Cehalet Deriyê Koletiyê, Perwerde Jî Deriyê Azadiyê Vedike... - 1

Jineoloji

Li Kurdistanê di pêşxistina xeta têkoşîna azadiya jina hemdem de perwerdeyê roleke pir girîng lîstiye. Pêşketinên bingehîn ên li ser xeta jinê de bi pêşketinên girîng, hişmendiya jinê û şêwegirtina rêxistinbûn û têkoşînê re derketiye holê. Bê guman hişmendî û şêwegirtina jinê jî bê perwerde pêk nedihat. Li Kurdistanê bêyî perwerde di aliyê jinê de hejîna pelekê jî gengaz nedibû. Ji ber vê yekê li Kurdistanê pêşketinên azadîxwaziya jinê, pir tiştan deyndarê zêhniyeta perwerdê ya ku ji xeta perwerdeya desthilatdar derbas dibe ye. Îro di wateya gerdûnî de jî sira pêşketina tevgera azadiya jinê ya ku li Kurdistanê hêza bandoriyê avakirî di xeta perwerdeyê de lê gerîn û pêşxistina şîroveya vê ya zanistî-felsefîk kirin pir girîng e. Ev jî di aliyê mezinkirin û hevbeşkirina dîrok û ezmûnên têkoşîna jinê de pir girîng e.

Ji beriya ku em bikevin hêmanên nivîsê divê em bidin diyarkirin ku di navenda van pêşketinên bi rehenda perwerdeyê Rêber APO heye. Xeta perwerdeya xweser a li ser tewareya jinê ya ku wî tevgerandî, tovên wê avêtî, bi ezmûnan anî rewşa rêûresmekê heye. Her ku çûyî di serî de ji aliyê Ş. Sakîne Cansiz ve ji aliyê jinan ve xwedî lê hatiye derketin û veguheriye nirxeke, xeteke, kevneşopiyeke hevbeş hatî pêşxistin û heya roja me ya îro hatiye. Divê em vê jî bidin diyarkirin ku ne tenê tê wateya guherîn-veguherîna jinan di heman demê de tê wateya guherîn-veguherîn û perwerdeya zilam û civakê jî. Bê guman hinek aliyên wê yên ku ji dîrokê hatine girtin hene, lê divê em bidin diyarkirin ku aliyên wê yên pir cuda û li gorî xwe xweser jî hene. Eger ku di destpêkê de em di aliyê jinê de vê dîroka perwerdeyê binirxînin;

Salên 1973-1978’an;

Di vê demê de hîn Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî pêvajoya partîbûnê nebûye û weke komekê dest bi rêxistinbûna xwe kiriye. Ev tevgera ku di destpêkê de weke komeke biçûk a li derdora zanîngehê destpêkirî, piştî salên 1976’an dest bi belavbûna zemînê welat bûye, her ku çûye kom di nava civakê de vedana xwe çêkiriye û girseyîbûna komê destpê kiriye. Weke jin di koma biçûk a destpêkê de tenê Fatma, Şenay û Ş. Sakîne Cansiz hebû. Ji van her duyên destpêkê di salên piştre de ji têkoşînê qut dibin. Ş. Sakîne Cansiz jî herdemê di xeta têkoşîna azadiya jinê de israr kiriye û her weku dibe çespa haveyngirtina vê rastiyê.

