşwazî dike, çandên herêmî qebûl dike û xwe digihîne çanda cîhanî, her wiha kesayetên serbixwe û objektîf difikirin, ji lêpirsîn, lêkolîn û rexnekirinê re vekirî, di asteke jor de bi nirxên exlaqî xwe çêkirî, zana û xwedî berpirsiyariya kesî û civakî perwerdekirinê armanc dike.
Destpêk
Têgeha perwedê bi mirovê ku di cîhana zindiyan de heyîna herî pêşketiye re bûye yek e. Yek ji mijarên ku ji serdemên destpêkê heya roja îro ya herî zêde hatiye nîqaşkirin, rexnekirin, li ser fikir hatine pêşxistin û hatiye nûkirin, perwerde ye. Perwerdeya ku beşek ji jiyana mirov e, di ti qonaxên dîrokê de têrker nehatiye dîtin. Kesên ku bi perwerdê re mijûl dibin (xwendekar, mamoste û kesên ku perwerdê bername dikin) her dem fikir û rexneyên xwe li ser qada perwerdê pêş xistine. Kêmasî û nebesiyên di qada perewerdeyê de heyî, kesên rewşenbîr, fîlozof û zanyar di mijara perewerdê de ber bi lêkolînan ve birine. Ji serdemên destpêkê heya sedsala 21’an, ti civak an jî netew ti car nefikiriye ku navber bide xebat û lêkolînên perwerdeyê. Ji ber ku nirxên weke agahî, zanist, bawerî, exlaq, felsefe, huner û hwd ên ku mirovahiyê ber bi siberojê ve dibin, bi rêya perwerdê ji nifşên nû yên ciwan re tên ragihandin.
Di cîhana me ya îro a weke serdema agahiyê, serdema zanistê, serdema peywendiyê, serdema modern, serdema postmodern û hwd tê binavkirin de guhertin, veguhertin û pêşketin ji berê pir bileztir pêk tên. Bi çi şêweyî tê binavkirin bila were binavkirin, serdema ku em tê de ne guhertin û veguhertinên pir mezin di cîhana me de pêk tên. Di vê serdemê de ango ji civaka sinaî derbasbûna civaka agahiyê, hêza fîzîkî (masûlke) cihê xwe ji hêza hizrî (zanebûn) re hiştiye. Agahiyên ku ew bixwe berhemên hêza zanistî ne, ji hêla tekekesî, civakî û gerdonî ve, weke jêdereke bê dawî ya bidestxistina dewlemendiyê hatine pejirandin. Agahiya ku weke çavkaniyeke bê dawî tê dîtin, weke hêzeke ku hemû jêderan diherikîne û bi awayekî aktîf bikaranînê re xizmet dike, tê pejirandin. Di avakirina vê jêdera bêdawî de perwerde jî xwedî giringiyeke ku neyê înkarkirin e.
Perwerdeya klasîk
Perwerde, ji hezarên salan heya roja îro bi pêşketina mirovahiyê re di pêvajoyek guhertin, veguhertin û pêşketinê re derbasbûye. Vê pêvajoyê mirovahî bi şoreşa sinaî (şoreşa enduristî) ya ku di dawiya sedsala hefdehemîn de li Ewrupayê despê kir û li hemû cîhanê belav bû re rû bi rû hiştiye. Bi şoreşa sinaî re guhertin di feraseta dem û cih, made û pere, kapîtal(sermiyan) û hêza kar, hilberandin û mezaxtin, xweza û mirov û kes û perwerdeyê de çêbûye. Guhertinên ku di çarçoveya şoreşa sinaî de rûdan, feraseta kes û perwerdê guhert û sîstema perwerdê ya ku weke modela perwerdeya klasîkî tê binavkirin bi xwere anî. Ji bo ku em bikarin modela perwerdeya klasîk a ku bi faktorên civaka pîşesaz (sinaî) şêwe girtye baştir tehlîl bikin, pêwîstî bi li ser sekinandina pênaseyên cûr bi cûr ên ku li ser vê modela perwerdê hatine kirin heye.
Perwerde, pêvajoyoyek ragihandinê ya hest û fikrên di civakekê de heyî ji bo nifşên nû ye. Perwerde, pêvajoya pêkanîna vegûherîna bi daxwaze ku takekes vê yekê bi riya jiyana xwe pêktîne. Her wisa perwerde bi armanca gihandina kesên li gor daxwaziyan, ji hêla kesekî ve li ser kesekî din bi riya tûndiya sergirtî bandorkirine.
