Li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo Mamoste Têne Perwerdekirin

Li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya bajarê Qamişlo 85 mamsote yên ji herêma Cizîrê li ser şêwazê dersdayînê ya li gorî materyalên nû yên amadeyî sê, têne perwerdekirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê biryar da ku materyalên xweseriyê derbasî her du beşên zanistî û wêjeyî yên refa xwendinê ya amadeyî 3 bike. Her wiha wê hemû dibistanên girêdayî wezareta perweredeyê ya hikûmetê Sûriyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser û peymangehên taybet, jî bigire nava xwe.
Piştî ku materyal derbasî dibistanên girêdayî desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, desteyê amadekirina materyalan ji bo beşên zanistî û wêjeyî yên refa amadeyî 3 bidawî kir û di vê sala pêş de dê dest bi dayîna wê were kirin.
Ji bo ku mamoste fêrî şêwazê dersdayîna materyalê perwerdeyê yê refa amadeyî 3 bibin, li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo di 1`ê Tîrmehê de dest bi dayîna perwerdeyê hatiye kirin. 85 mamosteyên ji herêma Cizîrê û ji hemû branşan tevlî perwerdeyê bûne. Di perwerdeyê de şêwazê dersdayînê li gorî materyalên nû têne dayîn da ku mamoste karibin dersên refa amadeyî 3 di sala nû ya perwerdeyê de bidin.
Her dewreyek perwerdeyê dê 7 rojan dewam bike û dibe ku heta 10 rojan dijrêj bike jî heta ku materyalê perwerdeyê bi dawî bibe. Mekanîzmeya perwerdeyê li ser beşan pêk tên. Di her heftiyekê de 6 branş bi perwerdeyê têne diyarkirin . Ji bo dersdayîna zimanê Erebî jî li bajarê Hesekê hatine diyarkirin.
Ji projeyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ku sala nû ya perwerdeyê 2020 – 2021, 20 rojan pêşde bixe, Ev yek jî ji ber sedema xwendina xwendekaran a ku ji ber Koronavîrus serdeçûye, temam bikin bê kirin.
Derbarê armancên dewreya perwerdeyê ji rêveberên Akademiya Şehîd Egîd Cîlo Semîa Hec Elî wiha got: "Ji ber belavbûna Koronavîrûs hemû dibistan hatin sekinandin. Em dixebitin da ku dewreyên perwerdeyê di meha Tebaxê de bi dawî bikin û dibe ku dibistan di 20`ê Tebaxa 2020`an werin vekirin."
Her wiha Semîra Hec Elî wiha dom kir: "Em hewl didin hemû mamosteyan bi awayekî baş perwerde bikin da ku karibin xwendekaran baş perwerde bikin. Her wiha da ku xwendekar karibin branşên xwe di pêşerojê de diyar bikin. Ev yek di dersdayînê de ye girêdayî şêwazê mamosteyan e."
Mamosteya bi navê Nejbîr Mustefa Umer a ji bajarê Dêrikê jî wiha got: "Em agahiyên nû ji perwerdeyê digrin. Perwerde ji bo dersdayîna xwendekaran pêngaveke baş e. Ji bo em karibin li gorî şêwazên nû xwendekaran perwerde bikin ji me re firsendeke baş e."
Çavkanî: ANHA: