Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol Li Qamişlo Hat Lidarxistin

1

Weke em dizanin ji bo parastina çand û dîroka gelekî, pirtûk hêmaneke sereke ye. Lê di van salên dawî de bi taybetî piştî belavbûna tevnên civakî, çanda xwendina pirtûkan di nav gel de pir kêm bûye. Ji bo pêşxistina çanda xwendina pirtûkan, pêwistî bi çalakiyên cûr bi cûr heye. Yek ji van çalakiyan pêşangeh in. Pêşangeha Herekol a sêyemîn, bi armanca komkirina rewşenbîr, nivîskar, weşanxane, pirtûkxane û berhemên wan û pêşkêşkirina wan ji gel re, di nav hewldanan de ye. Bi dirûşmeya (Civaka dixwîne, civaka pêş dikeve) deriyê xwe ji gel re vedike. Me hevpeyvîn bi endamê komîteya amadekar ê Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol, re çêkir, dîtin û nêrînên xwe yên derbarê pêşangehê de ji me re parve kirin:

“Navê min Ebûd Mexso ye. Endamê komîteya amadekar ê sêyemîn pêşangeha pirtûkan a bi navê Herekol im. Beriya ku ev pêşangeh destpê bike, bi qasî du mehan me amadekarî kirin. Li gorî têkiliyên me, me dît ku ev pêşangeh wê li gorî salên borî encameke hîn erênîtir bigire. Bi rastî jî me cudahiyeke pir mezin di navbera pêşangeha îsal û ya salên borî de dît. Sala borî 2800 pirtûkên cuda (24 hezar kopya) di pêşangeha me de hebûn. Lê îsal 43 sazî (weşanxane, pirtûkxane, Yekîtiya Nivîskarên Rewşenbîr û kesayetên serbixwe û hwd) tevlî pêşangehê bûn. Her wiha ji Başûr û Bakurê Kurdistanê jî beşdarvanan tevlîbûn çêkirin. Lê İsal bi giştî 8600 pirtûkên bi navê cuda (112 hezar kopya) di pêşangehê de ji pirtûkhezan re hat pêşandan. Cudahiyeke din a vê pêşangehê ji sala derbasbûyî ew bû ku, salên borî tenê pirtûk bi sê zimanan hebûn, lê îsal bi şeş zimanan hene (Îngilîzî, Fransî, Kurdî, Tirkî, Erebî û Suryanî). Armanca me ya sereke ji vê pêşangehê ew e ku em xwendinê bi civaka xwe bidin hezkirin. Pirtûkên di pêşangehê de lêkolîn, dîrok, roman, helbest, civakî, çîrok û kurteçîrok in. Em bi çavên xwe jî dibînin ku gel bi hejmareke mezin serdana pêşangehê dike. Weke din wêneyên fotografî yên Şopdarên Rojê (YPJ, YPG) hene. Dirûşmeya pêşangeha me "Civak dixwîne, civak pêş dikeve" ye, em jî hewl didin vê çandê pêş bixin.”

            Me gera xwe berdewam kir û çûn gel pirtûkxaneya Bindarok a ku tevlî pêşangehê bûye. Rêveberê wê Evdila Şêxo ji me re behsa atmosfera pêşangehê kir; “Di sala derbasbûyî de em bi navê kovara Sormey tevlî bûn, lê îsal em bi navê pirtîkxaneya Bindarok a ku ji serê salê ve vebûyî, tevlî bûn. Sala derbasbûyî, em bi 800 pirtûkî tevlî bûn, lê îsal pirtûkên me di navbera 8000 ta 10000 kopyayên 2000 pirtûkan in. Berî niha pirtûkxane û weşanxane li herêma me tine bûn û xwendekarên me jî piranî li bajarên weke Şam û Helebê bûn. Niha rewş guhertiye lê hîn negihiştiye asta ku em dixwazin, kirîna pirtûkan hîn kêm e. Di pêşangehê de jî beşdarbûna gel negihiştiye asta bilind a ku em dixwazin. Çanda xwendinê li herêmê hîn rûneniştiye. Teknelojî û tevnên civakî jî gelek bandor li xwendinê kirine. Ji ber ku bi rêya wê, navên pirtûkinên bê nirx an jî bê cewher belav dibin, li milê din pirtûkên navdar û xwedî nirx li holê dimînin û kes pirsa wan nake. Weke mînak nivîskarekî Sûrî heye navê wî Heyder Heyder e, me pirtûka wî aniyê pêşangehê lê ti kesî heya niha pirsa wê nekiriye. Ciwanên me pirsa pirtûkên sivik an jî erzan dikin. Eger em bixwazin çanda xwendinê zêde bikin, sazî dikarin vê rolê bilîzin. Li derve komên xwendinê hene, saziyên me jî dikarin komên xwendinê ava bikin. Ez dikarim mînakekê bidim, mamosteyên me hene bi qasî em dizanin ku nêzî 20000 mamoste hene lê yên herî kêm dixwînin, ew in. Eger xwendin jixweber nebe, di perwerdeyan re jî derbas bibin, encam nagirin. Di milê ziman de divê ya herî zêde wêje were xwendin, lê yên herî kêm tên xwendin, roman û çîrok in.”

            Me hevpeyvîn bi Dîlan Hoşê, a ku bi navê weşanxaneya Dara tevlî pêşangehê bûye re kir  . Dîlan ji me re behsa pêşangehê kir û wiha dewam kir; “Weke sazî, ev cara yekem e ez tevlî vê pêşangehê dibim, lê weke kes, ev cara duyem e. Pirtûkên me piraniya wan bi zimanê Kurdî ne, bi zimanê Tirkî jî hene. Piraniya pirtûkên me çîrok, ferhengên Kurdî-Tirkî ne. Pirtûkên îsal ji sala derbasbûyî gelekî zêdetir in. Eger derfet hebe ku ev pêşangeh gerok be ango li hemû bajaran bigere, dê encameke baştir bide. Piraniya beşdarvanên me lêkolînvan, wêjevan û helbestvan in, lê beşdarbûna gel negihiştiye asta ku me hêvî dikir. Rêjeya pirtûkên Kurdî sala derbasbûyî nêzî 50% lê îsal gihişt 90% ev jî pêşketineke pir baş e.

            Ji nav beşdarvanan me hevpeyvîn bi mamoste Canda Erefat re çêkir, ji me re behsa girîngiya pêşangehê kir; “Ev pêşangeha sêyem e. Ez di ya yekem û ya duyem de jî beşdar bûm. Ev pêşangeh gaveke pir mezin e, em hemû cûreyên wêjeyê û bi gelek zimanan dibînin. Beşdarbûna gel jî pir baş e, em pê geş dibin. Armanca pêşangehê xurtkirina çanda xwendinê ye. Li milê din ev pêşangeh derfeteke ku gel û wêjevan hev bibînin û nas bikin. Tişta balkêş di pêşangeha îsal de ku rêjeya wêjeya zarokan pir zêdebûye.”

2

2

3

4

5

6

7

8

90

10

11

13

14

16