Cehalet Deriyê Koletiyê, Perwerde Jî Deriyê Azadiyê Vedike... - 3

Ji Dema 1999'an Heya Roja Me ya Îro:
Partîbûna jinê rastî pêvajoya komployê tê. Pêvajoyeke zehmet, giran û biêş bû. Lê belê hin peywirên berfireh ên ku rêxistinbûna bi şêweyê partiya jinê bi xwe re anîn hebû. Aliyeke bingehîn ê têkoşîna li himber komployê jî, diviyabû pêşxistina têkoşîna azadiya jinê û hişmendiya jinê jî gihandina asta herî jor ba. Di vê çarçoveyê de jî dîsan li gorî şêwe û çawaniya rêxistinbûnê qadên perwerdeyê hatina avakirin. Bi perspektîfa Rêber APO ku li Îmralî dîlgirtî re li gorî pêwîstiyên qadê akademiyên jinan hatine pêşxistin.
Dewreyên perwerdê yên Akademiya Ş. Zeyneb Kinaci ya ku ji sala 1997’an ve xwe rêxistin kiriye didomin, li ser bingehê Parêznameyên nû jî bernameya xwe rojane kiriye. Di pêvajoyên piştre de jî ji ber sedema pêwîstiyan bi Navenda Partî ya Jinê ve girêdayî Akademiya Ş. Nûda jî hatiye rêxistinkirin.
Girêdayî Partiya Jinê di çarçoveya Projeya Veguherîna Zilam de jî ji zivistana 2001’an û pêve dewreyên perwerdeya xweser ji bo hevalên zilam jî hatine rêxistinkirin. Navê wê weke Dewreya Perwerdê ya Fîkrî Baygeldî hatiye diyarkirin. Dewreya sêyemîn di bihara 2005’an de hatiye temamkirin û piştre jî navber hatiye dayîn. Piştre jî ji bo vekirina van dewreyan nêrîn û biryar derketine, lê hê jî derbasî jiyanê nehatine kirin.
Akademiya Ş. Bêrîtan a ku di sala 2004’an de di biniya YJA-STAR’ê de hatî avakirin, hîn zêdetir ji bo di aliyê xebatên artêşbûna hişmendiya jinê de hatiye pêşxistin. Perwerdeyên xweser di qada leşkerî de jî bi awayeke berfireh dihat dîtin, her çiqas hin guhertinên biçûk li gorî xweseriya qadan hebin jî lê bi teqez ev perwerde dihatin dîtin. Li vir jî dema ku li gorî demê hin rêxistinbûnên nû pêşdiketin li gel van pêşketinan jî perwerdeyên xweser jî pêşdiketin. Weke mînak berê perwerdeyên branşan tenê bi awayeke tevlihev dihat rêxistinkirin, lê piştî demekê perwerdeyên branşan ên xweser jî hatine avakirin. Dîsan li gel Akademiya Şehîd Mehmet Goyî ya tevlihev a ji bo pisporbûna hemû pêkhateyê hatî pêşxistin, Akademiya Şehîd Rojin a xweser jî hatiye avakirin.
Di qada civakî de her qadek li ser bingehê rehendan de, li gorî pêwîstiyan akademiyên xwe yên xweser ava kirine. Ji derveyî akademiyan jî xebatên perwerdeyê hatine meşandin. Ji xebatên perwerdeyê yên demkurt, demkî heya xebatên perwerdê yên demdirêj, bisîstem û bibername xebatên perwerdê hatine meşandin.