Dema ku pênaseyên di çarçoveya modela perwerdeya klasîk de hatine kirin werin tehlîlkirin, hin têgehên ku mirov balê bikşîne ser derdikevin pêşberî me. Yek ji wan têgehan têgeha bi navê ‘pejirandî’ ye. Ev têgîn di zimanê tirkî de ji peyva daxwaz tê û tê wateya bêtevgeriyê. Bi rêka vê têgehê tê xwestin ku takekesên ne lêkolîner, ne rexnegir, ên pirsgirêkan çênakin û karê ji wan re tê dayîn bi bê lêpirsîn pêkbînin bên gihandin.
Ji van têgehan a duyemîn têgeha reftar (tevgerîn) e. Teoriya reftarî a ku ji destpêka sedsala bîstemîn derketiye holê, yek ji wan teoriyane ku zanistên perwerdê ji psîkolojiyê girtiye û ev salên dirêje bikar tîne. Ji ber di demekî kurt de encamê tê xwestin tê wergirtin û di hêla aborî û pratîkê de xwe dispêre encamê, ji modelên din zêdetir hatiye esas girtin. Li gorî reftarên tên xwestin an jî nayên xwestin xelat û cezayên ku tên dayîn, zarokan ji kêfxweşiya xwezayî ya ku ji encama pêkanînên xwe bidest bixin, dûr dikin. Ev yek, zarokan vedigerîne kesên li benda diyarî yan jî ji tirsa cezayan dikeve nav çalakiyan.
Wek têgeha sêyemîn jî têgeha dana qebûlkirin an jî qezenckirinê ye. Ev têgeh nîşan didin ku perwerde wek pêkanînek cezayî ye. Her wiha nîşaneya wê yekê ye ku di derbarê agahiyên tên xwestin, huner, helwest û daneqezenckirina reftaran de kes nexwedî tu vîn an jî mafek ê hilbijartinê ne.
Modela mirov a ku di çarçoveya modela pewerdeya klasîk de tê armanckirin, rê li ber çêbûna hin armancên perwerdeyî vekiriye. Armanca perwerdeyî ya yekem a ku di çarçoveya modela perwerdeya klasîk de pêşketiye, bi boneya parastina binesaziya civaka heyî ragihandina nirxên civakî û çandî armanc dike . Armanca perwerdeyî ya duyem jî, avakirina mirovekî ya li ser bingeha tiştên ku berê de di civakê de heyî yên weke bihîstin, hizrîn û şêweyên şîroveyê ye. Diyare ku armancên perwerdeyî yên di modela perwerdeya klasîk de mirov ne wek hebûnek azad difikire, pêk tîne û xwedî vînek azad digire dest, berovajî vê yekê weke bireserek ji hêla hizrî, reftarî ve neçalak û sînorên wî ji berê ve hatine diyarkirin, digire dest.
Feraseta perwerdeya klasîk a ku mirov weke bireserekî digire dest, di pêvajoya bidestxistina agahiyê, ragihandin û şîroveyê de sîstemek fêrkirinê ya xwe dispêre feraseta jiberkirinê pêk tîne. Têgeha jiberkirinê ya ku di navenda vê sîstema fêrkirinê de cih digire tê çi wateyê? Jiberkirin, agahiyên ku ji çavkaniyên cur bi cur digihêjin mirov bêyî ku bi rêya aqil werin analîzkirin, weke rastiyên nayên guhertin pejirandin e. Jiberkirin, agahiyên ku digihêjin mirov bêyî ku fonksyonên hiş werin bikaranîn, wek rastiyeke tenê û nayê guhertin û bi vê bawerî û qenaetê pejirandina agahiyê ye. Di wateya giştî de jiberkirin, pir agahiyên ku ne lazim, bêyî ku werin fêmkirin û bêyî ku bi jiyara fêrbûnê ya derbasbûyî re têkiliyek were danîn, di bîrbûnê(bellek) de bicihkirina agahiyê ye.
Weke ku di pênaseyên têgeha jiberkirinê de jî tê fêmkirin, di bingeha gotina jiberkirin de baweriyek mutleq a nayê guhertin heye. Modela perwerdeya klasîk a ku li ser vê baweriyê şêwe girtiye ji ber ku tenê yek rastî heye di wateya kes de wê tu azadî û xweseriyek nebe. Wê rêzgirtinek bê şert ji bo otorîteyê hebe. Cihê ku rêzgirtinek mutleq û bê şert ji otorîteyê re tê girtin, helwestek dijminane jî li dijî azadiyê bi xwere tîne. Li dijî fikrên nû jî, wê nêzîkatiyek girtî û helwsetek tund pêş bikeve. Tişta ku di vê nêzîkatiyê de esas e kombûn, girse û qelebalixebûn e.
Feyerabend, difikire ku di feraseta perwerdeya klasîk a ku mirov wek kombûn, girse û qelebalix dibîne de, ya girîng û bi nirx nêzîkatiyek yek alî û teng e.
