Jin û Perwerde

HHZ

Li ser mijara “Jin û Perwerde" me hevpeyvînek li gel Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros pêk anî. Pirsên ku me raberkirî bersivand. Hevpeyvîna me ya bi şêweyê pirs û bersiv hatî meşandin pêşkêşî we dikin…

  1. Peywendiya Di Navbera Jin û Perwerdeyê De Çiye?

Zêhniyeta perwerdeyê li gorî netewa demokratîk û KCK’ê ji zêhniyeta perwerdeya netew-dewletê cuda ye. Perwerdeya netew-dewletê ne ji bo civakê ye û ne jî ji bo pêşxistina wê ye. Tenê ji bo dewlet kadroyan ji xwe re amade bike û ji bo xizmeta xwe bikar bîne ye. Felsefe, zanist, armanc, siyaset û stratejiyên ku dixwaze li ser esasê perwerdeyên navendî didin meşandin. Ji ber vê yekê di wateya xwe ya rast de bi giştî perwerde perwerdeyên civakê ne. Civak perwerdeyan ji bo xwe bizane, pêşbixe û nas bike dide. Armancên wê yên civakî, dîrokî, exlaqî û siyasî hene. Gelek aliyên wê hene. Bi giştî perwerde ji bo pêşxistina civakê, rêxistinbûna wê û ji bo li ser rastiyekê were perewerdekirinê tê dayîn. Her wiha ji bo ku civak bikare bi rengekî aktîf xwe rêve bibe. Ji bo ku ne tenê civakeke mezaxtker be di heman demê de dive civakake hilberîner be. Her wiha armanca perwerdeyê ya timî ew e ku civak tim bikare bi rengê xwe xwedî li nirxên xwe yên madî û manewî derkeve ye. Tim di rewşeke dayînê de ye. Dema ku em bala xwe didinê di nav civakê de ya herî zêde xwedî li vê taybetmendiyê derdikeve jin e. Ji ber vê em dikarin bêjin têkiliya di navbera jin û perwerdeyê de pir girîng e. Heya em dikarin bêjin ne tenê têkiliya di navbera wan de, di heman demê de perwerde bi xwe bi pêşengiya jinê tê meşandin. Eger me bala xwe da xwendekarên ji pêşdibistan heta qonaxên herî bilind yê xwendinê û em rapirsiyekê di nava wan de çêbikin û pirsa “hûn dixwazin mamosteyên we jin be yan jî zilam be” ji wan pirs bikin, wê bersiva         “bila jin be” bê dayîn.Dihat bîra min dema em xwendekar bûm li dibistanê û dema mamosteyê me zilam bûn em  aciz dibûm lê dema jin bûm em bêtir kêfxweş bûn. Gelo çima? Ji ber ku cewherekî jinê yê cuda heye. Jin bixwe di civakîbûna xwe de mamosteyekê xwezayî ye. Jin bixwe beşeke ji civakê ye, ji ber ku jin bixwe zarokan tîne û têkiliya di navbera wê û microvan de hîn zêdetir û xurtir e. Ev hêmaneke girîng ê psîkolojî û sosyolojiyê ye. Dema ku têkliliya di navbera wê û mirov de zêdertir e. Hem bi rengekî biyolojîk û hem bi rengekî hestyarî ji zilam bêhtir fêm dike. Hîn zêdetir ji psîkolojî û pirsgirêkên mirovan fêm dike. Ji ber vê yekê jin ji zilam bêtir dikare bi wan re bide û bistîne û wan fêm bike. Li ser vî esasî dikare wan perwerde bike. Ji ber ku perwerdekirin ne tenê axaftin û dayîn e, perwerde dayîn û standin e. Li gorî feraseta me çiqas têkiliyek cewherî û civakî çêbibe ye. Perwerde bi xwe têkiliyeke hevbeş e. Du aliyên wê hene û li ser bingehê dayîn û standinê de ye. Dewlet li ser esasê dayînê ye. Lê di rêgezên demokrasiyê, civakên demokratîk û li gorî netewa demokrtaîk de perwerde heya ku mirov nas neke mirov nikare bide. Derbarê vê  yekê de mirov dikare bibêje jin sembola dayînê ye. Her wiha jin di aliyê rê û rêbazê de gelekî dewlemend e. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje têkiliya di navbera perwerde û jinê de hev û din temamkirin e, hevbeş e û stratejîk e.

