Yek Ji Mînakên Dibistanên Demokratik û Azad

01

Ev nivîs ji zincîreke vîdeo ya ku ji du parçeyan pêk tê, hatiye girtin: “Ji dibistanên demokratîk û azad ber bi civakên demokrat û azad ve” (bi zimanê Îngilîzî , 2019), parçeya yekem ‘https://youtu.be/KjYELKhtDJ8’ , dibistanên demokratîk û azad pênase dike û tekez dike ku kesên piştgiriya van dibistanan dikin divê ji perspektîfek fireh bikevin rê da ku bigihêjin civakeke demokratîk û azad. Parçeya duyem ‘https://youtu.be/5mlQCGSlgXo’ , li gorî parçeya yekem eger civakên ku nirxên hevbeş ên dibistanên demokratîk pêk bînin, wê çawa bin? Ev vîdeo li gorî miletê Emerîkî hatiye amadekirin, lê li Kurdistanê bi rastî civakên demokratîk pêk tên. Di vê rewşê de, ev nivîs yek ji mînakên perwerdeya bingehîn a ku li hemû cîhanê dibe berdêla sîstema dewletî ye.

Li vir, rêveberiya xwendekar û mamosteyan û îtaeta dibistanê

pêşgotinek li ser mînaka dibistana demokratîk û azad

            Ji bilî mijara perwerdeyê, kêm mijar hene ku hestên mirov geş dikin. Li Emerîka, kesekî ku behsa pirsgirêkên sîstema xwe ya perwerdeyê neke û rexneyan lê neke, dîtin zehmet e. Di hundirê sîstemê de bi hezaran hewldan çêbûn da ku hin polîtîkayên wê sererast bikin, lê tevgera fêrbûnê ya xwe bi xwe birêve dibe, bi pêkanîna guhertin û veguhertinên radîkal ve li dilê sîstemê dide. Di vê tevgerê de tişta herî sereke ewe ku dixwaze demokrasî û hevpariyê di navbera xwendekar, mamoste û karmendan de pêk bîne. Li gelek deverên cîhanê ji van dibistanan hene. Li Emerîka, cihê ku ez lê jiyan dikim, di van salên dawî de jî pêşketinek tê dîtin. Ezê di vê nivîsê de behsa vê pêla ku pêş dikeve bikim, lê gelek mînakên din yên fêrbûna xwe bi xwe hene ku hêjayî lêkolîneke kûr in. Ez dixwazim di vê nivîsê de ji kesên ku ev mînak nebihîstine re, li ser çend rêgezên bingehîn behsa fêrbûna demokratîk bikim.

Dibistanên demokratîk û azad çi ne?

            Teoriya bingehîn a dibistanên demokratîk û azad xwe dispêre fikra ku zarok xwendekarên dilxwez û xwezayî ne, xwedî mereq û afirînerin û di biryarên dibistanê yên ku bandorê li wan dike de xweser û azadin. Di rewşek wiha de, heya ku sax in wê bi berdewamî ferbûnê hilbijêrin. Di dibistanên klasîk de yekrengî, serwerî û pîvanên hişk hene û ji bilî tepisandina mereq û hestên xwezayî yên ciwanan tiştekî nakin.

            Dibistanên demokratîk û azad, bi van çend rêgezên bingehîn armanc dikin ku vê rewşê biguherin:

  • Demokrasiya rasterast û hêza civakê ya hevpar
  • Rêvebirina ku xwe dispêre rê nîşandanê, ne ya otorîter
  • Leyıstik hembêzkirin
  • Ji bo vedîtina hest û daxwazên mirov, azadiya tam

Em bi kurtasî her yek ji van rêgezan li gorî rêzê şîrove bikin:

1-  Demokrasiya rasterast û hêza civakê ya hevpar

            Di dibistanên demokratîk de rêzikname bi rûpeleke vala dest pê dike, bi demê re tê dagirtin, zêdekirin, kêmkirin û guhertin, rola hemû xwendekar û karmendan bi awayekî rasterast di hemû biryarên dibistanê (ji dîzayina avahiyê, sîstema qebûlkirinê, çawaniya komkirina pereyan, xerckirina wan, xistina kar û ji kar derxistina karmendan heyanî çawaniya cezakirina binpêkirina zagonên ku li ser li hev kirine) de heye. Gelek dibistanên demokratîk hewl didin ku biryarên wan bi erêkirineke giştî be û ne bi serwerıya piraniyê be. Di biryardayînê de kes an jî saziyên navber ên weke rêveber û desteyên dibistanê yên ku ji jor ve biryaran didin, tune ne.

