Guhertinên Ku Min Di Navbera Salên 2015- 2018’an De Di Perwerdeya Rojava De Dîtî

Di payîza sala 2014’an de, Kurdên li bajarê min (Almere, Hollanda) meşek li derdora kanaleke avê ya hundirîn li dar xistin. Dirêjahiya wê bi qasî dûrbûna di navbera Kobanê û sînorê dewleta Tirk de bû. Di wê demê de, kêm mabû ku DAIŞ tevahiya Kobanê dorpêç bike. Bi riya vê meşê Kurdan dixwest balê bikişînin li ser rewşa tund û hovane ya ku li ser Bakurê Sûriyeyê çêdibû. Di wê meşê de pirsa mirovên dildar kirin ku bixwazin di mijara nûjenkirina perwerdeyê de alikariya Rojava bikin. Min destê xwe hilda û ez bi wan Kurdan re di nava jiyanê de bûm heval. Di Cotmeha 2015’an de wan ez anîme Qamişlo û Rimêlan. Li gorî min, ew gaveke derbaskirina cîhaneke nediyar bû. Cara yekem bû ku derdiketim derveyî Ewrûpayê. Di herêmeke ku ji hêla Yekîneyên Parastina Gel ve ji Çeteyên DAIŞ’ê hatî rizgarkirin de, piştî xwevekişandina saziyên dewletê yên rêjîma Esed, Rêveberiya Xweser civakeke demokratîk ava kir û wekhevî di navbera jin, mêr, ol û çandan de saz kir. Civakeke ku ji bingehê ve dest pê dike û di heman demê de guhdan û lêmiqatebûn li ser mirov, xweza û lawiran dike. Ji bo nûjenkirina perwerdeyê daxwazeke mezin hebû. Di van rêgezên civakî de dê cihekî navendî bigirin dest. Her pêkhateyek wê bi zimanên xwe yên dayîkê yên weke Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê bibîne.
Di wê serdana min a yekem de, min ew demokrasiya ji jêr ber bi jor ve nas kir, ew nêrînên min jî bûn. Girêdana min di salên piştre de hîn bihêztir bû.
Min serdana dibistanên seretayî, navîn, amadeyî û zanîngehê kir û her tim ji nişka ve ev pirs ji min dihat kirin: ma tu dikarî di guhertina perwerdeyê de alîkariya me bikî? Li gel min hêmanên bingehîn ên ji bo pêdiviyên sereke yên perwerdeyê (Prof. Luc Steven) yên ku me di sîstema xwe ya li Holenda de bikar tanîn û wergera wan a zimanê Erebî hebû. Her kes ji bo xwe pêşbixe tê avakirin; xweserî, têkilî û jêhatîbûn jî ji mafên wî/wê yên xwezayî ne.
Xweserî: Zarok dixwazin hestên wan hebin ji bo ku ew karibin tiştan bi tena xwe bikin. Bersiva pedagojî ji vê re ev e: Pêşkêşkirina ewlehî, qad, rênîşanderî û piştgirî ye. Azadbûna kesayetî girîng e, lê belê ji bo parastina azadbûna xwe divê tim bi hin kesan re di nava peywendiyan de be. Xweserî jî peywendî û têkiliyan dide sazkirin.
Têkilî: Pêdiviyên zarokan hem bi mamoste û hem bi zarokên din re bi têkiliyê heye. Ew dixwazin derdorên wan bi wan bihesin. Zarok û kesên gihiştî bi hev re pê dihesin ku ji bo dabînkirina rewşeke guncaw berpirsiyar in. Eger zehmet be jî, zarok dikarin xwe bispêrin alikariya mamosteyên xwe. Çalakiyên weke; guhdarîkirin, bawerî dayîna çêkirin, dema pêwist be karkirin, afirandina rewşên balkêş, pêkanîna mînakên baş, rikbazî-piştgirî û ji bo pêşkêşkirina têkiliyên baş mercên pedagojî piwîst in.
Jêhatîbûn: Zarok dixwazin bidin xuyakirin ku ew dikarin bibin xwedî tecrube û dikarin di wan mijaran de çalak bibin. Pêwistiya vê bi pêşbaziyê heye. Ev yek tenê dema ku perwerde li gorî pêdiviyên xwendekaran were avakirin gengaz dibe. Beşdarbûna ne jidil, kêm beşdarî û beşdariya bêdaxwaz, piranî caran nîşaneyên pirsgirêkên hevrêziyê ne. Mamosteyê ku li ser pêşketina zarokan disekine, rê li ber peydakirina armancên guncaw û pêkanîna ancamên baş vedike. Ji ber vê yekê, di dibistanê de têkiliya bi zarokan re zincîreke ji kêliyên perwerdeyê ye.
Eger nerînên me hatin erêkirin, axaftin dê bi awayekî normal berdewam bibe. Nexasim bi awayekî rasterast veguheztina sîstema perwerdeyê ya Welatên Rojava ji bo welatekî din şaş e. Divê nerîn û her wiha pêşketinên din jî ji hundir derkevin. Wê demê em ê bibînin ku çawa piştgiriya hev dikin û Piştre em dikarin bibînin bê çawa em ê piştgiriya hev bikin. Lewra têkiliyeke hevseng derdikeve holê.