Bi ketina rojevê ya jineolojiyê re xebatên perwerdeya xweser ber bi qonaxeke hîn girîngtir ve çûye û diçe. Çi di nava pêkhateya partiyê de, çi jî di nava civakê de, ji Kurdistanê heya Ewrûpayê, heya Emerîkaya Latîn û Efrîkayê di gelek qadan de bandora xwe daye çêkirin û rastê eleqeyeke mezin hatiye. Ev yek rasterast bi têkariya pir milî ya hişmendbûna jinê ve girêdayî ye. Ev yek di heman demê de îfadeya birçîbûna jinê ya perwerdeyê, hesreta zanînê zanistê ya bi nêrîna xwe ye jî. Gengaze ku mirov heman eleqeyê di nasnameyên zilam ên ku dixwazin serdestiya li gel xwe derbasbikin de jî bibîne. Lewra pêşketina jineolojiyê, di perwerdeya jinê û veguherandina zilam de jî xwedî roleke girîng e.
Nivîsa me ya ku heya vê derê me di wateya şêweyî de çarçoveya wê ya dîrokî xêzkirî de, êdî em dikarin li ser rêbaz û felsefeya perwerdeyê bisekinin.
Di Tevgera Jinê De Rêbaz û Felsefeya Perwerdeyê:
Eger azadî bi xwe naskirinê re fêmkirina civak, xweza gerdûnê û bi vê re jî hewldana gihiştina heqîqeta gerdûnî be, perwerde jî rehendeke wê ya ku bingehê ji her qonaxê re amade dike ye. Bêyî perwerde mirov nikare behsa têkoşîneke azadiyê bike. Ji ber ku di aliyê mirovan de azadî aliyên wê yên fîzîkî jî di nav de rastiyeke hişmendî ya ku bi giraniya xwe metafîzîkî ye. Ji ber vê sedemê hişê analîtîk û hestyarî yê mirovan bi agahiyên rast tîmarkirin, li gorî heqîqeta civakî û xwezayî şêwedayîn gavên azadiyê bi xwe ne. Hişê mirovan çiqasê bi agahiyên heqîqeta civakî bêne tîmarkirin, wê ewqasê rastê rastiya xwe bê, xwe nas bike û wê dest bi naskirina gerdûnê bike. Eger bala we lê be azadî û xwe naskirin weke goşt û neynûkê bi hev ve ne û yekpare ye. Xwe naskirin jî di xwe perwerdekirinê re derbas dibe. Mirovê ku xwe û civaka xwe perwerde; xwe nas nake û azad nabe.
Bê guman rewşa xwe naskirin, xwe perwerdekirin a ku em li vir behs dikin, ne di çarçoveya pîvanên sîstema zayendperest û serdest de ye. Em behsa hişmendbûn û ronakbûneke ku ji çarçoveya zanista jiyanê ya civakan, jinan a ji heqîqeta jiyana xwezayî derketî û hatî dikin. Bawernameyeke xebata vê hişmendbûn û perwerdeyê tine ye. Di vê de pîvana serkeftinê têkariyên ku mirov ji jiyan, xweza-kes û jiyana xwezayê re dike û jê digire ye. Di tevgera azadiyê de perwerde, ji destpêkê ve tim ji sîstema serdest, mêtîngerî, jiyana klasîk û qutbûna felsefe qutbûna ji şêweyên têkiliyên wê ve girêdayî hatiye destgirtin. Di rewşa heyî de xwedî li avana agahiyan a perwerdeyeke ku bi civak, kes, jin û xwezayê re li hev, van înkar neke û biçûk tê derketin, ên berevajiyê vê jî red dike û avana agahiyan a ku ji vê re bibe alternatîf jî ava dike û hewl dide zêhnê mirovan jî li ser vê yekê perwerde bike. Ev der pir girîng e. Ji ber ku têkoşîna azadiyê bi avaneke agahiyên azadbûyî û bi rêbaz û felsefeyên perwerdeya azadîxwaz re dikare cihê xwe bigire û dikare nêzîkê azadiyê bike.
