Berxwedana Çand û Zimanê Kurdî Li Hember Polîtîkayên Asîmîlasyonê

Adar

Di dîroka welat û netewan de hin hêman hene ku netew xwe li ser ava dikin didomînin û pêş dixin. Dema ev hêman hemû bêne cem hev, ew netewa mijara gotinê pêk tê. Yek ji van hêmanan dema kêm be, lingekî wê netewê seqet dimîne û netewê ber bi jiholêrabûnê ve dibe. Mirov dikare van hêmanan weke; çand, ziman, nasname, dîrok, erdnîgarî, hişê civakî rêz bike. Her yek ji van hêmanan li gorî hebûn û girîngiya di nava pêkhatina netewê de erk digire. Lê ji nava van hêmanan, hêmanên çand û ziman derdikevin pêş û li gorî girîngî û jiyanîbûna xwe gavekê li pêşiya wan hêmanên din in. Çand û ziman weke dil û mejiyê netewekê ne. Dema bimirin netew dimire. Di vê rewşê de mirov dikare bibêje mejî çand e, ziman jî dil e, her du yan dema yek ji wan bimire di nava demeke kurt de mirina netewê pêk tê. Çand û ziman du hêmanên sereke yên ku di zikhev de cih digirin û hev û din pêş dixin. Ziman bi hemû pêkhateyên xwe yên nivîskî û devokî weke beşeke girîng ê çandê ye. Di heman demê de çand jî şêweyê herî estetîk ê şênberbûna ziman e. Gel û netewên ku têkoşîna hebûn û tinebûnê nîşan didin, bê guman herî zêde jî di vê qadê de têkoşîna xwe didin meşandin. Weke gelê Kurd têkoşîneke bê hempa ya hebûn û tinebûna netewî nîşan dide. Têkoşîna xwe ya di qada berxwedanê de bi awayekî bê hempa nîşan dide. Gelê Kurd tevî her tiştî jî xwedî li hebûna xwe derdikeve. Lê civak û netewên ku di nava dîrokê de ziman û çanda xwe jidestdane îro mirine. Tenê hebûneke anatomîk û fîzyolojîk jiyan dikin. Ji wê zêdetir jî tiştek din namîne. Dîsan dema ziman û çanda civakekî bê qedexekirin, eger ku berxwedanekî xurt li hemberî vê pêk neyê, ew civak tine dibe, lê eger berxwedan pêk bê, herî zêde jî ev berxwedan di qada çand û ziman de xwe nîşan dide.

Bê guman netewekî xwedî hişeke civakî ya xurt ji bo parastina nirxên xwe yên çandî û zimanî teslîmiyetê qebûl nake. Teslîmiyet û xweradestkirin ji bo civakan tinebûne. Dema ku rêyên legal li pêşiya wan tê girtin, bi rêyên ne legal têkoşîna parastina mafê xwe didin. Dema ku dibistan û dezgeh-saziyên fermî ziman û çanda wan neparêze û pêşnexe, wî demî civak bi xwe vî erkî digire ser milê xwe û zarokên xwe li ser çand û zimanê xwe pêş dixe. Di nava mal û kûçeyan de civak vê yekê pêk tîne. Bi perwerdeya ku rasterast ji aliyê dayîkê ve tê dayîn re zimanê dayîkê ji nifşên nû yên civakê re tê fêrkirin.  Her wiha nifşên nû yên civakê bi çîrok û destanên ku di rastiya xwe de dîrok û hişê civakê di nava xwe de digire re jî, çand û rastiya netewa xwe fêr dibe. Mînak çawa ku kesek Îngîlîz bi çîroka Hamlet re vedana çand û zimanê xwe dibîne. Kesek Kurd jî di çîroka Mem û Zîn, Xanê Lepzêrîn, Derwêşê Evdî, Kawayê Hesinkar de, dîsa di stranên Ez Xelefim, Hoy Memo, Zembîlfiroş û hwd de vedana çand û zimanê xwe dibîne. Di van berheman de zimanê xwe dibîne, hişê xwe yê civakî dibîne, çand û dîroka xwe hîn dibe. Li gel netewa Kurd hişmendiya parastin û xwedîderketina li çand û zimanê xwe weke yekane rêya xwedî derketina li hebûn û netewa xwe hatiye zanîn. Civaka Kurd fêmkiriye ku bi xwedîderketina li çand û zimanê xwe, di rastiyê de li hebûn, netew û dîroka xwe xwedî derdikeve. Civak û netewa Kurd di her serdemê de xwe ji xebatên pêşxistina çand û ziman xwe nedaye paş. Bi awayeke veşartî be jî, bi awayeke ji welat dûr be jî xebatên xwe yên çand û ziman meşandine. Weke li Radyoyên Êrîvan û Bexdayê xebatên xwe yên çand û hunerî meşandinye. Dîsan li Qahîrê bi derxistina rojnameya Kurdistanê re û weşanên ku li ser şopa vê hatine pêşxistin re jî xebatên xwe yên zimanî û wêjeyî dane meşandin. Bisazîbûna çand û zimanê Kurdî tim ji aliyê dagirkeran ve weke xeteriyekê hatiye dîtin. Tevî van jî xebatên çand û zimanê Kurdî tim dewam kiriye, lê bisazîbûna pêwîst pêk nehatiye.

