Zanîngeha Rojava Nas Bikin – 2

Candıini
  1. Fakulteya Çandiniyê

Bi boneya naskirin, dîtin, parvekirina çavdêriyên xwe, me serdana Zanîngeha Rojava kir. Me li gel Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Rêveberiyên Beşê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, Fakulteya Çandiniyê, Fakulteya Hunerên Bedew û Fakulteya Jineolojiyê hevpeyvîn derbarê kar û xebatên wan de pêk anî. Beşa duyemîn a serdana xwe ya li gel Cîgirê Hevserokatiya Fakulteya Çandiniyê Mamoste Silêman Mexso re, bi we re parve dikin.

  • Em Dikarin We Nas Bikin?

Navê min Silêman Mexso ye. Ez cîgirê Hevserokatiya Fakulteya Çandiniyê me. Fakulteya me ya Çandiniyê girêdayî Zanîngeha Rojava ye. Avahiya fakulteya me li Qamişlo ye.

  • Ji Bo Pêşxistina Çandiniya Organîk (Xwezayî) Çi Xebatên We Hene?

Temenê fakulteya me sê sal e. Hîn peywendiyeke xurt di navbera me û cotkaran de çênebûye. Em hewl didin ku zeviyeke erd bi qasî 25 hektar bigirin. Bi vî awayî emê bikarin ceribandinên pratîk bikin. Em hîn di destpêka kar de ne. Lê daxwazên me yên ji bo pêşxistina vê yekê heye. Em dixwazin pêşî biceribînin. Dema ku em serketin û me encameke erênî girt jî emê van ceribandinên xwe li gel cotkaran parve bikin.

  • Çawa Hevsengî Di Navbera Çandinî û Ekolojiyê De Çêdibe?

Xweza bi çandiniyê, bi hêşînbûnê xwe nû dike. Çiqas çandinî zêde bibe ewqasê xweza jî bireng dibe, bedew dibe û jiyana zindiyan jî bitendurist dike. Niha me li fakulte û zanîngehê dest bi çandina daran kiriye. Me îsal dersek bi navê ekolojî daye destpêkirin. Me li zanîngehê jî Komîteya Ekolojiyê ava kiriye. Ji her fakulteyê du kes di nava vê komîteyê de cihê xwe digire. Me li hemû fakulte û zanîngehê dest bi kampanyaya paqijiyê û çandina daran kiriye. Em dixwazin bi kampanyayên bi vî awayî di nava gel de hestyarî û şiyarbûnekê bidin çêkirin. Me ev kampanyaya xwe tenê bi zanîngehê re sînordar nekir. Em daketin bajarê Qamişlo, li hin tax û kûçeyên bajêr jî me kampanyaya xwe ya paqijiyê meşand. Hemû pêkhateyên zanîngeh û fakulteyan bi hev re mil bi mil ev kampanya meşandin. Ango ev kampanyaya paqijiyê ne tenê ji aliyê xwendekaran hat meşandin. Di heman demê de mamoste û rêveberên fakulte û zanîngehê jî di nav de cihê xwe girtin. Wê pêngav û kampanyayên me yên bi vî awayî berdewam bikin. Em dixwazin bêhtir bal bikişînin ser çandiniya daran. Divê em bi giranî daran biçînin. Pirbûna daran jî ekolojiyê paqij û bedew dike. Em dixwazin li şûna gubreya kîmyawî zibilê xwezayî bikar bînin.

  • Li Gorî Çavdêriyên We Li Vir Bêhtir Çi Tên Çandin?

Li vir bêhtir cotkarên me genim û ceh diçînin. Ji ber ku bêhtir avdana wan li ser baranê ye. Ji ber ku avdana şêweyên din zêde nîne. Li herêmê av kême ji ber wê yekê bêhtir avdanî bi baranê ye. Ew jî diyar e, baran car heye, car nîne. Car zuhabûn e, car jî lehî ye. Weke din kîmyon, nîsk, nok jî tê çandin. Cotkar tiştên ji bo xwe sûdmend û bifeyde diçînin. Tiştên din jî zêde naçînin. Çandina nîskê bi qasî du salan e sekinî ye, sedemê vê jî ji ber erzanbûna nîskê ye. Gijnîj jî hebû çandina wê niha kêm e. Ji ber ku gubre kêm e, avdanî kêm e ev niha nayên çandin. Berê ev zêde dihatin çandin, lê niha pir kêm bûye. Herî zêde genim û ceh tê çandin. Ji ber ku bêhtir gubreya kîmyawî tê bikaranîn zirarê dide xwezayê û ekolojiyê. Pêwîste di navbera wan de hevsengî hebe.

  • Di Dersên We De Rêjeya Pratîkî û Teorî Di Çi Astê De Ye?

Di beşê me de rêjeya pratîkî ji sedî sih e. Di beşê çandiniyê de 3 labaratuwar hene. Her wiha ji bo ceribandinan em derdixin derve. Diçin zevî, cotgehan sedemê nexweşiyan fêr dibin. Ceribandinan dikin. Her wiha em wan dişînin cem doktorên çandiniyê ü ji wan agahiyên rast digirin. Her heftî em wan dişînin van cihan. Xwendekarên sala destpêkê emê bi qasî 20 rojan rêkin saziyên çandiniyê yên têkildar, wê ev xwendekar di nava pratîkê de fêr bibin. Xwendekarên refa sêyem heftane emê li saziyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser belav bikin.

  • Gelo Di Plansaziya We De Ceribandina Berhemên Nû Yên Çandiniyê Heye?

Ji bo ceribandina berhem û tovên nû hîn zêdetir navendeke Desteya Çandiniyê heye. Ew jî li Gundê Hîmo ye. Hizra vê yekê li gel me heye. Têkiliya me li gel vê navendê heye. Dema ku me ev erdê çandiniyê yê ku me li jorê behskirî bigirin emê vê fikra xwe derbasî pratîkê bikin.

  • Gelo Di Plansaziya We De Lêkolînkirina Tiştên Nû Dayîna Xwendekaran Heye?

Mixabin xebatek a me ya weke çandina berhemên cuda tine ye. Navenda Lêkolînê ya li Hîmo li ser vê yekê disekine. Bes xwendekarên refa sêyan van xalan lêkolîn dikin. Xwendekar di serayan de tiştan diçînin. Ji pêvajoya çandinê heya berhemdayînê de şopandinên xwe dikin. Her sê çar xwendekar bi teza derçûnê dixebitin. Xwendekarên me tiştên weke kartol, xiyar, pîvaz û hwd di serayan de diçînin. Her xwendekar li gorî meraq û daxwaza xwe lêgerînên xwe dikin. Di vê mijarê de em pêşiya xwendekaran vedikin. Her xwendekar li gorî mereq û daxwaza xwe piştgiriyê ji me digirin. Em hewl didin xwendekarên xwe li ser lêgerînên rast û di cih de bidin beralîkirin.

***