Dema ku felsefeya jiyanê di şêweyê azadî û wekheviyê de be, xebatên zêhnî û hemû rehendên perwerdeyê jî li ser vê rastekê pêş dikevin. Nexasim em dikarin bibêjin ezmûnên tevgera azadiya jinê jî bi vî awayî pêş ketine. Bi taybet di civaka Kurdistanê de bandorên mêtîngeriya giran û bandorên vê mêtîngeriyê yên ku xwe dispêrin qirkirina fîzîkî û çandî hiştiye ku rêbazên têkoşînê jî hîn xwesertir pêş bikevin. Înkarkirina nasnameya Kurdîtiyê, bi taybet jî tinekirina nasnameya peywendiyên malbatî yên jin-mêrtiyê û rastiya tim bi tiştên biçûk ve mijûlkirina wan û bi vî rengî ji armancên bingehîn dûrxistina wan, dide nîşandan ku pêwîste ji beriya dewlet û dijmin kesayeta xwe, avana civaka xwe analîz bike û hêza têkoşîna wê derxe rastiyê. Vaye rêbaza analîzê, bi taybet jî rêbaza kesayet di aliyê malbatî, herêmî, netewî, çînî û zayendî ve analîzkirin ji xebatên perwerdeyê re rehendeke nip û nû daye qezenckirin. Ji bo ku kes bikare têkoşîna xwe ya azadiyê bi awayeke rast û xurt bide, divê pêşî bikare rehendên zayendî, çînî, netewî yên ku di kesayeta wî/wê de bûne girêkork analîz bike. Ji bo bikare vê bike jî pêwîste di xwedî daneheveke dîrokî û rojaneyî de be. Ji bo vê jî pêwîste ji derveyî avanên agahiyan ên serdestan avaneke agahiyan a nû ya ku ji bo xwe bigihîne kokên xwe, ji xwe naskirinê re û ji vê jî wêdetir ji bo ku bikare di rêya azadiyê de bi awayeke wêrekî bimeşe jêre alîkar bibe ava bike. Vaye Rêber APO ev nêzîkatiya felsefîk, veguherandiye rêbazeke zanistî ji vê jî wêdetir veguherandiye sîstemeke perwerdeyê. Nêzîkatiya perwerdeyê ya tevgera azadiya jinê jî li ser vî bingehî pêş ketiye. Ji ber ku bêyî perwerde û analîzkirinê pêşketin û bûyîna xwedî îrade ya jinê, tevgerkirina bihêza xwe jî ne gengaz bû. Her wiha heya ku zilam jî nederên xwe yên ku mehkûmbûyî derbas neke, nedikarî bibe hêza têkoşînê û nedikarî têkoşîna xwe domdar bike. Em dikarin bidin diyarkirin ku girîngiyeke pir stratejîk a rêbaza analîzê ji bo domdarkirin û pêşxistina têkoşîna azadiyê de heye. Ango bûye hîmê perwerdeyê.
