Hevrê Egîd Cîlo Kaniya Jiyan û Hezkirinê Yê

Image

Şehid

Hevrê Egîd Cîlo di 19 Çileya 1971’an de li gundê Kamarînê yê girêdayî navçeya Kercewsa Êlihê tê dinê. Navê xwe yê rast Metîn Çîftçî ye. Herêma ku hevrê Egîd lê dayîkbûyî di bin bandora kevneşopiyên olî û feodalîzmê de ye. Şêniyên heremê ji ber xizaniyê, bi giranî koçî bajarên Tirkan bûne. Malbata hevrê Egîd Cîlo jî ji ber sedemên aborî di sala 1976’an de koçî bajarê Antalyayê yê bajarê Tirkiyeyê dibe. Dayîk kevaniya malê, bav jî xwedî pîşeya serbest e. Di malbatê de du keç û heft xort hene. Hevrê Egîd Cîlo zarokê malê yê herî mezin e. Ji ber vê yekê hem dixwîne hem jî kar dike. Sê sal beşa endazyariya Elektirîkê dixwîne. Ji ber jîrî û jêhatîbûna xwe, di nav malbatê de wekî rizgarvanekê tê dîtin. Kesekî sade, hestyar û bi kedê ve girêdayî ye. Di milê ramanî de her tim xwe pêş dixe û ev jî dibe sedem ku di civak û malbatê de bibe pêşengekî xwezayî. Ji ber ku ji hêla derdorê xwe ve bi awayekî xwezayî muxetab tê dîtin, lewra dikare mirovan li dora xwe kom bike. Heval Egîd xwedî jiyanekî komînal e, hê di destpêka ciwaniya xwe de jî dixwaze ji bo tevahî gelê bindest kar bike û gelê xwe ji bindestiya dagirkeran rizgar bike. Di dema xwendevaniya xwe de jî kesekî çalak e û kesayeta wî hertim diyar e. Meşekî ji rêzê ji bo xwe ti carî napejirîne.