Ne gengaze ku mirov di van salan de behsa polîtîkayeke perwerdeya jinê ya hatî diyarkirin an jî li ser lêhûrbûn hatî kirin bike. Lê belê hizra, “di nava rêxistinbûneke netewî û sosyalîst de bi teqez divê jin azad û wekhev be” hebû. Li derdora vê hizrê rêxistinbûn û di wateya giştî de jî xebatên perwerdeyê hatine meşandin. Bi taybet dema li Kurdistanê xebatên rêxistinbûnê dihat meşandin di destpêkê de hewl hatiye dayîn ku nirxên teorîk ên ku bi koma îdeolojîk a destpêkê re hatina afirandin derbasî civakê bê kirin. Bi awayeke giştî komên xwendinê têne avakirin û xebatên pêşxistina hişmendiyê têne meşandin. Di nava jinan de jî komên xwendinê têne avakirin. Di mijarên weke dîroka Kurdistnaê, sosyalîzmê, têkoşînên gerîla, di lîteratura sosyalîst de rola jinê de perwerde têne dayîn. Bê guman ev hinekê jî weke zehmetiyeke feraseta feodal a wê demê jî pêş dikeve. Ji ber çavkaniyên xweşnedîtinên jin tenê nikare derkeve derve, bi zilaman re di nava civatekê de hebûna jinekê ji aliyê civakê ve baş nayê dîtin ve ev rewş pêş dikeve. Ev komên jinan ên xwendinê di wê demê de di jina Kurdistanî de di wateya hişmendî û naskirina cîhan û dîrokê de asteke pêş dixe. Heya ku weke berhemeke wê hişmendîbûnê gelek jin beşdarî pêktînin, gelek dayîn, jinên ciwan û zewicî li hemberî tevgerê sempatî jiyna dikin û tevlî xebata çalak dibin.

Lê belê em hîn nikarin bibêjin ku di vê serdemê de lêmêzandineke pêşketî û xeteke perwerdê ya jinê heye. Hê nû di vê pêvajoyê de pêşketin têne avakirin û rêxistinbûn tê çêkirin. Di vê pêvajoyê de rola Ş. Sakîne Cansiz pir girîng e. Her wiha hevalên jin ên ku di pêvajoya komê de beşdarbûne û piştre jî şehîd ketine piraniya wan xwendekar û mamoste bûn û xwedî asteke têgihiştinê bûn. Ji nava van rol û hewldanên pir girîng ên hevalên jin ên weke Turkan Derîn, Sakîne Kirmizitaş, Saîme Aşkin, Azîme Demîrtaş û Besê Anûş çêbûye. Ş. Sakîne Cansiz weke jinekê eşqa azadiyê ya xwe di belavê kesên din kirinê de bi taybet jî di mijara belavê jinan kirinê de roleke çalak û pêşeng dilîze. Bi jinan re eleqedar dibe, hewl dide ku wan perwerde û rêxistin bike.

Serdema 1978-1992’an:

Di aliyê jinê de pêşveçûnên di asteke hîn pêşketî de vê carê li kampên Lubnan û Filîstînê, li gel vê jî li hinek malên lêhûrbûnê yên li Sûriyeyê têne jiyankirin. Ji bo ku li hemberî darbeya 12’ê Îlonê têkoşîn tevgera azadiyê ji bo xwe mezin û berdewamî bike, xwe paşde vedikişîne Rojhilata Navîn, li vir jî bi avaneke jin-mêr a tevlîhev re xebatên perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî û siyasî dimeşîne. Ev jinên ku hejmara wan ji 25’an derbas nabe, beşdarî hemû perwerdeyan dibin. Hîn di vê demê de em nikarin behsa sîstemeke perwerdê û rêxistinbûneke xweser, cuda û pêşketî ya jinan bikin. Lê belê em dikarin bibêjin her ku çûye xweserbûna xebatên perwerdeya jinê çêbûye. Komeke rêveber a jin a ji van jinên ku hejmara wan sînordar heye. Di pêşengiya vê rêveberiyê de ji derveyî perwerdeyên giştî hinek jî şêwazê lêhûrbûna li ser pirsgirêkên jinan ên xweser jî tê jiyankirin. Rêber APO ji milekê ve tim bi vê koma jinê re di nava diyalogekê de ye, ji milê din ve jî di nava nêzîkatiyeke ku teşwîqê li ser lêgerîn-lêkolînkirina derbarê mijarê jinê de ye. Bi taybet jî dixwaze bi şêwazê lêhûrbûna komî vê yekê pêş bixe. Ango ji şêwazên kesî zêdetir girîngiyê dide lêhûrbûna komî ya jinan li gel hev zayendên hev. Ev xaleke girîng e. Ji bo lêhûrbûnên ji derveyî kampê, ji bo lêhûrbûnên jinan jî mal têne girtin. Ev jî di aliyê pêşxistina hişmendiya jinê de nêzîkatiyeke pozîtîf derdixe holê. Ev li hemberî bêhişmendîbûna bi hezaran salan a jinê, her cûre serdestiya zilam a zanistî, felsefî, çandî, aborî, leşkerî û li hemberî bêdadiyên ku ji vê xalê rûdidin ciheke pozîtîfe ku hatî pêşxistine. Ev derfeteke ku ji bo ji her milî ve xwe pêşbixe, xwe di her milî de temam bike ye.