Di aliyê jinê de analîzkirin çalakiyeke îradebûyîn û kirdebûyîna jina ku ji aliyê sîstema serdest a zilam ve hatî bireserkirin e. Çalakiyeke zêhnî ye. Jin xwe bi analîzkirinê nas dike û zêhnê xwe li ser vê yekê perwerde dike. Xwe ji sîstema serdest a zilam qut dike û zêhnê xwe ji azadiyê re vedike. Ev rêbaz xwe bi awayeke hundirînî dide ferzkirin. Bi taybet jî li hemberî taybetmendiyên, koledar, kevneperest, bêîrade yan jî berevajiyê wê li hemberî taybetmendiyên weke zilaman, serdest, desthilatdar ên di jinan de heyî bêrehm e. Di rêbaza analîzkirinê de kes xwe di nava komekê de vedikin û dinirxînin. Kî ye, ji kû ye, di nava malbateke çawa de mezin bûye, çi di şêwedayîna kesayeta wî/wê ya bingehîn de bibandor bûne, têkilî û nakokiyên bi dibistan, malbat û sîstemê re çi ne, her wiha têkilî û nakokiyên xwe yên bi hevzayend û zilam re çi ne dinirxîne û datîne holê. Bê guman rewşa wê ya piştî tevlî pêvajoya têkoşînê bûyî jî, zehmetiyên ku di dema niha de dijî, her wiha pêwîste asta îdiaya ji bo pêşketin û siberojê jî diyar bike. Piştî ku kes van xalan vedike, dinirxîne avana rêxistinê ya li wir amade jî ji bo kesê mijara gotinê rexne û nirxandinên xwe pêş dixe. Kes ji şêweyê xwe destgirtinê heyanî şêweyê tevlî jiyanê bûyînê hema hema di her rehendê de dibe mijara nirxandina kesî. Bê guman ev kesê tê analîzkirin diêşîne, lê belê ev weke emeliyatkirina nexweşekê ye. Pêşî diêşe, lê ev êş êşa saxbûnê ye. Mirov dikare janên ku ji bo hîn xurtir û hîn tenduristir beşdarî jiyanê bibe jî binirxîne. Girîng e ku mirov li vir ji navê rexne û rexnedayînê jî bandora saxker a hêza çareserî dîtinê jî bibîne. Kes bi vî awayî têne analîzkirin, zêhnê wan tê vekirin û ji pêvajoyê re têne amadekirin. Her ku ev şêwaz pêş bikeve nêrîna li dîrok û jiyanê jî diguhere rêbazeke ku her tiştê ji parzûnka çareseriyê re derbas bike tê qezenckirin. Nêrîna rexneyî weke parzûnkekê ye, bi vê nêrînê di aliyê azadiyê de jihevderxistina rast-çewt, baş-xirab, xweşik-kirêt tê kirin. Ya herî girîng jî, di dema niha de ji ya xweşik, rast û baş re li ser bingehê sûddayînê xwedîderketin tê kirin. Li hemberî ya kirêt, çewt û xirab jî biryardariya têkoşînê tê danîn. Vaye ev rêya ku diçe alternatîfên nû û avanên agahiyan ên nû bi xwe ye. Di vî alî de xwedî hêzeke bandorker a saxker, zindîker, vejîner û bedewker e.
Rêber APO girîngiyeke mezin daye jina ku xwedî nasnameya xwe. Ev girîngî di têkoşîna wê ya bêhempa ya li hemberî aliyên paşverû, aliyên bi zilam ve girêdayî, aliyên kole yên jinê dide de veşartiye. Zilamtiya klasîk bi sed vir û direwan nêzîkê jinê dibe, bi polîtîkayên gula min-dilê min nêzîk dibe û wê dixapîne. Piştî ku dixe xefka xwe jî bi awayeke tund desthilatdariya xwe li ser dide çêkirin. Lê xirabiya herî mezin a ku di têkoşîna azadiyê de li jinê bê kirin ewe ku mirov pesnê aliyên kole yên jinê bide û asayî bike. Ji ber vê sedemê jî Rêbertî ji avana hizirînê ya jinê heyanî şêweyê axaftina wê, ji rêveçûna wê heyanî sekna wê ya li hemberî zilamekê, heya şêwazê wê yê têkoşînê, heya şêwazê wê yê danûstandina li gel her derdorê her hûrguliyan dibîne rexne dike, ji bo sererastkirina wê dixebite û dixwaze azadiyê di kesayeta jinê de xuyanî bike. Di vê rêbazê de tişteke weke “nabe” tine ye. Gotinên weke, “Ez wiha mezin bûme, hestên min wiha ne, dengê min nizm e, rêveçûna min tim wiha bû, awirên min bi ti şiklek din nabe, ez nikarim vê tiştê bikim, nikarim vê bikim” gotinên binketinê ne. Gotina serkeftin, azadî û bedewiyê jî tam berevajiyê wê ye. Ev yek jî bi gotina, “Ez dikarim ji têla pora serê xwe heya her cûre hestê xwe, mîmîkên xwe, heya çalakiyên xwe xwedî hêza guhertinê me” destpê dike. Ev jî şereke mezin e. Di wê baweriyê de ne ku di cîhanê de şerê herî zehmet têkoşîna ku mirov paşverûtiyên xwe bibîne, hebûna wan qebûl bike û li hemberî wan jî altenatîf pêşbixe ye. Lê belê çavê kesê ku bikeve nava vî şerî rohnî dibe û xweşik dibe. Di têkoşîna azadiyê de emeliyatên estetîkê, ji derveyî têkoşîna şêwazê analîzkirina li hemberî van paşverûtiyan ne tiştek din e.
