Zanîngeha Rojava Nas Bikin – 3

Ziman

3-    Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî
Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Jineolojiyê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de kir. Beşa sêyemîn a serdana xwe ya li gel Endamê Meclîsa Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî Mamoste Darwîn Darîn bi we re parve dikin.

-    Em Dikarin We Nas Bikin?
Navê min Darwîn Darîn e. Ez di Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî de mamosteyê Rêzimanê Kurdî me.

-    Eleqeya Xwendekarên Ji Pêkhateyên Din Ji Vî Beşî Re Heye Yan Ne?
Di Demên destpêkê yên tomarkirinê de car caran hin xwendekarên Ereb dihatin, lê ji ber ku zimanê waneyan bi giştî Kurdî bû jê qut dibûn. Lê heya niha ti xwendekareke ji pêkhateya Suryanî serlêdan an jî tomar ji beşê me re çênekiriye. Tenê hin xwendekarên Ereb hatin, zehmetiyên wê dîtin û dev jê berdan. 

-    Gelo Xebata We Ya Komkirina Berhemên Wêjeyî Yên Mamosteyên We Hene?
Berhemên wêjeyî bêhtirê xwe ji aliyê mamosteyên vî beşî ve bi xebatên kesî tên berhevkirin û komkirin. Her mamosteyeke li vî beşî ders dide xwedî berhemên weke pirtûk, nivîs, werger û berhevkirinan e. Ji bo vê yekê jî mirov dikare mînaka Mamoste Salihê Heydo, Mamoste Dildarê Şeko ji berê ve xwedî berhem in. Me weke Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî hewl da ku sûd ji berhemên wan bigirin. Semînerên xwedî naverokên dagirtî yên ku dane dihatin berhevkirin û komkirin. Ji aliyê zanîngehê ve dihatin çapkirin.

-    Gelo Xebata We Ya Komkirina Berhemên Wêjeyî Heye Yan Ne?
Di vê mijarê de tenê xebateke komkirina pirtûkên Kurdî (Kurmancî-Soranî) heye. Pirtûkên Wêjeya Kurdî çi ji Rojava be, çi ji Rojhilat be, çi jî li Bakur be xebata komkirina van berheman heye. Li gorî derfetan em van berheman komdikin û dikin berhemên pirtûkxaneya xwe.

-    Gelo Xebata We Ya Komkirina Berhemên Wêjeya Devokî Heye Yan Ne?
 Bi rastî jî armanceke me ya bi vî awayî heye, lê heya niha me destpê nekiriye. Di aliyê wanedayînê de materyalên derbarê wêjeya devokî de heyîn em wan bikar tînin. Carnan dema ku proje û lêkolînên ku ji xwendekaran tê xwestin jî mijarên lêkolînê yên derbarê wêjeya devokî de jî têne xwestin û berhemên ku têne komkirin jî weke berhemeke arşîvî derdikeve pêşberî me. Lê heya niha xebateke giştî ji bo wêjeya devokî nehatiye destpêkirin.

-    Xebatek a We Ya Komkirina Ferhengeke Giştî Heye Yan Ne?
Nîqaş di vê mijarê de hat meşandin. Biryara vê hat girtin. Her waneya ku tê dayîn dema bibe pirtûk biryara ferhengokeke li gel wê bê amadekirin heye. Piştre jî ev ferhengok hemû bêne komkirin û weke ferhengeke wê bê amadekirin. Weke tê zanîn xebata ferhengê xebateke demdirêj û zehmet e. Bi qasî salan ev xebat berdewam dike. Weke tê zanîn di gelek qadên weke zanistî, bijîşkî, endazyarî, zagonî, ramyarî, bîrkarî, derûnasî, çandinî, hunerî, werzîşî, muzîkê û hwd de Kurdî kêm dimîne, ji ber vê yekê di wateyên rast de ji bo peyv peydakirin, danîn û amadekirin pêwîst dike. Dema ku mamosteyên di qada ziman de pispor û mamosteyên di qada xwe ya zanistî de gihiştin hev wê bikarin peyv û têgihên guncaw ên zanistî peyda bikin an jî amade bikin.

-    Biryara We Ya Xwe Gihandina Xebatên Kesî Yên Di nava Civakê De Heye?
 Mixabin rewşenbîrên me di mijara ziman û wêjeyê de jî fikir û îdeolojiyên xwe yên siyasî derdixin pêş û ji ber vê sedemê jî vê weke astengî didin nîşandan. Di nava mijarên siyasî de ziman û wêjeya Kurdî sêwî dihêlin û dikin qurban. Pêwîst dikir ku hemû rewşenbîr û zimanzanên me di mijara ziman û wêjeya Kurdî de têkariyên xwe nîşan bidin. Fakulteya me yekem fakulteya ziman û wêjeyê ye. Yekem fakulteya bi zaravayê Kurmancî ders tê dayîn û lêkolîn li ser tê kirine. Rewşenbîr û zimanzanên me xwe li hemberî fakulteyê giran dikin. Mijarên darayî jî weke pirsgirêk derdixin pêş. Rewşenbîrên rast kesên ku xwe li hemberî gelê xwe û zimanê xwe berpirsyar dibînine ye. Pir kes jî ji ber pêşdarazan sar nêzîkê me dibin.

-    Di Fakulteya We De Çiqas Cih Ji Zaravayên Din Re Tê Dayîn?
 Berê fakulteya me du sal bû. Me nedikarî zêde cih ji zaravayên din re veqetînin. Materyala zaravayê Soranî hebû, lê ne di asteke giranî bê dayînê de bû. Lê niha fakulteya me bûye çar sal, weke fêrbûn û rêzimanê zaravayên Soranî û Dimilkî jî tê dayîn. Lê bi giranî xwendina me zaravayê Kurmancî ye.