Perwerdeya Ji Dûr Ve

01

Perwerdeya Ji Dûr Ve: Yek ji pergalên perwerdeyê ya nûjen e. Ev pergal xwe dispêre internetê, xwendekar waneya xwe derveyî refên dibistanê dibînin. Gelek cure û rêbazên wê yên cûr bi cûr hene û ji bo gelek armancan tê bikaranîn.

 Zanîngehên navdar sîstema perwedeya ji dûr ve esas digrin, da ku bighêjin hejmareke mezin ji xwendekaran bi taybet ên ku derfetên wan ên xwendina klasîkî tuneye. Ev rêbaz ji komek hêmanên bingehîn ên weke meteryal, minhac, mamoste, xwendekar û amûrên teknolojîk yên peywendiyê, pêk tê. Her wiha hin hêmanên din hene ku têkiliya teknolojiyê bi perwerdeyê re kontrol dikin û birêve dibin. Weke: Stratejiya perwerdeya elektronîk, têgihiştina teorîk û pratîkî a bikaranîna teknolojiyê û meteryala perwerdekirinê.

          Yekem saziyên ku rêbaza perwerdeya ji dûr ve bikar anîne zanîngehên Emerîka û Ewrupayê ne. Van zanîngehan her derseke ku di materyalan de heyî bi awayekî berfireh şîrove dikirin, li ser kasêtên vîdeyoyê qeyd dikirin û ji xwendekaran re bi rêya postê dişandin.

 Bi pêşketina teknolojiyê re perwerdeya ji dûr ve pêşket. Dema ku perwerdeya ji dûr ve ji radiyo û televizyonê derbasî internêtê bû, asta vê perwerdeyê gihişt lûtkeyê. Teknolojiya bernameyan bi xwe re hin rêbazên nû yên perwerdeyê afirand weke: Fêrbûna bîneyî (rêbazeke li ser bingehê bikaranina wêne, nivîs, karton û vîdeyoyan pêk tê) û fêrbûna gotinî (axaftina devkî bikar tîne).

          Li gorî pêwîstiyên awerte yên ji ber sedema belavbûna vîrûsa Covid 19, perwerdeya ji dûr ve bû mijara sereke ji hemû saziyên perwerdeyê re. Piraniya saziyan li şûna perwerdeya klasîkî dest bi bikaranina perwerdeya ji dur ve kirin. Ji ber nebûna plansaziyeke rast û bingeheke teknolojîk, hemû sazî ketin bin zextê de. Vê rewşê hemû sazî û kompaniyên mezin neçar kirin ku karê xwe bisekinînin, lê ya ne sekinî û berdewam bû, perwerdeya ji dûr ve bû.

          Serdema 21’an teknolojiya dijîtal pêşkêşî me kiriye û vê rewşê rê li ber  gelek rêbazên nû yên pewerdeyê vekiriye. Vê yekê bêyî ku mirov bi dem û cihên diyar ve were girêdan, derfetên fêrbûnê yên hêsan ava kirine. Perwerdeya ji dûr ve meteryalan bi awayên cûr bi cûr (bihîstin, dîtin û peywendiyê) pêşkêş dike. Ev cureyê perwerdeyê rê dide ku mamoste encamên perwerdeyê li gorî armancên dersdayînê hilbijêre. Her wiha vegera li waneyê, yek ji taybetmendiyên perwerdeya ji dûr ve ya herî baş e, di heman demê de, tevlîbûna kesî û komî ji waneyê re, yên weke pirskirin, bersivandina nivîskî yan jî bi deng, hemû di vê rebaza perwerdeyê de gengaz in.

 

          Vîrûsa korona guhertinek mezin di gelek beşên jiyana mirovan de çêkiriye û ji bo berdewamiya jiyanê rê li ber derfet û şêwazên nû vekiriye. Weke mînak; di warê perwerdeyê de, êdî perwerdeya online li gelek welatan dest pê kiriye û dibe ku di warê perwerdeyê de di pêşerojê de nûbûnan bi xwe re bîne.

