Cehalet Deriyê Koletiyê, Perwerde Jî Deriyê Azadiyê Vedike... - 2

2

Dema 1992-1999’an:

Salên 90'î salên pêldar ên ku di seranserê cîhanê de guherînên mezin hatine jiyankirine. Dewletên sosyalîst ên reel ên ku di seranserê cîhanê de belavbûyî û bihêzbûyî xuyadikirin yek bi yek hilweşiyane. Ev pêvajoya hatî jiyankirin li Kurdistanê jî hin tişt jinûve destgirtin û nirxandin da pêwîstkirin. Vaye ji ber vê yekê Rêber APO sosyalîzma reel bi awayeke kûrahî û piralî rastî dahûrandinê anî, di vê yekê de destnîşankirina wî ya sereke jî; sedema bingehîn a ku di binê hilweşîna sosyalîzma reel de radize jî ewe ku nêzîkatiya netêr û sere sere ya li pirsgirêka jinê bûye. Nêzîkatiya ji pêşketinên ku li herêmê û cîhanê rûdayîn re bi rehenda jinê lênêrîn û jêre çareserî dîtin jî bê guman nêzîkatiyeke biwate û radîkal e. Destnîşankirinên bingehîn û lêhûrbûnên derbarê pirsgirêka jinê û sosyalîzmê de di vê demê de derketine holê û bandorên pir girîng dayîne çêkirin. Welê bû ku li gelek deveran sosyalîzma reel hilweşînên mezin jiyan dikirin û di mirovan de bêbawerî û bêhêvîtiyên pir kûr dida jiyankirin. Di heman salan de li Kurdistanê jî serhildanên girseyî pêk tên. Civaka Kurd derketineke wêrekî û biheybet çêdike. Tişta balkêş jî ew bû ku di van serhildanan de jinan jî bi awayê pêşeng û qehremanî cihê xwe digirt bû.

Ji milekê ve di serhildanan de pêşengî û beşdariya jinan dihat jiyankirin, ji milê din ve jî tevlîbûna jinan a li têkoşînê jî zêdetir dibe. Berê di hejmareke sînordar de beşdariya jinan hebû, piştî vê di demeke kurt de digihêje sedan û hezaran. Zêdebûna çendatiya jinan hem di aliyê rêxistinbûnê de hem jî di wateya perwerdeyê de qonaxeke nû îşaret dike. Piştî ku di şerê Başûr ê 92’yan de şehadeta qehremanwarî ya rêheval Gulnaz Karataş (Bêrîtan) tê jiyankirin, Rêber APO biryara artêşbûna jinê digire. Di Mijdara 1993’yan de fermana artêşbûna jinê dide. Artêşbûna jinê ya ku di aliyê jinê de tê wateya rêxistinbûneke nû, bê guman pêwîstiya polîtîkayeke perwerdê ya hîn xwesertir derxistiye holê. Di wateya giştî de di rehenda artêşbûnê de tecrubek çêbûye, lê belê artêşbûneke ku divê jin bi temamî xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî pêwîstî bi hişmendîbûn û zanabûneke hîn bihêztir a jinan daye çêkirin. Ji ber vê sedemê di pêvajoyên derbasbûyî de dahûrandinên xweser ên ku qismî pêşketine jî bi artêşbûna jinê re jî veguheriye perwerdeyên xweser ên jinan ên sîstematîk. Ji ber ku di artêşbûneke jinê de bêyî naskirin û zanîna fermandariyê, zanebûna stratejîk-taktîk, bi awayeke hîn kûrtir xwe, dîroka xwe û dijminê xwe naskirin, îdeolojî û polîtîka zanîn, ya herî girîng jî bi hem zayendên xwe re têkiliyeke xurt û biwate pêşxistin ne dibû. Di vê çarçoveyê de perwerdeya xweser cara destpêkê di bolukên jinan ên ku di zivistana 1993-94’an de hatine avakirin de tê rêxistinkirin. Di van perwerdeyên ku xwedî naveroka îdeolojîk û leşkerî de di serî de tê armanckirin ku artêşbûna jinê bê fêmkirin. Her wiha tê xwestin ku performanseke şoreşgerî û leşkerî ya ku ji vê rêxistinbûna nû re bibe bersiv bê pêşxistin. Di vê pêvajoyê de ji milekê ve nêzîkatiyên bihêz, erênî, xwedî lê derdikeve pêş dikevin, ji milekê ve jî bi bandora ji zêhniyetên zilam û paşketî qut nabe re jî nêzîkatiyên weke paşdekişandin ku bawerî bi xwe û hev zayendên xwe nayne jî derdikevin ronahiyê.

