Dîdareke Li Gel Saziya Zimanê Kurdî

1

Ziman amûreke pir girîng ê dan û standinê ya di nava mirovan de ye. Mirov bi zimanê ku dipeyivin hest û ramanên xwe ji kesê beramberê xwe re raidgihîne. Ziman xala herî berbiçav a netewan e. Ango netewbûn an jî hebûn di ziman de hîn bêhtir xuya dike. Mirov dikare bibêje netew ziman bi xwe ye. Ji ber vê sedemê pêşketina di ziman de tê wateya pêşketina giştî di heman demê de paşketina wê jî paşketina giştî ye. Di jiyana civak û netewan de her tiştên ku qewimîne yan jî hatine jiyankirin vedana xwe li ser ziman kirine. Li ser ziman şopên kûr hiştine. Eger ku mirov mînak li ser vê yekê bide jî; “Gelê Kurd pêşengî ji şoreşa Neolîtîk re kiriye, ji ber vê sedemê bandora çanda Neolîtîk li ser zimanê Kurdî bûye û bi vê re jî li ser zimanên din ên herêmê û cîhanê jî bûye. Lê gelê Kurd pêşengî ji şoreşa pîşesazî û teknolojiyê re nekiriye, ji ber vê sedemê jî bandora wan li ser zimanê Kurdî nebûye. Kurdî bi rêya zimanên din ji vê yekê bandor dibe.” Weke em dizanin tiştek weke berê namîne, her tişt tê guhertin, rojane pêşketinên nû di qada teknolojiyê de çêdibe. Ji bo ku ziman ji vê re bibe bersiv pêwîstî bi sazîbûnê heye. Bi sazîbûna ziman re jî wê rojanekirinên pêwîst di qada ziman de bêne çêkirin ango wê ziman li gorî roja me ya îro bê guncandin. Heya roja me ya îro zimanê Kurdî bisazî nebûye yan jî ji aliyê dagirkeran ve derfeta vê yekê nehatiye dayîn û tim weke tehlûkeyê hatiye dîtin. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi taybet jî bi pêşketina Şoreşa Rojava re ev kêmaniya Kurdî hat derbaskirin û yekem bi sazîbûn di zimanê Kurdî de pêk hat. Niha Saziya Zimanê Kurdî (SZK) lêkolînan li ser ziman û wêjeya Kurdî dimeşîne. Zimanê Kurdî li gorî pêwîstiyên roja me ya îro nûjen dike. SZK ji sala 2003’yan karên ziman li Rojava dimeşîne. Lê bi pêşketina şoreşa Rojava re êdî bi awayeke fermî û berfirehtir kar dide meşandin. Hîn jî ev sazî karê xwe bi awayeke bê navber dide meşandin. Bi boneya şopandin û nasandina peywira vê saziyê me serdana navenda saziyê ya giştî ya li bajarê Qamişlo kir.

Saziya Zimanê Kurdî bi şêweyê kom bi kom li ser mijarên hatine destnîşankirin kar dimeşîne. Li ser peyvnasî, wêje, perwerdeyê û hwd. wane têne dayîn û nîqaşên ku di vê saziyê de pêşdikevin jî tim derbarê van babetan de ye. Mamoste Viyan Cûdî di peywira rêveberiya saziyê de kar dike. Me pirsên ku meraqkirî jê pirsîn, Viyan Cûdî jî bi awayekî xweşbînî pirsên me bersivand.

 

  • Em dikarin we nas bikin?

Navê min mamoste Viyan Cûdî ye. Ez endama rêveberiya saziyê me.

 

  • Em dikarin saziyê û peywira saziyê nas bikin?

Armanca vekirina vê saziyê li ser ziman û wêjeya Kurdî xebat û lêkolîn meşandine. Tê zanîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha saziya zimanê Kurdî, hem li bajaran hem jî li navçeyan hebû. Lê ne bi vê rola xwe ya niha kar dimeşand. Ji 2003’yan ve bi awayekî veşartî xebatên SZK destpê kirine. Heya 2019’an jî tenê bi perwerdekirina mamoste û civakê ve mijûl bûye, her wiha xwendekar û mamoste fêrî zimanê Kurdî kirine. Lê ji ber ku bisazîbûna di qada perwerdeyê de çêbû û hemû karên perwerdeyê bi Desteya Perwerdeyê va hatin girêdan ji ber vê sedemê SZK’ê xwe li gorî cewherê avabûna xwe ji nû ve rêxistin kir. Ango niha sazî tenê bi lêkolînên li ser ziman û wêjeya Kurdî mijûl dibe. Wê SZK çavkaniyên derbarê ziman û wêjeyê de ji saziya perwerdeyê re lêkolîn bike û derxe ronahiyê. Saziya Ziman niha xwe ji karên din qut kiriye û tenê bi erka xwe ya bingehîn radibe. Encamên ku di encama lêkolînên vê saziyê de derdikevin û biryarên ku têne girtin ne tenê ji bo sazî û endamên saziyê yên li vir amade ye, rasterast hemû mamoste û xebatkarên bi ziman û perwerdeyê ve mijûldibin eleqedar dike. Ji bo pirsgirêk û astengiyên ku mamoste di qada ziman de dikişînin bêne derbaskirin xebat têne meşandin. Mijarên pêwîst têne destnîşankirin, çareseriya pêwîst jêre tê peydakirin û piştî wê jî mamoste jî şêweyê vê yê nûjenkirî di xebatên xwe de bikar tînin. Em xebatên xwe ji bo di qada ziman de bibin bersiv dimeşînin.