Li gor wî, di vê ferasetê de tu giringî û nirxek zanebûna azad û cudahiyan nîne. Kes di nav tembeliya zanebûnê de dijî û bi awayekî neçalak hişê xwe teslîmî yê din dike. Tiştên ku yên din didin wî jî bêyî ku fêm bike, lêprsîn û şîrove bike wek makîneyekê qeyd dike. Feyerabend, feraseta modela perwerdeya klasîk a ku mirov vedigerîne makîneyeke qeydê rexne dike û wiha dibêje:
‘‘Min dixwest sedema bi kiryarên razber (soyutlama) yên ku serê mirovên xwedî çandek dewlemendin dizivirînin û her wiha, sedema reşkirina ziman, fikir û kevneşopiyên wan bizanim. Ji ber ku her salek dersê di dibistan û zanîngehan de, di misyonertiyên welatên biyanî yên perwerdeyî de hişê ku tê çêkirin qetilkirina çandan ne. Em neçarin ku ji wan, ango yên me ew kole kirîne fêr bibin. Ji ber ku pir tiştên ku ew ji me re bêjin hene’’
Feyerabend difikire ku feraseta perwerdeya jiberkirî ya ku liser bingeha sîstema perwerdeya klasîk pêk tê, di mirovan de encamên lihevnekirî bi xwe re tîne. Di derbarê mirovên ku di jîyana xwe de bi vê yekê re rû bi rû dimînin de, wiha dibeje:
‘‘Em di zanîngehên xwe de her roj bi vê yekê re rû bi rû dimînin. Ev koleyên bê hebûn bi awayek bê hêvî, jiyana xwe ya mayî jî bi hewildana peydakirina hebûn û xwegihandina sedema êşên xwe derbas dikin. Dema xebata xwe pêş dixin di nava demê de dibînin ku berpirsiyariya hizrî bê persfpektîfe, hûnerê profesyonel di rastiyê de cehalet e û akademîkbûn jî di cewherê xwe de xitimandina (qebiz) zihnî ye.’’
Li gor Feyerbend, sîstema perwerdeya klasîk di pêvajoya perwerdeya bingehîn û heya perwerdeya bilind ji hêla perspektîf de pir bi sînor e, ne azad e lê di bin navê agahiyê dide kesên din, sînoran ferz dike, di vê wateyê de sînoran nasnake li ser vî bingehî mirovên fikrên wan teng ava dike. Mill, der heqê mirovên xwedî hişê teng wiha dibêje:
‘‘Mirovê hizrê wî teng, ji ber ku spartekên rastiyê bi şêweyek vekirî ji wan re hatiye fêrkirin, ji bo beşê mayî ji otorîteyê bawer dikin; ji ber ew jî dizanin ku li hember zehmetiyên derbikevin pêşiya wan ne xwedî agahî û hunera pêwîst in, lewma li hemberî her rewşek zehmet pişta xwe bi kesên di mijarê de pispor ve girê didin.’’
Feyerabend difikire ku zanyar, entelektual û perwerdekar, di çarçoveya sîstema perwerdeya klasîk de mirov wek girseyên bêçawanî, mejî teng û ne xwedî hunera hilbijartinê ne, her wiha pêwîst e werin birêvebirin û rê ji wan re were nîşandan, dibînin.
Feyerabend, perwerdekar, entelektual û zanyaran, wek kesên ku wê çi were fêrkirin û neyê fêrkirin biryara wê yekê didin, bi poz bilindî û bêyî ku kevneşopiyên berê lêkolîn bikin, fêm bikin û bizanin ku ev keneşopî ji bo yên ku dixwazin jiyan bikin çiqas girîng e, bi mejî reşî dixwazin koka kevneşopiyê zuha bikin, dibîne.
Feyerabend bi berdewamî wiha dibêje: ‘‘Ev mejî reş; emê hêza xwe ya zanîne li ku û çawa bikar bînin; zarokên me wê çawa jiyan bikin; doxtoriya baş çiye û çi nîne, diyar dikin. Her wiha baceya ku bi buhayê milyaran bi pêşniyarbiryarên pêkenî berhewa dikin û dema ku ji bo wan pereyan pêşniyarek cuda jî tê, bi awayek lezgîn xencerên xwe dikişînin.’’