2- Rola Jinê Di Perwerdekirina Civakê De Çiye

            Li ser vî bingehî dema mirov dinêre giringiya peywendiya di navbera jin û perwerdeyê de pir xurt e. Ev bi xwe erkekî xwezayî ye ku jinê girtî ser milê xwe. Jin civak bi xwe ye. Ji ber ku di konfederalîzma demokratîk de jî xwedî roleke pêşeng û bingehîn e. Di civakê de roleke girîng dilîze. Pêşengtî çi ye? Pêşengtî guhertin û rêxistinkirina vê civakê ye. Ev hemû bi perwerdeyê têne bidestxistin. Jin bi xwe civak e. Ji ber ku di konidralîzma demokratîk de jin roleke pêşeng û bingehîn di civakê de dilîze. Pêşengtî çi ye? Pêşengtî guhertina vê civakê ye, rêxistinkirina vê civakê ye, ev hemû bi riya perwerdeyê tên. Eger di civakê de lêhûrbûnek di aliyê zêhniyetê de çênebe, wê demê tê wê wateyê ku ti erkê perwerdeyê jî nîne. Îro armancên me ew in ku em dixwazin civakek exlaqî û polîtîk ava bikin. Armanca me civakek bikare xwe rêve bibe ye. Ev karekî pir zehmet e. Jin di vî alî de bi cewher û sebra xwe tê naskirin. Bi rê û rêbazan gelek dewlemend e û têkiliyên wê bi mirov û xwezayê re gelekî xurt e. Ji ber vê yekê ev erk dide wê ku roleke di milê pêşengtiyê de bilîze.

Îro armancên me ji vê civakê civakeke xwe bi rêve bibe were rêxistinkirin e. Rewşa civaka me ya niha ji hemû amûrên civakî hatiye dûrxistin û ji hemû rê û rêbazên jiyanî hatiye dûrxistin. Modernîteya kapîtalîst civak aniye rewşeke bêruh. Lê bi riya perwerdeyê re dîsa ruh dikeve nava vê civakê de. Niha ji bo carek din ruh bikeve civakê de ev yek bi riya perwerdeyê dibe. Yê herî zêde hatiye kolekirin di nava vê civakê de jin e. Îro jin jî ketiye asta vê zanebûnê. Li gor zêhniyeta netewa demokratîk gerek xwe azad bike. Azadî tê wateya zanebûnê û zanebûn jî bi riya perwerdeyê tê. Îro zayenda herî zêde rola xwe di têkoşîna azadiyê de dilîze jin e. Ji ber vê yekê jî erk û mîsyonê herî zêde dikeve li ser milê jinê.

3- Ji Bo Jinê Giringiya Perwerdeyê?