          Bi armanca berdewambûna perwerdê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li Bakurê Rojhilatê Suriyê jî di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Korona ya ku li cîhanê belav bûye de ev rêbaz bikar anî. Destpêkê li ser asta seretayî, her mamosteyekê/î girûpeke online çêdike, hemû şagirtên xwe tevlî vê girûpê dike, waneya bi mînak, şîrovekirin û bi wêne, bi rêya vîdeyoyê pêşkêşî şagirtên xwe dike. Şagirtên ku li vîdeyoyê temaşe dikin, pirsên xwe ji mamoste dikin, spartekên xwe çareser dikin û ji mamoste re dişînin. Mamoste bi xwendekaran xwe re yek bi yek mijûl dibin, spartekên wan çareser dikin û bi moralek geş û spasiyên germ bersiva wan didin. Bi vî awayî têkiliyek xurt di navbera mamoste û xwendekaran de çêdibe. Xwendekar êdî her roj bi coşek mezin li benda waneyên ku werin dimînin.

Waneyên qonaxa navîn û Amadeyî li navenda rêveberiya giştî ya bajarê Qamişlo û Hesekê bi alîkariya hin mamosteyên pispor ên her biranşê hatine amadekirin û bi rêya kanala Rojava TV û youtubê hatine pêşkêşkirin. Bi vî awayî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê sîstema ‘Dibistana Malê’ hat avakirin.

          Tevî derfetên kêm û lawaz û tengasiyên elektrîk û internêtê, Zanîngeha Rojava jî amadekariyên xwe gihande asta ku bikare vî rêbazê perwerdê pêk bîne. Bi vî awayî tedbîrên pêwîst hatin girtin û li ser vê bingehê perwerdeya online destpê kir. Perwerdeya online ya Zanîngeha Rojava xwe dispêre pergalek akademîk û xebata perwerdê li ser çend hin bernameyên internetê bi rêve diçe. Her wiha nirxandina xwendekaran jî li ser online tê kirin.

Xalên neyînî yên perwerdeya ji dûr ve:

  • buhayê bilind.
  • Neqebûlkirina civakê ji vê cureya perwerdê re.
  • Nebaweriya civakê bi vê cureya perwerdê ku bikare ji zarokên wan re derfetên kar peyda bike.
  • Li hin welatan perwerdeya ji dûr ve nayê bikaranîn.

Xalên erênî yên perwerdeya ji dûr ve:

  • perwerdeya ji dûr ve rolek mezin di bilindkirina asta mirovan a çandî, zanistî û civakî de dilîze.
  • Kêmbûna hejmara mamoste û karmendan di hemû qadan de dadigre.
  • Ji zanîngehên ku derfetên wan kêmin re hêsaniyan ava dike.
  • Cudahiya di navbera asta xwendekaran de kêm dike.
  • Rê dide ku karmend asta xwendina xwe bilind bikin, hem bixwînin hem jî karê xwe bikin.
  • Derfetê dide ku xwendekar hunerên xwe pêş bixin.
  • Xwendekar, bêyî ku bandorek derve li ser çêbibe, xwe bi xwe dixwîne û jêderên agahiyan bi xwe hildibijêre.
  • Bi dem û cih ve ne girêdayî ye.

          Weke encam, di rewşek wiha awerte de, perwerdeya ji dûr ve ji pêwîstiya perwerdê re bû bersiv. Çi li fêrbûna seretayî û navîn û çi jî li zanîngehan, dibe ku mirov nekaribe bi temamî dev ji pergala perwerdeya klasîk berde, her wiha mirov nikare perwerdeya elektronîk jî yekser bingeh bigire. Ji ber ku her pergalek xwedî taybetmendiyên cuda ne. lê gengaze ku her du pergal di nav hev de werin bikaranîn. Xwendekar dikarin dersên xwe bi rêya internetê bixwînin û li dibistan an zanîngehê vegerin û bi vî awayî tevlî test û nirxandinan bibin. Ji vê rêbaza perwerdeyê re jî ’Perwerdeya Berevajî’ tê gotin. Asta xwendekarên perwerdeya berevajî ji asta xwendekarên pergala klasîk û elektronîk bilindtir e.

 

Dilsoz Ehmed

 

Jêder: https://almadapaper.net/