Bê guman dema em behsa perwerdeyê dikin milekî vê jî sîstema dibistanê ye. Lê di rêûresma vê têkoşînê de ti carî perwerde tenê weke zeman û mekanên akademî û dibistanan ve sînordar nehatiye destgirtin. Her qada jiyanê, her erkekî ku bimeşîne, her tecrubeya ku jiyan bike, her mirovekî ku têkilî pêre danî, her erdnîgariyeke ku naskirî, parçeyekî axê, cîhana nebat û lawiran hemû ji mirov re weke mamosteyekê ne. Di her kêlî û mekanê de dixwaze mirov fêr bike. Ev pir bi wate ye. Bi rastî jî dema ku mirov bi vî çavî li derdora xwe binêre, ango mirov didutiya kirde-bireser derbas bike û her zindiyî mirov weke kirde weke nasname bizane, wê zêhnê mirovan bikeve rewşeke ku tim ji fêrbûn-fêrkirinê re vekirî. Ev yek di jinan de tecrube qezenckirin, rohnîkirina zêhnên ku mehkûmê tarîtiya bi hezaran salan hatî kirin re roleke pir girîng dilîze.
Ji bo perwerdeyên li dibistan û akademiyan tê dîtin jî mirov dikare vê tiştê diyar bike;
Her dewreyek perwerdeyê xwedî bernameyekî perwerdê ye. Di rasteka vê bernameyê de perwerde tê dîtin. Disîplîneke jiyanê heye. Saetên dersê, navberê, werzîşê, xwarinê guhdarkirina nûçeyan heye. Her wiha bi armanca fêmkirina perwerdeyê di saetên şevê de carnan materyalên dîmenî tê temaşekirin, an jî semîner têne dayîn. Di heman demê de şevê wextê ponijîna şexsî jî heye. Her kes ji rêxistinkirina vê jiyanê berpirsyar e. Jiyan jî, perwerde jî komînal e. Pîvana perwerdeyê, ji dersan re bi awayeke xurt beşdarbûnê heyanî di her qada jiyanê de, xwarin çêkirin, derdorê xwe paqijkirin, şêwazê peywendî danîna li gel hevalên xwe şêweyên beşdarbûna pir alî yên perwerdeyê ne. Ango di dawiya dewreyên perwerdeyan de bawername ji beşdarvanan re nayê dayîn. Bawernameya rast şêweyê beşdarbûna jiyanê ya beşdarvan û hêza hezkirin-rêzdariya ku beşdarvan li gel hevalên xwe pêşdixe ye. Ango bawername bi qasî ku tiştên ku mirov digire tiştên ku dide ye, bi qasî ku tiştên ku mirov dide tiştên ku digire ye. Weke di bawernameyên klasîk de pîvaneke serketin an jî binketinê tine ye.