 

            Berovajî hizirîna hin kesan, li gorî ceribandina min tevlîhevî gelekî kêm dibe û zarok bêhtir bi zagonan ve girêdayî ne, ji ber ku ew bi xwe tevlî danîna zagonan bûne, pêşinyar kirine û erê kirine. Li gorî vê, xwendekar di têkiliyên xwe û erkdaran de jî ji zagonan berpirsiyar in. Zarok di perwerdeya xwe de hîs dikin ku hêz bêhtir di destê wan de ye, lewma bêhtir dixwazin li dibistanê bimînin. Gelo dibistanek heye ku di navbera havînê de jî bixwazin li dibistanê bimînin? Ev yek bi rastî li dibistana demokratîk û azad a ku ez lê kar dikim pêk hatiye.

            Di civaka rast û bi tendurist de, biryar ne ji jor ve bi tevlîbûna hemû civakê tên girtin. Li ser bingeha wekheviyek rast tevlîbûna rêveberiyê şertê herî guncav ê hevaltiyê ye jî. Civaka ku tê de her kes tevlî pêvajoya biryardayînê bibe û di erka rêveberiyê de hevpariyê ava bike, têkiliyên civakî jî kûr û bi hêz dibin, li rex vê yekê avhewayek saxlem a wekheviyê jî wê ava bibe.

            Di vê hevpariya ku berdewamî dixwaze de tevgerên ku ji cudekariyê rê vedikin nayên xelatkirin. Dibistana demokratîk û azad a ku ez lê kar dikim, hesta her kes dikare bi hev re heval be, di fêrbûnê de hevpar be û fikra mezin a ku tu dixwazî parve bikî re palpişt be, dide xwendekaran.   Dibistanên klasîk ên ku xwe disipêrin ezmûnê û hesta hevrikiyê ji vê rewşê pir dûrin, di van dibistanan de xwendekar hevdu wek tehdît dibînin, bi berdewamî şîreta agahiyê li cem xwe veşêrin û bi kesî re parve nekin li wan tê kirin.  Her ku hejmara xwendekarên tevlî vê sîstema hevrik zêde bibe, wê tûndî û tevgera li dijî civakê jî zêde bibe. Weke ku li her dibistanê heye, ez îhtimala ku li dibistanên azad jî meyla tundiyê heye qebûl dikim, ez behsa îhtimala ji holêrakirina tundiyê nakim, lê belê îdia dikim ku ger çandek bi hêz a demokratîk pêş bikeve, wê meyla tundiyê jî heta dawiyê kêm bibe. 

            Ev dibistan, bicihkirina demokrasiya rasterast ve, ji bicihkirina demokrasiyê ya di jiyana civakî re jî pêşengtiyê dikin. Li vir, mebesta min ne tenê di navbera xebatkar û xwendekaran de pêşxistina tekilîyên demokratîkin, di navbera xebatkaran bixwe de jî pêşxistina ve yekê ye. Xebatkar civînên xwe yên taybet lidar dixin, li ser her beşek dibistanê ya ku têkildarê wane biryarên demokratîk (weke demên kar û fonên wan) digrin. Hin ji wan, vê xalê derbasî civîna giştî ya dibistanê dikin ku nêrîna xwendekaran jî li ser budceya dibistanê hebe. Li vir, mesaja girîng ew e ku divê hemû avakerên dibistanan cidî li mesaja ku ji xwendekaran re tê şandin bibînin da ku bizanin demokrasî ne amureke li vir, dibistan bi her şêweyî bi awayek demokratîk tên bi rêvebirin.  Cihên ku yên xwedî temen tevlî erka rêveberiyê dibin xwendekar her yek ji wan ji xwere weke rê nîşanderekî dibînin, tekilîyên hîyarerşîk ên ku di navbera wan de tên şopandin, wê mesaja cîhana rast ne weke ku ew difikirine û demokrasîya raste rast jî pê leyîstoke ke zarokan wêdetir ne tişteke bide zarokan.