Ji milekê ve di pratîka sosyalîzma reel de nirxandina kêmaniyên ku di rehenda jinê de têne jiyîn, ji milê din ve jî ltêkiliya pirsgirêkên kesayetî yên li Kurdistanê tên jiyîn ên bi rastiya jin-zilam, malbatê re nirxandin, dahûrandin jî wê bi xwe re rehendeke nû daye qezenckirin. Dahûrandinên ku hatine kirin di pirsgirêka jin û zilam de, di rehenda malbatê de hîn kûrtir bûye. Dîsan bi zêdebûna beşdarbûna jinan ve girêdayî pêwîstiya dahûrandina aliyên erênî-neyînî ya bi taybet kesayeta jinê û hemû tiştên ku hatine jiyankirin derdikeve pêş. Lewra di vê demê de Rêber APO bi taybet ji tecrubeyên xwe yên şexsî jî destpê dike, di serî de hevalên jin, bi hemû avana rêxistinê re ev mijar hîn bêhtir niqaş kiriye û aniye reşwa mijareke perwerdeyê. Ev dahûrandinên ku nirxê wan ê zanistî, felsefîk, derûnî û dîrokî heyî, bi awayeke hîn zanistî destgirtin û rastî lêkolînê girtin pir girîng e. Ev nirxandin, rêbaz û tezên azadiyê yên ku her yek ji wan di nirxê zêran de ye, di rastiyê de divê ji aliyê sosyolojî, jineolojî û zanistên azadiyê ve hîn bêhtir li ser bê sekinandin û lêkolînkirin, wê di mijara bihêzkirin û kûrtirkirina nirxên gerdûnî de bandoreke pir girîng bide çêkirin.

Taybetmendî û kesayeta jinê di wateya erênî û neyînî de dahûrandin, bûye bingehê perwerdeyên xweser ên jinan. Artêşbûna jinê, piştre jî rêxistinbûna YAJK’ê şêweyên perwerdeyên xweser ên Rêbertî li qada xwe û li qada welat jî hîn temam kiriye û bisîstem kiriye. Çi li hemberî nêzîkatiyên zilam ên paşketî û biçûk dîtina jinê û çi jî li hemberî êrîşên bêrehm ên dijmin ji bo ku bikare li ser piyan bisekine û ji vê jî wêdetir ji bo vê yekê domdarî bike û serdestiyê bêbandor bike, pêwîstî bi sîstemeke perwerdeyê ya di her alî de têrker, jixwebawer û dagirtî hebû. Vaye ji ber vê pêwîstiyê jî li tenişta perwerdeyên giştî bernameyên perwerdeyên xweser jî hatin amadekirin. Çi di malên dahûrandinê de çi jî di binya bolukan de bi şêweyê perwerdeyên xweser hatiye meşandin. Yekem akademiya xweser di sala 1997’an de li welat bi navê Akademiya Ş. Zeyneb Kinaci hatiye rêxistinkirin. Piştre jî piştî komploya navnetewî ev kevneşopiya akademiyan berdewam kiriye, xwe pêşxistiye û heya roja me ya îro hatiye. Dîsa di heman salan de ji jinan re bi taybet jî ji bo jinên ciwan perwerdeyên xweser hatine rêxistinkirin. Îro akademiya ku xebatên xwe bi navê, “Akademiya Leyla Şaylemez a Jinên Ciwan” koka xwe heya wan deman diçe.

Amûr û pêkhateyên weke YAJK, Têkoşîna Zayendan, Teoriya Veqetînê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, Partîbûna Jinê, Veguherîna Zilam hem ji rêxistinkirina tevgera jinê re hem jî di polîtîkaya perwerdeya wê de rehendên nû dida qezenckirin. Eger bal bê kişandin polîtîkaya perwerdeyê bi paralel û hevsengê rêxistinbûnê pêş diket. Ji ber ev bi hev du ve girêdayî hatine destgirtin.

Li vir tişta di rastiyê de Rêber APO xwestî bike, rastiya zilamê serdest, nakokî-têkoşîna zayendan fêrî jinê bike ye, dema ku vê dike jî hewl dide ku hêza wê ya cewherî pê bide naskirin û hezkirina zayendê derxe rastiyê. Jixwe dema ku ev hemû di astekê de hatin serxistin, wê di aliyê jinê de zemînê jiyanekê, rêxistinbûn û têkoşînekê derkeve rastiyê. Ji ber vê sedemê paşketîbûnên di jinê de pir rexne dike. Ji ber ku di vir de tişta girîng nasnameyeke jina azad a di hêz û kêrhatîbûneke ku zilamê ku bixwaze serdest bibe negihêjiyê afirandine. Heyanî ev nasname neyê pêşxistin sîstema serdest a zilam wê zemînê ku bikare xwe bide jiyankirin bibîne. Ji ber vê sedemê tişta di serî de girîng mirov vê zemînê koletiyê ji holê rake û di vê rastekê de mirov li ser bingehê azadbûnê de zilam careke din beralî bike. Ji ber ku mijara me perwerdeya jinê ye, em di rasteka jinê de didin diyarkirin, lê weke ku çi di jiyana xwe de, çi di dahûrandinên xwe de, çi jî di Parêznameyên xwe de Rêber APO bi giranî zilamê serdest rexne dike û bi ser de diçe. Ji ber ku sîstema serdest a zilam a ku di çavkaniya pirsgirêkê de cih digire kesayet û nasnameyên ku vê yekê temsîl dikine ye.

Jin di aliyê zêhnî û bedenî de ji zilam qutkirin û rastê perwerdeya xweser girtin, weke ku hin kes sere sere dinirxînin ne mijara qedexekirinekê yan jî haremtî-silavtiyê ye. Di bin vê de şêwazeke kûr a perwerdeyê heye. Ji nû ve kok û hêza xwe naskirina jinê, ji dagirkeriya kesayet û sîstema serdest a zilam derxistin û dayîna naskirin pir girîng e. Vaye şêwazeke bi vî awayî wê hem jinê, hem jî zilam bi hêzên xwe yên cewherî re bîne beramberê hev. Gelek pirs û bersivên weke dema ku jin serdesteke wê nebe çawa ye, dema ku zilam koleyekî wî nebe çawa ye, şêwazê têkilî û jiyanê çi îfade dike yan jî divê çi îfade derdikevin holê. Vaye perwerdeya zêhniyetê ya rast di vir de ye. Ango li ciheke ku mêtîngerî, kirde-bireser, bindest-serdest neyî de tu çi yî? Tu hebûneke çawa yî? Mirov dikare şêwazekî perwerdeyê ya ku kes ber bi xalê ve dehf dide jî îfade bike.

Di vî alî de Rêber APO li qada xwe ji bo pêşketina jinan hîn zêdetir derfetan pêşkêş dike, bi taybet jî di aliyê perwerdeyê de cihêkariya pozîtîf pêş dixe. Ji xîtaba xwe, awirên xwe, ji piya sekinîna xwe, xwegiriya di werzîşê de ji hêza lêdana xwe heyanî hêza hest û aqil li ser hemû pirsgirêkên pêşketin û azadbûna hevalên jin lêhûrbûnê dike, rasterast bi hevalên jin bi xwe re nîqaş dike û encamên alternatîf pêş dixe. Ji bo daneheva wan zêde bibe wan digire malên lêhûrbûnê, ji bo her kesayetê bernameyên taybet pêş dixe, pêşveçûna van bernameyan dişopîne, dinirxîne, hewl dide ku encaman bi rêya diyalogan bişopîne. Pêvajoyê, pirtûkekê, dîrokê, taktîkên dijmin nîqaş dike. Ev rêbazeke pir girîng a perwerdeyê ye. Ew di rewşa rêberê gelekê de ye, dibe ku jineke ciwan a qet xwendin û nivîsandinê nizane li pêşberî wî, jineke ku ti danehev û tecrubeya siyasî-leşkerî neyî heye, lê belê bi eleqedariyeke mezin jî pirsan dipirse û bi dil û can jî rêhevala xwe ya jin guhdar dike, şêwazekî wî yê hewl dide ku fêm bike û bide fêmkirin heye. Her wiha ji bo pêşketina jinan a bi taybet jî di çalakiyên werzîşî yên weke melevanî, voleybol, fûtbol, basketbol, guleşê de tişta ku ji destê wî tê dike. Di çalakiyên werzîşî de dema ku jin û zilam bi hev re lîstikan dilîzin ji bo serketina jinan jî piştgiriya ku ji destê wî tê pêşkêş dike. Di pêşketina û mejiyê xwe bi taktîkan re yekkirin û gihiştina wê ya serketinê ya jinê de werzîş qadeke girîng e. Di dewreyên perwerdeyê yên ku bi hevalên xort re têne dîtin de hevalên jin dernakevin peywira mutfaxê, heya ew dewre biqede tenê hevalên xort dorveger bi rêzê ve derdikevin peywira mutfaxê dimeşînin. Her çiqas ev yek ne bi dilê hevalên xort be jî neçarê qebûlkirinê mane. Di vir de nêzîkatiyeke ku jinê mehkûmê mutfaxê dike, dogmaya “jin-mutfax” dişkîne heye, jin jî zilam jî şkandina vê darazê bingeh digirin.

Dîsan bi şêwaz û seknên xwe yên jiyanê re, bi hêza xwe ya îfadeyê ya ku bi hêza hizreke mezin hatî ristin re carnan hêza awireke wê kêliyê, şêwazê axaftina bi mirovekê re, şêweyê destgirtina nakokî-pirsgirêkekê hemû jî şêwazekê perwerdeyê ne. Libeke tirî yê ji dara xwe ketî erdê paqijkirin û xwarin, destmaleke kaxez heya dawiyê bikaranîn, goreyeke qetiyayî ya ku hevalên wî davêjin nava sergoyê bi nêzîkatiya “hê jî mirov dikare li xwe bike” ji sergoyê derxistin û li xwe kirin, li pêşberî zarokekê xwe tewandin û bi cidiyeteke pir mezin guhdarî wî zarokî kirin, bi her mirovî re yekbûyîn û gelek mînakên din ên ku mirov dikare ji jiyana wî bigire hemû jî şêwazê perwerdeyê ne. Şexsan tenê bi agahiyê çors perwerde nekirin, bi şêwazê jiyan, peywendî û rêhevaltiya rast perwerde kirin şêwazê perwerdeyê ya herî zêde nêzîkê heqîqetê ye. Bi her awayî perwerdeyên jinan re eleqedarbûn, pêşxistina hêza ruh, hizir û zekayê, bedewiya jinê bi pêşxistina hêza têkoşîn û zekayê re derxistina rastiyê, hê jî bi awayê ku tê xwestin negihiştiye îfadeya xwe ya rastî. Di aliyê wêjeyî, zanistî û felsefîk de şîrovekirina van pir girîng e.

Heya pêvajoya sala 1999’an a pêşketina komploya navnetewî jî xebatên azadiya jinê, xebatên perwerdeya wan asteke pir girîng qezenc kiriye. Eleqeya jinan a her ku çûye zêdebûyî û bersiva xurt a ku ji van hewldanan re dayî, hêzên serdest ên zilam ên gerdûnî xistiye nava fikarên kûr de. Jixwe yek ji sedemên herî girîng ê pêşketina komploya navnetewî jî pêşketinên lez ên ku di îradebûyîna jinê de hatî jiyankirin e. Dema ku ev pêvajo pêşket, projeyên berfireh ên Rêber Apo derbarê pêşxistina perwerdeya jinê de hebûn. Rêber APO dixwest qadên hîn berfirehtir ên perwerdeyê, lêhûrbûnê û navendên hişmendîkirina jinan pêş bixe û dixwest van berbelavtir bike. Her çiqas komployê ev yek ji bo demekê sekinandibe jî, nekariye vê bi temamî asteng bike. Bi şêweyên cûr bi cûr xebatên perwerdeyên xweser meşiyan û dewam kirin.

Wê Bidome...

 

Çîgdem DOGA