Asîmîlasyon û Oto Asîmîlasyon

Asimilasyon

Çand û ziman hêmanên sereke yên hebûnê ne. Hebûna mirov di çand û ziman re derbas dibe. Ji ber vê sedemê qada herî zêde rastî êrîş û qedexeyan tê jî bê guman ev her du qad in. Hêz û derdorên ku dixwazin hebûna gelekî tine bikin êrîşa yekem tînin ser vê qadê. Ev qad xwedî girîngiyeke stratejîk û jiyanî ye. Dema hêzek bixwaze gelekî tine bike yan jî di nava xwe de bihelîne, rê û rêbazên cûr bi cûr bikar tîne. Destpêkê çand û ziman qedexe dike û çand û zimanê xwe li ser dide ferzkirin. Gotegotên ku çand û zimanê gelê rastî êrîşan hatî biçûk nîşan bide têne amadekirin û belavkirin. Hêza dagirker heya dikare ji çand û zimanê dijberê xwe sûd werdigire û dewlemendiyên wan weke yê xwe dide nîşandan. Axaftina bi zimanê serdestan weke pêşketin, axaftina bi zimanê bindestan jî weke paşketin dide nîşandan. Bi vî awayî heya înkarkirina hebûna gelê bindest diçe. Ji aliyê hêza serdest an jî piranî ve helandina pêkhateya kêm an jî bindest re asîmîlasyon tê gotin. Bi Kurdî jî em jêre dibêjin bişavtin an jî helandin. Bê guman bişavtina gelekî pir hêsan nîne. Desthilatdar dikarin her qadê ji bo armanca bişavtinê bikarbînin. Weke mînak dikarin, perwerde, çapemenî, dezgehên fermî, kolan, civak hemûyê bikar bîne. Lê hindirê malbatê û cîhana hindirîn a kes zû bi zû nikare bandor bike. Ji ber ku kes bi xwebûna xwe ye di nava malbat û cîhana xwe ya hindirîn de. Lê bi polîtîkayên hûr û kûr hatine ristin re dikarin malbat û cîhana hindirîn a kesan jî parçe bikin û bixin xizmeta xwe de. Dikarin rastiyên xwe yên çêkirî weke rastiyên mîsoger ên gelê bindest nîşan bidin. Dema ku ev yek hat serxistin êdî asîmîlasyon derbasî qonaxeke din dibe.

Ev qonax jî oto-asîmîlasyon e. Oto asîmîlasyon, bi zanebûn an jî bê zanebûn xwe bi xwe asîmîlekirina kes an jî derdorekê ye. Ango xwe bişavtin an jî xwe helandin e. Gelo çima kes an jî derdorekî xwe bihelîne û nasnameya civaka serdest weke rastiya xwe bibîne û bide nîşandan. Ev bi perwerdeyekî hûr û zirav tê xistina mejiyê mirovan. Bi taybet dibistanên şevîne weke navendên vê polîtîkayê hatine amadekirin û li van navendan biyanîbûn û ji cewherê xwe dûrketin tê pêkanîn. Zarok û ciwanên ku bi armanca perwerdeyekî akademîk û zanistî hatine van navendên perwerdeyê bi ferasetên nijadperest tên perwerdekirin. Dibe ku dema tomarkirina dibistanên şevîne tê kirin, ji serweran re tê gotin ku ast û kalîteya perwerdeya me hîn bilintir û baştir e. Lê ast û rehendên nîjadperestî û biyanîkirina ku di nava perwerdeyê de hatî veşartin jî pir dijwar e. Qet behsa vê yekê nayê kirin û veşartî ye. Di bin navê modermîzmê de mirovan ji malbatên wan, ji derdorên wan, ji civaka wan dide sarkirin. Ji xwendekaran re dibêjin, malbat û civaka te gundî û paşketî ye, em şareza û pêşketî ne. Xwendekar ji malbata xwe dûrketinekî jiyan dike. Dayîk û bavên xwe yên bi cilên gelerî jiyan dikin weke qirêjiyekî dibîne û ji wan şerm dike. Di vê pêvajoyê de zarok çiqas dayîk û bavên wî/wê li gel modermîzmê xwe biguncîne ew qasê ji aliyê zarok ve tê qebûlkirin. Bi vî awayî zarok ji civaka xwe re tê biyanîkirin. Şopên van dibistanan demdirêj in. Li Kurdistanê jî ev navend û polîtîka bi dijwarî hatine pêkanîn.

Bê guman kes nikare her tiştê xwe hilbijêre, mînak kesek ji beriya dayîk bibe nikare netewa xwe hilbijêre, di nava civaka ku jê dayîkbûyî de nasnameya xwe ya netewî digire. Ango ev ne hilbijartina kes e. Di van navendan de pirsa “Gelo çima ez Kurd im û ne Tirkim an jî Ereb û Fars im” ji xwendekaran didin kirin. Zarokê ku bi armanca fêrbûnekî zanistî û akademîk hatî dibistanê, pirsên hebûna xwe lêpirsîn bike ji xwe dike. Gelo di naveroka akademîk a rast a kîjan waneya fîzîk, kîmya, biyolojî, bîrkarî, geometrî, felsefe, erdnîgarî, dîrok û hwd ji bo pîrozkirina netewekî, hebûna netewekî dide lêpirsînkirin. Zêhniyeta rast a her waneyekî li gorî naveroka xwe ya zanistî û akademîk ji hev cuda ne, lê zêhniyeta nijadperest di nava xwe de nahewînin.

Di civakên dagirker de dibistan yekem saziya bişavtina civaka bindest e. Di bin navê perwerdekirin û îstîhdamkirinê de zarokan ji himbêza malbatan vedikin di nava çerxa xwe de dihêrîne. Bi vê perwerdeya xwe, hem zarok ji malbata xwe dide dûrkirin û biyanîkirin, hem zêhniyeta xwe ya serdestiyê dixe mejiyê wî/wê de û ji xwe re weke kadroyekî dide xebitandin, hem jî dike yek ji xizmetkarê sîstema kapîtalîst a ku li ser milê hêza kar a karkeran xwe dide jiyankirin. Gelo armanca rasteqîn a perwerdeyê çi bû? Ma ne, perwerde ji bo xizmetkirina civaka xwe bû. Lê di vê perwerdeya sîstem dide meşandin de ev yek nîne, ji bo dewleta dagirker û sîstema kapîtalîst tê amadekirin. Di perwerdeya dibistanên serdest de perwerde ji naveroka xwe ya rast hatiye valakirin û bi naverokên çêkirî, nijadperest, asîmlasyonker û hwd hatiye tijîkirin. Ango dema mirov zarokên xwe dema bişîne dibistanên sîstemê pêwîste mirov baş bifikire û pirsên li jêr ji xwe bike û bersiva van ji xwe re bide û bi vê zanebûnê biryara vê yekê bide...

  • Gelo ez zarokê xwe ji bo çi didim xwendin?
  • Gelo dijminê min ê ku welatê min dagirkirî û hebûna min înkar dike wê çawa perwerdeyekî tendurist bide zarokên min?
  • Ez zarokê xwe ji bo kê didim xwendin?
  • Gelo ma ez ji zarokên xwe acizim ku wan ji bo perwerdekirinê teslîmê dijminê xwe dikim?

 

Mihemed Gabar