Sala Nû Ya Xwendinê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Destpê Kir

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro deriyên xwe li xwendekaran vekirin û xwendekaran dest bi sala xwendinê ya 2019-2020’an kir.
Komîsyona Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê sala xwendinê ya 2019-2020’an daxuyaniyek da, têde ragihand ku destpêkirina roja yekemîn a dibistanan roja yekşemê ango 15`ê Îlonê ye û dê di 28`ê Gulana 2020`an de jî bi dawî dibe.
Îro 4 hezar û 223 dibistanên li herêmên Cizîr, Firat, herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin û pêşwaziya zêdetirî 500 hezar xwendekarên refên seretayî, navîn û amadehiyê kirin. Tenê hejmara xwendekarên herêma Cizîr û Firatê digihêje 320 hezar û 489 xwendekaran.
Ji bo amadekariya sala xwendinê, Komîsyona Perwerde û Fêrkirinê mamoste li ser branşan perwerde kirin, sîstema xwendinê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û li gorî zimanên pêkhateyên heyî pêk tê. Zimanên ku li dibistanan tên xwendin; Kurdî, Erebî û Suryanî ye ku ev yek cara yekemîn e li Sûriyê pêk tê.
Hêjayî gotinê ye ku dibistanên Kantona Şehbayê ya herêma Efrînê di 8`ê Îlonê de dest bi perwerdeyê kir ku hejmara xwendekaran wê herêmê jî digihêje 13 hezarî, ji nava van 10 hezar ên seretayî û navîn û 3 hezar jî yên amadehiyê ne ku li 65 dibistanan xwendina xwe berdewam dikin.
Çavkanî: ANHA