            Jin ji despêka dîrokê heya niha tim hatiye qirkirin, înkarkirin û nasnameya wê hatiye windakirin. Kesayeta wê ji civakê hatiye dûrxistin û îradeya wê hatiye şkandin. Ew nasnameyên cewherî yên jinê yên ku civakê li derdora xwe kom dike hatine înkarkirin. Zayendeke ku di nîvê civakê de cihê xwe digire, îro bi zêhniyeta desthilatdarî re hatiye înkarkirin û kolekirin. Lê îro jî di têkoşîna demokrasiyê de jin xwedî roleke pêşeng e. Ji bo avakirina civaka exlaq û polîtîk xwedî peywir e. Ji ber vê yekê jin ji bo ku vegere vê kesayeta xwedî cewher, xwedî nasname û rolekî pêşeng di nava civakê de bilîze, civakê zindî bike girîng e, bê guman ev yek jî wê bi riya perwerdeyê çêbibe. Lê dema tê gotin perwerde çawa ye? Perwerde dive li ser bingehê zanebûna zayend, dîrok, civak, ol û bawerî, zanist û siyasî be. Ango pêwîste jin di her beşên jiyanê de ji nû ve were perwerdekirin û li kesayeta xwe vegere. Ji ber ku iro pêwîstiya jinê bi perwerdeyê heye. Ji ber ku li gorî paradîgmaya netewa demokratîk, paradîgma civakeke ekolojîk û azad û azadiya zayendî yak u ku Rêber APO dibêje “Jineolojî ne tenê azadiya jinê, têkoşîna jinê, tevgera azadiyê jinê ye. Jineolojî yanî zanista jinê ango li ser jinê lêkolîn bike, li ser biafirîne. Ji ber vê yekê ewqasê girîngiya perwerdeya jinê heye.Girîngiya wê eger em bixwazin bigihînin civaka exlaqî û polîtîk, eger em bixwazin tevahî zanist li gorî jineolojî çêbibe û eger em bixwazin moldeleke demokratîk bi pêşengtiya jinê çêbibe, ev hemû jî di riya jinê de çêdibe. Eger jin di perwerdeyê nebe, wê negihêje vê astê. Her wiha ji jinê tê xwestin ku têkoşînekî li hemberî zêhniyeta desthilatdar, li hemberî koledarî, li hemberî zêhniyeta zilam bimeşîne. Bê guman dema gotina têkoşîna tê gotin pir aliyên wê hene, jin ji bo têkoşîn bike pêwîste bi rêxistin bibe. Divê zanistî be, yanî çekeke îdeolojîk jêre pêwîste. Ji bo vê jî rêxistinbûnek jêre lazim e, parastina cewherî pêwîste. Jêre siyaseta demokratîk lazim e. Ev hemû bi rêya perwerdeyê çêdibe. Ango civak, zêhniyeta desthilatdar û modernîteya kapîtalîst  jin aniye rewşeke bêbandor û bê îrade. Jin ji taybetmendî û nasnameya xwe hatiye dûrxistin.

Ji bo ku careke din vegere û bikare vê erka xwe bilîze pêwîstiya wê bi perwerdeyê heye. Ango gereke jin li ser hîmên netewa demokratîk ji nû ve xwe ava bike. Ji bo vê em hemû dizanin ji bo mirov û kesayeta wê, bê guman niha pêvajoyên perwerdeyê hene. Lê pêvajoyên pêşdibistan, seretayî, navîn, amadeyî û zanîngeh hene, lê pêvajoya herî zêde ya ku şêwe dide mirov û kesayetê çêdike, cewher çêdike pêvajoyên destpêkê yên perwerdeyê ne. Bi taybetî jî mirov dikare bibêje pêvajoya pêşdibistanê ye. Pêvajoyên destpêkê pir girîng in. Ji ber derfet û xuluqkariyên jinê bi perwerdeya mirov a pêvajoyên destpêkê re heye. Em hemû dizanin ku terbiyeya zarok li ser milê jinê ye, ji ber vê yekê giringiya wê pir heye.

4- Giringiya Mamosteyên Jin Di Fêrkirina Qonaxên Pêşdibistan û Refên Despêkê De

            Girîngiya mamostetî di vê pêvajoyê de gelek mezin e. Em îro civakek azad, civakeke berhemdar, kedkar, û zêhniyeteke demokratîk dixwazin. Ji bo ku em bigihêjin vê zêhniyetê jî ev yek tenê di perwerdeyên zarokatiyê de wê çêbibe. Netew-dewlet civakek mezaxtker, dûrî kedê, dûrî zêhniyeta xwezayê, dûrî pîvanên exlaq û polîtîk ava kiriye û bi vî rengî perwerde kir. Lê îro ji bo ku em guhertinê di kesayeta mirov de çêkin her tişt di bingeh de tê guhertin. Bingehê avakirina kesayet di pêvajoya pêşdibistan û seretayî de tê avakirin. Ji ber vê yekê giringiya perwerdeyê di vê pêvajoyê de heye. Îro paradîgmaya netewa demokratîk, kesayeteke komînal a demokratîk û hevpar a li dijî parçebûnê tenê di zaroktiyê de, di perwerdeyên rast de avadibe. Wê demê mirov dikare bigihêje armancên xwe û civakeke exlaq û polîtîk, civakeke wekhev zêhniyeteke azad û ekolojîk ava bike. Ji ber vê yekê giringiya perwerde û rolên mamosteyên jin di pêvajoyên pêşdibistan de heye.