Heya dawiya sedeya 20’an jî derfeta vê nehatiye peydakirin. Jixwe li welat ev yek ne gengaz bû. Di destpêka salên 80’yê de li Ewrûpayê Yekitiye Hunermendên Welatparêz (Hunerkom) hat avakirin. Hunerkom di sazîbûna çand û hunera Kurdî de yekem pêngav e. Her wiha di van salan de di serî de li Stockholm, Parîs û Stenbolê Enstituyên Zimanê Kurdî têne vekirin. Di van enstituyan de xebatên lêkolîn û pêşxistiya ziman û wêjeya Kurdî têne meşandin. Zimanzan, rewşenbîr û wêjevanên ku di qada ziman û wêjeya Kurdî de xwedî lêkolîn di van enstituyan de xebatên xwe meşandin.

Di heman demê de bi pêşketina Tevgera Azadiya Gelê Kurd re, cih ji xebatên çand-huner û ziman-perwerde-wêje ya Kurdî re tê vekirin. Di bin sêwana Tevgera Azadiya Kurdistanê de xebatên ziman û perwerdeyê di bin banê TZP-Kurdî (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî) hatin meşandin. Piştî sîstema KCK’ê hat danîn, xebatên ziman û perwerdeya Kurdî jî weke yek ji rehendên xebatên civakî hat destnîşankirin û bi Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê ve hat girêdan. Di heman demê de bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jî di her milî de pêngavên pir mezin ên şênber hatin avêtin. SZK (Saziya Zimanê Kurdî) weke bisazîbûna qada ziman û perwerdeya Kurdî pêş ket. Hem xebat meşandin hem jî lêkolîn û pêşxistina zimanê Kurdî birêve bir.

Gelê ku di seranserê dîrokê de tim rastî êrîşên asîmîlekirin, qirkirin û ji eslê xwe biyanîkirinê mayî bi parastina nirxên xwe yên maddî û manewî re îro xwe bisazî kiriye û çand û zimanê xwe ji nifşên xwe yên nû re, ji pêşeroja xwe re dide fêrkirin.

Ev xebatên ziman û wêjeya Kurdî ya ku îro gihiştî asteke girîng li ser şopa Rojnameyên Kurdistan û bi dehan weşanên din, dîsan li ser şopa, Baba Tahir, Melayê Cizîrî, Celadet Bedirxan, Ehmedê Xanê, Cegerxwîn û bi dehan wêjevan û zimanzanên kedpîroz, li gel vê jî bi bi deh hezaran berdêlên giranbuha yên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd gihiştiye vê astê. Çawa ku tiştek stabîl û statîk nîne, xebatên ziman jî stabîl nîne û wê di ronahiya van nirxan de tim ber bi pêş ve biçe...

 

Mihemed Gabar