Di aliyê sîstema perwerdeyê ya di tevgera jinê de hem perwerdeyên giştî (tevlihev) hene û hem jî perwerdeyên xweser ên ku tenê jin dibînin hene. Di aliyê rêbazî de pir ji hev ne cuda ne, di perwerdeyên xweser de nîvengeke hîn xurtir ji bo ku jin hevzayendên xwe nas bikin û qutbûna ji zilam bi awayeke hîn xurtir jiyan bike heye. Perwerdeyên xweser xwe bi hevzayendên xwe girtina dest û bi hev re pêşxistinê de roleke girîng dilîze. Di şkandina îmaja “zilamê xurt” ê ku di mejiyê jinê de rûniştî de bibandor e. Ji ber ku di nîvengeke ku tenê jin hene, tenê jin diaxivin, nîqaş dikin û derbasî pratîkê dikin de jin hem zeka hem jî hêza pratîkê ya xwe û ya hevzayendên xwe bi awayeke hîn berbiçavtir dikare bibîne. Jin hişê xwe û hêza analîzker a di hişê jinê de nas dike. Dest bi jixwebawerkirinê dike. Di vî alî de perwerdeyên xweser xwedî roleke pir girîng e. Di perwerdeyên tevlihev de jî perwerdeyên xweser mehê du rojan hem ji bo jinê hem jî ji bo zilaman tê rêxistinkirin. Li vir her du zayend jî dixwazin xwe fêm bikin û analîz bikin. Dîsan dersên weke dîroka jinê, jineolojî û zayenda civakî jî ji bo zayend xwe bigirin dest, xwe bi hev re lêpirsîn bikin xwedî girîngiyên mezin in. Eger bal bê kişandin li vir ne tenê perwerde, guherîn û veguherîna jinê tê kirin a zilam jî tê kirin. Di vî alî de perwerdeyên tevlihev jî aliyê pêşxistina azadiya zayendan de xwedî rolên girîng in.
Mileke din a girîng a ku di perwerdeyên akademî û dibistanan de heyî jî ew e ku avana perwerdeyên ku ji têkiliya mamoste-xwendekar a klasîk derbas dike ye. Di dewreyeke perwerdeyê de rêveberiyeke ji rêxistinkirina perwerde û jiyanê heye. Lê belê herkes ji xebatên perwerdeyê berpirsyar e. Hemû pêkhateya ku di wê dewreyê de perwerde dibîne xwedî mafê perwerde dayîn û nirxandinê ye. Ango nêzîkatiyeke weke hin kes têne perwerdekirin, hin kes jî perwerdedikin tine ye. Rêveberî jî di nav de her kes berpirsyar e û di pêvajoya perwerdeyê de ne. Her kes ji hev fêr dibe. Dersên ku di bernameyê de heyî li gorî vê têne parvekirin. Di vê mijarê de herkes tişta ku dikeve ser milê xwe pêk tîne. Hin kes pirsgirêkên jixwebaweriyê, xweîfadekirinê dijîn, ji van kesan re jî bi taybetî dersên vegotinê ango şîroveyê tê dayîn. Kêm jî bêje, zehmetî jî jiyan bike, lê ji ber ku tirsa xwe ya li pêşiya xelkê axaftinê dişkîne û piştre jî jixwebawerkirin destpê dike. Ziman, zêhn û çavê wî/wê vedibe. Ev rêbazên ji bo şkandina sînorên koledariya kesî tên bikaranîn e. Ango ne tenê fêmkirina tiştên ku ji mirov re têne gotin e. Di heman demê de perwerde şkandina sînorên koletiya kesî ye. Perwerde keyfxweşiya vê bi hev re parve kirine.
