Hîmê Pira Xwişk-Biratiyê Hat Danîn

1

Şandeya biyanî ya nêzî bîst kesan a ku di nav de profesor, perwerdekar, xwendekar û xebatkarên tenduristiyê jî heyî serdana Rojava kir. Şandeya ku ji welatên cuda yên cîhanê hatibûn di çarçoveya gera xwe de serdana Zanîngeha Rojava, Akademiya Mezopotamya, Gundê Jinwar, Akademiya Tenduristî ya Rojava, Nexweşxaneyên li Herêmê û gelek cihên din kirin. Di çarçoveya serdana Zanîngeha Rojava-Akademiya Mezopotamyayê de Peymana Xwişk û Biratiyê di navbera Enstituya California (California Institute of Integral Studies - CIIS) û Akademiya Mezopotamyayê-Zanîngeha Rojava de hat îmzekirin.

Bi vê boneyê di roja 17’ê Hezîranê 2019’an de li salona Zanîngeha Rojava merasîmek hat li darxistin. Di merasîmê de endamên şandeyê, mamosteyên zanîngeh û akademiyê her wiha mêvanên ji cihên cuda hatibûn amade bûn. Merasîm di saet 18:00’an de bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hevserokê Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo axaftinek pêk anî. Mihemed Salih Ebdo keyfxweşiya xwe ji bo serdanê anî ziman û balkişand ser girîngiya vê peymanê kir. Bi navê şandeyê jî ji Enstituya Californiyayê Profesor û Antropolog Andrej Grubačić axivî. Grubačić Behsa girîngiya Şoreşa Rojava kir û da diyarkirin ku ev şoreş ji bo hemû şoreşgerên cîhanê xwedî wateyeke mezin e.

Bi navê Zanîngeha California’yê Prof. Andrej Grubačić û bi navê Zanîngeha Rojava Hevseroka Zanîngehê Rohan Mistefa û bi navê Akademiya Mezopotamyayê jî Rêveberiya Akademiyê Mamoste Dîcle Elî peyman îmze kirin. Peymana di navbera Zanîngeha California û Zanîngeha Rojava de, her wiha di navbera Zanîngeha California û Akademiya Mezopotamyayê de li ser 9 xalên ku li hevkiribûn hat îmzekirin. Ev xalane jî;

  • Nûner (nûnertiya hevbeş)
  • Veguhestin
  • Ziman û Peywendî
  • Rêxistin
  • Xizmet
  • Xizmeta Aborî
  • Berpirsyariya Personel
  • Nirxandina Peymanê
  • Dîroka Peymanê (Ji bo 5 salan)

Piştî îmzekirinê ji aliyê hevseroka zaningehê Rohan Mistefa plaket diyarî Prof. Andrej Grubačić hat kirin. Hevseroka Zanîngehê axaftinek kurt pêk anî. Rohan Mistefa spasiya şandeyê kir û keyfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman. Yek ji endamê şandeyê Sabrina Melendez strana xwe ya ku bi xwe nivîsandî û amadekirî ji beşdarvanan re got.

Merasîm di saet 19:00’an de bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

2

2

3

4

5

6

7

8

9

10