Zanîngeha Rojava Nas Bikin - 5

1

5 – Fakulteya Jineolojî

Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşên; Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Jineolojiyê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de pêk anî. Em beşa pêncemîn a serdana xwe ya li gel Berdevka Fakulteya Jineolojiyê Leyla Ehmê re bi we re parve dikin.

  • Em Dikarin We Nas Bikin

Navê min Leyla Ehmê ye. Ez berdevka Fakulteya Jineolojiyê me.

  • Em Dikarin Fakulteyê û Armanca Wê Nas Bikin

Fakulteya Jineolojî di sala 2017’an de di bin banê Zanîngeha Rojava de ava bûye. Fakulteyeke nû ye. Fakulteke bi vî awayî cara yekemîn e, tê avakirin. Mînakên vê di cîhanê de tine ne. Armanca vê fakulteyê di hemû qadan de rêxistinkirina jinan e. Her wiha armanceke me ya din a bingehîn ew e ku, jin xwe û dîroka xwe nas bikin. Dîroka winda ya jinê bi jinê dayîna naskirin e. Di heman demê de em dixwazin bi rêya zanista Jineolojiyê ji pirsgirêkên jinan ên ku dijîn re bi awayeke zanîstî çareserî peyda bikin. Ya herî sereke û bingehîn jî bi berçavk û nêrîna jinê li zanist, jiyan, civak û dîrokê nêrîn e.

  • Em Dikarin Beşê We Nas Bikin

Fakulteya me di sala xwe ya duyemîn de ye. Ji du salan pêk tê. Xwendekarên me bi temamî jin in. Heya niha di her du salan de bi giştî 20 xwendekarên me dixwînin. Pir caran pirsa, “Çima xwendekarên we hemû jin in?” ji me tê kirin. Ji ber ku ev zanisteke hîn nû ye. Ji bo ku fakulte li ser hîmeke rast û tendurist rûnê, niha tenê xwendekarên jin têne girtin. Em pêwîste bi çavê jinê, bi nêrîna jinê li dîrok, civak, jiyan, zanistê binêrin û bi rengê jinê bigirin dest. Em dixwazin ku xwendekarên me di vî alî de bi reng û nêrîna jinê nêzîkî her tiştî bibin, ji bo vê yekê jî em bi her awayî bi wan re alîkar dibin. Niha jî nîqaş hene ku xwendekarên xort jî bêne girtin, di demê pêş de emê her du zayendan bi hev re bigirin. Ji ber ku jineolojî ne tenê zanista jinê ye. Ferqa jineolojiyê ji zanistên din ew e ku, jineolojî zanista hevjiyana azad e. Em dixwazin her du zayendan di vê fakulteyê de li ser bingehê jiyaneke rast, li ser bingehê hevjiyana azad perwerde bikin.

  • Nêrînên Şandeyên Ji Derve De Tên Li Ser Fakulteyê Çi Ne?

Weke em dibînin û dişopînin, bala hemû raya giştî ya cîhanê li ser vê zanistê ye. Bi taybet jinên femînîst, demokrat, rewşenbîr, perwerdekar vê zanistê ji nêz de dişopînin. Ji ber vê yekê dema şandeyek ji derve de tên serdana zanîngehê, destpêkê tên serdana fakulteya me û çavdêrî û nîqaşên xwe pêk tînin. Em jî bersiva pirsên wan didin. Bi rêya van şandeyan têkiliyên me çêdibin. Ji beriya salekê Zanîngeha Emden/Leer li ser têkiliyên me peywendî li gel zanîngeha me danî. Gelek derdor pirs dikin û dixwazin peywendiyê daynin. Jineolojî di hemû cîhanê de zanisteke nû ye û pêşengiya vê jî jinên Kurd û Kurdistanê dikin. Jinên di nava lêgerê de berê xwe didin vê zanistê, ev zanist ji wan re dibe ronahiyeke ji bo ji taritiyê derketinê. Jineolojî weke zanistekê, xwe li ser gelek bingehan ava dike, yek ji van jî dîroka tevgerên jinên şoreşger ên ku di her milan de têkoşîn meşandine, dîroka jinên femînîst, fîlozof, jinên Kurd, jinên Ereb jî di nav de, ji demên destpêkê heya roja me ya îro dîroka jinê digire dest û lêkolînan dike.

  • Jineolojî Weke Zanist Bingeha Xwe Ji Kû Derê Digire?

Weke em dizanin di demên destpêkê yên mirovbûn û civakîbûnê de çanda xwedawendîtî-jin-dayîktiyê heye. Ev jî ji bo Jineolojiyê bingehîn e. Weke din jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku bi qasî çil salan e têkoşînê dimeşîne, ji bo zanista Jineolojiyê bingeheke mezin daye avakirin. Weke din jî mirov dikare bibêje, tevgerên jinên femînîst ên cîhanê jî bingehek ji bo jineolojiyê daye avakirin. Di hinek aliyan de rexneyên jineolojiyê li ser femînîzmê hene. Xwendekarên ku dixwînin du salan dixwînin, her salek a xwendinê sê qonax in. Niha xwendekarên sala duyemîn derbasî qonaxa şeşemîn bûne û stajên xwe dikin. Xwendekarên me diçin saziyên me û di meclîsên jin ên wan saziyan de stajên xwe dikin. Zanist û zanyariyên ku di van du salan de girtine, di pêvajoya vê stajê de dixin pratîkê. Hinek ji wan li Kongra Star stajên xwe pêk tînin. Pirsgirêkên ku têne Kongra Star xwendekarên me yên jin dişopînin û analîzên xwe li ser wan pirsgirêkan bi awayeke zanistî dikin. Her wiha di meclîsa jin a TEV-DEM’ê de, di lêkolînên olî ya Komîteya Ol û Baweriyan de, di xebatên Desteya Jin de jî xwendekarên me yên ku stajên xwe dikin hene. Weke şêwirmend nirxandinên xwe li ser pirsgirêkên ku rûdidin dikin. Pêvajoya staja xwendekarên me baş derbas dibe. Hem feyde li saziyan dibe, hem jî xwendekarên me tecrube digirin.

  • Xwendekar Piştî Qedandina Xwendinê Wê Di Civakê De Xwedî Çi Rolî Bin?

Piştî ku xwendekaran xwendina xwe qedandin û bawernameyên xwe standin, emê vesaziya wan çêkin. Li gorî daxwaza wan wê vesazî bê çêkirin. Di hemû saziyên Rêveberiyên Xweser de her du zayend wekhev nûnertiya xwe dibînin. Di meclîsên saziyan de wê ev xwendekarên me yên ku xwendina xwe qedandine bêne vesazkirin. Di ronahiya perwerdeyên ku dîtine de dikarin di saziyan de bi rengeke zanistî beşdarbûnê çêkin û ji civak û saziyan re sûdmend bibin. Dikarin di van saziyan de lêkolînan bikin, semîneran amade bikin û pêşkêş bikin.

  • Plansaziya We Ya Zêdekirina Sala Xwendinê Heye?

Di meha Cotmehê de wê konferanseke zanîngehê bê lidarxistin. Derbarê sala xwendinê de wê nîqaş bêne kirin û li gorî wê çarçoveyê biryar bêne girtin û encamek derkeve. Lê niha em nikarin bersivekê net di vê derbarê de bibêjin. Niha fakulteya me du sal e.

15

14

11

14

12

10