Li Zanîngeha Rojava “Komxebata Rêbazên Lêkolînê, Pedagojî û Pergala Nirxandinê” Bi Rêve Diçe

Komxebat 0

Zanîngeha Rojava bi qasî 3 salan e ku li Rojava derfeta xwendina bilind ji ciwan û xwendekarên herêmê re pêşkêş dike. Zanîngeh di bin şert û mercên giran ên şer, dorpêç û ambargoyê de xebatên xwe dimeşîne. Tevî hemû astengî û bêderfetiyan jî îrade û sekneke xurt û bibiryar ji aliyê mamoste, rêveber û xwendekarên zanîngehê ve tê raberkirin. Tim di nava lêgerîna nûbûn û azadiyê de ne. Ji bo vê yekê têkiliyan li gel zanîngeh û kesayetên akademîsyen ên derve re datîne, civîn, semîner, konferans û komxebatan li ser vî bingehî lidar dixe. Armanc û sekneke pir bibiryar li hemberî sîstema klasîk a xwendin û ezmûnan ên di sîstemê de têne pêkanîn heye.

Ji bo derbaskirina vê sîstemê û ji bo pêkanîna sîstemeke nû ya ku ji xwendina sîstema netewa demokratîk re bibe bersiv biryardariyeke pir mezin heye. Bi vê armancê di rojên 23-24, 31’ê Tebaxê de li navenda Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava “Komxebata Rêbazên Lêkolînê, Pedagojî û Pergala Nirxandinê” destpê kir. Komxebat di saet 8:00’an de destpê dike û di saet 17:00’an de bidawî dibe.Komxebat sê rojan wê dewam bike. Di komxebatê de li ser mijarên “Rêbazên Lêkolînê, Pedagojî û Pergala Nirxandinê” mamoste û xwendekarên zanîngehê li ser mijarên di çarçoveya babeta komxebatê de amadekiribûn bi rêya datashowê mijarên xwe pêşkêş kirin. Piştî pêşkêşkirina mijaran li ser mijarê nirxandin çêdibû. Ji aliyê mêvanan ve jî derbarê mijaran de nîqaş hat kirin ji pêşkêşvanan re jî pirsên xwe raber kirin.

Mijara roja yekemîn a komxebatê “Pedagojî” bû. Li ser vê mijarê 3 mamosteyan amadekariyên ku derbarê mijarê de kiribûn ji beşdarvanan re pêşkêş kirin. Dr Xerbî Mehmûd li ser mijara “Felsefeya Perwerdeyê”, Mamoste Zêna Elî “Sîstem û Pêkhateyên Perwerdê” û Mamoste Hisên Emmawî jî mjiara, “Rola Nû Ya Mamosteyan” pêşkêş kirin û nîqaş meşandin.

Roja duyemîn a komxebatê jî li ser mijara “Rêbazên Lêkolînê” berdewam kir. Di bin vê mijarê de jî 5 babet hatin nîqaşkirin. Mamosteya Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî Xecê Petekkaya mijarên “Têgînên Rêbazên Lêkolînê” û “Amadekirina Lêkolînê” pêşkêş kir. Mamoste Gulîstan Sîdo û Mamoste Ilham Şêxzên mijara, “Rêbazên Zanistî û Analîzkirina Wan” pêşkêş kirin. Mamoste Ebdulîllah Mustefa mijara “Şêwazên Nivîsandinê”, Mamoste Dr. Alan Remo jî mijara “Projeya Derçûnê” pêşkêş kirin. Di dawiya roja duyemîn de jî mamosteyên ku mijarên xwe pêşkêşkirine, li ser mijara “Pîvana Nivîsandina Teza Derçûnê” nîqaşek meşandin û derbarê agahiyên teknîkî yên nivîsandina projeyan de zanyariyên girîng dan. Di van du rojên derbasbûyî de nîqaşên biwate pêşketin û agahiyên girîng hatin parvekirin.

Roja sêyemîn a komxebatê jî wê di 31’ê Tebaxê de roja Şemiyê bi sernavê “Pergala Nirxandinê” bimeşe. Heya roja Şemiyê ji komxebatê re navber hat dayîn...

Komxebat 1

Komxebat 0

Komxebat 3

Komxebat 4

Komxebat 5

Komxebat 6

Komxebat 7

Komxebat 8

Komxebat 9

Komxebat 10