Materyalên Refa 12’an Li Gorî Taybetmendiyên Pêkhateyan Tên Amadekirin

0

Saziya Materyalan a herêma Cizîrê dest bi xebata amadekirina materyalên refa 12’an kir ku xwe dispêre bingeha materyalên berê û temamkirina merheleyên xwendinê yên derbasbûyî. Her wiha materyal xwe dispêrin hevbeşiya di navbera pêkhateyên herêmê de.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê biryar da ku refa 12’an bi her du şaxên wê yên wêje û zanistî derbasî sala perwerdeyê ya 2020/2021’an bike. Her wiha biryar da ku tevahî dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya hukûmeta Sûriyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser, peymangeh û dewreyên taybet (qurs) bên girtin.

Piştî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Akademiya Şehîd Egîd Cîlo dest bi amadekirina rênîşanderiya mamosteyan kir ku ji mamosteyan re û di rewşên asteng ên perwerde û fêrkirina li dibistanan de bibe alîkar û di heman demê de wê ev ji mamosteyan re bibe lêvegerek a waneyên heyî.

Dê di demeke nêz de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê amadekirina materyalên refa 12’an bi şaxên wêje û zanistî li navenda Saziya Materyalan a li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.

Saziya Materyalan xwe dispêre rêgez û metoda civaka demokratîk û azadiya jinê di çarçoveya felsefeya neteweya demokartîk de ku civakeke polîtîk û exlaqî bê afirandin. Her wiha di materyalan de pir-rengiya çandî heye ku li herêmên Rêveberiya Xweser pîvaneke sereke ya pêdeçûn, pêşketin û parastina tevahî çand û zimanên gelên herêmê ye.

Derbare mijarê de hevserokê Saziya Materyalan Mekseb Seyah diyar kir ku hûnandin û amadekirina materyala refa 12’an xwe dispêre materyalên berê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û temamkirina merheleyên berê yên xwendina derbasbûyî ye û wiha domand: "Bi vê yekê xwendekar her sê merheleyên perwerdeyê (seretayî, navîn û amadeyî) bi dawî dike û xwe ji bo zanîngehê amade dike."

Mekseb Seyah di domdariya axaftina xwe de got: "Me di hûnandina madeyan de xwe spart jiyana civakî, hevbeşî û dîroka wan, her wiha materyalek bi zimanên Kurdi, Erebî û Suryanî ye, di radeya yekemîn de pişta xwe dide fikra neteweya demokratîk, mîrasa çand û civakê, xwe dispêre têkiliyên hevbeş ên di navbera her sê pêkhateyan de ku dewlemendiya çandê zêdetir dike, li gel wê jî taybetmendiya her pêkhateyekê tê de heye."

 

Xebata Hûnandina Materyalan Ne Sabît E

Di komîte û amadekirina materyalan de kadroyên pispor ji zanist, qadên meydanî yan jî rewşa zanistî hene. Her komîteyek ji madeyekê re ye û komîte di navbera hev du de koordînekirî ne; mirov dikare mînaka hunera nîqaşkirina li ser pirtûkên hevbeş (zanyariya giştî, civaka û jiyan û zanista civakî) bide.

Mekseb Seyah destnîşan kir ku beriya amadekirina materyalan wan lêkolîn û tecrube pêk anîne û perwerde li ser materyalên pêşketî yên cîhanî dîtine û wiha pê de çû: "Piştî girtina fikir û encama dawî ya lêkokînê tevî baldariya li ser teybetmendî û rewşên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, materyal tên amadekirin."

Seyah bal kişand ser ku xebata amadekirina materyal ne sabît e, lê belê her tim nû dibe û pêş dikeve û wiha da zanîn: "Materyalê ku îro hatiye amadekirin dibe di pêşerojê de bê guhartin, pêkanîna çewtiyan pêkan e, ji ber xebata fêrkirin û perwerdê bi dawî nabe."

 

Merheleyên Amadekirina Materyalên Perwerdeyê

Seyah got materyalên perwerdeyê di 6 merheleyan re derbas dibe, di destpêkê de komîteyên pispor materyalan amade dikin, piştre lêkolîn li ser rastiyan çêdibin û mijarên guncaw ên her materyalekê tên hilbijartin. Dûvre nivîsên hatin hilbijartin pêşkêşî rêveberiyê dibin daku li ser wan mijarên hatine hilbijartin nîqaş bikin.

Seyah got: "Piştî ku materyal têne amadekirin di warê bîrdozî û rêbaz, çawaniya guncawbûna mijaran ji temenê xwendekar û fikira neteweya demokratîk de ji aliyê Komîteya Şopandinê ve tê şopandin. Pirtûk di merheleya dîzayna wêne û bergê re ji hêla komîteya pisporiya fotoshopê re derbas dibe.”

Seyah îşaret pê kir ku piştî pirtûk di tevahî aliyan de temam bû dê beriya çapkirinê pêşkêşî komîteya redekteyê bê kirin. Tê payîn ku çapkirina pirtûkan bi destpêkirina sala xwendinê ya 2020/2021’an bi dawî bibe.

Endamê komîteya amadekirina waneya dîrokê Mamed Mîrza destnîşan kir ku di amadekirina waneya dîrokê de wan xwe spart rêbaza kronlojîk ango rêzebûyer û rastiyên dîrokî.

Mamed Mîrza got: “Hedef ji nivîsandina dîroka gelan bal kişandina ser têkiliyên dewlemend ên di navbera gelên cuda de ye. Ji ber nivîsandina dîrokê li Rojhilata Navîn taybetmendiyeke wê ya cuda heye. Ew jî bi sedema pir-rengiya çand, ziman û cihêrengiya dîrokê ye. Me di nivîsandina pirtûkê de rewşên dîrokî yên mîna şer, nakokî û sîstemên desthilatdar qalib negirtin."

1

Çavkanî: ANHA