Piştî dibistana navîn diqedîne, di 1985’an de dikeve ezmûna dibistana efseriyê (sûbay) û qezenc dike; lê ji ber ku Kurd e nayê pejirandin. Di encama vê bûyerê de nakokiyên heval Egîd bi dewletê re her diçe zêde bibe û li hemberî PKK’ê hezkirina wî pêş dikeve. Di heman pêvajoyê de pêngava 15'ê Tebaxê jî bi hemû germahiya xwe dikeve rojevê. Her ku diçe lêgerîn û dilsoziya wî ji çepgirî û PKK’ê re zêde dibe. Cara yekemîn di sala 1990’î de bi YCK’ê re têkiliyên wî çêdibe. Di sala 1991’ê de bi awayekî fermî dikeve nav xebatên YCK’ê û di sala 1992’an jî tevlî refên gerîla dibe. Tevlîbûna hevrê Egîd Cîlo hem aliyê xwe yê zanabûn, hem jî aliyê xwe yê hestyarî heye. Hestyar û bi hêrs e; ji ber ku  nêzîkatiyên pergala dewleta Tirk hîn di zarokatiya xwe de dîtiye û rû bi rûyê gelek bêmafiyan bûye. Ev yek di tevlîbûna wî de xwedî ristekî sereke ye. Dema tevlî dibe rasterast tê Eyaleta Zagrosê û heta  birîndar dibe, kar û xebatên xwe yên gerîla bi coşekî mezin li qada Zagrosan didomîne. Egîd Cîlo dibe sembola çiyayên Cîlo û Çarçela. Li wan deran bêhna azadiyê hîs dike, heybeta Egîd Cîlo li ser çiyayên Cîlo û Çarçelan dikeve. Dibe pêşeng, fermandar û mamosteyê gerîla. Gav bi gav li çiyayê Zagrosan digere, wekî bazan difire û li ser zinarên Zagrosan datîne. Êdî ew Egîdê gelê xwe, şervan û şopdarê Egîd(Mahsûm Korkmaz) e. Di şopa Egîdan de dimeşe, wekî navê xwe egîd û bêtirs e. Lê mixabin di zivistana sala 1994’an de pêl li mayinekî dagirkeran dike û di encama wê de birîndar dibe. Egîdê leheng, tevî birîndariya xwe jî, hêz û hezkirina xwe ya jiyanê winda nake. Heta hîn zêdetir nêzî armanca xwe ya pîroz dibe. Her çendî Egîd parçeyekî laşê xwe dabe jî; lê ew evîndarê jiyanê û ramanên azadiyê ye. Xwe ji jiyan û hevalên xwe qut nake. Kelecana Egîd digihêje asta herî bilind û di payîza sala 1994’an de derbasî qada Rêbertî dibe. Xeyal û heycana Egîd nayê pênasekirin, li qada Rêbertiyê dewreyeke perwerdê dibîne. Di bihara 1995’an dîsa derbasî çiyayên azad dibe û li herêmên Garê, Metîna, Zap û Qendîlê dimîne û bi giranî xebatên perwerdekirina şervanên nû dimeşîne. Di sala 1997’an de nêzî neh mehan li Başûrê Kurdistanê xebatên YNDK’ê dike. Di bihara 2000’an de diçe Mexmûrê û li wir xebatên asayîş, perwerdekirina şervanên nû û mamostetiyê dimeşîne. Ji 2001’an heta 2004’an li Başûrê Rojavayê Kurdistanê xebatên zimanê Kurdî birêve dibe. Di Zivistana 2004’an de dîsa derbasî çiyayên Kurdistanê dibe û di kar û xebatên PYD’yê de dimîne. Di Payîza 2004’an de derbasî dibistana PKK’ê dibe û cihê xwe di dewreya ji nû ve avakirina PKK’e de digire. Di Hezîrana 2005’an de derbasî xebata Komîteya Ziman û Perwerdeya Kurdî dibe. Di Îlona 2011´an de ji Komîteya Ziman û Pewerdê ya KCK´ê  derbasî Rojava dibe. Li vir xebatên Ziman û Perwerdê dide meşandin. Ev xebat heta 15 Hezîrana 2015´an bi navê SZK-Rojava (Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê) û piştî vê jî bi navê KPC-Demokratîk (Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk) dide meşandin. Heta 2013´an li Helebê kar dimeşîne û pişt re jî derbasî Efrînê dibe.

Belê hevrê Egîd Cîlo her tim xwe li hemberî rastiya Rêbertiyê digire dest. Dixwaze felsefeya 24 demjimêran bi Rêbertiyê re jiyankirinê ji bo xwe esas bigire. Her tim dibêje “Ger me li gorî rastiya Rêbertiyê erk û berpirsyariyên xwe pêk anîba, bê guman wê komplo biser neketiba. Di heman demê de piştî ku komplo pêkhat jî ger me  erkên xwe pêk anîba, wê azadiya Rêbertî ewqas dereng nema ba.” Ev jî wekî hevaltiya kêm bi nav dikir. Li ser van mijaran gelekê lêhûrbûnên wî çêdibû. Hertim bi Rêbertî re jiyan dikir, xwe di ramanên Rêbertî û partîbûnê de kûr dikir. Ji bo Rêbertiyê bide jiyankirin, hewildida ku ramanên wî fêm bike û xwe di jiyana partiyê û pratîkê de pêş bixe. Rêheval Egîd Cîlo mirovekî durîst û ji dil bû. Her tim nêzikatiya xwe rexnekirinê esas digirt. Di van mijaran de ti caran kêmasî û lewazi nedipejirand.