Li vir rehendeke din a girîng jî ewe ku di nîvengeke perwerdeyê de hevrebûna derdorên pir cuda ye. Kesên ku ji avanên çîn, netew û taybetmendiyên cuda, dema di heman nîvengekê de perwerde dibînin, hem nakokî jiyan dikin hem jî têkilî datînin. Pevçûnên çînî, çandî û zayendî bi awayeke dijwar têne jiyankirin û jixwe mileke bingehîn ê vê perwerdeyê jî di vê pevçûnê de tê jiyankirin. Derdorên cuda li gel hev bêyî ku hin kesan biçûk an jî mezin bibînin çanda têkilîdanînê pêşdixin, hêza li gel hev bi awayeke wekhev jiyankirinê, hev guhdarkirinê, hêza hev rexnekirinê datînin holê. Jixwe ev aliyeke girîng ê demokrasî û azadiyê ye. Lewra dema ev pêvajo bi hev re tê jiyankirin wî demî kes terbiye dike, perwerde dike. Ya xerîb jî dema destpêkê tê jiyankirin zehmetî û nakokiyên mezin têne jiyankirin jî, lê piştre girêdanên ewqasê bihêz çêdibin. Ev girêdan bi salan nayên jibîrkirin, di asteke weke roja destpêkê de tê jiyankirin.
Dîsan yek ji rêbaza ku di perwerdeyan de tê pêkanîn jî rêbaza diyalogê ye. Ders ne ewe ku tim yek baxive û yên din jî guhdarî wî/wê bike ye. Bê guman ders şîrovekirin jî heye, lê bi diyalog, nîqaşê re jî hebûna hişê civakî jî tê hîskirin û tê dîtin. Dîsan asta fêmkirin û fêmnekirina mijarê jî derdikeve holê. Nakokî pêşdikevin, li ser van nakokiyan jî hêza hizirînê dewlemend dibe. Ev yek dihêle ku agahî di mejî de cih bigire, fêm bike û civakîbûna agahî dide fêmkirin. Jiberkirinê dişkîne. Pirskirina pirsan û ji wan pirsan re bersiv dîtin, feraseta dogmatîk a jiberkirin û qalibê amade yên sîstema serdest paş dixe, ji hişmendiya azadiyê re cih vedike.
Weke Encam;
Erdnîgariya Kurdistanê dîsan a Rojhilata Navîn dergûştî ji perwerdeya civak, kes û jinan re kiriye. Lê weke di gelek mijaran de hatî jiyankirin di mijara perwerdeyê de jî ji heqîqeta ku derxistî û mezinkirî re hatiye biyanîkirin. Cehalet dema ku dikeve xwebûna jinê, di civakîbûnê de ji hêza peywendiya li gel hevzayendên xwe biyanî dibe, wî demî jî deriyên kolebûnê heya dawiyê vedibin. Cehalet deriyê koletiyê, perwerde û xwezanî jî deriyê azadiyê vedike. Vaye têkoşîna ku tevgera jina Kurd a pêşxistî bi rehenda xwe ya perwerdeyê re jî tecrubeyên girîng derxistiye holê. Hatiye dîtin û piştraskirin ku dema ev şêwazê perwerdeyê bi kûrahiya hizirîna jinê pêş bikeve, wê bandorên pir girîng li avanên agahiyên nû yên ku bêne avakirin bike. Ji ber vê sedemê jî zanistî ye, felsefîk e. Li hemberî cehaletê, sepandinên faşîst ên zanistperestiyê, rêbazên perwerdeya hiyerarşîk, avanên agahiyên sexte yên zilamê serdest a ku bi hezaran salan li ser jinê tê ferzkirin; perwerdeyeke nû ya azadîxwaz, xwedî hezkirin û rêzdarî, bi exlaq hatî danîn çalakiyeke xwe naskirin û xwe avakirinê ye. Xebateke hişmendbûnê ya ku bi kedên mezin hatî dayîn û di berdêlên nestêleh yên hatî dayîn de hatiye destxistin e. Ji ber vê sedemê jî wate û bedewiya wê pir gewre û pîroz e. Xwedî taybetmendiyeke ku bi temamî ji derveyî feraseta agahiyên teknîkî, zuha û çors e. Em weke jin her tecrubeyeke perwerdeyê, her çalakiya agahiyê ya em li cihê cuda dibînin ji bo me bi wate ye. Hevbeşbûna vê tecrube û ezmûnê ji bo me pir girîng e.
Dawî...
Çîgdem Doga