Li gor Feyerabend, ev kes ji destpêka aqilgeriya rojava (Ewrupa) û heya roja îro, xwe wek fêrker-perwerdekar, cîhanê wek dibistan û mirovan jî wek xwendekarên hêmin dibînin. Li gor wan, di wateya kesî û civakî de hebûnek pêwîst e ku mirov şêwe bidê heye. Ev kes, ango ev hebûn di refê de xwendekar û di civakê de jî girse ne. Feyerabend li ser vê helwesta entelektual û perwerdekaran wiha dibêje:
‘‘Ev koma bê şêwe û acizker ya rewşenbîran, çend gotinên bingehîn ên ku hingî dûbare dikin mirov jê bêzar dibe, girêyên rastzanînê û bi navê zêdekirina naverokê, bêteşeyiyên rewşenbîrane bi xwe re tînin. Şagirtên wan ên ji hizrînê qut jî, li gor şêweya berxwedaniya ku li hemberî wan pêş dikeve yan dikevin nav tirsekî yan jî serî li fêlbaziyên cuda didin. Rexneyan nakin û bi rêyên dûr û diyar li nêrînan mêze nakin. Bi gotinên qalib û rûniştî çi tişta ku ne li gor wan e qebûl nakin. Mijar ne mijarek naskirî be, nikaribin bi alastinê derbas bikin wek kûçikê ku ji ber ku xwediyê wî şiklê xwe guhertiye nasnake di cihê xwe de matmayî dimînin û disekinin, êdî nizanin wê birevin, ewt ewtê bikin, gez bikin an jî rûyê wî bialîsin. ‘’
Feyerabend difikire ku ev çeteya bê agahî û ji xwe razî li gorî nîşaneyên xwe şêwe dide civakê, hemû şêweyên jiyanê yên kevn jî weke ku giyayê biyanî bineqîne vediqetîne û diavêje. Li gor wî, tişta ku lazime nebe ev rêbaza çewsîner e. Ev yek, bi awayek nemirovî çewisandina nêrînan ne. Modela perwerdeya klasîk hîn jî di dibistanên me de wek modelek avakirina mirov pêk tê.
Mirovên ku di welatê me de di hundirê modela perwerdeya klasîk de şêwe digirin, ji seretayî heya zanîngehê ji ber ku rastiyên nayên guhertin jiber dikin, dibin mirovên bê vîn û di nav demê de jî dibin wek robotan.
Ev mirovên robot jî di warê hizrî, têgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan de hunera wan pêş neketiye, nikarin agahiyê bi awayek xuluqkar bikar bînin, li gor nasnameya serdema agahiyê najîn, ji aqil û vîna azad dûrketine, ji xwenaskirin û ravekirinê ditirsin û di civakê de weke kesên belê ezbenî jiyan dikin.
Her wiha, hinek be jî sîstema perwerdeya klasîk a ku di welatê me de pêk tê, ji bo ku bikare ji vê çerxa stewr dûr bikeve û di cîhana modern de hebûna xwe nîşan bide, şertek sereke pêkanîna felsefeya perwerdeya pirrengî ye.
Perwerdeya pirrengî:
Perwerde; diyardeyeke dînamik a ku bi guhertinên mirov, civak û cîhanê re her dem xwe nû dike ye. Paradîgmaya perwerdê ya ku sedsala borî dihat pejirandin û paradîgmaya perwerdê ya vê sedsalê ji hev cuda ne. Ji ber ku her paradîgmayek perwerdê xwe dispêre fikir û nirxên cuda. Cîhana me ya îro pêvajoyek pir bi lez a ku bi ferasetên perwerdeya klasîk ve nikare were bi rêvebirin, jiyan dike. Di vê pêvajoyê de nirxên dînamîk ên weke lez, nermbûn, tevlîbûn, xuluqkarî, fikirandinên cuda, çareserkirina probleman, tehlîlkirin, pêşxistina alternatîfan û avakirina sentezan li pêşin. Di cîhana me ya îro de modela ku van nirxan digire nav xwe felsefeya perwerdeya pir rengî ya Feyerabend e.
Felsefeya perwerdeya pir rengî ya ku li hemberî paradîgmaya perwerdeya klasîk guhertinên bingehîn digire nav xwe, di perwerdê de bi kirin û jiyankirinê fêr dibe; fêrbûn û jiyanê yek digire; ji bo jiyankirinê neçare ku fêr bibe; her tişta ku ji wan û civaka ku ayidî wan re bi wateye zengînkirin û ji neslên nû re ragihandinê bingeh digire. Ev feraseta perwerdê nîşan dide ku di jiyanê de ji baweriyek diyar, felseyek, nêrîn û pejirandina jiyana yek şêwe cudatir jî tiştin hene, lewma dide nişandan ku ne pewîste ku şev û roj bi awayek razayî di nav qalib û tabûta fikrek diyar de were dîtin.
Nezîkatiya ku Feyerabend di çarçoveya felsefeya perwerdeya pir rengî de hewil dide ku pêş bixe, ne ew e ku wê çawa fikir di hiş de bi cih bike, berovajî vê yekê dixwaze hiş ji perçiqandina fikran biparêze. Ji bo ku hiş ji perçiqandina fikran werin parastin, pewîst e ciwan hemu disiplîn û rêbazan fêr bibin. Li gor wî, pêwîst e zarok qad û beşên (disiplînên) cuda weke ku ziman û çîrokên cuda fêr dibin hîn bibin. Wê zarok kîjan ziman, beş, mêzekirina cîhanê û rêbazî bikar bînin ew yek jî pêwîst e bi hilbijartina wan a azad ve girêdayî be. Di perwerdê de guhertinek wiha ya perspektîf, wê pir rêyên bihîstina cihana ku em dorpêç kirine, sazumankirin, şîrovekirinê bide me. Ev pîvanên (standerdên) biasteng ên ku mirov jê aciz dibe bi şêweyek azad pejirandina pîvanên nû dikare were şikandin. Pêwîste ku mirov bi temamî vê sîstemê red bike û xwe teslîmî herikîn û zanebûna wê neke.