Min hestekî mezin di nav mamosteyên dibistanan ên ku zarokan fêrî zimanê dayîkê dikin de dît. Her çiqas her mirov ne ji heman zayendê û ji heman ol an jî çandekê bin jî fêrî bi hev re jiyankirinê dibin. Min mereqeke mezin a xwendekaran ji zanînê re dît. Vê yekê jî bandorek mezin li min kir. Erê, dibe ku bi teknîkê gavên mezin werin avêtin, lê belê daxwaza fêrbûnê gelekî xurt bû. Vînek xurt da me ku em ji bo Holandayê bikarin sûdê jê bigirin.
Li Akademiya Mezopotamyayê (devera ku ez lê dimam). Ez fikirîm ku eger şandek ji Rojava serdana me ango Holandayê jî bike, wê pir baş be. Ez ê her tiştî nîşanî wan bikim û wê demê ew dikarin li gorî rewşa xwe tiştên baş hilbijêrin.
Di serdana min a yekem a Rojava ya ku min di cotmeha 2015’an de pêkanî de, min tiştekî bêhempa jiyan kir. Ez û Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hac Eli bûn hevalên hev ên nêzîk. Min bi Kurdî nedizanî, wê jî bi Îngilîzî nedizanî, lê belê me ji hev baş fêm dikir. Me rêgezên Rêvebirya Xweser û hezkirina perwerdeyê bi awayekî baş bi hev re parve dikir.
Semîra bi kêfxweşî vexwendina min a serdana Holenda erê kir. Gelek mêvanên me yên biyanî hebûn û wan jî soza alîkariyê dabûn, lê ti deng ji wan nehat û alîkarî nekirin.
Li Holanda, min bernameyeke baş ji bo mêvanên xwe amade kiribû. Lê ez qet nefikirîm ku wê li gel dewletê pirsgirêk hebe. Dewletê bi hinceta dibe ku ev mêvan li wir daxaza mafê koçberiyê bikin, vîze neda wan. Ji ber vê yekê ez gelekî xemgîn bûm. Eger dewleta Holanda bi rastî li şoreşa demokratîk digeriya, wê têgihiştiba ku mêvanên min dê werin vir ji bo avakirina welatê xwe ne ji bo ku dev ji gel û welatê xwe berdin.
Piştî salekê ji aliyê dewletê ve nepejirandinê re, di dawiyê de me vîzeya sê kesan ji berdêla pêncan wergirt. Di Adara 2017’an de min karîbû li Balafirgeha Schiphole’ê pêşwaziya hevalên xwe yên ji Rojava hatine bikim. Bi qasî deh rojan serdana gelek dibistanên seretayî, navîn, amadeyî, Rêxistina Nuffic û zanîngeha çandiniyê hat kirin, Li hola şaredariya bajarê Almere hatin pêşwazîkirin, Serdana navenda fêrkirina zarokên astengdar hat kirin û sîstema fêrkirinê ya Holanda hat şîrovekirin.
Bi hest û agahiyên hêja, Yisra Derwiş, Ridwan Mihemed û Semîra Hac Elî vegeriyan Rojava. Di rêya vegerê de astengî derketin, lê ew bi awayeke bi ewle vegeriyan.
Di Gulana 2018’an de ez careke din çûm Rojava û wan bi dilgermî guhertinên ku dane çêkirin nîşanê min dan. Kongreyek derbarê pedagojî de hat lidarxistin (parvekirina zanistê derbarê vê mijarê de). Ji sîstema refê ta pirtûkên dibistanê yên ku bi awayekî herî bi nirx derdiketin holê guhertin hatibû çêkirin. Mamoste hîn baştir hatibûn perwerdekirin û şopandin. Perwerdeya ku bi zimanê dayîkê dihat dayîn, dida nîşandan ku yek dikare bibe mirovekî herî rast.
Gelo perwerdeya Rojava weke perwerdeya li Almere’ya Holandayê ye? Erê û na.
Erê, ew hest û vîn li gel mamosteyan ku dixwazin xwendekarên xwe pêş bixin dît. Jixwe pirtûkên dibistanê balê dikişînin li ser rastiya ku her xwendekar dikare li wir be û dikarin fêrî jiyana bi hev re bibin. Jixwe di vê civakê de cih ji her zarokî re heye. Mirov li hemberî cîran û xwezaya derdora xwe berpirsiyar e. Cih ji xweserî, têkilî û jêhatîbûnê re jî heye.
Na, awayê dersdayînê cuda ye.
Kobanî karîbû di 27 Çileya sala 2015’an de xwe ji çeteyên DAIŞ rizgar bike. Dibe ku niha ew weke rêgezên destpêkê di pirtûkên dibistanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriye de tên dîtin. Ev tişteke gelekî balkêş e û zarok li Rojava dikarin bi mamosteyên xwe yên hestiyar re bidin û bistînin. Ew dikarin bibin xwedî pirtûkên nû yên dibistanê. Çi pêşketineke mezin e!
Ez hevalên xwe yên mezin û biçûk ên ku min di serdana Rojava de naskirî, silav dikim. Serkeftin û her bijî ji we re.
Jodi Liefhebber, an jî navê ku hevalên min ên Kurd li min kirî: Cûdi Holanda
Jodi Liefhebber