 

  • Hûn dikarin behsa kurtedîroka saziya ziman bikin

            Cara yekem pêşengê Kurdiya nûjen û alfabeya Kurdî ya Latînî Mîr Celadet Bedirxan di sala 1920’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xebat daye destpêkirin. Di sala 2003’yan de ev xebat bi navê SZK bi awayekî veşartî hatiye berdewamkirin. Piştî şoreşê xebat bi awayeke eşkere û berfirehtir hatiye meşandin. Di 15’ê Gulana 2019’an de di roja Cejna Zimanê Kurdî de jî ev navenda lêkolînê hat vekirin.

 

  • Hûn dikarin behsa karên di saziya ziman de têne kirin, bikin

             Jixwe hemû beşên ku li vir ser kar têne kirin, bi ziman ve rasterast girêdayî ne. Di bin banê saziyê de beş an jî mijarên weke; ferheng, wêje, rêziman, dengsazî, peyvsazî, watesazî û etîmolojiya peyvan heye. Hemû jî weke beşên zimannasiyê mirov dikare dest bigire. Di bin banê zimannasiyê de hemû beşên wê yên sereke û hûrbîniyên ku pêve girêdayî ne, cih digirin. Komîte bi xwe hîn bi awayekî fermî nehatiye beşkirin ji ber ku niha hem perwerdeya endamê saziyê heye hem jî komek ji derve ye. Ev perwerde biqasî 7 mehan wê dirêj bike. Lê niha ji bo danîna komîta ziman, wêje û ferhengê bingehek heye. Piştî qedandina perwerdê komîte wê bi awayeke fermî werin beşkirin.

 

  • Xebata ku li vir tê kirin çiqas giştî ye?

            Niha weke gava destpêkê giraniya kar li ser zaravayê Kurmancî ye. Herêma ku em lê dijîn jî hemû ji niştecihên zaravayê Kurmancî pêk tê, her wiha perwerdeya ku li dibistanê tê dayîn jî Kurmancî ye ji ber wê pêdivî pê heye ku em hinek aloziyên ku di Kurmancî de hene çareser bikin. Lê armanca navendê ew e ku bibe navendeke Kurdistanî û hemû zaravayên Kurdî têde werin perwerdekirin û berhemên ku girêdayî hemû zaravayan werin amadekirin. Jixwe ji dema ku em Kurmancî jî lêkolîn dikin an jî niqaşekê li ser Kurmancî dimeşînin, bê guman mirov rasta zaravayên din ên Kurdî jî tê. Ji ber vê yekê têkiliyek di navbera zaravayên Kurdî bi xwe de jî heye. Lê di plana me de heye ku ev beş jî li vir werin vekirin û xebat li ser zaravayên din jî were meşandin. Di perwerdeya ku niha tê dayîn de wê zaravayên Soranî û Zazakî jî ji endamên saziyê re were dayîn. Ji bo ku serwextbûn di van beşan de çêbibe wê bê dayîn. Her wiha di plana me de heye ku em paşê kesên di van beşan de pispor tevlî kar bikin. Têkiliyek  di navbera her çar parçeyan de her wiha bi derve re jî heye. Her çiqas ji ber şert û mercan fermînebûbe jî lê têkiliyek û danûstandinek di navbera saziyan de heye. Dirûşmeya ku me bi wê dest bi xebatê kirî “her Kurdek li ku derê be dikare hevkariyê bi saziyê re bike” ye. Ango sazî bûye cihê dilxweşî û dilgermiyê. Ev sazî wek hêviyekî bû, her kesayet, her zimanzan, her wêjevan vê saziyê weke navenda xwe dibînin.

 

  • Di rewşa heyî de çend endam di saziyê de hene

            Niha çend mamoste hene û her wiha li derdora 30 ciwanan hene, niha di perwerdeyê de ne, piştî ku perwerdeya wan bidawî bû wê li ser beşan werin belavkirin. Ev perwerde wê ji 6 meh heta salek dirêj bike. Di encama vê perwerdeyê de wê endam bikarin encamekê bigrin û berhemek bidin. Di plansaziya me de heye ku em heya du salan 160 endaman bigirin. Em hewl didin ku kesê di vî warî de pispor û di aliyê ziman de xebatên wan heyî û her wiha kesayetên rewşenbîr û akademisyen bin, weke endam bigirin û tevlî nava kar bikin. Ne şert e ku li navendê bimînin, li cihê ku lê bin, dikarin kar bikin û mercên endamtiya xwe bicih bînin û têkariyên xwe ji xebatê re bikin.