Ji hêla felsefeya perweryeya pir rengî ya Feyerabend de, agahî bê dawî nirx qezenc dike, her wiha di qada hebûnî ya diyardeyan de ne hin tişt pir tişt, rewş û bûyer hene. Ger mirov nekarin xwe bigihînin hemû agahiyan jî, dikarin di astek jor de bibin xwedî agahî. Tecrubeyên wan çiqas zêde bin, macereyên (serpêhatî) ku dijîn, tiştên ku dibînin, dibihîzin, dixwînin çiqas zêde bin wê agahiyên wan jî ewqas zêde bin. Feyerabend di vê mijarê de nêrînên xwe zêdetir vedike û wiha dibêje:
‘‘Kevneşopiyên ku fikrên me piştrast dikin çiqas bihêz bin bila bibin, lêkolînkirina çandên cuda ji hêla kes û civakê ve bi sûd e. Weke lêkolînkirina Katolîkan a Budîzmê û lêkolînkirina zanyaran a li ser nêrîn, rê û rêbazên ne zanistî. Bi analîzkirina kevneşopî û baweriyên civakên kevnar ên ku ji hêla şaristaniya ewrupî de weke destpêk û paşketî tên binavkirin mirov dikare pir tiştên cuda fêr bibe.’’
Feyerabend difikire ku sîstema perwedeya modern a roja me ya îro pêwîste kesan li ser bingeha ku bikarin di navbera standardan de hilbijartin bikin, her wiha di civaka ku girupên xwedî standardên cuda di nav de heyî, ji bo ku bikarin rêya xwe hilbijêrin werin amadekirin. Di çarçoveya vî fikrî de û bi paradîgmaya perwerdeya pir rengî re standard werin nirxandin, niqaşkirin û ji bo ku di van mijaran de xwe bigihînin asta besbûnê piştgirya ji ciwanan were kirin. Ev tişt bêyî ku hiş ji hunera liyistokê werin qutkirin, wê pêk werin. Ciwanekî ji bo pêşerojê xwe wiha amade bike, ger bixwaze wê jiyana xwe bide pîşeyek taybet û bixwaze jî wê bide qadeke din a taybet. Ancex piştî perwerdeyeke wiha dikare bifikire ku vî karî cidî bigire. Ev biryar wê bibe hilbijartina hişê zana yê ku derheqê alternatifan de xwedî agahiyek tam e. Feyerabend di mijara wê ev biryar çawe pêk were de jî wiha dibêje:
‘‘Bê guman, ev tişt hemû tên wateya bidawîkirina serdestiya zanist û zanyaran a li ser perwerdê û fêrkirina çîroka ku dibêje tenê rêbazek rast û heqîqetek heye. Di vê rewşê de bi zanistê re lihevkirin, biryara bi pîvanên zanistê re bê nakokî kar bike, bi tehlîleke xwedî vîn û di encama hilbijartinê de dikare pêk were. Ne rêbazek taybet a zarokekî perwerde dike ye.’’
Feyerabend bi felsefeya perwerdeya pir rengî ve dixwaze nîşan bide ku mirov ne bê şaşî ne; pirî caran tiştên ku ew rast dibînin rastiyên nivçe ne; bi awayekî tam û azad pêwîstî bi hevrûkirina fikrên dijber heye; di mijara bi her awayî û bi temamî naskirina rastiyê heya ku xwe bigihînin hunerekî ji yên niha pir bihêztir, di qada perwerdê de hebûna fikrên cuda ne xirabiye berovajî wê başiye.
Feyerabend difikire ku feraseta perwerdeya klasîk a ku heya roja me ya îro pêk tê, cudabûnên kes û civakî, tecrubeyên borî, potansyelên heyî û vînê pişt guh dike û difikire ku ev sîstem ji bo her kesî derbasdar e wê di warê pedegojîk de bibe sedema paşveçûyînê. Feyerabed, ji bo ku di warê pedagojîk de pêşî li vê paşveçûyînê were girtin tiştên ku werin kirin wiha tîne ziman:
‘‘Li dijî kujerên hiş, tacirên aqil, ên ku laş û rih seqet dikin mafê jiyanê yê ku mirov ji bo xwe guncav dibînin; mafê xwedî derketina kevneşopiyên ku rêz didinê; mafê redkirina aqil, zanist, şertên cuvakî û her tişteke ku ji hêla rewnşenbîran ve hatiye lihevanînê. Pêwîstî bi parastina mafê dîtina perwerdeyeke azad a ku mirov bikare hemû jiyana xwe li ser saz bike, heye.’’
