Di Dibistanê De Nirxandina Hevalan

Dilsoz

Nirxandina Hevalan: Rêbazeke bi rêya wê xwendekar xwe bi xwe erk û testên xwe dinirxînin. Armanca vê rêbazê wext bi mamoste dana qezenckirin û pêşxistina fêmkirina xwendekar ji meteryalan re ye, her wiha perwerdekirina xwendekaran li ser kêrhatina biryardayîn, rexnekirin û nirxandinê ye.

 

Nirxandin çawe tê pêkanîn?

Qonaxa Yekem:

  1. Mamoste kaxeza kar, testeke kurt, wêne, grafîk an jî tabloyekê li xwendekaran belav dike.
  2. Her xwendekarek pirsên di kaxeza xwe de dibersivîne bêyî ku navê xwe li ser kaxezê binivîse, tenê hejmara ku mamoste jê re diyarkirî dinivîse.
  3. Piştre kaxez hemû tên komkirin û careke din bi awayekî ne bi rêk û pêk li xwendekaran têne belavkirin.
  4. Xwendekar li gor zanista xwe dest bi sererastkirina bersivan dikin.
  5. Dawi, xwendekar pileyê ji hevalê xwe re dinivîse (pile ji 10).

2

Qonaxa duyem:

  1. Mamoste an jî xwendekarek bersivên rast li ser textê amade dike.
  2. Bi rêya wê xwendekar bersivên rast, awa û rûpelsaziya giştî ya kaxezê nas dike.
  3. Piştre xwendekar kaxeza testê bi rengê sor sererast dikin ji bo pileya dawî binivîsin.
  4. Her xwendekarek kaxeza xwe digire û têbînî û pileya xwe dibîne. 

Hin rêbazên din ên nirxandina hevalan:

1- Pêşkêşkirina karên takekesî: Xwendekar karê xwe yê bi dawîkirî pêşkêşî hevalên xwe dike. Xwendekar bi hev re kom dibin, nêrîn û rexneyên xwe dibêjin. Ev yek dibe weke lêvegerek ji xwendekar re ji bo ku karê xwe sererast bike.

2- Pêşkêşkirina karên komikan: Her komek karê xwe yê bi dawîkirî pêşkêşî komeke din dike, ev kom dest bi nirxandina wî karî dike, nêrînên xwe dide û rexneyên xwe dibêje.

3

Sûdên ji nirxandina hevalan tên girtin:

  1. Ruhê berpirsiyartiyê zêde dike.
  2. Derfetên nirxandina kes û koman peyda dike.
  3. Kêrhatinên birêvebirin û birêxistinkirinê pêş dixe.
  4. Dem bi mamoste dide qezenckirin:
    Dema ku xwendekar erkên xwe bi xwe û bi hevalên xwe re dinirxînin, bi vî awayî alîkariya mamoste dikin da ku wextê qezenc bikin. Bi rêya vî rêbazî tevahiya xwendekarên refê di heman dema nirxandina kaxezekê de tên nirxandin. Ji ber vê yekê berdêla ku mamoste bi lez her kaxezekê sererast bike, xwendekar dikarin hêdî hêdî vî erkî bi lêhûrbûn bikin ji ber ku her yek ji wan kaxezeke tenê sererast dike.
  5. Xwendekar rasterast encama testê digirin:
    Bi vî awayî xwendekar li benda encamê namîne.

4

Ji Nirxandina Hevalan Çi Tê Armanckirin?

          Bi rêya nirxandina hevalan xwendekar şaşiyên xwe yên di rêbazê fikirandinê de dibînin û sererast dikin. Bi rêya sererastkirina kaxezên testê êdî xwendekar rêbaza nixandinê fêm dikin, jêhatîbûn û lawaziyên xwe nas dikin. Her wiha xwendekar ji bo derbaskirina testan fêrî stratejiyên nû dibin.  

          Ev rêbaz hem li dibistanê hem jî li zanîngehê tê pêkanîn. Xwendekar hertim fêrî nirxandina mamoste bûne, lê rêbaza nirxandinê baweriyê li gel xwendekaran çêdike ku xwe bi xwe karê li ser milê xwe (çi test be çi jî çalakiyek be) çareser bikin û binirxînin.

 

Çavkanî: https://hhs16.wordpress.com/2014/04/28/%D8%A7%D8%B3%D8%AA%D8%B1%D8%A7%D8%AA%D9%8A%D8%AC%D9%8A%D8%A9-%D8%AA%D9%82%D9%8A%D9%8A%D9%85-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D9%82%D8%B1%D8%A7%D9%86/

https://www.hasibna.com/?p=1314

 

Amadekar: Dilsoz Ehmed