Divê Em Li Dayîka Xweza Vegerin

Aaa

Cîhan mala me ye. Weke ku mala me mirovan e, di heman demê de mala hemû zindî û hebûnên di xwezayê de ye. Mirov, lawir, şînahî, kevir, ax, av û hwd... Em hemû xwezayê pêk tînin û di xwezayê de jiyan dikin. Yê cîhanê xweşik jî dike, yê xirab jî dike em bi xwe ne. Bê guman em mirov bi xwe ne. Hemû hebûnên din li gorî hebûna xwe di xwezayê de cih digirin. Lê em mirov weke kurmê di nava darê de ne. Ango em xwezayê qirêj dikin û bi xwe re jî tine dikin. Em hay ji mala xwe namînin. Xwezaya me ji ber xemsariya me rojane rastî qirêjbûnê tê. Dema ku em xwezayê qirêj dikin, di rastiyê de em mala xwe qirêj dikin. Pêwîste em hemû baş bizanin xweza nebe em jî nabin...

Bi vê hişmendiyê pêwîste em xwezayê biparêzin û paqij bigirin. Ji bo belavkirin û jiyanîkirina vê hişmendiyê pêwîste ku di perwerdeyê de waneyên ekolojî di nava bernameyê de bê bicihkirin. Bi rastî jî hişmendiya xwezaparêzî ji nifşên nû re bê ragihandin. Aktîvîte û çalakiyên ku zarokan di nava xwezayê de perwerde dike pêwîste bêne amadekirin. Zarok divê xwezayê nas bikin û xwe ji bo parastina xwezayê berpirsyar bibînin.

Bê guman nifşên niha di mijara parastina xwezayê de em binketîne. Ji parastina xwezayê zêdetir me xweza qirêj kir û bi tinebûnê re rû bi rû hişt. Gelo xweza tine bibe, nifşên nû wê li kû jiyan bikin? Me di vê mijarê de ezmûneke serketî nedaye. Lê ji bo zarokên me serketîbin pêwîste em wan di nava xwezayê de perwerde bikin.

Ji ber xemsarî û berjewendiyan me xweza şewitand, dûmanên kargehên qirêj berda nava xwezayê, rê, bendav, avahiyên dêwane yên ku xwezayê seqet dihêlin me çêkirin. Me derya û oqyanûs bi bermayên karistanan û petrola xam qirêj kir. Me daristan birî û qetil kir. Me cîhan ber bi çolbûnê ve anî. Xweza her ku bê qirêjkirin û texrîbkirin, bi şêweyeke rasterast bandora xwe li me û hebûnên din jî dike. Di encama van kiryarên me yên berjewendîperest de germbûna global zêde dibe(di germbûn û sarbûnê de zêdebûn û bêdengeyî), kunbûna tebeqeya ozon, rûdana erdhejan, kêmbûna oksîjenê, rûdana heyelan (xijikîna axê), lehî û hwd... Her kiryara me ya bêberpirsyarî bandora xwe li me dike. Ji bo vê yekê pêwîste em nifşên xwe yên nû bi vê hişmendiya ku em li ser rabûne perwerde nekin. Bi ekolojiyê re di nav hev de û xwezaparêz bin. Ji bo vê yekê mirov dikare hinek xalan rêz bike...

  • Di mufredatê de pêwîste hişmendiya xwezaparêziyê bi awayeke baş bê bicihkirin.
  • Di demên destdayî de pêwîste ji derve di nava xwezayê de perwerde bê dayîn.
  • Xwendekar di aliyê naskirina xwezayê de bêne perwerdekirin (Tiştên di xwezayê de naskirin.)
  • Xwendekar di nava xwezayê de bêne berpirsyarkirin (weke ji çandina berhemekê yan jî xwedîkirina lawirekê berpirsyar dîtin.)
  • Projeyên derbarê xwezayê de bêne pêşxistin. (weke mînak bi xwendekaran re avakirina daristanan)
  • Di xwendekaran de hezkirina xwezayê bê pêşxistin.
  • Di her waneyê de mînakên derbarê xwezayê de bê dayîn.
  • Ji bo pêşî li karesatên xwezayî bê girtin, xwendekar weke parêzvan û berpirsên xwezayî bêne amadekirin.
  • Bi navberên diyar kampanyayên paqijî û darçandinê dayîna destpêkirin û xwendekar di nava van kampanyayan de çalak kirin. (Ji bo vê belavok, vîdeo, broşûr, bername, tşort û hwd amadekirin.)
  • Bi rêxistin û komeleyên gerdûnî re peywendî danîn û bi hev re kar meşandin. Ev rêxistin bi xwendekaran dayîna nasandin.

Dema ku li ser bingehê xwezaparêziyê xwendekar bêne perwerdekirin, wê xweza ji xirabûnê rizgar bibe û wê di destê zarokan de bedew bibe. Li gorî xuluqkarî rêbaz û metod dikarin lê bêne zêdekirin. Xwendekarên ku xwe li hemberî xwezayê berpirsyar bibînin, wê ji tundî, xirabî û berjewendîperestiya ku mirovahiya roja me bûyî koleyê wê, rizgar bibe.

Çandina daran û şînatiyan weke oksîjena paqij li me vedigere. Lê birîn û jêkirina daran, tinekirina daristanan, weke erdhej, heyelan û qirêjiya oksîjenê li me vedigere. Mirovê ku di nava xwezayê de jiyan dike ji mirovê di bajaran de jiyan dike dirêjtir jiyan dike û bi tenduristir jiyan dibe. Weke lêkolînekê, mirovê herî bi temen ên cîhanê tim ji herêmên gundan derdikeve. Rêjeya temenê mirovên li bajaran jiyan dikin ji rêjeya temenê mirovên ku li gundan jiyan dikin pir kêmtir e. Rêjeya temenê mirovan li tevahî cîhanê 72.6 e. Rêjeya mirovên li bajaran jiyan dikin li derdora 60-70 ye. Lê rêjeya mirovên li gundan jiyan dikin jî li derdora 75-83 e. Heyanî li gundan mirovên pir bi temen ên ku temenê wan ji sedî derbas dikin jî derdikevin. Lê li bajaran ev îhtîmal pir kêm e. Sedemê vê bi xwezayê re di zikhevbûna mirovên li gundan e. Her wiha mirovên li bajaran ji mirovên li gundan zêdetir nexweş dikevin, diçin nexweşxaneyan û derman bikar tînin. Herêmên şîn û bi daristan ji herêmên zuha û bê dar hîn zêdetir ji bo jiyanê destdayî ne.

Eger ku mirov bi zimanê xwezayê baxive, wî demî xweza mirov himbêz dike û diparêze. Lê eger ku mirov xwezayê piştguh bike û qirêj bike, wî demî jî xweza me ceza dike. Pêwîste ku em baş bizanin xweza nebe em jî nabin. Ji bo vê yekê pêwîste em xwezayê hîn xweşiktir û bedewtir bikin. Nifşên xwe yên nû li ser vî bingehî perwerde bikin û bigihînin. Hezkirina xwezayê, hezkirineke herî watedar e û xweza jî vê hezkirinê dibîne, bi heman rengî dijminahiya li hemberî xwe jî dibîne. Ji bo ku siberoj û pêşerojeke paqij divê mirov di nava xwezayê de jiyan bike. Xwezayê fêm bike û ji bo bedewkirina wê bixebite.

 

Mihemed Gabar