Perwerdeya Zanistê
Feyerabend difikire ku di cîhana me ya îro de feraseta perwerdeya klasîk bi temamî li gor pîvanên zanistê û di bin navê perwerdeya zanistê de hatiye sazkirin. Li gor wî, di dibistanên me de takekes çi rast e û şaş e fêr dibe. Ya rast jî dîroka navend Rojava (Ewrupa), û zanista gerdûnî ya ku çavkaniya wê Rojava ye. Ango zanist e. Zanist, çandên wek hopî (beşek ji çermsorên Emerîkî), çanda zenci û cihuyan di hundirê xwe de nahewîne. Tevlîbûna van çandan, di rêjeya duyem de jî di tifaqa pîroz a ku xwe dispêre zanist, aqilgerî û sermayegeriyê de cih nabîne.
Li gor Feyerabend, perwerdeya zanistê ya ku paradigmaya perwerdeya di cîhana me ya îro de serwer e bi helwesta mirovî re nabe yek. Ev feraseta perwerdê bi piroseskirina takekesî ya ku yekane rêya mirovê zana û jêhatî diafirîne re jî bi nakok e. Ji ber ku her parçeya ku di xwezaya mirov de bi şêweyek diyar cuda disekine jî, bi nêzîkatiyên di zanistê de modeye re tê yek şêwekirin. Her wiha di sîstemek wiha ya perwerdê de bê niqaş qebûlkirina agahî û sîstema fikir di warê jiyana epistemolojîk (zanista agahiyê) de jî wê bi xwe re stewrbûnê bîne.
Zanyarê Îngilîz J.S. Mill, di çarçoveya perwerdeya zanistê de bêdengkirina fikrekî di cewherê xwe de ji nifşê mirov re, wek nifşê jiyan dike, li hemberî nifşên ku werin jî rêgirtineke; difikire ku ev yek ji yên ku alîgirên wê fikrêne zêdetir, li hemberî yên ku tevlî wê fikrê nabin şêlandineke. Li gor wî, fikra ku tê bêdengkirin ger rast be, mirov ji derfeta fikira şaş bi ya rast re guhertinê bêpar dimînin. Ger ku şaş be, di encama lihevdana rastiyê bi neheqiyê re, wê derfeta bi awayek zindî û zelaltir a fêmkirina rastiyê ji dest were revandin. (Mill ، 2005: 30).
Perwerdeya Zanistê û Dibistan
Feyerabend dibêje, rexmê ku di dibistanên me de çandên cur bi cur û qadên alternatîf ên agahiyê ji derve hatine hiştin, ji bo zanist û fikrên zanistî pêş bikevin mesrefên pir zêde tên kirin. Her wiha mesrefên pir zêde ji bo mijarên zanistî yên ku di dibistanên me de wek waneyên neçarî didin xwendin re, tên kirin. Dayîk û bav, ji bo zarokên şeş salî li ser esasên protestantiyê yan jî cihûtiyê perwerde bibînin, an jî nedîtina tu perwerdeyek olî de, dikarin biryar bidin. Lê belê dema ku mijar dibe zanist, tu kes ne xwedî azadiyek wisaye. Zanistên weke biyolojî, kîmya, fîzîk, dîrok, astronomî û hwd, di dibistanên me de neçarî ne lê belê destan, çîrok, sihir, metafizik, parapsîkolojî û beşên wek wan di dibistanên me de nayên fêrkirin (Feyerabend ، 1999: 100-101). Feyerabend di derbarê qadên alternatîf ên agahiyê yên ku di dibistanên me de nayên fêrkirin wiha dibêje:
‘‘Ne ji ber ku qadên ne zanistî yên agahiya alternatif şaş in, ji ber ku bi bingeha zanistê re nabin yek, her wiha ji ber ku zanyar xwedî hêza ku dikarin îdyolojiya xwe li ser her kesî ferz bikin van qadan di dibistanên me de fêrnakin û bi vî awayî qadên zanînê yên mirovan zuha dikin (Feyerabend ، 1999: 200).’’
Feyerabend li ser qadên alternatîf ên agahiyê yên ku di dibistanên me de nayên fêrkirin bi berdewamî wiha dibêje; qadên alternatîf ên agahiyê giravên biçûk ên ku bi zanabûn rastiyê ji nedîtî ve tên nînin, helwestên bi rêyên cuda destgirtina rastiyê ne (Feyerabend، 1999: 234-235).