Jiyan û pêşerojekî bê Rêbertî û PKK’e nedifikirî. Milîtanê pêvajoyê bû, di jiyanê de xwedî plan û bername bû. Li hemberî hemû zehmetiyan dikarîbû xwe li ser piyan bigire, xwedî vînekî polayî bû û bi vê vînê pirsgirêka ku çareser nekiriba tine bû. Felsefeya mirov nikare xwe di avekê de du caran bişo li gel hebû, ti caran xwe dubare nedikir, ji jiyanê pir hez dikir. Tim di nava guhertin û veguhertinê de bû. Hezkirinekî wî ya bê hempa li hemberî ziman û çanda Kurdî hebû.

Di bîrdozî de hişk û di siyasetê de nerm bû. Ti caran ji pîvanên xwe tawîz nedida. Li gorî pêwîstiyan rêbazên cûr be cûr bikar dianî. Di cihê pêwîst de nerm, di cihê pêwîst de hişk bû. Cihê hevrê Egîd lêba her tim hebûna xwe dida hîskirin. Cihê ku lê jiyandikir, tim zindî dikir. Li hemberî xeta Rêbertiyê ti caran kêmasî nedipejirand, şervanê bîrdoziyê bû. Ji bo hevalên xwe qezenc bike, her tim wî gava yekê diavêt, ji bo hevalên xwe wekî findekê bû, derdora xwe ronî dikir û şewq vedida.

Hevrê Egîd Cîlo her tim rexne û rexnedayîn esas digirt. Di jiyanê de dema pêwîst dikir radîkal û xwedî helwest bû. Ji ber xwedî baweriyekî wiha bû ku; di jiyanê de mirov qezenc dikir, her tim li hemberî hevalên xwe dilnazik û hesas bû. Her tim alîkariya hevalên xwe dikir û dixwest wan pêş bixe. Hevalekî aram bû, di bin her şert û mercan de xwînsariya xwe diparast. Di vê mijarê de jî mînak bû ku ger hevalekî acizbiba, hevrê Egîd dianî bîra xwe û aram dibû. Hêza heval Egîd a rêxistinî pir xurt bû. Hevalan komî ser hev dikirin, di nava gel û hevalên xwe de dihat hezkirin û wekî sembolekî jiyan dikir. Tim ji hevalên xwe re dibû hêvî û çavkaniya hêzê.

Hevrê Egîd xwe di ber jiyanê de berpirsyar didît. Di jiyanê de xwedî asoyên fireh bû. Ji xwe Piştî ku perwerdeya Rêbertiyê dît, êdî tevlîbûna wî ya bingehîn bawerî û îman bû. Di asta îbadetê de erka xwe digirt dest. Di astekî bilind de partî û Rêbertî fêm kirîbû. Pêvajo fêmdikir û li gorî wê tevdigeriya. Ji bo xwe di xeta partî û Rêbertiyê de kûr bike, her tim hewildanên wî çêdibû. Paraznameyên Rêbertiyê dixwend, piştî xwendina parastinên Rêbetiyê, guhertin û veguhertinekî berbiçav, pêre çêbibû. Coş û heyecanekî mezin ji paraznameyan girtibû. Her tim xwe li gorî paradîgmaya nû digirt dest. Şehîd û Rêbertî ji bo xwe mînak digirt. Li gorî vê xwe perwerde dikir, pir giringî dida perwerdeya kesî û ya giştî. Ji bo wî perwerde ji nan û avê pêwîstir bû. Her tim di nav axaftinên xwe de wiha digot “Ege mirov xwe ji aliyê hişmendî ve neguhere, bê guman wê li gorî paradigmaya kevin tev bigere.” Li gorî vê axaftin û pratîka xwe dikir yek. Tevî ku hevalekî birîndar jî bû, lê ti caran xwe ji qada pratîkê qut nekir.