Rehendeke din a ku divê di aliyê vê demê de bê diyarkirin jî, bi taybet jî di zindana Amedê de li hemberî êrîşên herî hovane yên dijmin di pêşengiya Ş. Sakîne Cansiz de sekna rikbar û bivîn a xweperwerdekirinê ya hemû girtiyên jin e. Di şert û merceke ku ti materyalên perwerdeyê, peywendiyeke bi derve re neyî û agahî ji pêşketinan neyî de weke jin di nava nêzîkatiyeke tiştên ku dizanin hevbeş bikin, nîqaş bikin û di firsenda heyî veguherînin û derfetên xweperwerdekirinê ava bikin pêş dixin. Ev pir girîng e. Mirov dikare weke felsefeyeke perwerdeyê bigire dest. Lê belê di cewherê xwe de weke encama felsefeya jiyanê derdikeve holê. Ji vir careke din jî hatiye fêmkirin ku, li hemberî her cûre êrîşên zayendperest û serdest, hêza berxwedanê, xwe zanakirin dîsan di perwerdeyê re derbas dibe. Di zindana Amedê ya wê demê de, eger ku di koxuşa jinan de ti teslîmbûn nehatibe jiyankirin, ev yek bê şik û guman bi nêzîkatiya, “çi dibe bila bile emê xwe perwerde bikin” ve girêdayî ye. Pêşengê vê jî Ş. Sakîne Cansiz e. Ev pêvajoyeke perwerdeyê ya ku ji kesên xwendin-nivîsandinê nizanin re xwendin-nivîsandin fêrkirin heya nîqaşên siyasî yên pêvajoyê, nîqaşên derbarê dîroka cîhan, herêm, Kurdistan û jinê de kî çi dizane zanebûnên xwe bi hev re parve dikine ye. Heyanî kovarekê jî derdixin. Bi kurtasî bi mirov dikare bibêje pêvajoyeke perwerdeyê ya tiştên ku jiyanê bi wan dayî fêrkirin û tiştên ku girtiyên jin di dil û mejiyê xwe de bi hev du re parve dikine ye. Ev jî hem ji bo têkoşîna jinê ya ji derve re hem jî ji têkoşîna jinê ya zindanê re di milê perwerdeyê de dibe hîmeke bingehîn. Bi hezaran jinên dîlgirtî vê kevneşopiyê di zindanan de didin berdewamkirin, ev yek ji derve de jî weke pêşketina têkoşîna azadiyan jinê de îfadeya xwe dîtiye.

