Ji Nêz Ve Lênêrîneke Li Sîstema Perwerdê Ya Dewleta Sûriye – 2

tele

Dema ku zarok derbasî civaka nû ango dibistanê dibin, gelek kelem derdikevin pêşberî wan. Ev kelem bandoreke girîng li ser civakbûn, kesayet û siberoja zarokan dike. Kelema yekem mamoste bi xwe ye. Mamoste bi serweriya xwe ya li ser dibistanê, nimûneya dîktatoriya desthilatdar a li ser welat bi xwe ye. Jixwe zimanê mamoste Erebî bû. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji derveyî pêkhateya Ereb, pêkhateyên Kurd û Suryan jî jiyan dikin. Ev polîtîkaya mamosteyên Ereb, bi darê zorê zimanê Erebî li ser pêkhateyan dayîna fêrkirin û zimanê wan ê dayîkê qedexekirin bû. Ango yekane armanca van mamosteyan rêya ku diçe oto-asîmîlasyonê (bişavtina-xweber) vekirin bû. Ji bilî zimanê Erebî, axaftin bi hemû zimanên din qedexe bû, mamosteyan ev gotin her tim ji şagirtan re dubare dikirin û digotin tenê Erebî baxivin. Di rojên destpêkê yên xwendinê de dest bi hizrên Baasî xistina mejiyê zarokan de dikin. Di serê sibehê de divê zarok li hewşa dibistanê li pêşiya mamoste û rêveberên xwe bi yek dengî diruşmeya partiya Baas bi awayekî bi hev re û bi dengeke bilind dubare bikin. Zarok bi yek dengî dibêjin, “Netewa Ereban yek e, peyama wê bêmirin e. Armancên me; yekîtî, azadî û sosyalîzm e (Ume Erebiye wahîde, zat rîsale xalîde. Ehdafuna, wehde, huriye, îştirakiye)”. Hevoka dawî sê caran dihat dubarkirin. Ev karê rojane bû, diviyabû zarok van gotinan ji navê xwe bêhtir jiber bikin û rojane dubare bikin.

Bûyera herî girîng, zarok tevlî rêxistina Pêşengên Baas (Telai El Baas) kirin bû. Ev tevlîkirin bi merasîmeke fermî di destpêka her sala xwendinê de li pêşberî hemû şegirtên din dibû. Folar (destmalek e li stû tê pêçan) û kum li wan dikirin û tevlî yên din dikirin. Bi vî awayî helandina ramanî ya zarokan destpê dikir. Wê demê mirov dikare pirsa Pêşengên Baas çi ye? Bike.

Di sala 1974’an de bi biryara Rêveberiya Welatî ya Partiya Baas rêxistina Pêşengên Baas hat damezrandin. Ev rêxistin, hemû zarokên seretayî digire nav xwe. Dema Esed ê bav di heman salê de serdana Koreya Bakur kir, ev rêxistin ji wir girt û li gorî armancên Partiya Baas guhertin têde çêkirin. Bi vî awayî pênase dike: “rêxistineke perwerdeyî û siyasî ye. Hemû zarokên seretayî yên welatê Erebî yê Sûriyê dihewîne. Ji bo zarokan bi perwerdeyeke netewî, sosyalist perwerde bike, kar dike. Naverokên xwe yên hizirî û bawerî ji hizirên Partiya Baas û biryarên konferansên wê yên welatî û netewî digire.” Ji bo hemû dibistanên Sûriyê bigire nava xwe, bi sazûmaniyeke mezin tê avakirin, ew jî bi vî awayî ye:

  1. Kom (Telîe): Şaneya herî biçûk di rêxistina Telai de ye. Ji 7 ta 9 endaman pêk tê.
  2. Pol (Firqe) bingeha rêxistina Telai e, her refeke dibistanê dibe polek û mamosteyê refê wê bi rê ve dibe.
  3. Yekeya Dibistanê (Wehde Telîiye): Rêxistina di dibistana seretayî de ye. Hemû polên di dibistanê de digire nav xwe.
  4. Navçeya Telaî: Ji koma Yekeya Telaî yên navçeya pêk tê. Komîteya navçeya Telaî dibe xeleka girêdana di navbera Ofîsa Telaî û Yekeyên Telaî.
  5. Şaxê Telaî: Rêxistina Telaî ya li Parêzgehê (bajar) ye. Hemû navçeyên Telaî digire nav xwe. Ji rêveberî û çend endaman pêk tê.
  6. Rêveberiya Rêxistinê ya Navendî: Rêveberiya navendî ya rêxistinê li ser asta Sûrî, ji çend endaman pêk tê ku ji aliyê Rêveberiya Welatî ya Partiya Baas ve tên erkdarkirin. Navenda giştî li paytext Şamê ye.

Hin ji wan armancên ku rêxistina Telaî dixwaze pêk bîne ev in:

  • Di kesayeta zarok de avakirina hemwelatiyekî bi netewa xwe ya Erebî bawer, bi tekoşîna vê dozê ve girêdayî, ji taybetiya wê ya azadîxwaz, aliyên wê yên mirovperwerî û naveroka wê ya sosyalîzimî têgihiştî (li gorî pîvan û rêgezên rejîma Bass) be.
  • Li hemberî xeteriya Siyonîzma mêtinger, bi girîngiya tekoşîna netewî geşkirin û xurtkirina têgihiştina zarokan armanc digire.