Her tim dixwest xwe ji feraseta desthilatdar rizgar bike. Di lênêrîna pêşengtiyê û desthilatdariyê de xeta wî diyar bû; ti caran erk wekî desthilatdarî nedigirt dest, pêşengekî xwezayî û bibandor bû. Demekî dirêj di komîtaya Ziman û Perwerdeyê de ma û bû xwedî ristekî sereke. Bi sedan hevalên xwe perwerde kir, ziman û çanda wan li wan da naskirin û hezkirin. Bi rehetî dikarim vê bêjim ku ger em îro di vê astê de perwerdeyê dibînin, rista hevrê Egîd Cîlo sereke ye. Xebatên ziman û parastina rewa ti caran ji hev qut nedigirt dest. Parastina rewa wekî ewlehiya azadiya gel û ya Rêber Apo didît. Ji ber vê yekê tim li ser parastina rewa xwe kûr dikir. Rih û mejiyê wî gerîla bû, bê jiyana partiyê û gerîla nikarîbû nîv demjimêr jî jiyan bike. Li çiyayên Kurdistanê zindî dibû û li gelî û newalan dibû qêrîna azadiyê. Herî zêde li ser sîstema KCK’ê kûr dibû, her ku kûr dibû, girêdana wî xurtir dibû. Li ser vî esasî pêşxistina zimanê Kurdî jî di çarçoveya parastina rewa de digirt dest.

Ji bo vê xetê fêm bike û pêk bîne, her tim hewldanên wî çêdibû. Li hemberî xeta jinê hertim xwe lêpirsîn dikir. Li ser vê mijarê jî wiha digot “Eger mirov jinê heta radeyekê nas neke û li gorî nêzîkatiyên Rêber APO, ango li gorî xeta azadiya jinê nêzîkatî raber neke, mirovê gelek kêmasiyan bike.” Li ser vî esasî jî gelekî hesas û nazik nêzî hevalên jin dibû. Rêheval Egîd, pir li ser pergala baviksalariyê difikirî û dixwest felsefeya kuştina zilamê klasîk di xwe de pêkbîne. Biqasê şervaniya li hemberî dijmin, şervaniya li hemberî zayendparêzî û paşverûtiyê jî dikir. Ew, şervanekî li hemberî zihniyeta paşverû bû. Bi guhertin û veguhertinê, bawer dikir ku wê bikare bi jina azad re hevaltiyekî rast bike. Hevrê Egîd paradîgmaya nû fêm kiribû.

Pîvana wî ya avakirina civaka exlaqî û polîtîk, civakbûyîn bû. Hevrê Egîd pir civakî bû. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Tim xwe li hemberî civakê lêpirsîn dikir. Xizmeta civak û gel, rêgeza wî ya bingehîn bû. Hemû beşên civakê himbêz dikir û dixwest ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv û pêşengtiyê bike. Peyva na û nabe li gel hevrê Egîd tine bû. Ji bo karibe ji civakê re bibe bersiv û rast xizmet bike, li ser civaknasiyê lêhûrbûnên wî çêdibû.

Li gorê hevrê Egîd Cîlo dema karkirinê destpê kiribû û ji bo wê jî bi hemû hêza xwe kar dikir. Belê ji bo wî dem dema pratîkê bû, dema bi yekkirina gotin û pratîkê bû. Ew çû da ku bibe stêrkek li ezmanê welatê agir û rojê. Em ê jî wekî hevrêyên wî heta dilopa xwîna xwe ya dawîyê li ser şopa wî bimeşin.

Rêheval Egîd Cîlo di 13’yê Sibatê 2019’an de li ser rêya di navbera Qamişlo-Dêrikê de, di encama qezayekî trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanên şehîdan dibe. Rêheval Egîd wê tim bi aliyên xwe yên perwerdekar, fermandar, welatparêz, şoreşger wê bê bîranîn û wê rêya me ronî bike. Rêheval Egîd nefereke têkoşîna çand, ziman û perwerdeya Kurdî bû û di vê oxirê de her bar bê dudilî girt ser milê xwe. Heval Egîd tim di wê weke mamosteyekî mezin di doza me ya çand, ziman û perwerdeya Kurdî de cih bigire û wê weke nîşana pîvana serkeftinê, têkoşîna me ronî bike...