Dîsan dema ku ji qada Rêbertî derketin û derbasî welat bûnê de, di aliyê jinê de di gelek mijaran de tiştên destpêkê têne jiyankirin. Di wateya giştî de li welat, bêtecrubeyiya çiyê, ecemîtî pirsgirêkên sereke yên têne jiyankirin in û jin jî van pirsgirêkan jiyan dikin. Zehmetî nezaniyên şerkirinê, bi xwezayê re têkoşîn meşandinê, bi hev zayendê xwe û zayendê dijber re têkoşîn meşandin û bi hev re jiyankirinê hene. Lewra mirov dikare di vê pêvajoyê de vê perwerdeya ku hatî meşandin weke li welat perwerdeya bingehîn fêmkirina zimanê nakokî, zehmetiyên pratîkê, li hemberî van jî weke jinekê sekinîn, li berxwedayîn û bi awayeke serkeftî derbaskirina van îfade bike. Ev pêvajoyeke ku jiyan, xweza û şer bi awayeke bêrehm perwerde dike û tecrube-danehev dide qezenckirin e. Bê guman ev rewş di hemû pêvajoyên têkoşînan de jî heye. Lê hevalên jin ên ku ev pêvajo cara destpêkê jiynakirine, derbarê berê de ti danehev û tecrubeyên wan nebûn. Hevalên wan ên xwedî tecrube ku jê pirs bikin û jê fêr bibin tine bû. Ev pêvajoyeke ku her tişt ji nû ve têne fêrbûn e. Ji ber vê sedemê hevalên jin ên ku ev pêvajo jiyan kirine li hemberî van nezaniyan bi sekneke xwegir, bi istiqrar û  berxwedêr ev veguherandine zanebûnê, divê ev yek qet neyê jibîrkirin û xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Rêbazeke guherîn-veguherînê, perwerdeya girîng a ku di vê navbera dîrokê de derketî holê jî rêbaza dahûrandinê ye. Bi taybet ev rêbaza ku di Kongreya 3. a 1986’an de hatî pêkanîn, piştre wek rêbazeke bingehîn a hem perwerdeyê hem jî ya feraseta jiyanê cihê xwe digire. Di vê rêbaza ku weke dahûrîna kes jî tê îfadekirin de bi awayeke giştî kes rastî dahûrîna pir milî tê girtin. Bi rêya vê rêbazê tê fêrkirin ku hişmendîbûn û xwe naskirin bi xwe dahûrandinê re destpê dike, bi xwe naskirin û zanînê re wê bikare cîhanê, jiyanê, civakê, zayendan nas bike û dijminê ku li hember têkoşîn dimeşîne jî wê ji nêz ve nas bike. Ya rastî jî kes bi jiyankirin û tecrube qezenckirinê re vê fêm dike û qebûl dike. Jixwe eger ku vê neke jî wê derkeve derveyî vê çerxê, wê nekaribe li ber xwe bide û wê nekaribe vê yekê pêk bîne. Emê di beşên pêş de vê bi awayeke hîn vekirîtir bînin ser ziman û niha em bi vê bes bibînin.

Jixwe di nava vê navbera dem de li ser encamên erênî-neyînî yên ku di nîvengên xweser ên lêhûrbûna jinan de, nîqaş û diyalogên bi salan di kesayet û têkoşeriya jinê de derxistî holê jî hîn zêdetir jî li ser hatiye lêhûrbûnkirin. Bi şêweyeke ku her pêvajoyeke ji pêvajoya piştî xwe re zemînekê guncaw amade bike hev û din têr dikin an jî bi şêweyeke ku hev û din girê bidin pêş ketine. Bi taybet jî nîqaşên xweser ên Rêber APO, diyalogên bi hevalên jin re, hiştiye ku ev girêdan herdem derbasî nifş û pêvajoyên piştre jî bibe. Bi rastî di vê xalê de jî pir girîng e. Ji ber ku di seranserê dîrokê de jinan pir berxwedan meşandine, lê ev berxwedan, jiyar, xebatên hişmedbûnê yan jî xebatên têkoşîn-rêxistinbûnê bi perwerdeyê nehatine têrkirin û ji hev du re nehatine ragihandin an jî di şêweyeke pir sînordar de ji hev du re hatiye ragirandin. Vê jî tim rê li ber qutbûn, tenêbûn û lewazbûnê vekiriye. Lê belê bi perwerdeyê ragihandina her hişmendî û tecrûbeyê rê li ber hevbandorkirina kirdeyan vedike û dibe sedema mezinbûn, pêşketin û bihêzbûna wê...

Wê Bidome...

 

Çîgdem DOGA