KPC-D Bi Mamosteyên Kevin Re Kombûnek Pêkanî

2

 Bi şoreşa Rojava re xebatên pêşxistina perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin xurtkirin. Sîstemek hat danîn û li gorî derfetên wê demê kar hat kirin û kedek giranbuha hat dayîn. Destpêkê hejmara mamosteyan pir kêm bû, lê roj bi roj hejmar zêde bû û xebatên perwerdeyê tevî kêmderfetî û kêmasiyan, roj bi roj û bi saya van mamosteyên pêşeng hat pêşxistin. Her wiha minhac li gorî ziman û çanda pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, hat nivîsandin. Bê guman dibe ku mirov kêmasiyan jiyan bike, lê bi hatina gel hev a mamosteyan, bi niqaş û nirxandinên berfireh re ev kemasî çareser dibin. Lewma ji bo bêhtir girîngî ji perwerdeyê re were dayîn û sîstema perwerdê ya heyî were pêşxistin pêwîstî bi kombûneke mamosteyan hat dîtin. Bi vê armancê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet bidestxist ku kombûneke mamosteyan pêk bîne. Ev kombûn li bajarê Qamişlo li navenda Zanîngeha Rojava hat lidarxistin. Kombûna mamosteyan di 11’ê Tîrmehê 2020’an de destpê kir û sê rojan dewam kir.

            Bi armanca girtina agahiyên berfireh derbarê armanc û girîngiya kombûna ku cara yekem hatî li darxistin de endamê komîteya amadekar Mamoste Goran Şakir ji me re axivî. Mamoste Goran hemû xalên ku di kombûnê de têne meraqkirin anî ser zimna. Axaftina mamoste wiha ye: “Kombûna mamosteyên kevin li ser esasê nirxandina sîstema perwerdeyê ya heşt salên borî heya roja îro, hat çêkirin. Her wiha weke bi armanca şêwirîna bi van mamosteyên ku bi qasî heşt salin ku di nava xebatê de kar dikin û nirxandineke giştî bi wan re kirinê hat pêkanîn. Ev demeke dirêj e ku me dixwest kombûneke bi vî rengî pêk bînin, lê derfet bi destê me neketin. Tê payîn ku kombûna me sê rojan bidome. Emê ji pirsên weke ji roja ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên perwerdeyê destpê kiriye heya niha, pêşketinên wê, kêmaniyên wê, astengiyên ku me kişandine, encamên ku me heya niha bidestxistine û tiştên ku di dema pêş de bên derxistin divê çi bin? bersivan bigerin. Di vî alî de di çarçoveyeke berfireh de nirxandin hatin kirin. Di roja duyem de bi armanca yekirina sîstema perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, reşnivîsa rêziknameya sîstema perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin. Hin xalên bi pirsgirêk bi mamosteyan re hatin parvekirin. Heya niha encamek baş jê hatiye derxistin. Nêrînên giştî yên van mamosteyan li ser sîstema perwerdeyê hatin girtin. Pirsên ku me destpêkê kirin bi awayekî berfireh bi rengê komî hatin nîqaşkirin. Ew jî di çarçoveya xalên sereke de, sîstema dibistanan divê çawa be, nirxandin li dibistanan pêwîste çawa be û tiştên ku me heya niha di hundirê dibistan de pêk anî guncaw e an jî pêwîstî pê heye ku em hin tiştên nûtir tevlî bikin? Li milê din mamosteyan nêrînên xwe derbarê kêmasiyên di rêveberî û dibistanan de derketine de anîn ser ziman. Ev hemû jî ji aliyê rêveberiya saziya perwerdeyê ve girîng têne dîtin. Lê pêşveçûnên giştî yên ku li herêmê tên nîqaşkirin, ew jî bi ziravî û kûrahiyên xwe ve, bi mamosteyan re hat nîqaşkirin. Jixwe, ji her bajarekî çend mamoste li vir hene. Perspektîfên dawî û tiştên ku li vir hatine niqaşkirin her wiha tiştên ku li vir encam girtine, wê bi rêya van mamostyên li vir amade li her bajarekî bêne belavkirin û bi mamosteyan re werin parvekirin. Jixwe berê me dixwest hejmarek hê bêhtir mamosteyên kevin kom bikin lê derfet nebû ku hemûyan kom bikin. Di rewşa heyî de hejmara mamosteyên tevlî vê kombûnê bûne nêzî 200 mamosteyî ne. Li ser vî esasî ev hêz û morala ku me li vir girtî bi hemû mamosteyan re bê parvekirin û kar û xebatê perwerdeyê bi awayekî xurtir bê rêvebirin. Her mamosteyek di dibistana xwe de, li mala xwe, di civakê de, di hundirê komîna xwe de û di meclîsên xwe de karibin vê xebatê parve bikin. Di dawiyê de mirov dikare bêje pêwistî bi nirxandin û kombûneke bi vî rengî hebû. Ji bo ku karibin sîstema perwerdeyê hîn bêhtir bi her kesî bidin naskirin divê perwerdeya bi zimanê dayîkê û jiyana hevbeş esas bê girtin. Her kes karibe bi zimanê xwe, bi netewa xwe û bi çanda xwe cihê xwe bigire.”

            Mamoste Firyal Silêman di qada perwerdeyê de mamosteyeke kevin e, ji bajarê Amûdê ye. Mamoste di Komîteya Minhac de kar dike. Firyal derbarê vê kombûnê de wiha axivî: “Di vê kombûnê de reşnivîsa rêziknameya perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin. Hin xalên bi pirsgirêk hebûn. Her beşek jî çend pirsên wê hebûn. Mamoste li ser deh koman hatin belavkirin, ev kom jî ji endamên hemû bajaran pêk dihatin. Me di nav xwe de ew xal niqaş kirin û bersivên wan dan. Me bersiv bi awayekî nivîskî radestî komisyonê kir.”

            Hêjayê gotinê ye ku di vê kombûnê de çalakiyên cûr bi cûr jî hebûn. Bi taybet di danê êvarî de çalakiyên weke dîlan, stran û lîstina volîbolê jî hatin lîstin. Mamoste bi giştî bi moralekî mezin tevlî çalakiyên vê kombûnê bûn. Li her deverî û di her karî de her tim pêwistî bi navberekê heye ta ku mirov karibe di karê xwe de bi awayekî hîn xurtir çalak bibe.

1

2

4

5

6

7

8

0

9