Zanîngeha Rojava Ji Bo Parastina Xwendekaran Gelek Tedbîr Girtin

1

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustafa got: “Ji bo parastina tenduristiya xwendekarên zanîngehê û cihê ku têde dimînin, rêveberiya zanîngehê gelek tedbîrên xweparastinê girtine. Îdiayên ku dibêjin hin xwendekarên zanîngehê bi vîrûsa Korona ketine, ne rast in.”

Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê vê Tîrmehê de ragihand ku 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketine û 88 kesên têkiliya wan bi nexweşan re çêbûyî, heta du hefteyan ketin karantînayê, rêveberiya Zanîngeha Rojava ji bo parastina tenduristiya xwendekaran gelek tedbîr girtin.

Di 26`ê vê mehê de rêveberiya Zanîngeha Rojava biryara rawestandina dewama fermî ya xwendekaran heta demeke ne diyar da, da ku vîrûsa Korona di nava xwendekaran de belav nebe. Her wiha testên tenduristiyê ji xwendekarên ku ji Şehba û Helebê hatine re, çêkir.

Têkildarî mijarê hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistafa wiha got: "Ji ber bandora pileya germahiyê ya bilind, di demên dawî de gelek nîşaneyên nexweşiyên havînê li ser hejmareke xwendekarên zanîngehê xuya kirin. Tîmên tenduristiyê testên tenduristiyê ji wan xwendekaran re çêkir û di encamê de hat eşkerekirin ku iltîhab(edav) di laşê wan de zêde ye."

Rohan Mustafa wiha lê zêde kir: "Bi hevkariya bi Desteya Tenduristiyê re, weke tedbîreke xweparastinê heta ku sedema iltîhaban diyar dibe, me dewama xwendekarên zanîngehê raswestand û cihê mayîna wan veguherand karantînayê. Her wiha ketin û derketina ji cihê mayîna xwendekarên zanîngehê hate qedexekirin. Dê li gorî encaman, tedbîrên nû bên girtin."

Rohan Mistefa diyar kir ku wan ev tedbîr ji bo parastina xwendekaran, malbatên wan û civakê giritne û got: "Hinekan mijar mezin kirin û gotin hin xwendekarên zanîngehê bi vîrûsa korona ketine. Em tekez dikin ku ev gotin ji rastiyê dûr in."

Hevseroka Zanîngehê Rohan Mistefa diyar kir û got: “Eger di nav xwendekaran de hin rewşên bi guman an jî nexweşên bi vîrûsa Korona werin tespîtkirin, em ê rasterast ragihînin.”

Rohan Mistafa ji hemû xwendekaran xwest ku li derveyî cihê mayîna xwe, xwe biparêzin û tedbîrên xweparastinê û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Jêder: ANHA