 

  • Gelo şaxên vê saziyê li bajarên din hene?

            Navenda lêkolînê niha li vir e, li bajarê Qamişlo ye. Şax li bajaran hêdî hêdî tên vekirin, li Girkê Legê heye ku çend endam li wir in, girêdayî saziyê ne û karê saziyê dimeşînin. Li gorî bernameyên heftane, mehane û salane tên saziyê û carnan jî tevlî perwerdê dibin. Endamên li bajarên din têne saziyê berhemên xwe pêşkêşî avana saziyê dikin û tevlî niqaşan dibin. Piştî perwerdeya ku me niha diyarkirî wê şaxên saziyê li tevahî bajaran vebe. Lê disa jî navenda bingehîn wê ev be. Berhem û lêkolînên ku li wir kom dibin wê li vir hem bi amadebûna wan endamên ku amadekirî re, hem jî bi amadebûna endamên saziyê re bê niqaşkirin û wê di dawiyê de gihiştina encama dawiyê pêk bê.

 

  • Niha di destê we de çi kar hene?

            Jixwe niha karê bingehîn perwerdekirin û gihandina endaman e. Her wiha di plana me de amadekirina pirtûkeke rêziman a berfireh heye. Em dixwazin di vê pirtûkê de aliyên dîrokî û aliyên wêjeyî bi hev re bigirin dest. Em naxwazin di pirtûkê de tenê behsa rêziman û pîvanên wê bikin. Em dixwazin bi dîrok û wêjeyê re girêdana wê çêkin û bi vî awayî nîşan bidin. Weke mînak em dixwazin cih bidin helbestên klasîk ên wêjeya Kurdî, dîsan cih bidin gotinên pêşiyan. Ev xebat wê di demek nêzîk de destpê bike. Hin berhemên Weqfa Mezopotamyayê hene, ji bo rastnivîsandina zimanê pirtûkê heya niha heşt civîn hatine lidarxistin. Dîsan niqaş li ser Ferhengên Varyantê têne meşandin. Ferhenga “Têgihên Rêzimanî” heye ev jî wê di demek nêzîk de destpê bike. Ev ferheng bi serê xwe mijareke perwerdeyê ya bingehîn e. Li tenişta van xebatan hemûyan jî lêkolînên kesî û komî jî têne kirin. Perwerde bi xwe jî ji bo xurtkirina û tekezkirina rêbazên lêkolînê tê meşandin.

 

  • Weşanên saziyê çi ne?

            Ji bo saziyê amadekariyên malperekê tê kirin, ango akademiyeke elektronîk e, lê ev malper hîn dest bi weşanê nekiriye. Di malperê de wê hemû beşên zimannasiyê hebin û di nava beşan de jî  hûrbîniyên giştî mijaran wê werin bicihkirin.

 

  • Gelo têkiliyên we bi saziyên din ên perwerdê re hene?

            Yek ji armancên sereke yên saziya ziman ewe ku bibe çavkaniya tevahî navendên perwerdê yên heyî. Di nav van navendên perwerdê de Saziya Amadekirina Pirtûk û Materyalan (Minhac), zanîngeh û peymangehên girêdayî zanîngehê û dibistan bi xwe hene. Têkilî bi van hemûyan re hene. Wek mînak niha jî dema ku têgihên ferhengekê tên niqaşkirin endamên Saziya Amadekirina Pirtûk û Materyalan (Minhac) tên vexwendin û bi vî awayî niqaşeke hevbeş derdikeve holê. Her wiha têkilî bi çapemeniya Kurdî re jî heye. Dema ku derbarê rêziman de biryarek tê girtin bi wan re jî were parve dikin û bi vî awayî ew jî li ser wê rêzimanê bimeşin.

 

  • Gelo hûn piştgiriya projeyên taybet dikin?

            Em piştgiriya hemû projeyên taybet û giştî yên ku di xizmeta Zimanê Kurdî de bin, dikin. Em weke sazî hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî piştgiriyê didin wan kesayet û berheman. Weke nimûne eger kesek dixwaze ferhengek amade bike, lê derfetên amadekinê nînin, eger ku me ferheng erê kir û me girîngiya wê ferhengê ji bo zimanê Kurdî dît, em êdî weke sazî piştgiriya vê xebatê dikin û êdî bi navê saziyê diweşînin, êdî ev xebateke saziyê ye. Çi hewldanên kesî yan jî komî yên di xizmeta ziman de be û sûdê bide ziman piştgiriyê didin. Di vê xalê de pîvan sûda wê ji ziman re ye...

2

3

4

5

7

6

8

9

10

11