Feyerabend di çarêoveya vê teza xwe de difikire ku perwerdeya zanistê ya ku di dibistanên me de pêk tê, nirxên herî girîng ên jiyanî yên wek rastî, rasteqînî, azadî, cudabûn diavêje aliyekî; mirov di qadeke teng a hest, fikir, şîrove û çalakiyê de tên hiştin û ber bi ferasetek teng a perwerdê ve tên dehfdan, wê ew yek rê li ber windakirina piralîbûna hunerî ya mirov veke (Güzel، 1996: 10).
Feyerabend li ser mijara li gorî beşên din zanista ku di dibistanên me de tê fêrkirin çima ewqas tê pejirandin de, wiha difikire:
‘‘Fîlozofên zanistê û zanyar, parazvanên Dêra Roma yên beriya wan çawa tevdigeriyan ew jî wisa tev digerin. Doktrîna Dêrê heqîqete. Her tişta ku ji derveyî vê dimîne nêrînên pûç ên kesên bê ol in. Birastî jî rêbazên rewanbêjî (retorîk) ziman zanînê a veşartî ya demê borî niha jî di zanistê de ji xwe re cihek nû dîtiye. Tevî ku xerîbe jî ev diyarde heya ku çengek bawermend ve bi sînor bimaya, wê ji bo kesên ku aqilê wan li serê wan ne rehetiyek çênekirba. Di civakek azad de, cih ji gelek baweriyên cuda, şêweyên fêrkirinê û saziyan re heye. Lê belê fikra ku dibêje serkeftina zanistê ji xwezaya wê tê, êdî ji sînorê zanistê jî derbasbûye û ji bo her kesî bûye objeyek baweriyê (Feyerabend، 1999: 100).
Têkiliya Zanist û Dewletê
Feyerabend difikire ku di cîhana hizrînê ya serdema navîn de yekbûyîna zanist-dêrê, di cihana me ya îro de cihê xwe ji yekbûyîna zanist-dewletê re hiştiye. Difikire ku weke ku berê jî pêk dihat, di cîhana modern de yekbûyîna zanist-dewletê di warê zanista agahiyê de wê îro jî ji cudakariyeke negatîf re rê veke. Ji ber ku li gor Feyerabend, zanist ne rêyek yekane ya ku mirovan ber bi rastî û rasteqînbûnê ve dibe û ne jî di nav rêyên heyî ya herî baş e. Rêbaza zanistî, yek ji wan amûrên ku bi armanca serderiyê li hawîrdorê bikin, ji hêla zanyaran ve hatiye peydakirin e (Feyerabend ، 1996: 204).
Feyerabend difikire ku di jiyana şaristan de şaş e ku, di pêvajoya bidestxistina agahiyê de hem ji bo zanistê hem jî ji bo agahiya alternatîf cudakariyek pozîtîf were kirin. Li gor wî, zanist dikare li ser lingê xwe bisekine. Pêwîstiya zanistê nîne ku ji aqilgeran, humanîstên laîk, Marksîstiyan û tevgerên wek wan yên olî alîkariyê bistîne. Hizir, rêbaz, çandên nezanistî jî dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Ne lazime ku mirov van qadên agahiyê, yên ku dikarin li ser lingên xwe bisekinin li ser civakê ferz bikin. Pêwîste ku ev qadên agahiyê ji hêla aliyên dijber ve werin tehlîlkirin û bi awayêk azad werin pejirandin. Ji ber wê yekê pêwîst e ku di demokrasiyekê de teoriyên zanistî, bernameyên lêkolînê û pêşniyar ji çavdêriya giştî re vekirî bin. Çawe ku dewlet û saziyên olî ji hev cuda bûne, pêwîst e ku dewlet û saziyên zanistî jî wisa ji hev cuda bin (Feyerabend، 1999: 12-13).
Sîstema perwerdê ya ku ji derdora tewareya (eksen) zanist-dewlet qutnebûye, îcadeke kêrî wê yekê tê ku hemû insanan di qalibekî re derbas dike û wek hev lê dike. Qalibê ku dewlet wan têre derbas dike jî qalibekî xweşiya hêza desthiladar û serwer (çi hukumdarek, çi çîneke ruhban, aristokrasiyek, an jî piraniya nifşê ku jiyan dike be) diçe, ew hêz jî li gorî bandora hêza xwe li ser fikir zordestiyekê ava dike ku ev jî di jiyana civakî de rê li ber kesayetên yek şikil vedike (Mill, 2005: 141). Ev kesê yek şikil, di pêvajoya bidestxistina agahiyê, bikaranîn û nirxandina wê de difikire ku nêrîna herî rast a wî ye; mirovekî fanatîk yê ku îdia dike ku fikrên cuda şaş û bi tehluke ne, her wiha derfeta jiyanê nade qadên alternatîf yên agahiyê. Ev mirovê fanatîk, bi aligiriyeke kor di jiyana kes û civakî de rê li ber pevçûnên nirxan vedike û wê pêşî li pir fikrên eslî bigire. Ji vê cudatir, wê xwedî potensiyeleke wisa be ku di jiyanê de nêrîn, hizir û baweriyên cuda weke ji rê derketî bibîne û qedexeyan li ser wan ferz bike.