            Lı rex tevgera dibistanên azad, kompaniyên ku bi awayekî demokratîk tên birêvebirin jî hene. Mînakên koperatîfên karekran yên ku xwe dispêrin bi hevre karkirin, rêvebirin û di derbarê jiyana abûrî de hevpar biryaran digrin hene. Tevî cîhana serdest ya ku em nasdikin, ev pêl ango herikîn jî bi berdewamî hebûye. Eger em bixwazin bibin pêşengên pêkanîna demokrasiyê, ne tenê demokratîkkirina cihê perwerdê her wiha pêwîste ku em di kar û şêweyê birêvebirinê jî vê yekê pêk bînin. Gelek dibistanan ev yek bi ser xistiye, hîn rast tir bi avakirina rêveberiyek demokratîk dest bi vî karî kirine. Jibo pêşxistina dibistanên demokratîk u vê modela rêveberiyê astengiyek herî piçuk li pêşiya avakerên dibistanan yên ku xwe weke “karsaz” dibînin tune ye.

2- Rêvebirina ku xwe dispêre rê nîşandanê, ne ya otorîter

 

            Civaka bi hêz û wekhev tucar ne bê rêveber e. Wekhevî, dipejirîne ku her kes xwedî jêhatîbûn û daxwazê taybetin her wiha yên ku xwedî jêhatîbûnên bê emsalin jî li ser kesên din re nabîne. Dibistanên demokrat û azad rê li ber her xwendekar û xebatkarekî vedike ku jêhatîbûnên xwe derbixe holê û bi şertê ku nezîvire otorîteye ke bi berdewamî di erka rêveberiyê de rol bileyize. Di dibistanên demokratîk de fêrkirin ne tenê karê kesên gihaştî ye.

3- Hembêzkirina leyistikê.

            Leyistik, çalakiyeke xwezayî û bi sûd a mirovan e û nabe ku tenê di navbera waneyan de were. Leyistika azad ji bo pêşketina hestên zarokan ên bi hev re alîkarbûn, qayilbûn, berpirsiyariya civakî û xeyalên wan pir girînge. Berovajî perwerdeya klasîk a ku leyistikê weke tişteke ji “kar” cuda digire dest û divê tenê li mal pêk were dibîne, di dibistanên demokrat de dem û cureyên leyistikên zarokan bê sînor in. Kesên gihaştî hewl nadin ku berê zarokan bidin leyistika “bi berhem” an jî “bi sûd”. Ev yek, li gorî me ne pîvanek e. Çiqas hejmara kesên gihaştî yên ku destwerdana leyistikê dikin zêde bibe, afirandina zarokan kêm dibe. Di dibistanên demokratîk de heya ku zarok daxwaz nekin, nabe ku kesên gihaştî tevlî leyistikên wan bibin. Leyistik, me fêrî emê çawa bi rêya peywendiyê şabibin, em ê bi çawa bi daxwazên hevre hewrêtiyê bikin, bi rihekî hevpar emê çawa bi hevdu re kar bikin dike her wiha wekheviyê   pêş dixe. Dema ku kesek her dem bibe xwediyê mala darê, wê her kes dev ji lîstikê berde.

