Xwendekar û Mamosteyên Mexmûrê Piştgiriya Berxwedana Rûmetê Kirin

13

Komîteya Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye.

Roja 16 Cotmehê ji aliyê Komîteya Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Daxuyanî li ber Parka Şehîd Aryen Cûdî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên ku; ‘Teqez emê serbikevîn,  Li dijî dagirkerî û qirkirinê emê azadiyê mîsoger bikin’ li ser hatibûn nivîsandin, hatin rakirin.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn Rêjîn Kara ve hate xwendin wiha ye:

 “Dewleta Tirk a dagirker li Rojavayê Kurdistanê bêyî ku cudahî bike navbera jin, zilam, biçûk û mezinan, qirkirinê pêk tîne. Êrîşên dewleta Tirk tevahî beşên civakê digire nav xwe û heta niha bi sedan mirovên bê guneh hatine qetilkirin. Bi sed hezaran mirov ji bo xwe ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk rizgarbikin, dest ji malên xwe berdan û koçber bûne. Bi deh hezaran xanî hatine wêrankirin.  Êrîşên balafirên dewleta Tirk bênavber cihên sivîlan bombabaran dikin. Dewleta faşîst a Tirk, ji tixûbê Iraqê heta Minbicê bi çekên giran komkojiyan pêk tîne. Lê mixabin, ev komkojî bi erêkirina Rûsya û DYE’yê pêk tên. Her çiqas hin caran nerazîbûn nîşan didin jî, di rastiyê de hevkarên vê qirkirinê ne. Ji ber em ti caran bawernakin ku dewleta Tirk a têkçûyî bê destûra Emerîka û Rûsya bikaribe vê êrîşê pêkbîne. Ji ber vê sedemê em weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, mamosta û xwendekarên wê, li gel dewleta Tirk a dagirker Emerîka û Rûsyayê jî bi tûndî şermezar dikin û ji komkujiyên li ser gelê me pêktên jî van her du hêzan berpirsyar dibînîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Rojava”, “Bijî YPG û YPJ”, “Bijî Rêber APO” bi dawî bû.

1

3

Çavkanî: ROJNEWS