Hunera Fêrkirinê

A

Dema ku mijar fêrkirin be, yekser xwendekar, mamoste, dibistan, pirtûk û hwd tên bîra me. Lê dema mijara huner be, wê demê jî; şêwekarî, muzîk, şano û hwd tên bîra me. Weke ku li jor hatiye diyarkirin huner û fêrkirin ji hev cuda ne û ti têkilî di navbera wan de tine ye. Lê gelo bi rastî ji hev cuda ne? Ma gelo mirov nikare her duyan tevlî hev bike? Dema bê tevlîhevkirin wê çi sûd bê bidesxistin? Em ê hewl bidin di vê nivîsê de bersiva van pirsan bidin.

          Hunermendek ji bo berhemekî baş derxe holê, gelek rêbaz û şêwazên zanistî bikar tîne. Di baskên hunerê yên weke şêwekarî, muzîk û hwd de gelek şêwazên hunerî hene. Eger berhema hunermendekî ne li ser bingeheke zanistî be, wê bi teqez ne serkeftî be. Çiqas mamoste xwedî zanist be jî, lê eger di wanedayînê de şêwazên taybet ên xwendekaran ber bi xwe ve bikişîne bikar neyîne, dê nikaribe zanista xwe bigihîne xwendekaran. Li vir gihandina zanistê, ne di wateya fêrkirin û jiberkirina karanîneke bîrkarî, yan jî di waneya dîrokê de behsa bûyerekî dîrokî kirin an jî hejmartina taybetmendiyên erdnîgariyekê û hwd de hatiye bikaranîn. 

Li vir, mebesta gihandina zanistê jî nayê wateya fêrkirin û jiberkirina karanînên di waneya bîrkarî de, yan jî behsa bûyereke dîrokî kirin an jî jimartina taybetmendiyên erdnîgariyekê ye...

          Rêbazên wanedayînê yên ku li peymangeh û zanîngehên bi perwerdeyê ve peywendîdar tên dayîn pir in. Ev rêbaz ji aliyê hemû mamosteyan tê zanîn. Mamoste jî wan li gorî şert û mercên pêwist pêk tînin. Lê gelo encamên ku tên xwestin bidest dixin? Dema em behsa encaman dikin, em teqez behsa encamên ezmûnan nakin, em behsa têkiliya rast a di navbera xwendekar û mamoste de, di navbera xwendekar û dibistanê de, bi awayekî giştî di navbera xwendekar û zanistê de dikin. Dema ku em di pratîkê de li rastiya perwerdeyê dinêrin, valahiyeke mezin xuya dike. Li milekî xwendekar e û li milê din jî mamoste, dibistan û zainst e.

          Ji bo ji hole rakirina vê valahiyê, karanîna mamoste ya gelek rêbazan nebes e. Ji bo ku bikare hest û ramanê xwendekaran ber bi xwe ve bikişîne û çalak bike, pêwistiya wî/wê bi hêzeke veşartî heye. Eger em karibin sûdê ji taybetmendiyên balkişandinê yên hunerê bigirin û di perwerdeyê bikar bînin, em ê encameke pir baş bidest bixin. Tişta ku ji perwerdeyê re pêwist, ew sêhra di hunerê de heyî ye. Weke mînak: Ji aliyê her kesê ve baş zanîn ku pirtûka fîzîkê li gorî xwendekaran pir zehmet û acizker e, lê fîzîkzanê Holendî Walter Lewin bi awayê xwe yê hunerî û xweş hezkirina fîzîkê derbasî xwendekarên xwe kir. Di vê mijarê de dibêje, “Mamosteyên ku fîzîkê ji xwendekaran re zehmet dikin, tewanbar in.”

          Çawa pêwistiya zanistê bi hunerê heye, di heman demê de pêwistiya hunerê jî bi zanistê heye. Mamosteyê serkeftî ew e yê ku karibe van herduyan bi hev re bike yek, ta karibe xwendekaran teşwîq bike û ber bi zanistê ve bikişîne. Ta xwendekar ji zanistê hez bikin, bi daxwaz fêr bibin û di jiyana xwe de pêk bînin. Dibe ku hin kes pirs bikin: Gelo ta em bêjin mamoste huner tevlî perwerdeyê kiriye, divê li pêşberî xwendekaran stranan bêje, şêwekariyê bike, dîlanê bigire yan jî şanogeriyê bike? Bi teqez tişta ku em dixwazin ne ev e. Ji xwe em behsa amûrên alîkar û tecrubeyên zanistî yên ku wane bêyî wan nabin, nakin. Em behsa cewherê mamoste bi xwe dikin. Ew hêvî, daxwaz û ajoya ku girêdana di navbera her sê goşeyan (xwendekar, dibistan û civak) de bihêz dike. Maria Montessori dibêje: "Nîşaneya herî baş a serkeftina mamoste ew e ku dema ew karibe bêje: 'Zarok niha dikarin bêyî min bixebitin.’" Di vê mijarê de gotineke Çîniyan heye û dibêje: "Tu ji min re bibêjî, ez ê jibîr bikim; eger tu nîşanî min bidî, dibe ku were bîra min; lê eger tu bi min re parve bikî, ez ê têbigihêjim." Pêwist e mamoste berî her tiştî ji branşa xwe hez bike û di kesayeta xwe de pêk bîne. Pêwîste branşa wî li gel wî ne tenê komeke agahiyan be û ne weke bîra kompîtorê tenê li gorî daxwazê agahiyan bibîr bîne. Dema ku mamoste bi karê xwe re bibe yek, wê demê dikare di gihandina agahiyan de ji bo xwendekaran afrêner be. Ti pîvan, bend, zagon an jî merc ji bo tevlîkirina huner û perwerdeyê tine ye. Ev li gorî mamoste ye. Dema ku armanc balkişandina xwendekaran a ser mijarekê be, wê demê xeyala mamoste ji bo pêkanîna vê armancê bê sînor e.

          Tecrube, kalîte, jêhatîbûn di karekî de û ji bo kîjan pîşeyî be, pêwistiyeke bêyî wê nabe ye. Lê di mijara perwerdeyê de, ev tişt nebes in. Dema ku mamoste hest, hîs û wijdanê xwe tevlî karê xwe bike, weke hunermendê bi hunera xwe re bibe yek û wê demê em dikarin bêjin ew hunera fêrkirinê ye.

 

Rûbar Mihemed