Ev rêxistin weke aşekî mezin hemû nifşan dihêre, mejiyê wan dişo û li gorî îdeolojiya Baas a nijadpereset ji nû ve saz dike. Di hundirê wan de nefret û kînê li dijî netewên din diçîne. Jixwe ev di her du armancên jor de diyar in. Karê vî aşî di şaneya herî biçûk de dest pê dike, ew jî Telîe ye. Minhacekî taybet hatiye amadekirin ku heftane waneyek di derveyî waneyên dibistanê de tê dayîn heye. Rêveberiya rêxistinê û nivîsgehên wê bi awayekî hişk li ser tekezkirina pêkanîna wê radiweste. Bi rêya serdan, sicîl û şopandinê jî tekez dike. Dema ku em şagirtên seretayî bûn, waneyên herî xirab ên Telai bûn. Ji ber ku bi dare zorê ew saeta zêde piştî qedandina waneyên dibistanê didan me. Waneyên Telai bi şêweyên teorî û pratîkî dibûn du beş. Di yên pratîkî de bi darê zorê em fêrî tevgerên Telîî dikirin, ew jî di rastiya xwe de tevgerên leşkerî bûn. Ji ber ku wan em weke leşkerên biçûk ên Baas didîtin. Yekem wane di beşê teorî de, çepika Telîî bû. Ew çepik ji dubarekirinê di mejî û destê me de bûbû weke tevgereke jixweber. Ew zarokên guneh li her deverî û her tim ew çepik didan. Tevî wê, dirûşme, stran û sirûdên Baas bi zarokan didan jiberkirin. Dema ku em bûn mamoste, em bûn amûra pêkanîna armancên Baas’ê. Yek ji wan, waneyên Telaî bûn. Ew waneyên ku ji bo zarokan barekî giran bû, ji bo me weke mamoste, hîn girantir dihat. Divîyabû mamoste li ser lênûseke taybet waneyên Telaî amade bike û heftane bide. Me ne bi kêfa xwe waneyên Telaî didan. Rêveber û rênîşandêrên Telaî yê navçeyê jî karê mamosteyan dişopandin. Her wiha, artêşek ji çavdêrên di nivîsgeha rêxistinê yên parêzgehê de jî ev kar dişopandin.

Minhac ji waneyên amadekirî tijî bû, armanca wan mezinkirina Esed ê Bav, jiberkirina gotinên wî û dubarekirina stranên ku ramanên Baas belav dike bû. Wan ramanan nijadperestî û netewperestî ya Erebî tekez dikir û netewên din di mejiyê zarokan de tine dikir. Berdêla ku hezkirin, wekhevî û azadiyê di hundirê zarokan de biçîne, mejiyê wan bi kîn, nefret û dijminatiyê tijî dike. Di heman demê de koletî ji bo Esed ê bav tekez dikir. Ew weke qehremanekî ku di cîhanê de wek wî tine ye, didan naskirin. Heyanî ku navê wî kirin (Bav ê Rêber “El-eb el-Qaid). Vê rêxistinê bi van tiştan bes nedikir, lê bi rêya çalakiyên weke nîqaş, mihrîcan, pêşbirk, seyran û karên dildarî û hwd qad û bandora xwe berfireh dikir. Her çalakiya ku dihat lidarxistin ji bo tekezkirina belavkirina rêgezên Partiya Baas û di hişê zarokan de bicihkirina wan hizirên nîjadperest, dihat bikaranîn. Lê bûyera herî girîng kampên Telaî yên havînê bûn. Rêxistina Telaî giranî dida van kampan, budceyeke mezin jêre vediqetand. Ji bo her parêzgehê kampa taybet hebû, ev kamp weke bajarekî mezin bi hemû pêwîstiyan amadekirî bû. Piştî dawiya demsala duyem, rêxistina Telaî dest bi rêxistinkirina perwerdeyên girtî yên havînê dikir. Şagirtên parêzgehê yên ku refa pêncan derbaskirî li mehên havînê dihatin belavkirin. Dema her perwerdeyekê neh roj bûn. Zarok yekem car ji dê û bavên xwe  dûr dikevin û rêxistin (Partiya Baas) li gorî armancên xwe ew perwerde dikirin. Ta ku armanca wan pêk were, artêşek ji (rênîşander) amade dikir, ew jî mamoste ne. Mamoste ta ku perwerdeyên rênîşanderiya Telaî derbas nedikirin, bawernameyên xwe nikarîbûn bigirin û nedibûn mamoste. Rênîşander, bi awayekî pîramîdî li ser bernameyên rojane disekînin ku ew bername bi xwe jî wane û hin çalakiyên cûr bi cûr weke xelekên stran, şano, silav û tevgerên leşkerî hwd bûn. Hemû bi zanebûn ji bo çandina hizirên Partiya Baas di mejiyê zarokan de hatine amadekirin. Xweş tê bîra min dema min û hevalê xwe di zaroktiya xwe de neh rojên herî nexweş li kampa Telaî derbas kirin. Neh rojên ji wane û çalakiyan tijî ku me bi zorê û bêyî daxwaza xwe dikir bû. Hizirên Baas, hezkirina Esed û koletiya Baas bi riya stranan di mejiyê me de didan çandin. Tê bîra min çawa me silava leşkerî dida rênîşanderan, mirov digot qey em leşker in, ne zarokên biçûk in. Dema em bûn mamoste, heman tişt derbas bû. Bi darê zorê em derbasî perwerdeyan dikirin. Ev perwerde yek taybet ji bo me bû ya din jî ji bo rêvebirina perwedeyên zarokan bû. Em parçeyek ji makîneyeke mezin bûn ku nifşan li gorî hizirên Baas bihelînin. Lê tişta herî balkêş ew cilên yek reng ku zarokan li xwe dikirin bû. Rengekî zer bi muhra Rêxistina Telaî muhrkirî li ser hebû. Weke ku ew bi vî awayî gelek kopiyan ji nifşê Baas amade dikin…

 

Rûbar Mihemed