Di dualîzma dewlet-zanistê de, dewlet cihê xwe yê di nav sîstema perwerdê de ji disiplînekî re bûyîna alîgir zêdetir, pêwîst e ku di sîstema perwerdê de wek hev cih bide teoriyên alternatîf ên dijber. Pêwîst e ku ji wan re avhewayek pêşbirkkirinê bixuliqîne. Pêwîst e ku astengiyên li pêşiya hizirên ku di nav avhewayek dijber de ne, rabike. Di warê xwegihandina agahiya rast de, pêwîste ku ji hemû qadên alternatîf ên agahiyê re rê veke û motîve bike.
Encam
Feyerabend, ne alîgirê çalakiya perwerdeya ku xwe bisipêre bingehek skolastîk û nejî alîgirê perwerdeya ku li ser bingehek pozîtîvîst a zanistê bi rêve diçe, ye. Her wiha, çalakiya perwerdeya ku di roja me ya îro de tê bi revebirin jî rexne kiriye. Di çarçoveya nêzîkatiya xwe a rexnegir de dixwaze zarokên ku dixwînin nirx, armanc, rê û rêbazên rast bigrin; ji bo ku van nirxan bipejirînin û biparêzin pêwîst e perwerdeyek modern çawe be, di felsefeya perwerdeya pir rengî de destnîşan kirîye. Felsefeya perwerdeya pir rengî feraseta perwedeya klasîk a ku bi pîvan û zagonên mantiq hatiye diyarkirin û di qada teorîk û pratîk de reçeteyên perwerdê yên ku pedagok pêşkêş dikin red dike. Modela perwerdeya ku pêş dibîne fikirên ji hev cuda, bawerî û şêweyên jiyanê bi xweşbînî pêşwazî dike; çanda xwe ya herêmî dipejirîne û xwe digihîne çanda cîhanî; di astek jor de xwe bi nirxên exlaqî çêkiriye; bilindkirina asta zanebûnê di warê berpirsiyartiya takekesî û civakî de, armanc dike.
Çavkanî
Ayhan, H. (1997). Eğitim Bilimine Giriş, İstanbul: Weşanên Şule.
Cantzen, R (2000). Daha Az Devlet Daha Çok Toplum. Werger. Veysel Atayman, İstanbul: Weşana Ayrıntı.
Çetin, H. (2002). “Liberalizmin Tarihsel Kökenleri”. kovara C.Ü, Berg: 3, Sayı: 1.
Ertürk, S. (-). Eğitimde Program Geliştirme. Ankara: Weşanên Zanîngeha Hacettepe.
Feyerabend, K. P. (1995a). Akla Veda. Werger. Ertuğrul Başer. İstanbul: Weşanên Ayrıntı.
---------. (1995b). Bilgi Üzerine Üç Söyleşi. Werger. Cemal Güzel. İstanbul: Weşanên Metis.
---------. (1996). Yönteme Karşı. Werger. Ertuğrul Başer. İstanbul: Weşanên Ayrıntı.
---------. (1997). Vakit Öldürmek. Werger. Nedim Çatlı. İstanbul: Weşanên Ayrıntı.
---------. (1999). Özgür Bir Toplumda Bilim. Werger. Ahmet Kardam. İstanbul: Weşanên Ayrıntı.
---------. (2007). Anarşizm Üzerine Tezler. Werger. Ekrem Altınsöz. İstanbul: Weşanxaneya Öteki.
Güzel, C. (1996). Bir Bilgi Anarşisti: Feyerabend. Ankara: Weşanên Bilim Sanat.
Güven, Güven-Denizel, Ezgi. (2005). “Eğitim Üzerine Yinelenen Eleştiriler, Alternatif
Öneriler”. Kovara Pivolka, sal: 4, hejmar 17.
Maillet, J. (1983). İktisadi Olayların Evrimi, Werger: Ertuğrul Tokdemir, İstanbul: Weşanxaneya Remzi.
Mill, S. J. (2005). Özgürlük Üstüne. Werger. Âlime Ertan, İstanbul: Weşanên Belge.
Oğuzkan, F. (1981). Eğitim Terimleri Sözlüğü. Ankara: Weşanên Türk Dil Kurumu.
Serter, N. (1997). 21. Yüzyıla Doğru İnsan Merkezli Eğitim. İstanbul: Weşanxaneya Sarmal.
Titiz, T. (1998). Ezbersiz Eğitimin Yol Haritası. İstanbul: Weşanên Beyaz.