4- Ji bo vedîtina hest û daxwazên mirov, azadiya tam

            Eger minhacekî diyarkirî nebe jî, dibistanên demokratîk û azad cihê perwerdeya berdewamin. Xwendekar tucar nabin xwedî zanista “bingehîn” a ku tê xwestin were girtin, di ezmûnan re derbas nabin, pileyan nagirin an jî bi karê malê venagerin malê. Ref bi piranî li gorî mereqên taybet ên xwendekaran an jî mamosteyan tên amadekirin “mamoste yan jî xwendekar dikarin dersê bidin”, lê yek ji wan her duyan jî ne pêwist e. Xwendekar di çûyîna dibistanê de bi refekî tenê ve negirêdayî ye, azad e. Di bingeha vê têgihîştine de têgîna azadiya tam heye û bi yekê ermanc ewe ku zarok di asta herî jor de daxwazên xwe keşif bikin û bêyî ku li rastî astengiyan werin mereqên xwe derbas bikin. Karê erkdar û xebatkaran, ji xwendekaran re alîkarbuyîne ango li gor daxwazên wan ji wanre peydakirina jêdera ye. Ev tê wateya alîkariya wan ji bo peydakirina pirtûk, fîlm, malperên înetrnêtê yên têkildar (weke avakirina xaniyên ji kerpîçan) an jî peywendiya wan bi zanyaran re (kalek karibe wan fêrî wê zanistê bike) yan jî di wê mereqa mijara gotinê ye de alîkariya wan bike (bi zarokan re hewldana avakirina xaniyê ji kerpîçan). Bi vî awayî rola mamoste ji rênîşander bêhtir dibe şêwermend. Berovajî perwerdeya klasîk, di dibistanên demokratîk de tiştên ku zarok jê hez nakin, bi zorê nadin fêrkirin û ti pîvanên amadekirî ji bo diyarkirina zanist an jî çalakiyên “dikarin werin qebûlkirin” tune ne. Ev biryar bi rastî di destê xwendekar, kes û civaka fireh a ku beşdarî civînê dibe de ye.

            Di nêrîna min de taybetmendiyên vê modelê ev bûn. Ev, ji bo têgihiştina gelek kesan zêde ye û zehmet e ku xeyal bikin, ji ber ku bi hemû awayî durî nirxandin, îstistatîk û pîvanên cîhana ku li gor perwerdeya klasîk ava buye ye. Eger ku bala we kışandıbe, ez dekomentera “School Circles” pêşinyar dikim, tu dikarî ji “Vimeo” bikirî yan jî kirê bikî, fîlmê “Summerhill” jî bi navê “BEST FREEDOM MOVE EVER” di Youtubê de bê pere heye. Eger tu li welatekî jev dibistan lê hene jiyan dikî tiştek li cihê ziyaret kirina dibistana te ya xwe cihî u demokrarîk, dibistana we a Sudbury an jî modeleke ku bişibe wan bigre tuneye. Bi awayekî giştî, eger tu wan agehdar bikî, wê ew dibistan destûrê bidin te da ku tu di dibistanê de gerekê bikî.

            Eger mînaka dibistana demokrat û azad ne zêde birêk û pêk xuya bike yan jî xwebirêvebirina wê ne li gorî we be, hun dikarin ji kesên di mijara perwerdeyê de xwedî nerînên radîkalin, sûdê bigirin. Pê re jî alîgirên perwerdeya pêşverû dikarin ji teorî û piratîkên dibistanên demokrat û azad sûdê bigirin. Dibe ku ev mînak ne li gorî her kesî be, di dawiyê de sîstema perwerdeyê ya ideal wê gelek model perwerdeyê bi awayekî wekhev ji bo pêdiviyên hemû xwendekaran pêk bîne. Zapatîstên li Başûrê Rojhilatê Meksîka piştgiriya “cîhaneke li gorî hemû cîhanan be” dike, di nerîna min de ev yek jî rêgezeke baş a fêrkirinê ye. Tu li ku derê dibî bila bibî, eger ku bixwzî li mînakeke perwerdeyê bigerî ku di refê de li gel xwendekar û mamosteyan xweseriyê ava bike, em bi hêvî ne ev her çar stûn ji te re alîkar bin. Di nerîna min de pêwist nake ku her kes van her çar stûnan bi hev re weke dibistanên demokratîk û azad pêk bîne, lê hemû dibistan dikarin sûdê ji hin aliyên van stûnan bigirin. Eger em sîstemeke perwerdeyê ya baş ji bo xwendekaran bixwazin, divê em destpêkê baweriyê bi wan bînin. Ev hemû prensîb jibo ev bawerî derbasî jiyanê bibe hewildana xwe gihandina modelekî ne.

 

Ian Campbell